HEJARÊ SHAMÎL ASGEROV

 

 

 

 


WORKS OF THE AUTHORS

 

 

 

 

 

 

 

TRANSLATIONS OF THE WORKS

 

 

 

 

 

 

 


DÎASPORA KURDAN
Vekolîneka rojaneyî, mêjuyî derbarê kurdên Sovyetê de


Roja 5’ê Adar 2008’ê, li paytext Biskek a komara Qirgizistanê, dê pirtûka nivîsevan û vekolîner Hejarê Samil ya bi navê Dîaspora Kurdan, Vekolîneka rojaneyî, mêjuyî derbarê kurdên Sovyetê de, ji bo varyantê wê ya bi rûsî (Biskek, 2008, Rusî) civîneka nasandinê dihête sazkirin.

Ev civîna xwardemenî, dê li xwaringeha Sultan bihête encamdan. Ji Asya Naverast rewsenbîrên kurd, kirgiz, kazak, tirk, rus, uygur, dungan hwd. dê besdariya vê civînê bibin.

Civîna nasandinê, ji hêla Yekitiya Kurdên Qirgizistanê, serok: Sêx Remezan Seyidov û PENa kurd liqê Asya Naverast û Qazaxistanê, serok prof. Kinyaz Mirzoyev ve dihête rêkxistin.

10 berhemên Hejarê Samil û pertûkên kurdî yên li komarên YKS ê hatine çapkirin, di hola civînê de, dê bihête numayiskirin.

Pirtûka ku prosesên rûdanên kulturî, civakî û dîroka kurdên Sovyet a caran û ya komarên YKS’ê ya niha, bi awayekî berfireh vekolaye. Vê pirtûkê, derbarê besek gelê me yê deverên dûr, gelek pêzanînên nehînî askire dike. Ev pirtûk, li Stanbol, 2005, ji hêla wesanxanaya Perî li Kurdistan û Tirkiyê bi awayekê erênî hatiye pêswazîkirin.

Ev pertûka "Dîaspora Kurdan" xwedan naveka serekî ye ku yekem car e vê berhemê di derbarê kurdên Qirgizistanê de nivîsiye.