Receb Dildar

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 



Çapa 1ê

 

 

 

Çapa 2ê



 

ÞIKEFTA XWEKUÞTINÊ


Receb Dildar ku bêhtir bi þi’rên xwe dihate naskirin, vê carê bi kitêbek çîrokan derdikeve pêþberî xwendevanên kurdî: ‘Þikefta Xwekuþtinê’. Kitêba ku ji 20 çîrokan pêk tê, bi zimanekî sade û þahîk hatiye nivîsandin. Di çîrokan de temayên jiyana rojane a salên dawî ku li bajaran derbas dibin, bi gelek sûretên xwe hatine hûnandin.


Ji çîroka ‘Þaxên Þikestî’


Besa ku dîrega piþtê lê hatibû þikestin, bi xebera Elî re dest û mil jî pê re neman. Hêviya ku di quncikeke dilê wê de xwe bi cîh kiribû, firiyabû çûbû. Hêviyên ku wê bi jiyanê ve girêdidan ji kokê ve hatibûn qurmiçandin. Ji xwarin û vexwarinê ket, bi rojan xwe li cîhekî ji bîr dikir, hinekan bi destê wê digirt berê wê didan malê, bêyî ku dengê wê biçe kesê carna stranek li ser zimanê xwe dilefand bi saetan dubare dikir. Besê neçû ser mezelê Elî jî, êþa di dil de diþuxulî hêdî hêdî xwe bera ser mejû da, ew zeft kir. Ji sibê heta êvarê li ber derî rûdiniþt çavên xwe dikuta ser herdu mezelan û di nav wê êþê de avjenî dikir, yekcarna hevokek ji ser lêvên wê diweþiya:


- “Kurrên Þikriyê kor, we ez þewitandim, ez ê jî we biþewitînim. Ez ê tu carî neyêm ser mezelên we,” û wisa jî dikir. Tu carî neçû ser mezelên wan.
Di van rojên dawîn de Besê bela xwe di daran dida, diçû ber darekê disekinî û bi hêrs bi ser de diqêriya:


- “Herdu þaxên min þikestin, ez ê jî þaxên te biþkînim,” û kîja þaxa xweþik hebûya digirt diþikand, paþê diçû li ber dareke din disekinî.


RECEB DILDAR
Di sala 1958an de li Amedê hatiye dinyê. Xwendegehên pêþîn û navîn li Amedê ya mamostatiyê li bajarê Kýrþehirê xwendiye. Ji ber xebatên siyasî qasî çar salan di Girtîgeha Amedê de mayê. Xebatên xwe li ser zimanê Kurmancî dike û di vî warî de, di gelek kovar û malperên Kurdî de gotarên wî weþiyane. Þi‘rên wî bi navê “Kewê Canê” hatine çapkirinê. Romanek Seyit Alp bi navê “Dewran” wergerandiye Kurdî û hatiye çapkirinê. Di pêþbaziya çîrokên zarokan a Þaredariya Sûrê de bi çîroka bi navê “Þîno” xelata yekê girtiye. Dîsa di pêþbaziya kovara Nûbiharê de çîroka wî ya bi navê “Veger” xelata yekê girtiye. Zewicandî û bavê çar zarokan e.


Þikefta Xweþkuþtinê /Avesta/
Receb Dildar
Çirok
ISBN: 9789944382360
12x19,5, 136 rûpel

 

 

 

 

 


RECEP DILDAR

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum