Kurtejiyana dostê xelkê kurd: Hans Dubber

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Hans Dubber

Hans-Joachim Dubber

 

'Ew ronakbîrek, nivîsevanek, rojnamevanek, têkoşerek bawermend û bêtirs bû.'

Di nav kurdên Swêdê de, Hans-Joachim Dubber wek Hans yan jî Heso dihate naskirin. Gava dewleta tirk di gel hevpayendeyên xwe yên ewrûpî hêrişên bangêşî û buxtanên bêserûbin li têkoşîna azadiya xelkê kurd dibarandin, me Hans Dubber di nav refên kurdan de nas kir.

Em bûn dostê hev ên nêzîk. Ji xwe Hans nêzîkayî li her kurdekî dikir. Gava me bi hev re xebata weşandina govara Komeleya Dostên Kurdan (Kurdernas Vanner) û karên cihêreng ên ji bo piştgiriya têkoşîna azadiyê dest pê kir, em bêhtir nêzîkê hev bûbûn.

Di şevên Newrozê yên PKK'ê de, wêne kişandin ji binî qedexe bû. Me didît ku yekê swêdî kamêra di dest de ye û wêneyên girseyên gelî digire!? Li Almanya'yê, li Swêdê, li Norwecê, Li Frense'yê, li hemû dunyayê li şevên kurdan, Hans kamêra di dest de, bi destûra komîteyên şevê, wêneyên beşdarvanan dikişand ji rojnameyên Serxwebûn û Berxwedanê re. Kurd ev çend baweriya xwe bi Hans dihanîn.

Hans ji binyada xwe ve alman bû, lê ji salên xortaniyê ve li Swêdê dijiya. Gava ew 19 salî bû, bi jinbiyeke swêdî re li bajarên Goteborg û Malmo'yê jiyaye. Paşê jineke din kiriye û ji her du jinên wî du kur û du keçên wî çêbûne.

 



Rojekê, me çend heval jê pirsî; me gotê: 'Hans! î roj ji nav hemû swêdiyan, kesê ku wisan bi berdewamî û bi tundî, wek Te şev û roj û bêrawestan piştgiriya xelkê kurd bike, kêm ewrûpî hene. Gelo sedema vê yekê çi ye?' Hans gote me: 'Çîroka wê dûr û dirêj e, lê ez ê kin bibirim. Bavê min efserê naziyên alman bû. Ew li Stalîngrad'ê birîndar bû û lingek wî hat jêkirin. Dayika min jî li liqê jinên nazîst bi aktîfî dixebitî. Ev yek ez xistibûm nav ezabeka kûr û mazin. Loma min got ji vir û pê ve, li vê jiyana xwe ya mayî, ta ku ez bimirim ez ê amade û berdestê xebata milletên bindest bim. Loma min di destpêka sala 1980yî de dest pê kir û piştgiriya ji bo têkoşîna arnawûdên Kosovayê kir. Paşê sala 1982yan gava min dît, ku rewşa kurdan ji hemû milletên din xirabtir e, ji ber vê hindê jî min ji wê salê û vir ve, jiyana xwe ji bo piştgiriya têkoşîna azadiya vî millet û vî welatê berbendkirî amade û terxan kir.'

Hans Dubber çend sal piştî şerê duwemîn ê cîhanî têt dunyayê. Bavê wî berî eskeriya naziyan mamoste û mûzîkjen bû. Bavê Hans dixwast ku Hans jî wek wî bibe muzîkjen, lêxistina piyanoyê fêr bibe, lê Hans pirr ji leyîstina gogê (fûtbol) hez dikir. Dayika Hans, carinan li wî dixist. Hans di temenê xortaniyê de ji mal derket û bû keştîvan. Li temamê dunyayê geriya.

Gava Hans li keştiyekê seyrûsefera cîhanî dike, bi keşeyekî re li nav şanêkî dirazê. Keşe jê re çêl û bahsa sosyalîzmê dike. Ev cara yekê ye, ku Hans peyva sosyalîzmê dibihîze. Ev yek dibe sedem ku Hans dest bi xwandina pirtûkan dike.

Gava Hans li Malmo'yê dijî, ji biyaniyên Malmo'yê re komeleyeke setrencê (Shackklubb) ava dike û dibe mamosteyê setrencê. Di vê heyamê de, sala 1984ê çalakiyên kurdan li her derê tundtir dibin. Hans di çalakiyên demokratîkî yên kurdan de, pirî caran berdevkiya kurdan dike. Baweriya Hans ev e, ku 'Kurdistan Vîet-Nam'a nuh e.'

Hans di partiya çep a swêdî Vansterpartiet'ê de jî bi aktîfî dixebite. Paşê jî di nav partiya KPMLr a Marksîst-Lenînîst de dixebite û di organa wan a navendî ya bi navê Proletaren de nivîs û gotaran dinivise.

Hans mirovekî pirr fedakar û pîştîvanekî pirr zexm ê kurdan bû. Her çend feqîr bû jî, dîsan ji xebata xwe ya piştgiriyê li paş nedima. Hans bi pereyên ji kîsê xwe yê feqîr, salên 1988, 1989 och 1992yê sê caran çû Kurdistanê. Em baş pê dizanin ku carekê Hans textê nivînê xwe jî firot, ku pê bilêt bikire û here Kurdistanê.

Hans wênekêşekî pirr ê jîr bû. Gava li Kurdistanê bû, rewşa kurdan bi wêneyan dikire spartek û belgenameyên berçavî. Wêneyên kurdan li bajar û gundên hemû Kurdistanê bi kamêra destê xwe digirt. Wêneyên gund; jin, zaro, kalûpîr, xort, karker, pîrozkirina Newrozan û hwd bi jêhatîbûneke profêsyonalî diwergirt. Gelek caran ji xeterên ketina nav destê polîsên tirk pirr bi nêzîkayî difilitî. Sala 1992ê gava pîrozkirina Newrozê, Hans li Cizîrê hat girtin. Piştî lêdaneke bi tundî û tûjî, kamêra wî, pereyên wî ji dest wî hatin girtin. Gava Hans hat malê yekser çû baregeha navendî ya Amnesty International'ê û gilî li Tirkiyê kir.

Bi Leyla Zana, Îsmaîl Bêşîkçî û gelek kurdên naskirî re rûnişt. Yek ji wan yekemîn wêneyên zindana Amedê ji kamêra Hans derketiye.

Li serdema herî xetertijî ew li hemû bajarên Kurdistanê geriya û bi nepenî, hezaran wêne girt. Van wêneyên wî ji hêla ajansên dunyayê dihatin bi karhanîn. Ew ronakbîrekî, nivîsevanekî, rojnamevanekî têkoşer û bawermend ê bêtirs bû.

Hans dixwast arşîvxaneyekê ji bo kurdan ava bike. Ji bo vê yekê wî dest bi komkirina pirtûk, govar, rojname û wêneyan kir. Di vê heyamê de pêşangehên wêneyî yên li ser kurdan amade dikir. Yek ji van pêşangehan li jêr navê 'KURDISTAN - Vi ser dig!' anku 'KURDISTAN - Em Te dibînin bû, ku li Stockholm'ê, li Berlîn'ê, li Kopenhag'ê û li Malmo'yê li dar xistibû.

Hans her wisan di komîteya Kurdernas Vanner (Dostên Kurdan) û Kurdistan Gruppen i Malmo (Koma Kurdistanê li Malmo'yê) jî bi aktîfî serî dikişand.

Her rojên hînî û şembîyî mirov Hans li nav bajêr, qumbera diravamn di dest de didît. Pere ji bo kurdan kom dikir. Rojnameyên kurdan (Serxwebûn) difirot. Beşekî ji van pereyan dabû Macintosh Plus'ek kirî bû. Skanner nîn bû hingê. Bi vê komputerê dixwast ku hemû karê arşîvê bi dest (manuel) ! bibe serî. Alman wek mirovên rêk û pêk û xwedan taybetmendiyek rêk û pêk dihêne nasîkirinê. Lê ev çend rêkûpêkiya almanî ya Hansî, ji bo birina serî ya vî karê ev çend ecêb mazin têr nedikir. Bîst kesên swêdî bi alîkariya wî rabûn, daku van materiyalên arşîvê cîbicî bikin.

Hans her wisan jî ji bo dîl û girtiyên kurdan, liv û tevgereke di nav swêdiyan de, da destpêkirinê. Swêdî ji girtiyên zinadana Amedê re name dişandin. Li girtiyan dibûn xwedî. Di vê heyamê de, Hans di gel gelek kesan name dişand ji girtiyên wek Sakîne Cansiz, girtiya kurd a li Zindana Amedê. Her wisa, wî serokatiya kampanyak li dijî tûrîzma Tirkiyê kir û serî lê kişand, ku ev kampanya 5 salan dirêj ajot. Ev kampanya ji alî faşîstên tirk ên li Malmo'yê, her car dihat hêrişkirinê.

Rewşa aboriya Hans pirr neçê û xirap bû. Wî pere kom dikir û dida PKKê, lê pirr î caran, wî li malê nan jî tune bû, ku bixwe. Dîsan jî, ji kesî pênc quruşek pere deyn ne diwergirt. Jinhevala wî ya herî dawîn, Elise, li ser vê rewşa Hans'î wisan dibêje: 'Her car me pirsên aborî hebûn. Pêwîstiya Hans ya ji bo bi destvehanîna diravan ji Sosyal'ê [şaredariyê] û ji hogirên wî yên siyasî hebû. Bi baweriya min ev yek bû sedem, ku tendurustiya Hans ji destê wî çû. Hans ji kaxezên burokratîkî bêzî û nefreteke mazin dikir. Gava bi riya postayê kaxezên arzê (taleb) ji van saziyên fermî yên wek Intrum Justitia'yê dihatin malê û doza dayina diravan li wî dikirin, êşa zikê wî kûrtir dibû, jan dida kezeba wî. Guftûgokirina bi erkdarê şaredariyê re, ku bila elektrîka malê cara duduyan ne birin jî, çi sûdekî nedabû. Elektrîka malê, ev cara duduyan bû ku dihat birîn. Hundur tarî bû, xwarina li nav sarincê jî genî bûbû. Lê Hans xeteka elektrîkê ji mala cîran kişand û ew hefte rewşê bi vî awayî bir serî. Tiştê ku yê seyrûecêbê ye, ku ew cîran tirkek bû, ku ji bo kurdan ne ew çend dilxwaz bû. Lê belê dîsan mirovekî baş bû, ku gava vê rewşê dît, bi alîkariya Hans rabû. Ronahî dîsan ketibû hundurû û komputera arşîvxaneya kurdî jî dest pê kiribû û dîsan dixebitî. Ev nimûneyeke baş e, ku nîşanî mirov dide, ku Hans di rewşên welê dijwar de, dikaribû pirs û gelşan bi awayekî çendemî verêse, çareser bike. Herî dawî pereyên fîrmaya elektrîkê jî peyda bû û elektrîka me dîsan hat vekirin.'

Payiza sala 2002yî êşa zikê Hans bilindtir bû. Ev nîşana penceşêrê, kanserê (kansera lymfê) bû. Sala 2003 salixa gran hat: tumoreke mazin di zikê wî de peyda bûbû û ne dihat jêkirin û avêtin jî. Sexbêriya bi jahriya şanî (kemoterapî) dest pê kir û êşa wî rawestiya. Gava bersiveke din hat, ku kanser li kezeba wî jî geriyaye, gotibûn 3 heyv jiyana wî maye. Bi alîkariya guhestina xwînî sexbêriyeke pirr baş jê re hat kirin li nexweşxaneyê. Hans bang li kurên xwe kir, bi hev re rûniştin.

Li merasîma sotandina laşê Hans'î, bi çendî 60 kes hatibûn. Li komela kurd li Malmo'yê, pêşangeha wêneyên Hans hatibû vekirinê. Xwarinên kurdî ya vejetarî hatibûn amadekirin. Hans 30 sal bûn ku vejetariyan bû, ew goşt ne dixwar. Hunermendê swêdî yê navdar Mîkael Wiehe hat û straneke xatirxwestinê jê re pêşkêş kir. Piştî merasîmê fîlma sînfoniya bi nav û deng a Henryk Gorecki ya bi navê 'Synphony of the sorrow songs' anku sînfoniya stranên diltezînî hat nîşandan, ku di vê fîlmê de rewşa tevkuştina li Helebçê jî dihête nîşandanê. Li merasîmê kurdê Malmo'yê bi navê Said Umdî li ser jiyan û xebata Hansî axivî. Umdî di axiftina xwe de diyar kir, ku xebata Hans çendîn grîng bû ji bi têkoşîna azadiya kurdan.

Li ser daxwaziya Hans, toza laşê wî li behra Oresundê ya li navbera Swêd û Danîmarka'yê hat weşandin. Hans Dubber li pey xwe, ji bilî yadgariyên dûr û dirêj, arşîvxaneyeke temam a govar, pirtûk û wêneyan hişt, ku nuha ev li Arşîvxane û Pirtûkxaneya Kurdî - SARAyê xweyî dibe.

7-12-2007

Goran Candan

 

 



Pirtûkek Hans Dubber ku li jêr navê nehînî: Bo H. Andersson'î ji hêla Weşanxaneya SARAyê ve hatiye weşandin (1997).

 

 

 

Kurdistan vi ser dig

Pêşangeha Wêneyî ya bi navê : KURDISTAN - Vi ser dig! Ango: KURDISTAN Em Te dibînin!

 

 

Kurdistan Info

KURDISTAN INFORMATION: Yek ji govarên ku Hans Dubber di gel Kurdistan Gruppen i Malmo'yê diderxist

 

 

Hans Dubber

Gava piştgiriya kurdan, Hans her dem li pêşiyê bû

 

 

Hans Dubber

Bihinvedana bi 'nanê tenûrê û penîr'î, li ser riya baregehên gerîlla

 

 

Li serdana şûnewarên mêjûyî yên Kurdistanê, li şikeftên Hesdûna li Farqînê

 

 

Hans Dubber

Hans Dubber di gel av Parêzer (avukat) Husên Yildirim, avûkatê Mazlum, Xeyrî û Kemal û kurdekî ji Malmoyê

 

 

Hans Dubber

Hans Dubber ê nexweşê penceşêrê li dema pêşangeha xwe ya herî dawîn a li Komela Kurd li Malmo'yê (Swêd).

 


 


 

 

 

 

Spas Elîse & Mats bo van bexişandinên granbuha! 2021.12.22

Ev bermayên arşîva Hans Dubber in

 

 

 

 

HANS DUBBER - Swêdî

 

İSMAİL BEŞIKÇİ





MÎKAEL FRÖLUND








 


Foundation For Kurdish Library & Museum