|
|
|
|
|
Sanoyek mijar li ser penaberiyê Di vê sanoya nav bi xwe Penaber (Rifugiati) de, serokê kevn ê saredariya Amedê Mehdî Zana axefa destpêkirinê kir. Di vê sanoyê de 16 parlamenterên Îtalyanî û Yekîtiya Ewrûpayê (YE'yê) besdar bûn û guhdariya axefa vekirinê ya Mehdî Zana'yî kirin. Di heyama vê axiftinê de ji Mehdî Zana'yî pirsîn: Tu çima hatî Ewrûpayê? Mehdî Zana di bersiva xwe de bi kurtî weha got: 'Ez di zarokatiya xwe de sagirdê terziyê bûm. Wê gavê li civata me sînema û TV tunebûn. Xelk dirûnistin û behsa jiyanê û dîrokê dikirin ji hev re. Li terzîxaneya me, pirê caran behsa dîroka kurdan û serhildanan dihat kirin. Wek nimûnê; behsa Serhildanên Diyarbekr û Sasonê. Yekê bi navê Selîmê Xerzî hebû, ku pir behsa van bûyeran dikir ji me re. Bi taybetî jî, wî pir behsa serhildana li Sasonê dikir û behsa, ku tirk çawa kurd îdam dikirin... Selîmê Xerzî digot gava tirk kurd dîl dikirin (hêsir digirtin), hingê digotin "gulle heyf in, serê wan bi birrekê jêkin." Li ser perçeyek kaxezê navê wan dinivîsandin û bi derziyê fîrketê bi guhên wan ve dikirin û van seriyên wan disandin navendên dewletê. Pistî min van bûyeran dibihîstin, pir gunehê min bi mirovê kurd dihat. Gava min yekî didît, ku barek giran hilgirtiye, ez diçûm pêsiya wî û min jê dipirsî: Xalo ka barê te ne gran e, dixwazî bide min ez jî hilgirim? Neha fihûs û solê xirab li nav 6 hezar malbatên li Amedê cîbicî kirine. Dewlet rê û derfet na de, xelkên ku li malên xwe birçî rûnistine, ji xwe re derkevin herin karekî bikin. Bi kêmanî 10 hezar zaro narkotîka tînerê bi kar dihênin. Gava min ji wê demê ve van neheqiyan didît, ez pê diêsiyam. Loma min biryar da, ku ez pistgiriya van mirovan bikim. Pasê jî geh ez girtim û xistim di hepsê de, geh ez sandim vir û wir de, loma ez êdî bêgav mam, ku werim Ewrûpayê. Bi hezaran gund sewitandine. Bi dehan sal in, ku li welatê me fabrîqeyek tenê jî na hêlin ava bibe! Xelkê me wisan bêçare li meydanê histine.' Fermo li ser vê lînkê ji xwe re bêhtir li van nîgarên (sahneyên) vê sanogeriyê temase bikin: CopyWright: Massimo Gentili |