RECEB DILDAR

1958

Home †|††DestpÍk††|††Ana Sayfa

 

Receb Dildar

 

 

 

 

 

 

 

Leqat (Gava genim diçinin, hinek simbilên genim dikevin erdê, paşê yekê feqîr diçe wan simbilan berhev dike, navê vî karî leqat e)

Mêvanê Zaremayê vê carê nivîskar Receb Dildar e ku di payiza sala 2018a de bi romana xwe Leqatê li bakur dînamîzmek anî nav wêjeya Kurdî. Vê romana ku ji xwînerên Kurdî elaqeyek baş dît, romaneke dîrokî ye lê lehengê wê ne şexsiyetekî dîrokî yê navdar e wek lehengên din î romanên dîrokî yên di kurmancî de. Leqat, romana yek ji ‘mirovên biçûk’ e ku her tim di bin siya qehremanên binavûdeng û bûyerên mezin de hatine jibîrkirin an qe dor nayê ser wan. Leqat vê carê dorê dide yekî ji ew ên jibîrkirî û bi vê taybetiya xwe nîşana demokratîzebûna nêrîna me ya li dîrokê ye jî ku serpêhatiya ‘mirovên biçûk’ ên jibîrkirî bi bîra me dixe. Em spasdar in ku birêz Dildar pirsên me bersivand ku em wan bigihênin we.

 


Receb Dildar Kî ye?

Di sala 1958an de li Bajarê Amedê hatiyê dinyê. Xwendegehên seretayî û navendî li Amedê xwendîye. Paşê ji bo Xwendegeha Mamostetiyê çûyê bajarê Kırşehirê û çar sal li wir xwendîye. Piştî şeş salên mamostetîyê çar sal di zîndana Amedê de girtî maye. Helbestên wî yên pêşî di sala 1982yan de di kovara Dengê Kurdistan de weşîyane. Di rojnameya Fıratta Yaşamê de qansî du salan nivîskarî kirîye. Helbest, çîrok û gotarên wî di gelek kovar û malperan de belav bûne. Di pêşbaziya çîrokên zarokan a Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê de xelata yekemînî wergirtîye. Romana Dewran a Seyit Alp wergerandîye Kurmancî û ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve hatiye weşandin. Di sala 2007an de, di pêşbaziya kovara Nûbiharê de, bi çîroka “Veger” xelata yekemînî wergirt.
Zewicandî, bavê çar zarokan e.

Berhemên wî:

Kewê Canê (helbest, Weşanxaneya Hîvron, 2003)
Şikefta Xwekuştinê (çîrok, Weşanxaneya Avesta, 2008)
Li Dû Xezalekê (Çîrok, Weşanxaneya Ava, 2011)
Kitana Spî (Çîrok, Weşanxaneya Nûbihar, 2015)
Leqat (Roman, Weşanxaneya Dara,2018)

 

 

 

 

 

ŞIKEFTA XWEKUŞTINÊ

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Zarema: Ewil dixwazim paşxaneya vê romanê bipirsim. Serboriyên malbata Hesenê Karazê çawa bala te kişand û te biryar da romanekê li ser wan binivîsînî?


Receb Dildar: Jîyana her malbateke Kurdromanek e. Meriv destê xwe bavêje kîjan malbata kurd, hinek ji hev veçirîne, rastî bûyerên gelekî balkêş tê. Ev sed sal e, potînên reş ji hundirê mala Kurd derneketîne. Her carê bi hincetekê, Kurd rastî sungî û potînên reş hatine. Piştî bûyera Şêx Seîd Efendî, bi taybetî bakurê Dîyarbekirê bûbû qada şer û şewatê. Di “sala şewatê” de gelek ocax tefîyan. Gelek malbat bi ser rêyan ketin. Hesê Karazî jî ji van kesan yek e ku piştî xanîyê wî tê şewitandin, ji herêma xwe bi dûr dikeve û tê li deşta Çinarê dihêwire.


Ez bi çîrokên Hesê Karazî, Şêxê Eyşo û Elîyê Evdo mezin bûm. Li derdora min her tim behsa wan bû. Binhişê min bi çîrokên wan dagirtî bû. Min meselê baş dizanibû. Ji xwe rexnegirên edebîyatê jî dibêjin; hûn kîjan mijarê baş dizanin wê binivîsin. Ya min jî wisa bû. Hesê Karazî zixtan di min re dikir, digot min binivîse. Ji ber wê min Leqat nivîsî.


Bawer dikim em dikarin Leqatê we romaneke dîrokî bi nav bikin. Bi ya te, romanên dîrokî çi cudatiya wan heye ji cureyên din?


Romana dîrokî cûreyeke romana civakî ye. Ji ber wê ez dikarim Leqatê wek romaneke realîst a civakî bi nav bikim. Di romanên din de, tu dikarî li ser sêwirandina qehreman gelekî bilîzî. Tu dikarî bûyeran li gorî qelema xwe destnîşan bikî. Lê di romanên dîrokî de, qehreman û dem dîyarkirî ne. Tu nikarî qehreman biguherînî, nikarî bi demê bilîzî. Helbet tiştên din jî hene; divê tu erdnîgarîya wê demê, çanda wê demê, sosyolojîya civakê baş zanibî. Divê tu di heqê bawerî û armanca qehremanan de zelal bî. Nabe ku tu berê wan bidî cîyekî din. Di Leqatê de çend qehremanên dîrokî hene, bûyer li derdora wan diqewimin. Lê ew qehreman ne stûna romanê ne. Qehreman di nav civatekê de dijîn. Ez behsa wê civatê dikim.


Wek romaneke dîrokî zehmetiyên nivîsandina vê romanê çi bûn ji bo te?


Di romanên dîrokî de zehmetîyên herî mezin çavkanî ne. Dev ji sedsalên berê berde, Kurdan dîroka xwe ya sed sal berê zelal nekirine. Wek hûn jî dizanin di nav Êzîdîyan de xwendin û nivîs wek guneh hatîye qebûlkirin. Ez bawer im, vî edetî demeke dirêj li ser Kurdên bûne misilman jî dewam kirîye. Kesên ku bîranînên xwe nivîsîne di nav Kurdan de gelek kêm in. Li derdora min kesên ku Hesê Karazî û Şêxê Eyşo dîtibûn hîn hebûn, wekî din zarokên wan li heyatê ne. Hesê duyem (Hesê Cemîl) ew bi xwe dijî, rû bi rû em axivîne. Elîyê Evdo; merivekî wî dostekî min ê hêja ye. Ji devê pîra xwe gelek agahî dan min. Di heqê Emerê Faro de min zêde agahî bi dest nexistin. Agahîyên giştî ne. Dengbêjan kilam avêtine ser camêrî û mêrxasîya wî. Rewşa Şêx Fexrî jî heman tişt e. Bi nivîskî li dû xwe tiştek nehîştîye. Lê dengbêj nahêlin mêrxas bimirin. Ew wan di bîra civakê de zindî dihêlin.


Ji ber ku rewşenbîrekî wê demê ye jî Fehmî Bîlal pir kêm tişt li dû xwe hîştinê. Em agahîyên di heqê wî de, ji kesên wî dîtine hîn dibin. Mixabin di nav civata Kurdan de çavkanîyên nivîskî gelekî kêm in. Ev jî zehmetîya herî mezin e.


Di romanên dîrokî de gelek caran nivîskar dikeve tatêla vegotina bûyerên dîrokî an şexsiyetên dîrokî an teswîra serdemekê wek ku dîrokzan be û ji bîr dikin ku ew roman dinivîsînin. Diyar e tu zêde di bin bandora vê tatêlê de nemayî û xwîner ji ta’ma edebî bêpar nehiştiyî. Vê meselê gelekî serê te êşand?


Mijara min ne dîrok û qehremanên dîrokê ne. Mijara min mirov û civak e. Qehremanên min jî di romanê de mirovek in. Ez bi dû pesindayîna qehreman û bûyeran neketime. Piştî şer an jî bûyeran çi hat serê civakê, çi hat serê mirovan, ez bi dû vê meselê ketime. Di şer de çi cirriya. Di zîndanan de çi qewimî. Ez di romanê de behsa demên zor dikim. Di wan deman de rewşa jinan çi ye, rewşa zarokan çi ye, min hewl daye ku behsa wan bikim. Mirov wê demê çawa dijîn, aborîya wan çawa ye? Orf û edetên wan çi ne? Wargehên wan çi ne? Ji bo min dîrok di romanê de wek paşxane ye. Bûyerên dîrokî û qehreman ne li pêş in. Mirov li pêş e, guherîna civakê li pêş e.


Tatêla peyamdayinê jî yek ji tatêlên nivîskarên romanê dîrokî ne. Dibêjim beşa dawî de te jî nikaribûyî xwe ji vê tatêlê xilas bikî û leheng bi awayekî dîdaktîk daye peyivandin. Tu çi dibêjî?
Helbet nivîskar ji fezayê nehatine, di nav civakê de dijîn û ji bo bibêjin gotineke wan jî heye. Nivîskar wê bi awayekî peyama xwe bide. Min jî di ser qehremanekî xwe re peyama xwe daye. Heke mirov li welatekî hatîye wêrankirin û dagirkirin bijî û nivîskar bê helwest be, wê çaxê ûcdan li ku dimîne, mirovahî li ku dimîne?


Di navbera herdu şerên cîhanê de, bi navê ekola modernîst nivîskar derketin meydanê, berê xwe ji civakê û pirsgirêkên mirovan guhertin. Gotin di cî de be, serê xwe xistin nav şeqên xwe û bi xwe ketin. Bi tenê bi peyv û hevokan dilîstin, ji bo civakê derdekî wan, gotineke wan tune bû. Lê paşê ûcdan zora wan bir û piştî şerê duyem qelemên xwe şikandin, dîsa berê xwe dan civakê.


Hewcedarîya me bi avakirina welatekî heye, bi zimanekî ku niha li ber tunebûnê heye. Nabe ku em vana paşguh bikin û tenê bi dû listîka peyv û hevokan bikevin.


Di her beşê de lehengek dipeyive û qala serboriyên malbata xwe dikin. Vê awayê vegotinê pirdengîyek kiriye nav romanê û nehiştiye zêde dengê nivîskar bê me. Lê dema Eyşo ji serdestiya mêran û tayinkirina qedera jinan gazin dike, di dawiya peyva xwe de dibêje “[..] Heta gotin ya mêran be, hêvîya min ji sibê jî tuneye […]” Bi min wer hat ev ne dengê Eyşo be û lê yê nivîskar be. Ew axaftina Eyşo anakronîk in? An Eyşo bi rastî jî li gor dewra xwe jineke pir li pêş e?


Rast e. Her leheng destê xwe dide ber guhê xwe û çîroka xwe dibêje. Ev bandora dengbêjîyê ye. Wek rêbaz dengbêjîyê bandora xwe avêtîye ser romanê. Divê em bi awayekî dengbêjî û romanê bigihînin hev. Heke em di vê rêbazê de bi ser bikevin, em ê rêbaza nivîsandina romana xwe ji romanên neteweyên din cûda bikin ku wê ev ji bo romana Kurdî bibe serkeftinek.


Eyşo serdestîya mêr bi tundî dijî. Di jîyana xwe de ne xwedî gotin e. Wek qirşa ku bi ber lehîyê bikeve, bi biryara mêran tevdigere. Bi biryara mêran dijî. Ew bi xwe nikare biryarekê bide. Eyşo sîstema desthilatdarîya mêran baş nas kirîye, lê bê hêz e. Encax gava pişta xwe dide zarokan taqed dikevin çokên wê. Eyşo dikare wisa bifikire lê nikare bi lêv bike, nikare ramana xwe bi kesî re parve bike. Di nav civatê de gelek jinên wek Eyşo hene. Lê dengê wan naçe tu kesî.


Li gor min, aliyekî taybet ê vê romanê ev e ku lehengê wê Hesê Karazê, wek lehengên romanên dîrokî yên din ne kesekî navdar e. Hesê, heta bêjî Kurdekî asayî ye, ji malbateke feqîr û gundî ye. Erê, li gor tu behs dikî şervanekî zîrek e lê ne ji malbateke navdar e ne jî di serhildanê de roleke wî ya kritîk hebûye. Dû re ji nav zarok û neviyên wî jî kesekî navdar dernakeve. Jiyana wan jî pir bi awayekî asayî didome. Niha romanên Jan Dost û Mehmed Uzun û çend hebên din tên bîra min ku serlehengên wan pêşengên tevgerekê ne an rêvebirên navdar in hwd. Tu çi dibêjî vê mijarê de?


Wek ku min li jor jî behs kir, dîrok di romana min de bi tenê paşxane ye. Di romanê de ez behsa mirovan dikim, behsa civakê dikim, loma min qehremanekî ku di dîrokê de pir hatîye naskirin dernexist pêş. Yên hene jî bi têkîlîya Hesê Karazî derdikevin pêş û behsa wan tê kirin. Rast e, serok biryaran didin, têkçûn jî serketin jî li ser navê wan tê nivîsîn lê yên dîrokê dinivîsîn lehengên bênav in. Divê em kuştîyên zîndanan, birçîyên çol û çepelan, sêwîyên bêguneh ji bîr nekin. Heke guhertin û pêşketina civakê tunebe, serok ne tiştek in. Serok li ser milê civakê gotina xwe dibêje. Ya bingehîn civak e, tevgera wê ye.
Ne şaş bim, ev bû sê meh ku Leqat derketîye. Elaqeya xwîneran çawa ye?


Bertekên digihîjin min gelek erênî ne. Gelekî kesên romanê xwendin, bi telefonan, bi e-mailan an jî rû bi rû kêfxweşîya xwe anîn ziman. Li Fûara Tuyap-ê ya Dîyarbekirê eleqeyeke pir mezin dît. Paşê min li Stenbol, Enqere û Îzmîrê rojên îmzeyê li dar xistin. Min heman eleqe li wan deran jî dît. Ji ber vê eleqeyê gelekî kêfxweş im, di heman demê de ev eleqe hêza berhemên nû jî dide min.
Niha wek berhem tu li ser çi dixebitî an tu yê bixebitî ji niha şûn de?


Ya rast her tim li ber destê min proje hene. Îcar ji vana kîjan xwe derxe pêş an jî zorê bide min, ez dest bi wê dikim. Niha du dosyeyên ku li ser dixebitim hene, yek jê çîrok yek jê jî roman e. Lê bawer im vê zivistanê ez ê li ser dosyeya çîrokê bixebitim. Lewra ji bo van çîrokan min ji zû ve ye sozek dabû xwe, divê ez bi cî bînim. Wê roman bimîne zivistaneke din.
Mijareke ku tu dibêjî “xwezî min ev binivîsanda an nivîsandibûya” heye? Hebe çi ye ev?


Min her tim xwest li ser zîndana Dîyarbekirê binivîsîm. Ku emir têrê bike helbet ez ê binivîsim. Ev li ser stûyê min barek e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum