Hozanvan
Sebrî BOTANÎ

1925 Dihê - 1998 Oslo

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

Sebrî Botanî an jî Sebriyê Ehmedê Temir helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Botanî di sala 1925'an de li gundên Lodê yê navçeya Dihê hatiye dinyayê. Ew ji hoza Jêliyan bû.

Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta ziman, edebiyat û çanda kurdî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser mijarên cihê dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû. Ew di salmeziniya xwe de sirgûn bû û di heta dawiya jiyana xwe li Norwêcê dijiya.

Sebrî Botanî di 25'ê cotmeha 1998'an de li Oslo, serbajarê Norwêcê, çû ber dilovaniya Xwedê.

Hin ji kitêbên Sebrî Botanî yên çapkirî ev in:

Herweha nêzîkî deh kitêbên Botanî yên neweþandî jî hene.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Botanî & Ayþe Þan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

By Rebwar K. Tahr

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Botanî & Seîd Yûsif

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Botanî & Cegerxwîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di gel kurê xwe Beþîr Botanî

 

Zinge zinga zengilê min
Va ye dîsa deng veda
Dengê doza miletê min
Dunya girt û berneda
Zinge zinga zengilê min
Xweþ hawar û gazî ye
Awaza vî zinge zingê
Ji ferhenga Qazî ye
Her weku birq û birûskê
Xwe gîhand çerxa felek
Sed xweþî bo vî dilê min
Ku min dî kurd bûne yek..

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Sebrî Botanî & Cegerxwîn li Baþûrê Kurdistanê salên 1970yî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Sebrî Botanî, Shivan & Gulistan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Botanî & Mam Hejar

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Þîn û ÞAdî - Dilistan
Stockholm 1985

 

 

 

 

 

 

 

DI GEL YEZDAN

Ev hezar û çarsed sal e
Li welatê min "enfal" e
Ser û mal û namûsa min
Li dijminê min helal e
......
Ey Xudayê þev û rojan
Bila bes bin ev derd û jan
Ev dîn eger dînê te ye
Kê kir hevalê xûnmijan?

Ez l'welatê xwe bê sûc
Riswa dibim ditevizim
Bi fetwaya mizgefta te
Di xûna xwe digevizim

Ev derdê min pir ji mêj e
Çîrok dijwar û dirêj e
Hemû diz in, mirovkuj in
Dîroka wan, miþt qirêj e

Ceng û rev e sal û zeman
Kuþtim evan derd û xeman
Bûm gedayê vê dunyayê
Nav û namûs jî min neman

Ez rateqandim derbider
Li ser serê min ceng û þer
Min dikujin, hem dibêjin
Selewat li ser pêxember

Li îslamê zû peyda bûm
Hem þagird û hem seyda bûm
Ji hingê ve heta ev ro
Girtiyê dahf û qeyda bûm

Ku îslam hate meydanê
Hizr û hêza xwe min danê
Min bi xûna xwe mezin kir
Wê ez xistim di zindanê

Dîn ez kirim sed ol û ol
Sofî mofî bê maf û þol
Misilmanek bê ser û ber
Belengaz û qels û melûl

Bi destê van milislmanan
Evan cîran û pismaman
Tev bi talan û þewat çû
Dam û dezgeh, xam û man

Rejîma tirk û ya faris
Hem erebên nezan û birsî
Rûmeta min perçiqandin
Dîn li derdê min nepirsî

Bi navê te û bi navê dîn
Pênûsa min ji min dizîn
Bi ol û qanûnên sexte
Ku ji mêj e hemû rizîn

Ey Xudayê jêr û jorî
Ger tu nêzîkî ne dûr î
Heywax li min heta kengî
Ev kotek û zulm û zorî

Nizanim çend sal û dem e
Li pey evê doza xwe me
Her li pey bûm, dê li pey bim
Bê rawestan heta heme

Hawar dikim ez eve me
Xudanê vê qada xwe me
Wek miletan ez milet im
Çima nebim? Madem heme

Ez ku heme gerek hebim
Keyayê welatê xwe bim
Ev hawara min rewa ye
Heta kengî aware bim?

Dixwazim wek wan azad bim
Bi dewleta xwe dilþad bim
Hem dost û hevalê wan bim
Ne kêmtirê kes ji wan bim

Bo çi dîlê vî derdî bim?
Tim bindestê vî û wî bim!
Dixwazim ez efendî bim
Ne koleyê kesek dî bim

Tu rast î û rastî xweþ e
Ev derdê min dedek reþ e
Her çi min got û ez bêjim
Durist û zelal û geþ e

Li Mosko kevinperest im
Li Waþînton komonîst im
Li mizgeftê ez kafir im
Li Ankerê terorîst im

Welatê min kirin let let
Nehêlan xwe bikim dewlet
Mizgefta min ne ya min e
Eve karê xwehr û xelet

Mizgefta min erebî ye
Bi tirkî û ecemî ye
Tif li kurdê bêjit bila
Ew ne j'min e, ew bîjî ye

Þildim û bildim tirkî ye
Kîzb û nîfaq erebî ye
Xîrrrî mîrrrî farisî ye
Pa rûreþiya min cî ye?

Çi derdek hiþk û bela ye
Navê Xudê bismila ye
Her tiþt bi zimanê daykê
Xweþiya hizr û dila ye

Ku tênegehim ka vîtamîn?
Fayde çi ye amîn amîn
Rastî ev e li min negre
Ey Xudayê alemîn

Zimanên tirk û ereb e
Li welatê min xezeb e
Tu bi kurdî þîrîntir î
Ev gotinek pirr edeb e

Ji kovanan pirr û miþt im
Dagirtî me ez biriþtim
Mizgefta min di gel wan e
Ez bê piþt û bê her tiþt im

Ew miletê dewlet nîne
Bivêt nevêt ew bê dîn e
Bê dewletî bê dînî ye
Dîn û dewlet j'min dizîne

Ew kurdê vê nevêjit
Xaîn e yan jî ker e
Rûmebirîndar e kurd
Welat kul û keser e

Dîn û qanûn du niviþt in
Ji ayatan pirr û miþt in
Ji bo weca faþîstan e
Ez û yên wek min pê kuþtin

Xudayo min heq navê te ye
Lewra dibêjin heq heq e
Lewra jî ev hawara min
Teq û req û deq deq e

Tif li qencê wan
Len estesnî minhum eheden
Har û hov in, ne mirov in
La yexcelone ebeden

Sûnd bi te û bi Încîlê
Bi Tewrat û tehwîlê
Xew naçê çavê kes ji wan
Bê kuþtin û qal û qîlê

Îndehum elfitnetu elezzu min eleselî
We re'su l însanî ke re'sin min elbeselî
Tarîxa wan ne tarîx e
Ma çi bêjim? Hema rîx e

Hemû gef û tirre tirr e
Hizirkuj e, wek zernîx e
Ya delîle dûdî fî leylî duca
Ji te ez qet xafil nebûm çu ca'

Sipasdarê te me Xuda
Înnenî mine þþakirinîn
Lakinnenî len ekûne ebeden
Mine ssabirîn

Gotinek pir þîrîn e
Men sebere zefere
We lakin ela zzulmî
Men sebere kefere

Ew çi sebr e ya îlahî
Ela ceraîmil cubenaî?
Ew ela nezaletî zumretin
Min wihûþil enfalî?

Napalim û jahr û gaza xerdel û çepelî
Min ecmelî hedaya ulaîkel enzalî
Pîr û biçûk pê dikuþtin
Ya leha min cemalîl menzerî

Bil ji te kesek nizanê
Ededu ddehaya bi summî wel kîmyawî
Ehaza cezau tedhiyatî
Li turkî wel fursî wel erebî?

Em li îmanihim bil Îslamî de'men
Li ayatîl qetlî we nehebî?
Em ya tura temeen fî malî we helalî?

Be'de tesdîqî ebedin min eþrefîl melalî
Nizûlen înde rexbetî tuxatî wel buxatî
Min eshabîl fexametî wel mealî
Xudayo bila hilweþin dîn û dunya

Ela hazîhîl fexfexe wettealî
We ela riûsîna cemîen ji her alî
Da mirovatî rizgarbit ji vî halî
Eve ye edalet û musawat û wekhevî

We îleyke ya îlahî ma tebeqqe min meqalî
Þêx jî çû ser meberê
Ihim ihim wek berê
Erê Xudayo erê bi navê te î pîroz

Yuqeddim el hedeya we exreb erreþawî
El cenne wel hûrriyat
Yanî behiþt û perî
Lîmen yaqtul sahîb heq

Ez çi bêjim vî kerî?
La edrî emiftîyyen haza em himaren
Yuitî hazîhî el fetawî?
Ey Xudayê ji her kes re delîl

Dexîlê te me ya nîimel wekîl
Zidnî îlmen ez nizanim
Ev xelat in yan bertîl?
Ew tiþtê ku ez dizanim

Cudabûna xwe dixwazim
Serxwebûna Kurdistanê
La bedîl we la tebdîl
Ez bi darê zorê tirk im

Faris im hem ereb im
Egir bêjim na xaîn im
Kafir im hem bê edeb im
Karek dî hebû gunehtir

Êzîdiyên ji min kurdtir
Ez ji wan re kiribûm dijmin
Kanê fetwa j' vê çepeltir?
Hem tîyarî û ermenî

Xudayê min hey ez benî
Ev derd bi ser wan da jî hat
Bi emrê ûlî emrên devgenî
Ji bê çareyî þoreþgerr im

Li yekbûna xwe digeriim
Rizgarî biryara min e
Çok çok teþekur ederim
Rizgar nebim her wek nebim

Ku bindest bim ka azadî
Ez bi te û bi þêx Adî
Sûndê dixum careka dî
Rasîzmên wan giþt faþîst in

Çepizmên wan toranîst in
Qazî û miftiyên wan jî
Hemû wek wan çepalîlst in
Ey Xudayê li her derî

Hezkirina te l' ser vî serî
Lê pa min jî pirsek heye
Ez? yan Sadam e serserî?
Sadam nevyê pêxember e

Tucul Îslam li ser ser e
Li mizgefta min digotin
Sadam îmamê Omer e
Ûlî emr e wek Êlî ye

Qureyþî ye wek welî ye
Hawar ez kurd im bi min ci?
Ger welî ye yan xwelî ye?!
Gelek ji van þêx û melan

Hostayên xap û teþqelan
Qereqoþin dînfiroþ in
Wan ez xistim derd û belan

Kirim derwêþ û mam û mam
Dîlê Hîcaz û Misr û þam
Xudayo wan ez xesandim

Ji her kes re kirin xulam
Ji eraeban erebtir in
Ji erpekan tirktir in
Misilmantî riswa kirin

Ji Xumênî bê dîntir in
Digotin min ey misilman
Kes neçûye banê heyvê
Îyyake summe îyyake

Qet bawer neke vê peyvê
La tuseddiq hazel kelam
Min ehlil kufrî wezzelam
Derewa axir zeman e

Ya ehlel Îslam
Ellahu ekber ya qemer
Çav li kafitan bîne der
Van derwên mezin dikin

Kufrun kebîr hazel xeber
Yekê negot maþallah
Her digotin haþa lîlah
Kella summa kella ya nas

Bêjin estexrurullah
Hozan nezan û ehmeq in
Yan jî bê þerm û serreq in
Xwe xapîn û çavnebar in

Xudayo bila bipeqin
Mirova li heyvê rît û mîst
Bawer nekin îmanleq in
Heqê wan ger nezan in

Bê kar in tizbîçeqçeq in
Bi duristî û bi kurtî
Rad'gehînim bi xurtî
Umer û Cengiz û Lenîn

Wek hev in bo gelê kurdî
Her sê yek in yek ferq nînin
Beramber min dilbikîn in
Xalid, Ataturk, Stalîn

Dagîrker in devbixîn in
Lenînîzmê wek Îslamê
Difna min girt û berneda
Dunya hejand, pirr xûn rijand

Heþtî salan tiþtek neda
Eger Lenîn eger Zeydu
Ji bona min yekin her du

Ev rastiye û rastî ev e
Xudayê min ez bi navê te eþhedu
Her sê alî çi ev çi ew
Her çi digotin tev derew

Hema her ez dibiþavtim
Bi gotinên pûç û qelew
Çi bêjme wan komunistan
Wan jî weku toranîstan

Bê nav û winda dikirim
Bi derdê min dileyistan
Dewleta min wan da Îran
Wan Qazî kuþt, netroman

Stalîn ev kir, Stalîn
Babê komunîstê kurdan
Sipas êdî dilpola me
Ne dîlê ol û mola me

Çak hev dinasin ez û tu
Ne b'destê þêx û mela me
Hiþyar bûme, zêde, ne kêm
Çûme û diçim, dê hêm û hêm

Germ û xurt e þoreþa min
Þêdar im ez dê þêm û þêm
Xudan heq im ez nawestim
Bê rûmet bim ger rawestim

Fîraziya min va ye hat
Bila jî dereng verestim
Soz bit êdî ez û Evdo
Ne bin malek di gel hevdu

Ji min bo te Xudayê min
Hezar sipas û elhemdu.

Sebri Botani

SEBRÎ BOTANÎ - Di Gel Yezdan - YouTube

 

 

 

 

 

 

BASHIR BOTANI

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum