Semîner - II

KURDISTANA MÊJÛYÎ - WELATÊ PÊÞEMÎNAN

ANCIENT KURDISTAN – THE FIRST FARMERS’ LAND

 

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

BUROYA KURDÎ – BRUKSELS, 3-2-2013





Ragihandina ji raya giþtî re derbareyê nirx û hêjayiyên mêjûyî yên niþtimanê me yê kevnare, ku dayiktî ji þaristaniya hemû cîhanê re kiriye, ciyê serbilindî û dilxweþiyeke pir mazin e.

KURDISTANA MÊJÛYÎ - WELATÊ PÊÞEMÎNAN, berdewam e ji me re, ji gencîneya xwe ya dîrokê hîna jî, roj bi roj peyamên nuh verê dike. Dîroka Kurd û Kurdistanê, roj bi roj zelaltir dibe. Li ser vê xaka pîroz, em ê hîna derbareyê pir þoreþên mirovahiyê re aþnayî û pênasiyê bikin! Ev wisa dixuye. Wek nimûne: Yek ji encama van lêkolînan, derbareyê avabûn-pêþketin û belavbûna Navgîna Axefê û Þaxên Zimên, xebat û lêkolînên li ser vê mijarê, ku em li bendî ne, li New Zelandê hîna jî berdewam dike.

Roja 3yê sibatê 2013, li Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agehdariyê li Brukselê, ez bi dilxweþî û serbilindî amade bûm, ku rûpelek ji dîroka pêþketinên mêjûyî yên mirovahiyê, ku li welatê me dest pê kiriye, rabigehînim ji raya giþtî re.

Min hêviyek xurt heye, ku raya giþtî ya kurdî, encama van pêþketinên derbareyê lêkolînên arkeologîkî û zanistî, ku li ser xaka welatê me rû didin, bi nasikî û pêwendîdariyeke xurt, biþopîne.

Ev semîner, wek ji sernavê wê jî xuya dike, derbareyê Dîroka Pêþketinên Mirovahiyê ye, ku gelek belge û spartekên zanistî, î roj bi vebirî nîþanê me didin, ku ev pêþveçûn, care yekê li ser xaka pîroz a Kurdistanê dest pê kiriye.

Wek hûn ê li ser hemû nivîs, wêne û belgeyên vê semînerê bibînin, ku van salên dawiyê, encama gelek lêkolînên zanistî hatiye belavkirin. Maf û pêwîstiya gelê me jî heye, ku ji nêzîkî ve, van agehiyên li ser van pêþketinan, werbigire.

Bi giþtî, semîner li ser Mêjûya Çandin û Kedîkirina Lawiran e. Li teniþta vê mijarê jî, her wisa, agehiyên derbareyê encama lêkolînên zanistî, ku hatine kirin, di gel gelek wêneyên nuh hatiye pêþkêþkirin.

Her wisa jî, ji bo vê yekê, ez rêz û spasiyên xwe yên mazin pêþkêþî damezrêner û berpirsa Buroya Kurdî, Eta Pervîn Cemîl Xanim re dikim, ku ev þêrejina zana û çalak, vê derfeta hêja da min.

Stockholm 5.2.2013


Goran Candan
Berpirsê Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî - Li Stockholmê

 

 



SEMÎNAR

 

Kürdistan - Niþtimanê Genêm (Þoreþa Çandinê / Agrar Revolution)

Ev xebata lêkolînî, bi giþtî li ser Mêjûyê Ferhengê Kurdî ye. Çawa ku cografya Kurdistana mêjûyî (Ancient Kurdistan) yekemîn þûnewarê çandina genêm e, her wisan jî ev cografya yekemîn þûnewarê zayina þaristaniyê, anku dergûþa FERHENG-ÇAND û KULTURê ye. Nexwe peyva "çandin'ê" bi xwe di wateya kulturê de ye.

DÎROKA ÞARISTANIYÊ: Hunera Çandina Þitlan û Genêm - Yekemîn Þûnewarê Avabûna Malan - Yekemîn Car Bi Destvehanîna Xurakên Peþvexistî (advanced food) ye:
Pêþemîn Damezrenêrên Þarsitaniyê: Jinên Kurdistana Mêjûyî

Li gor zaniyarên arkeologiyê, mirovên ku cara yekemîn þitl li erdê danîne û zad ajotine, jinên Kurdistana dîrokî bûne. Jin li ber koza êgir, li bendî hatina peyayên, ku çûbûn nêçîrê diman û sexbêriya zaruyan dikirin. Li gor teoriya zaniyarî ya Dîroka Pêþdeçûna Mirovayetiyê, rojek gava jinên li ber koza êgir dimeyizînin, ku wan tovên genimê bejî, (Tritticum Dicocciodes) ku jê çend kulm ji bo xwarina zivistanê ji xwe re komkiri bûn, di avê de dîsan sîn tên, hingê jin ew dîsan li erdê diçinin. Bi vî awayî, ew xwarina ku þaristaniyê dizêne, bi destê jinên vî welatî tê holê. Tritticum Dicocciodes di bilindahiya ji behrê 600 ta 1300 meter de þîn têt.

Þoreþa Heyvankirinê (Pastoral Revolution)

Her wisan jî ew qewmên mêjûyî yên li ser vê cografyayê, cara yekê xurakên pêþvexistî (advanced food) heyvan (fermente) kirine. Bi riya bidestvehanîna nan, þerab, bîra, mast û penêrê, ji xwe re vê hunera pêþketî hîn bûne, ku ev bûyer di mêjûyê mirovayetiyê de duwemîn mazintirîn þoreþ bûye.
Þoreþa Heyvankirinê (Pastoral Revolution) jî li ser vî xakî qewimiye. Hin teorî û belgeyên zanistî nîþanî me didin, ku Kurdistana dîrokî, þûn û warê heyvankirina þîrî bûye: Þoreþa Heyvankirinê, anku çandina bakteria di nav þîrî de û her weha jê durustkirina mast û penêr, ev huner jî, cara yekê li ser vî xakî hatiye kirin. Bi vê þoresê jî, þaristanî li ser ruyê erdê belav bûye. Gava mirov hîn bûne, ku ji xwe re çortan/ keþkê durust bikin, hingê karibûne, bêyî astenga birçîbûnê, riyên dûr û dirêj herin û bi xwe re zanîna çandinê jî, li ser ruyê erdê belav bikin. Bi gotinek din; keþk û çortan, ardû û benzîna belavkirina zanebûna çandinê ya li ser ruyê erdê bûne.
Peyva YOGURD’ê

Li Govara zaniyarî (ilmî) ya bi navê MJÖLKSPEGELN'ê  (Nr 3/2004), li ser Dîroka Çanda Kurdî ya Guzîde li ser Welatê Pêþemînan, xebatek lêkolînî hatiye belavkirinê.

Di vê xebatê de, DÎROKA HUNERA HEYVANKIRINÊ, bi alîkariya zaniyariya mêjûyî; bi alîkariya mêjûyê mirovayetiyê (antropolgî), efsane (mîtologî) û pirsnasiyê (etîmologî), ji nû ve hatiye raxistinê. Di zimanê kurdî de hin nîþan û kod hene, ku vê fenomenê vedibêjin, (taswîr dikin). Her wisan jî, di zimanê ermenî de, di peyva YOGURD'ê de jî vegotina (taswîra) peyva KURD heye: Yog= rûnê rohn + Gurd/Kurd= xiltê lorikê. Di zimanê kevnê hindî, di zimanê sanskrîtî de navê mast: kurd e.
Yekemîn Menu'ya Restorant'ê/ Lokantayê

Li Baþûrê Kurdistanê, li nêzîkê bajarê Hewlêrê niviþtek kevirî hatiye dîtin, ku ev yekemîn menu'ya lokantayê/ restorantê ya herî kevin têt zanîn. Temenê vê niviþtê tê diyarkirin, ku li dor 5000 salî ye. Di yekemîn rêza vê menuyê de, ev xurak hatiye nivîsîn: "birinc û pîvaz di nav xwîna berazî de kelandî."


Þûnewarê Peydakirina Têger'ê (wheel)

Yekemîn çerx, têger, toterîk, xirxar, (tekerlek) û dolab jî li vir hatiye pevxistinê. Spartek û belgenameyên zanistî vê yekê dibestin û teyîd dikin. Yekemîn têger, hingava pêþî ya -Yekemîn Þoreþa Zaistî ya Têknîkî- li ser vî xakî hatiye avêtin. Di sêkuja (açý) golên Wan-Sêvan-Ûrmiyê, têt gotin ku yekemîn þûnewar e ku têger li ser hatiye pevxistin û gerandin. Lêbelê têgerên li ser erebeya ku li nêzîkê gola Wanê hatiye dîtin û ji hêla Prof Stuart Piggot'î ve hatiye hûrkolînê, di nav tevayiya têgerên dîrokî de, yên ku ta neha dihêne naskirinê, herî yê kevin ne. (Prof Stuart Piggot, The begining of wheeled transport, Scientific American, Vol 219, No1, 1968, pp-82-90).

Tevayiya van komponentên mêjûyî yên dîroka pêþdeçûniya mirovayetiyê, xwe li ser erdê Kurdistana Mêjûyî digehînin hev. Di govara zaniyarî ya bi navê NATURE'ê de, berhemên lêkolîna grûbek zimannasan hatiye belavkirinê. Van zimannasan, di encama xebatek bi nêzîkî 20 salan dirêj de, li dor 100 zimanî li komputerek civandine ser hev û piþtî lêkolînên dûr û dirêj derketiye meydanê, ku koka zimanên Hind-Ewrûpî, xwe digehîne Kurdistana Kevin! Neha li pey vê encamê, em fêm dikin, ku çima miþe gotinên me yên kurdî, hema di tevayiya zimanên Hind-Ewrûpî de hene. Weke; hesp, hêk, lêv, derî, por, nav, nimandin, dinan û hwd.

 

 



Ji Bo Nerîna Li Hemû Naveroka Semînerê & Spartekên Wê,
Li Ser Vê Lînka Li Jêr Bitikînîn:

KURDISTANA MÊJÛYÎWELATÊ PÊÞEMÎNAN

ANCIENT KURDISTANTHE FIRST FARMERS'  LAND

 


Click here below
To read/see The Seminarium

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji Bo Nerîna Li Hemû Naveroka Semînerê & Spartekên Wê,
Li Ser Vê Lînka Li Jêr Bitikînin:

KURDISTANA MÊJÛYÎ  -  WELATÊ PÊÞEMÎNAN

ANCIENT KURDISTAN  -  THE FIRST FARMERS'  LAND

 


Click here below
To read/see The Seminarium

 

PERESTGEHA HERÎ KEVIN A CÎHANÊ
XIRABREÞK - GIRÊ NAVOKÊ - GOBEKLI TEPE


From the collection of
The Foundation For Kurdish Library & Museum

 


 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum