DÎKTORA (spîkera) RADYO'YA REWANÊ YA PÊÞÎN


Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Zeyneva Îvo tevî Heciyê Cindi sala ji 1930î ta 1938a
spîkerên pêþîn yên Radio ya Kurdi ya Rewanê bû.

Zeyneba Îbo (12-03-1914)

Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…

- Ev cumle, hê sala 1931ê cara ewlîn bi lutfê Hecîyê Cindî û helala wî Zeyneba Îvo (12-03-1914) bi Radyoya Ermenistanê belayî çar qulbê dunyayê bû.

Zeyneba Îvo ra zarotîyê da Zano digotin. Ew, Zevo, Perîþan û birê wana –Bondo, zarêd Îvoyê Heso û Saka Ereb bûn, gundê Engûkê, qeza Qersê'da diman.

Wana biçûkatiya xwe bê xem derbas dikirin, heta serê hemdinyayê pêsin. Zano 5-6 salî bû, gava mala wan da ser revê...

Gundîyê wan, têne desta Araratê, diçine Êçmîadzînê. Li wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê êtîm Astarakê da êtîmxane vebûye. Dîya Zano- Saka Ereb, ku mêrê xwe revê da unda kiribû, tevî 2-3 kûlfeta, tevî zara bi zor-cefakî têne Astarakê, diçine wê êtîmxanê. Mezina êtîmxana Astarakê kûlfeteke xwendî, egin û bedew-Nûra Egît Axa Polatbêgova bû, xwexwe kurmanc.. Ew Zano û Bondo êtîmxanê da qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîsana biçûk qebûl nake. Sakê 2-3 cara ser zarê xwe da tê-diçe û wê sûn da, pasê Zeno pê dihese, wekî apanê wan Zevo xwe ra birine, dane mêr, dîya wê- Sakê û xûska wê ya çuk ji birçîbûnê û nexwesiyê mirine. Zulim bûye…

 

 

 

Wê êtîmxanê da sala 1921'ê Elîxanê Serdar Sahînov, kîjan sêmînarîya Yêrêvanêye rûsî xilaz kiribû, û Nûra Êgît Axa rastî Lazo (Hakob Gazaryan) tên. Payîza sala 1921'ê Êçmîadzînê da êlîfba kurmancîye bi herfê ermenî çap dibe û xudanê wê Lazo tê êtîmxanê û bi wê pirtûka “Sems” zarê kurda hînî xwendinê dike. Wê êtîmxanê da heta 50-60 zarê kurd hebûne. Ji wan in: nivîskar Cerdoyê Gênco, xûska wî –Tezo, dîrektorê Xwendinxana kurdaye pêdagogîyê Biroyê Memo, kurapê wî –zimanzan- Çerkez Bakayev, dersdara baxçe zara Hisreta Mîrze (Hasmîk), Xanima Rizgo û gelekê din.

Çend sal derbas dibin. Mêrê meta dîya min te Bondo ji êtîmxanê derdixe dive, lê dîya min –Zano (Zeyneva Îvo) heta sala 1926'a Astarakê da dimîne, pasê wana divine Celaloxlîyê (Stêpanavana niha), pasê Îcêvanê û pey kutakirina koma 7'a ra keçika tînin Yêrêvanê, wekî karxana da bixebitin. Û ew her sê keçêd kurd –Zano, Xanim, Hisret ji sala 1930-da dibine bineliyên Yêrêvanê.

Cerdoyê Gênco wê hingê tevî kûlfeta xwe Yêrêvanê da dima û wexta pê dihese, wekî keçikê êtîmxana wan e Astarakê anînê seher, diçe wana dibîne, teglîfî mala xwe dike. A hema mala Cerdoyê Gênco da Hecîyê Cindî rastî Zeyneba Îvo tê. Hecîyê Cindî û Cerdoyê Gênco alî van hersê keçika dikin, wekî Xwendinxana kurda ya teze vekîrî da qebûl bin.


Dîya min gilî dike: “Em têxnîkûmê da (xwendinxanê da) hatine hildanê. Me kurmancî bîr kiribû. Lawikêd têxnîkûmê diketine kirê me, ji me ra digotin 'herkê hûn kurmanc in, ji ku ne, qe kes ji merivê we na yêne bîra we?' Kete bîra min, min got, wekî navê xalê min Miraz bû, navê xûska min -Zevo ye, navê birê min -Bondo ye. Wî çaxî xortek ji cîyê xwe quloz bû. Bi sabûn got: “Ê ne Mirazê Ereb xalê Zevo ye, ewana ji gundê me Heko ne. Ezê cab bikim -bira bên”. Usa ez rastî Zevo û mêrê wê -Teyo hatim. De ew rasthatin emrê min da sabûna ewlin bû. Sabûna dinê jî ew bû, wekî min û Hecî hevdu begem kir, hiz kir û payîza sala 1931'ê me hev sitand. Lê berî wê yekê ez pey kûrsa yekê ra gundê Pampa Kurda da (niha Sîpan) piraktîka pêdagogîyê derbas bûm. Du mehê havînê baxçê zara da wek terbîyetdar dixebitîm. Ez ji gund vegeriyam û min û Hecî hev sitand.'

'Hecî deqekê vala ne dima, û ez jî tev dixebitîm. Min korêktorya kitêba û rojnamê dikir, diçûme dersa. Ez xwendekar bûm, Hecî -dersdarê Xwendinxanê, xwendekarê Ûnîvêrsîtêtê.. Gere me gotar ji bona radyoya kurda hazir bikira, wir spîkêrî bikira. Hecî pirtûkê dersa hazir dikir, rêdaksiya “Rîya Teze” -da kar dikir. Pey kutakirina Ûnîvêrsîtêtê ra kete aspîrantûrayê, ser dîsêrtasyayê xebitî.

Niha dikime bîra xwe û zendegirtî dimînim: çawa Hecî ew qas xebat pêra digîhand? De hatin-çûyîna me jî zef bû. Dihatin ji gunda, bi rojan li mala me diman. Nas-nenas dihatin. Dihatin bona erzekê, sikîyatekî bikin. Hîvî dikirin -alî wana bike û her tim na-na kirina Hecî tune bû. Bi pêsiya wan diket, bi her teherî wext û qedrê xwe xerc dikir, suxlê wan danî sêrî. Wexta pê dihesiya, ku mevanê me zargotinê zanin, de destpê dikir dinvîsî.

Me hesab kiriye -ji sala 1931'ê ta sala 1937'a ji 30-î zêdetir pirtûkên Hecîyê Cindî yên dersa, berevokê foklorê, yêd edebiyatê, wergerandinê (tercima) hatine çapkirinê. Korektoriya wan Hecî ra tevayî min dikir (Navê min jî ser wan pirtûka heye). Ew kar gelekî çetin bûye,ji ber ku çapkirêd karkirêd çapxanê ermenî bûn, xeberê me fem ne dikirin. Û qinyat jî destnivîsar diçûne ber destê wan.

Ji giska çetintir, diya min bîr tîne, korêktorîkirina “Folklora kurmancîyê” ya sala 1934'a bûye. “Ew 670 belg bû û me 6-7 caran ew pirtûk temiz kir.”

Sala 1933'a Zeyneva Îvo xwendina xwe li Xwendinxana kurda ya Piskavkazyê ya pedagogiyê kuta dike. Hema wê salê jî para berîmektebîyê ya xwendinxana ermena ya pedagogîyê kuta dike. Di pey ra Zeyneva Îvo wek dersdara zimên, pase ya tebîyetzanîyê li Xwendinxanêda kar dike û pê ra jî Kûrsêd hildana nexwendîtîyê di nava jina da-dersa zimanê kurdî dide.

Hizkirina dê û bavê min zef nazik û bedew bûyê. “Ezîza dile min”, “kinêza min”, “kubariya min”, “helal û hevala min...” Van xebera va namê bavê min, ku wextê basqe-basqe da ji diya min ra nivîsiye, dest pê dibin. Ew name bi dil hatine nivîsarê.

Pey girtina Hecîyê Cindî ra (wek“dijmine cimetê”) Zeyneva Îvo ji karên Xwendinxanê û Radîoya para kurdî derdixin. Hema wê salê jî (1938) Xwendinxane, rojnama “Rîya teze”, Radîyo têne dadanê, herfê latînî têne hildanê. Dîya min herdu keçêd xwe yên biçûk va -Firîcê û Firîdê- tenê dimîne, bi cefê baxçê Yêrêvanêyî zarayî hijmara 60'da wek terbîyetdar qebûl dibe.

Bîra min tê çawa sibe-sibe ker û lal em radibûn, diçûne wî baxçeyî, êvaran jî, ji xwe ra tirse-tirs dihatine malê. Pasê me fem kir, ku diya me ditirsiya, wekî wê jî dikarin bigirin, yan jî me sirgûn bikin. Kesî derî me venedikir. Hevalêd bavê min ê nêzîk gava çav me diketin, riya xwe diguhastin. Wede usa bû…
Lê heqiyê alt kir. Bavê min aza kirin.

Zeyneva Îvo wexta sêr û pey sêr ra jî, ji sala 1942'ê da dest pê kirîye kar bike. Havîna li gundêd Pampa Kurda da, Heko da, Samîranê da baxçê zara wekiriye û xwexwe jî bûye terbîyetdara zaran.

Zeyneva Îvo û Hecîyê Cindî penc keç mezin kirine. Her pêncan jî xwendina bilind sitendine. Di pey ra- Firîce bû kandîdata doxtirîyê zanistî, dosênt, lê Nûrê -kandîdata hunermendzaniyê.

Frîda Hecî Cewarî
ROJNEMA “RYA TEZE”, 12. 02.1997

Zeyneva Îbo bi her du neviyên xwe ve..

 

 

KEVANIYA HECÎYÊ CINDÎ – Zeyneva Îvo
(1914- 2007)

Frîda Hecî Cewarî


“Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…” -ev cumla kurdî hê sala 1930-î cara ewlin bi lutvê Hecîyê Cindî û helala wî - Zeyneva Îvo bi radîoya Ermenistanê belayî çar qulbê dinyayê bû…

Zeyneva Îvora zarotîyêda digotin Zano. Ew, Zevo, Perîþan û birê wana –Bondo, zarêd Îvoyê Heso û Þaka Ereb bûn, li gundê Êngûkê, qeza Qersêda diman.
Wana biçûktîya xwe bê xem derbas dikirin, heta þerê cîhanêyî pêþin…Zano 4-5 salî bû, gava mala wan da ser revê…
Revêda Îvo giran nexweþ dikeve, dimire.
Rom vedikþe û Þaka sitûxar tevî gundî û zarê xwe vedigerine Êngûkê. Salekê þûnda dîsa ji Romê direvin. Gundîyê wana têne Ermenîstanê, diçine Êcmîadzînê. Li wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê kurde êtîm Aþtarakêda êtîmxane vebûye. Þaka Ereb tevî 2-3 kûlfeta, tevî zara bi zor-cefakî têne Aþtarakê, diçine wê êtîmxanê.
Mezina êtîmxana Aþtarakê kûlfeteke kurde xwendî, egin û bedew - xanim Nûra Egît axa Polatbêgova bû, xûþka þoriþvanê eyan Fêrîk Polatbêgov. Ew Zano û Bondo êtîmxanêda qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîþana biçûk qebûl nake. Nûra Polatbêgovayê wanara kurmancî xeber dida, ewê kurmancî û zimanê rûsî zanibû, ermenkî nizanbû.
Þakê 2-3 cara ser zarê xweda tê-diçe. Û wê þûnda, dîya min pê dihese, wekî apanê wan Zevo xwera birine, dane mêr, lê dîya wê û Perîþana xûþk ji birçîbûnê û nexweþiyê mirine.
Zulm bûye…

 

Zeyneva Îbo & Heciyê Cindî 1931

 


Wê êtîmxanêda sala 1921-ê Elîxanê Serdar Þahînov, kîjanî sêmînarîya Yêrêvanêye rûsî xilaz kiribû, û Nûra Êgît axa Polatbêkovayê kar dikirin.
Payîza sala 1921-ê Êcmîazînêda êlîfba kurmancîye bi herfê ermenkî çap dibe, û xudanê wê elîfbayê, kedkarê çanda gelê kurda Lazo (Hakob Gazaryan) tê êtîmxanê û bi wê pirtûka “Þems” zarê kurda hînî xwendinê dike. Wê êtîmxanêda heta 50-60 zarê kurd hebûne. Ji wanin: nivîskar, rêdaktorê rojnama “Rya teze” Cerdoyê Gênco, xûþka wî –Tezo, birê wî- Þiko, zimanzan, doktor Çerkez Bakayêv, kurapê wî - dîrektorê Xwendinxana kurdaye pêdagogîyê Biroyê Memo, mamostayê gundê Þamîramê Ûsivê Elî, Xanima Rizgo, Bondoyê Îvo- mamostê dibistanê, dersdara baxçe zara Hisreta Mîrze û gelekê din.

Çend sal wê ortê derbas dibin. Mêrê meta dîya min te Bondo ji êtîmxanê derdixe dive, lê dîya min –Zano heta sala 1926-a Aþtarakêda dimîne, paþê wana divine Celaloxlîyê (Stêpanavana niha), paþê Îcêvanê û pey kutakirina dibistana hevtsalîyêra keçika tînin Yêrêvanê, wekî karxanada bixebitin. Û sê keçêd kurd Zano –Zeyneva Îvo, Xanima Rizgo û Hisreta Mîrze ji sala 1930-da dibine binelîyên Yêrêvanê.

Cerdoyê Gênco wê hingê tevî kûlfeta xwe Yêrêvanêda dima û wexta pê dihese, wekî keçikê êtîmxana wane Aþtarakê anînê þeher, diçe wana dibîne, teglîfî mala xwe dike. A hema mala Cerdoyê Gêncoda Hecîyê Cindî rastî Zeyneba Îvo tê. Hecîyê Cindî û Cerdoyê Gênco alî van hersê keçika dikin, wekî Xwendinxana kurdaye teze vekîrîda qebûlbin.

Dîya min gilî dike: “Em Têxnîkûma (xwendinxana) Kurda ya Piþkavkazê ya pêdagogîyê hatine hildanê. Me kurmancî bîr kiribû, lê ji ber ku min herfê latinî zanibû, gotarên Rya teze malda ezber dikir û bi radiyoya kurdi ledê du-sê cara dixwend. Lawikêd têxnîkûmê diketine kirê me, mera digotin: “Herkê hûn kurmancin, ji kune, qe kes ji merivê we nayêne bîra we…?” Kete bîra min, min go, wekî navê xalê min Miraze, navê xûþka min -Zevoye, navê birê min - Bondoye. Wî çaxî xortek ji cîyê xwe quloz bû û bi þabûn got: “Ê ne Mirazê Ereb xalê Zevoye, ewana ji gundê me Hekone. Ezê cab bikim - bira bên”. Usa ez rastî Zevo û mêrê wê -Teyo hatim. De ew rasthatin emirê minda þabûna ewlin bû. Þabûna dinê jî ew bû, wekî min û Hecî hevdu begemkir, û sala 1931-ê me hev sitend. Lê berî wê yekê ez pey kûrsa yekêra gundê Pampa Kurdada (niha Sîpan) du mehê havînê baxçê zarada çawa terbîyetdar xebitîm. Ez Pampêda mala Bekirê Þemoda (apê Hecî dihat) dimam.

Hecî deqekê vala ne dima, û ez jî tev dixebitîm. Min korêktorya (herf rastkirina) kitêba û rojnamê dikir, diçûme dersa. Ez xwendikar bûm, ew – dersbêjê Xwendinxanê, xwendekarê Zanîngehê bû. Gere me gotar ji bona radyoya kurda hazir kira, wir spîkêrî bikira. Hecî pirtûkê dersa hazir dikir, rêdaksîya “Rya teze” - da kar dikir. Pey kutakirina Zanîngehêra kete aspîrantûrayê, dîsêrtasia (têz) dinvîsî…

De hatin - çûyîna me jî zef bû. Dihatin ji gunda, bi roja mala meda diman. Nas -nenas dihatin. Dihatin bona karê xwe: erzekê, þikîyatekî bikin. Hîvî Hecî dikirin -alî wana bike, û hertim na-na kirina Hecî tune bû. Pêþya wana diket, bi her teherî wext û qedire xwe xerc dikir, þuxle wana danî sêrî. Wexta pê dihesya, ku mevanê me kilam, çîrok yan hikyatên geleryê zanin, digot: “De, kerema xwe, minra bêjin”,- û dinvîsî”…

Me hesab kiriye - ji sala 1931-ê heta sala 1937-a 36 pirtûkên Hecîyê Cindîye dersa, berevokên folkilorê, yêd edebîyetê, tercima (wergerandinê) hatine çap kirinê… Korêktorîya wan pirtûka dupa ewî û Zeyneva Îvo kirine.Ew kar gelekî çetin bûye, ji ber ku karkirêd çapxanê ermenî bûn, xeberê me fem nedikirin. Û qinyat jî destnivîsar diçûne ber destê wan.
Ji giþka çetintir, dîya min bîr tîne, korêktorîkirina “Folklora kurmanca” bûye (1936). “Ew 670 rûpêl bû, û me 5-6 cara ew pirtûk temiz kir.” Ser pirtûka “Folklora kurmanca” û çend pirtûkên dersa yên salên 30-î hatîye nivîsarê: “Temiz kirin H. C. û Zeyneva Îvo”.

Sala 1934-a Zeyneva Îvo xwendina xwe li Xwendinxana kurdaye Piþkavkazyêye pedagogîyê kuta dike. Hema wê salê jî Xwendinxana ermenîyaye pedagogîyê ji kuta dike. Peyra Zeyneva Îvo çawa mamosta zimên, paþe ya tebîyetzanîyê li xwendinxanêda kar dike. Di Kûrsêd hildana nexwendîtîyêye di nava jinada dersê zimanê kurdî dide. Xwendkarêd wê bûne Eznîva Reþîd, Almasta jina Emîn, Asa jina Elîyê Hecî ji gundê Çobanmazê (naha Dêrik), Firîca Xudo, jina Ûzoyê Bekir ji gundê Pampê, Nîna, Nazê, Gozê…

Keça Asê - Baþê, jina Mîþa tîyê mine. Sala berê, gava havîna em malêva diçûne Pampê havîngê û dîya Baþê jî bi mêvanî ji gunde Çobanmazê dihate mala keça xwe û em rastî hev dihatin, digo: “Dersdara min qe çawane, kêfê wê pirske”, û ez pir kêfxweþ dibûm.

Hizkirina dê û bavê min zef nazik û bedew bûyê. “Ezîza dile min”, “kinêza min”, “kubarîya min”, “helal û hevala min…” Van xeberava namê bavê min, ku wextê baþqe-baþqeda dîya minra nivîsîye, destpê dibin…

Pey girtina Hecîyê Cindîra di salêd rêprêsya (zor û zext) Sitalîn,Zeyneva Îvo çawa jina „dijminê sovêtiyê”ji xwendinxwanê cîbicî berî didinê. Paþê bi zorekê baxçê zarada dixebite û herdu zarokê xwe xwey dike û H. Cindîra jî mehê 30 rûblî(manatî) diþîne kelê.

Hema wê salê jî (1938) hemû ocaxên çanda me - rojnama “Rya teze”, radîyo, para nivîskarên kurda, Xwendinxane têne dadanê, herfê meyî latînî têne hildanê…
Dîya min herdu keçêd xweye biçûkva - Firîcê û Firîdêva tenê dimîne. Saya hevaleke bavê mine êtîmxanê, ew baxçê Yêrêvanêyî zarayî hejmara 60-da çawa terbîyetdar qebûl dibe.

Bîra min tê, çawa sibe-sibe kerr û lal em radibûn, diçune wî baxçeyî, êvara jî tirse-tirs dihatine malê… Paþê me femkir, ku dîya me ditirsya, wekî dikarin wê jî bigirin, yanê jî me malêva sirgûn bikin. Kesî derî me venedikir. Hevalêd bavê minî nezîk gava çev me diketin, rîya xwe diguhastin.
Wede usa bû…

Lê heqîyê alt kir. Bavê min, bi biryara dadê (mehkeme) aza kirin…

Zeyneva Îvo ji sala 1942-ada (7-8 sala) - havîna li gundêd Pampa Kurdada, Hekoda, Þamîramêda baxçê zara vekirye û xwexwe jî bûye terbîyetdara zara.

Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo penc keç mezin kirine. Her pênca jî xwendina bilind sitendine.Lê du keç bûne doktor - Firîce bû doktora doxtirîyê (bijîþkîyê), dosênt, lê Nûrê (Nûra Cewarî) -doktora hunermendzanîyê.

Sala 1955-a dîsa bi radîyoya Yêrêvanê hate bihîstinê: “Yêrêvan xeber dide, bibhên xeberdana me bi zimanê kurdî”. Dîsa Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo, pey 18 salên kerbûna radîyoya kurdîra, vê carê jî, lê tek wê roja pêþin, roja mizgîniyê, spîkêrî kirine.

Nûra Hecî Cewarî zêde dike: Tesîra bavê min li ser neferê malê gele hebû. Bavê min temamiya emrê xwe pêþkêþî folklora gelê xwe kir. Þev û roj, bi piranî li mal da kar dikir. Mêvanê me jî her dem hebûn. Gele cînar, pismam, heval, xwendkarên kurd, nas û nenas bêtirî ji gunda, bi piroblêmên (pirsgirêkên) xwe va dihatin, diçûn. Bavê min piroblêmên wan safî dikir. Carna ji wana nimûnên folklorî jî dinivîsîn. Dayka min jî, ku salên 1930'yî çawa spîkêra Radîoya Yêrêvanê ya kurdî û xwendinxana kurdîda wek mamosta zimanê kurmancî kar kiriye, tevî karên malê pê ra digîhand korêktorî li pirtûkên bavê min bike.

26-ê sibata sala 2007-a, 93 salîya xweda Zeyneva Îvo çû rehmetê.

 

 

 

 

RADYOYA REWANÊ

 

 

 

: :

 

 

Kendal Nezan

 

Xemgîniya we par dikim

Ez çendekê li Kurdistanê bûm û hê nû vegeriyam Parîsê.
Di vegerê de min xebera wefata dayika we bihîst. Serê we sax be !
 
Ewê di jiyana xwe ya dirêj û dewlemend de xizmeteke mezin kir ji bo
Zanyarê navdar Hecîyê Cindî û zaroyên heja yen wekî we mezin kir.
Ev ji bo gelê kurd jî xizmeteke mezin bû.Xwedê jê razî be, ruhê wê shad, ciyê wê cinet be!
Ez li ser navê xwe û yê hemû hevkarên Enstîtuya kurdî ya Parîsê 
xemgîniya we par dikim, sersaxiya we dixwazim.









 

ESKERÊ BOYÎK

PÎREKA HECYÊ CINDÎ: ZEYNEVA ÎVO ÇÛ SER DILOVANYA XWE

26 ê sibatê, 93 salyê da, li bajarê Yêrêvanê, pîreka zanyarê mezin Hecîyê Cindî: Zeyneva Îvo. çû ser dilovanya xwe
Dayka Zeynev, ew pîreka piremek rêke dûr û dirêj derbaz bûye…

Sala 1931-ê ew û Hecyê Cindî dizewicin.

Radyoya Yêrêvanê beþê zimanê kurdî bi sipîkêrya wê dest bi axaftina xaye ewlin kirye…
Gelek cîya mamostatî kirye.
Emekê wê pîreka jêhatî di kar û barê Hecyê Cindî yê zanyaryê da pire.
Wê û mêr malbeteke rewþembîrêye rengîn dora xwe civandibûn. Wanra bûne wek dê-bav, þîretkar û alîkar. Rewþembîrên usa, ku navê wan her yekî medenyeta kurdên Sovêta berê dixemilîne.
Pênc keç mala wanda mezin bîne: Firîca remetî: Doktora bijîþkyê bû, pîreka zanyarê mezin prof. Þekroyê Xudo.
Firîde, mamosta matêmatîkayê, fîzîkayê, van salê dawyê wê karekî pir mezin kir, him dayka nexweþ xweyî kir, him jî xebatên bavê Hecyê Cindî û yên zilamê xwe yê remetî, helbestvan Fêrîkê Ûsiv dane weþandin.
Keça sisya Zînê, pêþê xweva kîmîk, pîreka berpirsyarê Radîoya Yêrêvanê, beþa zimanê Kurdî, remetyê Ahmedê Gogê.
Nûrê, doktora sazbendîzanyê ye, pîreka nivîskar, doktor Tosinê Reþît. (Niha Avstralyayê dimînin).
Keça pênca Nazê, pêþekê xwe va mamosta ye, matêmatîk, pîreka doktor profêsor Feyzoyê Egit, matêmatîkê dinêeyan, serokê para matêmatîkayê ya zanîngeha bajarê Biryanskê ye (Rûsya). Nazê jî niha wê zanîngehê da dersbêje.

Nebî û nebîçirkê dayka Zeynev pirin.
Dimîne em rema Xwedê Zeyneva Îvora bixwezin.
Bira cîyê wê li rex Hecîyê Cindî (sala 1990 çûye ser dilovanya xwe), li goristana gundê Pampa Kurda (niha Sîpan) buhuþt be.
01.03. 2007

 

 

: :


Têmûrê Xelîl

Ronakbîra me - Zeyneba Îbo

 

Hinek kes hene - bi navê dê û bavê xwe tên naskirin, hinek bi malbeta xwe, hinek bi zarokên xwe, hinek jî bi xwe naskirî ne.

Zeyneba Îbo xanima Hecîyê Cindî bû, dayka 5 keçên di nav kurdan da bi nav û deng. Keça wê ya mezin – Frîce doktora bijîþkîyê bû, xanima akadêmîk Þekroyê Xudo, Frîde mamostaya komara Ermenîstanê ya emekdar e, xanima helbestvanê mezin Fêrîkê Ûsiv,Nûrê doktora hunermendzanîyê ye, xanima nivîskar Tosinê Reþîd. Herdu qîzên wê yên din jî Ûnîvêrsîtêt xilaz kirine. Zavayekî wê – Feyzoyê Egît profêsorê matêmatîkayê yê gelekî navdar e li Ermenîstanê û komarên Sovyeta berê da.

Lê Zeyneba Îbo ne bi van kesên bi nav û deng dihat naskirinê. Ew bi xwe naskirî bû. Ew di salên 30î - da spîkêra radyoya kurdî ya lokal bû li Yêrêvanê. Hêsaye merî vê hevokê binivîse. Lê gava meriv hinekî bifikire, ecêbeke rast û xweþ tê ber çavan: jina kurdan berî 70 salan bi zmanê xwe nivîsîye û xwendîye. Lê ji sala 1934-a heta sala1938 di xwendinxana kurdîda dersbej bûye.

Zeyneba Îbo di 93 salîya xwe da bi dilekî rehet ji vê cihanê bar kir. Van salên dawîyê keça wê Frîdeyê wek dibêjin ew mîna ronaya çavên xwe xwey dikir, wek dibêjin herdem ber serê wê bû.Wê jina kurdan ya þîrhelal him di dayîreke xwendinê ya bilind da mamostatî dikir, him diya xwe xwey dikir, him efrandinên bavê xwe û mêrê xwe yên çapnekirî amade dikir bona çapê, him jî bi aktîvî ji rojname û kovarên kurdî ra dinivîsî. Xwesma ji”Avêsta”yê ra. Derheqa Zeyneba Îbo da gotareke wê ya mezin di www.avestakurd.net da heye.

Miletê Zeyneva Îvo ew ji bîr ne dikir. Bi dehan, sedan kes li mala wê bûne mêvan, ew wek dayka xwe hesab kirine. Heta van dawîyan jî guhê gelek ronakbîrên me li ser tundurustîya wê bû, bi têlêfon û sertêdanan hal û kêfên wê dipirsîn. Ez bi xwe piþtî hatina min ya li Swêd, çar caran çûme Ermenîstanê û her çar caran jî çûme sertêdana wê. Cara dawî havîna derbazbûyî bû. Ji min ra digot:”Têmûrê me hat” û me ji rojên buhurî xeber dida, û ez þaþ û zendegirtî dimam, ku ew ji gelek hûrgilîyan tu tiþt ji bîr nekiribû. Fikira wê gelek zelal, mejûyê wê saxlem bû. Digot: “Silavên min ji serokê Înstîtûta Kurdî li Parîsê Kendal Nezan û serokê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê Nedîn Daxdevîrên bike”…

Hêja ye derheqa vê malbeta lêgêndar da pirtûk bê nivîsar. Hîvîdar im, ku ew roj ne dûr e.

Adar, 2007

Frîda Cewarî

 

Zeyneba Îbo, 2000 Rewan (''Erîvan''), Salihê Kevirbirî

 

 

 

HECIYÊ CINDÎ

FRÎDA CEWARÎ

EZNÎVA REÞÎD

RADYOYA REWANÊ

 

Foundation For Kurdish Library & Museum