Fewzi Bilge

Bi þev mêrdîn stêrik e
Çîrokên nû ên Fewzî Bîlge bi navê ‘Bi þev Mêrdîn stêrik in’ di nav weþanên Avesta de derket.
Bi roj Mêrdîn gerdeniyeke zêr e. Li ber tava rojê arekî li ber bê ku çirûsk jê dipekin, weke teyrê tawisekî spî ku perê xwe vekiribe û dabe tîna tavê ye. Bi þev Mêrdîn stêrk in. Riya kadizkê ye carinan Mêrdîn. Rûyekî nepen e…
...Bi þev Mêrdîn stêrk in. Bi xaniyên kevirê spî û neqiþandî, dîmenên ji dilê dîrokê reviyayî, bi bêhna xwe ya nepen, bi rengê mirovên xwe yên esmer Mêrdîn bi þev esmer e. Weke “Labîrenta Pan”, kolanên wê yên teng, bêhna lewanta, qaqule, kuncî, þekirê behîvên Mêrdînê ye, Mêrdîn.
Mêrdîn ciyê ku mirov li evînê diqewime, li rastiyê diqelibe û di rastiyê de digewime ye.
Bi þev Mêrdin stêrk in. Gerdeniyeke mircan, biþirîneke þêrîn, xewneke xweþ, ramûsaneke germ a qîzikeke file, suryanî, keldanî, êzdî, kurd an jî ereb e Mêrdîn.
...Cumek benîþtê Elkê, di nava destmala xwiþka min de, qutiyek çaya Seylanê ya qaçax di paxila diya min de veþartiye ye. Çend kîlo titûna Xursê, çend kiruse pelên cixarê yên binya xetê, di nava qumatka birakê min ê piçûk de veþartiye ye Mêrdîn.
FEWZÎ BÎLGE
Di sala 1962an de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kirine. Heya perwerdahiya xwe ya lîseyê qedandiye li wê derê maye. Piþtî wê koçî Stenbolê kirine û di 1978an de li Unîversîteya Stenbolê beþa edebiyatê, Unîversîteya Marmarayê beþa zanistiyên civakî jî di sala 1987an de qedandiye. Demdemî jî di ajansên girafîkî de xebitiye.
Ji wêjevanekî bêtir weke wenesaz tê naskirin û hezkirin. Wî li çar aliyên welêt ser 30 pêþangehên takeserî û bi dehan yên hevbeþ li dar xistiye. Þeþ-heft sala di navêndên çand û hunerî de di gelek beþan de, taybetî jî di beþên hunerê þêwekarî de berbirsiyarî girtiye. Gelek nivîs û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên, weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Gûneþî, Jiyana Rewþen, Kevan, Çirûsk, Kovara W, Tîroj, Evrensel û wd de hatine weþandin.
Çend salên dawiyê li Batmanê dijî, di kargeha xwe ya hunerên þêwekarî “Soresor”ê de gelek þagirt gihandine.
Kitêbên wî yên hatine çapkirin
- Jidilara (W. Sî, 2002)
- 29+1 (W. Belkî, 2005)
- Dîn in (W. Belkî, 2006)
- Qahpikên kuçeyan (W. Belkî, 2007)
Bi þev mêrdîn stêrik e
Fewzî Bîlge
(çîrok)
ISBN: 978-9944-382-59-5
19.5x13, 112 rûpel