
Kurdistan
- buhushtê serzemîn
Govara almanî Der Spiegel, di vê jimareya
xwe ya 23-3-2006'ê de nivîsiye, ku "buhushtê
ku li Încîlê bahsa wî dihê kirin,
Girê Navokê ("Göbekli Tepe")
yê li Ruha'yê bi xwe be."
Ev xebata lêkolînî, ya ku govara almanî
mijarê li ser bergê xwe weshandiye û 11 rûpel
jî berfireh vedaye, xwe dispêre pirtûka nivîsevanê
înglîz David Rohl'î, yê
bi navê 'Legend' - anku efsane. Li vir dihêt
gotin, ku li gor lêkolînên arkeologîkî
yên li vî shûnewarê bi navê
Girê Navokê, gava Adem û Hewa
ji bihushtê hatine derxistin, li vir jiyane.
Di govarê de dihêt bahskirin, ku di encama van lêkolînan
de xuya bûye, ku yekemîn car hunera chandinê li
vir rû daye. Her wisan jî kevintirîn perestgeha
(ma'bed) li cihanê, li vî shûnewarî ye.
Der Spiegel da zanînê, encama lêkolînan
spartekên grîng nîsha me dide, ku li vê
herêmê, 'serdemek zêrîn a serdema
berdî (kevirî)", rû daye û
pêk hatiye. Arkeolog Klaus Schmidt ku rêberiya
van lêkolînên arkeologîkî kiriye,
dibêje ku di demek nêzîk de wê nav û
dengê vî ciyê li temamê cîhanê
belav bibe.
Klaus Schmidt dibêje perestgeha ku di encama
lêkolînan de hatiye meydanê, xwedî temenê
11 hezar salî ye û ev nuha shopên yekemîn
sharistaniyê ji me re dide xuyakirin.
Li gor zaniyarên ku di berhema nivîsevanê înglîz
Rohl'î de hatine diyarkirin, lêkolînên van
demên dawiyê nîsha me didin, ku Kurdistana mêjûyî,
welatê pêshemîn mirovan bûye.
Li govara Der Spiegel'ê hatiye diyarkirin,
agahdariyên ku li Încîl'ê hatine dayinê,
van destkeftên ku li encama lêkolînên li
vê herêmê bi destvehatine hevdû pishtrast
dikin.
Dihêt gotin ku di vegotina (taswîr) buhushtê
ya li Încîlê bahs û chêla chem û
rûbaran dihêt kirinê - her wisan li vê herêmê
mishe chem û rûbar hene. Li Încîl'ê
dihêt bashkirin, ku gulistana buhushtê li ser girekî
avadan e - her wisan herêma Girê Navokê
jî li ser girekî ye.
|