ATENEU KURD - KOMA KURD

 

Ateneu Kurd a Catalunya

 

 

Koma Kurdî li Katalunya'yê ev 9 sal in ku Govaroka xwe bi zimanê katalanî û kurdî bi berdewamî diweþîne. Yek ji xebatkarê vê Govaroka bi navê Koma Kurdî li Katalunya kurdîzanê rêzdar Mîkael Frölund e.

Ateneu Kurd - Koma Kurdî, grûbek qanûnî ye. Ev nuha neh sal in ku Ateneu Kurd salane li cejna Newrozê Govarokek amade dike. Govarokek ji bo dostên kurdan, ji bo katalanên ku dipirsin Kurdistan çi ye? Kurd li ku derê dimînin? Dîroka Kurdan çi ye?

Li navbera kurd û katalanan de pirek were bestîne, ev e armanca Koma Kurd.

Navnîþana e-maîlê ya vê koma kurdî ateneukurd@hotmail.com e.

Em wek Kitêbxaneya Kurdî - SARA'yê pirr supasiya Mîkael Frölund û hemû kedkarên Koma Kurd li Katalûnya'yê dikin û em di kar û barê wan de ji wan re serkeftinê dixwazin.

Her wisan jî kurdîzanek din ku li welatê Swîsê dimîne û navê wî Jordî Tejel e, bi vî barê gran a xebata çand û hunera kurdî lêkolînên granbuha kiriye. Jordi Tejel rojnamevan û lêkolîner e. Tesîsa wî ya doktoriyê gelek serinckêsh e. Jordî Tejel jî bi kurmancî dizane.

Jordi Tejel di sala 2004an de CIRK Navenda Agahî û lêkolînên li ser Kurdan li Barselona saz kir. Malpera wan ev e: www.enbicicleta.org/cirk/

 

 

Tirkî:

Katalonya Kürd Grubu 9 yýldan bu yana aralýksýz olarak her newroz ayý, Koma Kurdî ya Katalonya adly bir broþür çýkarmaktadýr. Bu çalýþmanýn emektarlarýndan biri kürdolog Mikael Frölund'dur. Ayrýca Ateneu - Kurd kürd ve Kürdistanla ilgili çalýþmalarýný katalanyalý kürd dostlarý için, kürdler ve Kürdistan hakkýnda bilgi edinmek isteyen katalanyalýlar için, Kürdistaný, kürd halkýný ve tarihini tanýmak isteyen katalanyalýlara yönelik çalýþma yapmakta ve bu çalyþmalarýný legal düzeyde sürdürmektedir.

Ateneu - Kurd'un en temel amacý kürdler ve katalanyalýlar arasýnda bir köprü kurabilmektir.

Ateneu - Kurd'un e-mail adresi ateneukurd@hotmail.com 'dir.

Kürd Kütüphanesi - SARA olarak biz Mikael Frölund ve diðer Kürdistan dostlarýnýn çalýþmalarýnda onlara sonsuz baþarýlar diliyoruz.

Ayrýca Isviçre de paralel çalýþma yürüten deðerli kurdolog Jordi Tejel'in benzer çalýþmalarýnda O'na baþarýlar diliyoruz. Jordi Tejel gazetecilik dalýnda mütehassýs olup araþtýrmacýdýr. Jordi Tejel kürtçe yazýp konuþmaktadýr.

Jordi Tejel 2004 yýlýnda Barselona'da CIRK - Kürd Araþtýrmalar Merkezi'ni kurdu. Bu kurumun sitesi: www.enbicicleta.org/cirk/

 

 

 

Nimûne ji xebata weþangêrî ya KOMA KURDÎ li KATALÛNYA'yê


 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

XAMARAN la reina de les serps, Publishing House: Butxaca 1984



XAMARAN la reina de les serps
SAHMERAN - Pira Wêjeyî Ya Navbera Katalanya & Kurdistanê


Projeya berhevkirina efsane û çîrok ji gencîneya wêjeya kurdî ya nivîskî ji bo xwendevanê katalanî, dûr û nêzîk ji vê bi du salan berê dest pê kiribû.

Çarenûsa welatê Katalanya'yê jî wek çarenûsa kurd û Kurdistanê, ta roja îro ber bi ba û tofanên dagîrkeriyê ketiye. Ji ber vê yekê ye, ku di gelek waran de, gelên van her du welatan, ji gel û qewmên mayî re, riya têkosîna ji bo jiyanek bi dadimendî destnîsan kirine. Ji lew re ev her du gel û welat, çi car dev ji riya jiyana ji bo dadimendiyê ne berdane.

Rojnamevanê hêja yê katalanî Jordî Tejel û rojnamevan û kurdnasê hêja yê li Katalonya'yê dijî, -lê ji kok û binyad ve swêdî- Mîkael Frölund, vê projeyê di meha Tîrmehê ya sala 2004'ê, bi wesandina vê antologiya destan û çîrokên kurdî birin serî.

Ev antologî ji 40 destan, çîrok û serpêhatiyên kurdî pêk hatiye. Ji hêla Jordî Tejel û Mîkael Frölund'î ve ji zimanê kurdî hatiye wergerandin ser zimanê katalanî. Mîkael Frölund'î, ji ser zimanê kurdî û Jordî Tejel jî, ji ser zimanê frensî van çîrok û efsaneyên kurdî wergerandine ser zimanê katalanî. Wek destana folkloriya kurdî Sahmeran'ê, (berhevkirina Bavê Barzan'î, Stockholm 1998) ku li yekemîn besê pirtûkê cih girtiye.

Her wekî din berhevkirinên wek Contes Kurdes (Çîrokên Kurdî ), Paris 1986) ya Joyce Blau, Zargotina Kurda, Moskva 1978 ya Ordîxan & Celîlê Celîl'î, Bextiyar û Bedbext ya Tewfîq Wehbî, Qawaîd al-lughatî l-kurdiya, 1956, Beîrût. Apê Kal ya Îshak Tepe'yî, Stanbol 2002 û hwd, her li vê antologiyê cih digirin.

Ev proje, ku yekemîn pira wêjeyiya di navbera her du milletan de ye, alîkariya aborî ya dewleta otonom a Katalanya'yê wergirtiye. Lê belê yekemîn sedema komkirin û wesandina vê berhemê, ji bo destpêkirina dostaniyek ji nêzîkî ya wêjeyî bû. Bi kurtî destpêkirin û cîbicîkirina karek wisan, ji ber sedemên îdeolojîkî, însanî û rawistî (exlaqî) bû.

Di meha Tîrmehê sala 2004'ê de, roja derketina pirtûkê bi koktêylek ve hat pîrozkirinê. Ev koktêyl li Viladecans'ê li bajarê Barselona'yê hat li darxistin. Di koktêylê de rojnamevanên katalanî besdar bûn û bi berhevkarên antologiyê, Jordî Tejel û Mîkael Frölund'î re hevpeyvînek kirin. Di koktêylê de muzîka kurdî hat guhdarkirin û sîraniya baklawê hat belavkirin.

Me ji Mîkael Frölund'î pirsî: Ji çakiya xwe bi kurtî sedema vî karî bahs bikî. Wî bersiv da: -Nivîsevanek hevdem yê brazîlî, yê bi navê Paulo Coelho, li pirtûka xwe ya bi navê Kîmyager'ê (O-Alquinista) diyalogek di navbera du temasevanên li ser numayisgerên kurdan diguhêze: -Gelo ev ên numayisê dikin kî ne? / -Kurd in. / -Kurd kî ne, çi ne? / -Kurd milletek e!