Novîn Harsan

Avakira Komeleya Jinên Kurdistanê Novîn Hersan:

’GAVA MÊR XWE RIZGARKE - JINÊ BINPÊ NA KE’

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 



Novîn Harsan li Konferansa Navnetewî li Çînê li ser navê jinên kurd axaftinê dike
(28-15 september 1995)


- Bi sedema 8’ê Adarê roja navnteweyî ya jinên cîhanê wek kurdek çalak ji bo mafê jinên Kurdistanê peyama ku Tu î roj bibêjî çi ye?


Peyama min ev e: Divê em bas bifikirin ku em ê çawa bikaribin bi sêweyek herî rast û durust ji bo rizgariya jinên me kurdan çawa alîkariyê bikin, çawa bi pirs û gelsên wan ên li civaka kurd mijûl bibin û çawa ji doza wan re her dem bibin pistgir. Jin çi car bi wan gotin û klîseyên li nav programên partiyan rizgar na bin. Î roj jin bi hezaran li civaka kurd dihêne kustin. Ev bêmafiyek pirr mazin e. Divê em ji xwe bipirsin gelo em ê çawa bikaribin rê li ber vê bêmafiya mazin bigirin. Riyek ev e ku divê em kurd gerek xwe ji bandûra civaka kevin rizgar bikin. Gava jinên kurd li Ewrûpa jî werine kustin, ev dihêt wê wateyê ku em her wek koledaran difikirin û her wek wan dikin. Koledarê ku Kurdistanê dagîr kirine, kurdan dikujin, lê em jî dirabin bi heman hovîtiyê jinên xwe dikujin.

Riyek din jî riya perwerdê ye. Bi riya perwerdeyê civak rohnî dibe û pês ve dikeve. Me pirr gerek e ku kurd girîniya xwe bidin ser perwerdeyê. Lê di sûna azadiya perwerdebûna jinan, peya jin dixin di binê nîrê bindestiyê de û na hêlin, ku keç li dibistanan bixwînin û bibin xwedî kar ji xwe re û azadiya xwe ya aborî bi dest ve bihênin û bibin neferek serbest.

Erkê mazin di vî warî de li ser milê xwende û ronakbîrên me ne. Çawa ku ew dixwazin xwedîtî li nistimanê xwe bikin, nistimanê xwe rizgar bikin ji bindestiyê, her wisan jî divê ew vê rewsa xirab a jinên me bibînin û ji bo derxistina wan ji bin barê bindestiyê, bi tundî bi alîkariya jinên kurd rabin.


- Wek siyasetmedarek çalak ku Tu bi salên dirêj li nav Partiya Sosyal Demokratên swêdî xebitiyî, gelo di rûberkirina azadiya jinên welatên cihêreng û di rewsa azadiya jinên me kurdan de çi cudahî hene?

Peyv azadiya jinan bûye peyvek klasîkî û her kes vê dubare dike lê mixabin ku dîsan kes tê nagihê ku azadî mafê her mirovekî ye çi jin çi mêr. Di gotinên pêsiyan de xwes hatiye gotin, sêr sêr e çi jin e çi mêr e. Lê belê mirovên me yên negihastî vê rastiyê dîsan ni zanin. Têgihîstina vê pirr grîng e, çi jin be çi jî mêr. Ez ne tenê daxwaziya rizgarbûna jinên kurd dixwazim, ez her wisan jî rizgarbûna peyayê kurd jî dixwazim. Gava ’Wî ’ xwe rizgar kir, hingê serdestiya xwe li ser jinê na ke. Cudahiya di navbera jinên kurd û cîhanê di hêla serbestî û azadiyê de em dikarin bibêjin, ku jinên kurd li dereceya nêzîkê herî dawî ne. Ev çi car û ji hêla çi kesekî ve na yêt pejirandin. Ev bêmafiyek pirr mazin e. Sedema herî mazin a vê encamê yekemîn encamên dagîrkeriyê ne û faktora duduyan jî, faktora olperestî û feodaliya li civaka me kurdan e.


- Gelo li dîrokê jinên kurd serbest bûn? Qey bindestiya jinên kurd li serdema modern dest pê kir?


Mirov dikare bibêje ku jin ji rojgariya kevin ên dîrokê ve bindest bûne. Xelk û mirovên cîhanê dest ji toreyên kevin berdan. Lê tenê em kurd me dest ji toreyên kevnare ne berdeya. Zilam çi rê ne histine ji bo jinan li civaka me kurdan. Ma ev ne guneh e? Gava dunya alem xwe ji nezaniya berê rizgar dikin, çima em na kin? Çima em ji bo vê na bêjin êdî bes e? Dunya tev pês ket, lê çima em li ciyê xwe man? Ji xwe ev bêmafî ne ku rê li ber me teng dikin. Ev bêmafî ne dibin sedem ku em ni karin civata xwe û welatê xwe ji bindestiyê rizgar bikin.


- Di civaka kurd de girîngiya ciyê jinên kurd?


Jina kurd xwedî kesayetiyek qehreman û serbilind e, nebez e, na tirse. Lê mixabin ev zordestiya ku ji hemû aliyan ve li ser ’Wê’ ne, derfetek ne daye jinan ku li civatê ciyê xwe bigirin. Jin nîvê civatê ne. Gava jinê civatê ne serbest bin, ev wilo dike ku civata kurd civatek nîvco dimîne. Ne civatek tam û têkuz e. Gava jin besdarê civatê bû, wê gavê civat rizgar dibe û ber bi pês ve dihere.

Novîn li Kongreya Navnetewî ya jinên cîhanê 1995

Ev Kongreya Jinên Navneteweyî li paytexta Çînê, li Pekîng'ê çêbûbû û rêzdar çalakvanê mafê mirovan Novîn Hersan jî li ser navê
Komeleya Jinên Kurd a li Swêdê bo vê mihricanê hatibû vexwendin. Ev mihrican li nav stadyûm a bajarê Pekîng'ê hatibû amadekirin.
Gava jinên beþdarvan diberdin hundurê stadyûmê li ser wan lêgerîn (teftîþ) dikin û paþê diberdin hundurû ku di gel xwe tiþtekê nebin
nav stadyûmnê. Novîn ala Kurdistanê berî ku bikeve hundur pêçaye û kiriye nav pênûsekê de. Gava dikeve hundur vê alê vedigre û
li nav jinên cîhanê bi serfirazî gengeþiya al û netewa kurda dike.


- Te vê dawiyê bi sedema besdarbûna Mihrîcana Cegerxwînê nemir, serdana Basûrê Kurdistanê kir. Wek afretek xwedî pêzanînan, xwedî xebata siyasetmedariya bi salan li nav civaka swêdî, kurdên rayedar ên li dewleta Federal a Herêma Kurdistanê, gelo wan ne xwast ku ji van pêzanînên te ji xwe re piskek werbigirin?


Gava Cegerwînê nemir li bin zilm û dijwariyên dewleta Sûrî dijiya, me gelek hewil da ku em ev gencîneya kurdan ji nav lepên neyaran ji destê Sûriyê derxin. Me bi her awayî xwe da ber û bi dilxwesî jiyana xwe jî xist di xeterê de û me xezîneya xwe tevî pirtûkên Wî zindî hanî Swêdê. Ew serdem muxaberata Sûrî ne dihist ku mêsek bê destûra wan ji Sûrî derkeve. Ez gelekî dilxwes im ku min wek jinek kurd ez bi alîkariya mamosteyê nemir Cegerxwînî rabûm û bûm sedem ku Mamosteyê nemir hat nav serbestî û azadiya li Swêdê. Bi vê sedemê besdarbûna mihricana Cegerxwînî ez pir dilxwes kirim.

Ev bû 20 sal in ku ez di nav hêzên siyasî yên swêdî de, li pileyên cihêreng, xebata siyasî û civakî bi rê ve dibim. Lê mixabin di vî warî de her çend welatê me pêwîstiya wê bi fikir û hizirên nuh hebe jî, dîsan li Basûr kesî tistek wisan ji min ne pirsî. Ev kêmasiyek pirr mazin e. Li Ewrûpa fikir bi pera ye. Lê em fikra xwe û her tistê xwe sabas dikin ji welatê xwe re. Lê hinek kes hene ku rê li ber van pêsketinan digirin. Wek afretek kurd ku xwediyê ev çend pêzanîna me, gerek li Basûr pirsek yekî ji min heba.


- Peyama Te ya herî dawîn?


Divê em bikaribin ku xwe biguherînin. Divê em her dem ji rexneyan re vekîrî bin. Dîvê em her dem di liv û tevgerek dînamîk de bin. Neyarên me ne yek e ne dudu…

Ez di vê roja watedar de tevaya jinên kurd pîroz dikim. Divê em jinên kurd, di vê rojê de vê bihênin bîra xwe, ku em ê rojên li pês xwe ji bo têkosîna wekheviyê çawan yekîtiya xwe çêkin.



NOVÎN HARSAN KÎ YE:
Novîn Hersan ji bajarê Amûdê ye. Ev sih sal in kul i Swêdê dijî. Ev 20 sal in ku di nav partiya Sosyal Demokratên Swêdê li pileyên cihêreng karê siyasî û civakî dike. Di sala 1980’yî de Komeleya Jinên Kurdistanê ava kir, ku ev yekemîn komeleya mafên jinên kurdan li Ewrûpayê ye. Sala 1980 li Kopenhagenê û sala 1995’ê jî li çînê besdarê Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya Milletan a (UN) Jinan bûye. Novîn Harsan berendametiya ji bo hilbijartina Partiya Sosyal Demokratan ya bi navê 'person val' dahênaya.

 

8-3-2008

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se & Bavê Barzan

 

 

 

 

 

Novîn Hersan di gel Seydayê Cegerxwîn lý xwepêþandaneka li Stockholmê, heyva 8ê sala 1979. Seyda mehek bû ku nû hatibû Swêdê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Berendama Parlamentoya Swêdê, ji Partiya Sosyal Demokratan hêja Novîn Hersan
Li Kurdish Book Bank'ê 2003

 

 

 

 

 

 

ÝSMAÝL BEÞIKÇÝ





MÎKAEL FRÖLUND




HANS DUBBER

 


Foundation For Kurdish Library & Museum