HOZAN DILGEÞ

1952 - 2017

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Hozan Dilgeþ "1952 - 2017" pêþî ew hozavanekî bû li nav refên Tevgera Rizgarîvanên Neteweyî yên Kurdistanê
ku wek bi kurtenavê KUK'ê dihat naskirin. Paþê ket nav refên PKKê.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Hozan Dilgeþ di sala 1952an de ji malbateke kurdên êzîdî li gundê Fisqînê yê navçeya Nisêbînê ji dayik bûye. Di nav malbateke 12 kesî de mezin bû.

Wekî kevneþopiyeke pîroz ya êzidiyan ew jî li ber destê bavê xwe fêrî tembûrê bû.

Di temenekî ciwan de dest bi stranbêjiyê dike.

Hozan Dilgeþ di sala 1975an de bi awayekî profesyonelî dest bi xebata muzîkê dike û di sala 1978an de yekem albuma xwe ya bi navê “Ma qey bindestî para me ye?” derdixe piþtî heman albuma xwe neçar dimîne ku ji welat derbikeve û koçî Almanyayê bike.

Di sala 1983’an de tevlî nav Koma Berxwedanê dibe.

Hozan Dilgeþ bi awayekî serbixwe jî beþdarî gelek çalakî û bernameyan bû.

Wî di nav 40 salî de, 11 mirwariyên hêja bexþî nav warê mûzîka kurdî kir.

Di hevpeyvîneke xwe de li ser berhemên xwe wiha gotibû: “Heke þert û merc ji bo min guncaw bûna min ê bikaribûya bêtir hilberînim. Heke min ji bo mûzîkê zêdetir wext terxan bikira min ê bêtir stran biafiranda. Ez xwe kêm dibînim.”

Di gel van gotinan jî Hozanê nemir her li ser hunera berxwedanê diçerçirî. Piþtî ku bi nexweþiya penceþêrê ket û her du lingên wî hatin jêkirin jî wî hewl dida awazên kurdî çêbike û dixwest li ser berxwedana Kobanîyê û Þengalê albûmekê derxîne. Sed mixabin ku temenê wî têrê nekir.

Pîrê êzidiyan Hozan Dilgeþ bi mûzîka xwe sînorên ji bo Kurdistanê hatibûn xêzkirin ji holê radikir û hemû parçeyên Kurdistanê digihand hevûdu.

Mûzîka Hozan Dilgeþ mûzîka berxwedan û raperînê bû. Ew wekî hozanê Tevgera Azadiyê ya kurd dihat zanîn. Serîrakirina li hemberî zext û zilman di navenda mûzîka wî de cih digire. Wêrek bû û wêrekiyê dida hezkiriyên xwe.

Hozan Dilgeþ di 12’ê adara 2017’an de xatirê xwe ji gelê kurd û hezkiriyên xwe xwest û koçî dawî kir.

• Bi sedan berhem li pey xwe hiþtin

Hozan Dilgeþ, gava ku di 12’ê adara sala 2017’an de koçî dawî kir , bi 11 albumên xwe ve û di gelek albumên Koma Berxwedan de bi sedan berhem li pey xwe hiþtin.

1978: “Ma qey bindestî para me ye”
1980: “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û þêx in”
1981: “Newroz e, Newroza cejna gelê me”
1983: “Karkero Piroletero”
1986: “Serî dan û Sir nedan”
1989: “Muxtaro”
1990: “Biçûkê canê
2001: “Ez û Yar”
“Gola Wanê”
“Heval Mazlûm”
“Pale”

 

 

 

 

LI NAV ARAMÎ Û RONAHIYAN BÎ DILGEÞO!

Ferman (genocide) li ser kurda. Ev ferman ne wek fermana ermen û filleha ye. Ferman a kurdan fermaneke ji vê pir mezintir û xedartir e, ji ber ku ev ferman tam 100 sal in BERDEWAM dike.

Fermana ermen û fillehan li nav du sê salekê lê dawî hat. Lêbelê ferman a kurdan ta nuha jî didome. Li ferman a ermen û fillehan 2 yan 3 milyon ermen û filleh kuþtin, lêbelê li nav van 100 salan, kêmanî 6 milyon kurd hatin kuþtin û jenosîda li ser kurda hîna ev roj jî li dar e, berdewam e.
Roj tuneye ku kurdên bêgumeh nekujin.

Hezar tif û lanet li ruyê wî rêber, siyasetmed ar û rewþenbîrên kurdan be, ku hîna ji vî neyarê har û kujer ê koka kurda re nabêje dijmin û dibêje bira !!
Bila van rêberên kurdan li þûna te bihatina kuþtin berxiko! Berxikê dêbavê xwe, berxikê kurdan ê bêsewad û bêguneh ??

Biçûkê canê - Tu hatî cîhan
Ne ji bo mirinê - Ji bo jiyanê

Zordestê xwînmij (tirk) - nade mecalê
Þêrîn delalê - nadin mecalê

Dîsa hawar e - þerê dijwar e
Tev diþewitinîn - kevir û dar e

Rojhilata navîn - tev xwîn û birîn
Zarok þewitîn - hemû digirîn!

Bi xaza dijmin - Tu hatî kuþtin
Ne Tu kefen kirin - ne jî Tu þûþtin

Awaz: Hozan DILGEÞ

Kurdish Children Killed
by Invader Islamo-Fascist,
Racist & Terrorist Turkish State:
https://www.saradistribution.com/kurdishchildren.htm

 

Biçûkê canê - Tu hatî cîhanê
Ne ji bo mirinê - Ji bo jiyanê
______________________________
Kära lilla barn - du föddes ju till världen
Inte för att dö - för att leva
______________________________
Av den kurdiske troubaduren: Dilges
-- För de nyligen mördade kurdiska småbarnen som den turkiska polisen och militären understödd av ISIS terrorister har brutalt mördat

 

 

 

 

Hozan Dilgeþ û kurê xwe Þikrî

 

 

 

 

HOZAN DILGEÞ - Youtube

 

 

KURDISH SINGERS

 

 








Foundation For Kurdish Library & Museum