ZARA YOSEFOVA
16.12.1934  |  03.02.2022

Kurdolog

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ZARAYA ELÎ
(ZARA ALÎYÊVNA YUSUPOVA 16.12.1934 - 03.02.2022) KOÇA DAWÎN KIÝR


Sed heyf îro (03.02.2022) zanyar û kurdologa mezin, profesor, mamosteya zimanê Kurdî Meta Zerê (Zara Alievna Yusupova) koça dawî kir.

Mamosteya mezin hemû jiyana xwe pêþkeþî netewa xwe kir, ji bo pêþxistinê zanistiya Kurdî û Zimanê Kurdî kedek bêhempa rijand. Li pey xwe ji 70’î zêdetir berhemên zanistî ya giranbiha hiþt.

Mehekê berê ji bo destbixistina materyalan ji arxîvên Sankt-Pêtersbûrgê çûbûm vî bajarî. Telefon kir: 'Metê Zerê, dixwazim werim destê te maç kim'. Got: 'Hejaro, kurê min, piçekî bêkêf im. Zêde xweþik nînim vê gavê. Carekê din, kengê werê, bibe mêvanê min. Lê, çi alîkarî lazim e, bêje, meta te bo te bike'. Bi rastî jî, qey bêjî hemû Sant-Pêterbûrgê rakir li ser piya. Akademiya Zanistî yê re, Enstituya Rojhilatzanî yê re telefon vekir, di rojekê de min çendin kesan re da naskirin. Min du-sê rojan de bi saya meta Zerê karê du salan kir. Tûrika tijî kir, ziviriyam Krasnodarê. Di rojên dawî ya jiyana xwe de jî di nav xîzmetê de bû...

Meta Zerê bi emelên xwe ve tim û daîm di dilên her Kurdekî de wê jindar bimîne.





Rehma xwede le be ji bo Prof.Zara Eli Yusupova.

Heyf, zaniyareke meye mezim, emekdara mekteba kurdzaniya weletê Sovêtê, profêsora zimanzaniyê, ?agirta mezinek? Kurdzaniya cihanê Qanat? Kurdo, Zera ?siv (Zara El? Yûsûpova) ?û ser dilovanya xwe. Bira rehma Xwedê lê be. Bira ser? gel, malbet? û hizkiriy? w? sax be. Ciy? w? buhu?t be.

ZERA ÛSIV

Zimanzana Kurd e navdar, doktora zaniyarîya fîlologiyê, profêsor Zera Elî (Yûsûbovna) sala 1934 a li bajarê Tilbîsê malbeteke kurdên êzdî da ji dayka xwe bûye.
Malbeta wan, salên rev û bezê tevî bi hezara malbetên Êzdî ji herema Wan?, ji zulma Roma Re?, û olperestên fanafîk reviyaye.
Sala 1953 a bi qîmetê here bilind mekteba bajarê Tilb?s? ya N 8 a xilas dike. Welatê Sovêtê da þagirtên ku bi qîmetên here bilind dewî xwendina xwe ya dibistanê tanîn, mêdala zîv yan ya zêr didane wan. Welêt da derê her îdareke xwendina bilind li ber wan vekirî bû. Zerê mêdala zêr distînê û berê xwe dide ûnîvêrsîtêta Lênîngiradê ya Rojhilatzaniyê û para fîlologiya Îranî da tê pejirandin.
Ji pey qedandina xwendina bilind ra, sala 1958 a keça zîrek dikeve aspîrantûra înstîrûta Lênîngradê ya rojhilatzaniyê (niha Sankt- Pêterbûrg) ya Akadêmiya Rûsiyayêye zaniyariyê, para fîlologiya Kurdî. Serokê wê, yê zanîyarî bû kurdzanê mezin Qanatê Kurdo. Nijara xebata wê ya zaniyarî lêkolîna ser zaravê kurmanciya jêrîn (soranî) bû.
Ji pey dewî anîna xwendina aspîrantûrayê ra di “Kabînêta Kurdî” ya wê înstîtûtê da wek xebatkara zaniyarî derbasî ser kar dibe.
Hêjayî gotinê ye, ku ev kabînêt sala 1959 a bi pêsdanîn û însiyatîva rojhilatzanê dinêeyan Î.A Orbêlî hatiye demezirandîn. Paþwextiyê kabînêt bû merkezeke Kurdzaniya cihanêye here bi nav û deng, li wur da xebitîn û xebatên xweye giranbiha di warê kurdzanêyê da nivîsîne kurdzanên wusaye eyan wak Q. Kurdo. Î. Sûkêrman, M.Rûdênko, Y. Vasîlyêva, Î. Smîrnova, K, Eyûbî, J. Mûsayêlyan, O.Celîl û yên din…
Zera Ûsiv1965 a doktoriya xweye ewlin dipar?ze û navê kandîdatiya zaniyariya fîlologiyê distîne.
Devedevî nîv sedsalî Zera Ûsiv li wê merkeza kurdzaniyê da xebitî û temya hêz û zanînê xwe pêþkêþî lêkolîna pirsgirêkên zimanzaniya kurd? kir. Guhdariya wê hîmlî li ser zaravên kurmanciya jêrîn bû. Zimanzaniya kurdî da eyane ku zaravên kurdî ser du beþan par dibe; beþa bakûr û ya baþûr. Di nav beþa bakûr kurmancî û zazakî ne (dimilî), beþa baþûr li ser sê komika tê parevekirin:
1.Soranî, silêmanî, mûkrî
2.Goranî, hewramî, kendûleyî, bacelanî û yên din
3. Kêrmanþahî, sînêyî, gêrûsî, korûnî û yên din.
Zimanzana bi þûret dinivîse: “ Van salên dewî ez gelekî mijûlî lêkolîna goranî û hewremanî bûm. Bi matêriyalên sertacêd edebiyeta kurdiye bi nivîsar, ku li sedsalên XVIII-XIX da hatine efrandin.. Ji wana ne. Dîwana Seîdî (XVIII), dîwana Welî-Dêwane (XVIII), “Sîrin û Xusrow” ya Xanay Qubadî (XVIII), dîwana Mewlewî (XIX), dîwana Cefayî (XIX). Lê gerekê bê goton, ku gavên pêþin ji bo lêgerîna zaravê goranî li aliyê îranîstê bi nav û deng Muhemmed Mokrî va hatibûne kirin, yê ku çend destnivîsarên goranî (piranî bi naveroka dîndariyê) çapkirine”.
Sala 1992 a bi têma zaravê guranî bi heykelên edebiyeta nivîsar ya sedsalên XVII-XIX, t?za doktoriy? dipar?ze û navê doktora fîlologîyê distîne.
Tevî monografiya, kurdzana bi nav û deng nêzîkî 80? z?detir gotar, li ser pirsgirêkên zimanzanî, edebiyet û folkilora kurdî weþendiye.
Xêncî karê zaniyarî usa jî karê pêtagogiyê va mijûl bûye. Li Ûnîvêrsîtêta Sankt-Pêtêrbûrgê da dersê zimanê kurdî daye.
Em navê çed xwebatê wê bînin, ku meydana zimanzanîya kurdî da cîyê xwe y? h?ja girtine:
-Ferhenga rurdî-rûsî (zaravê soranî) tevî Qanatê Kurdo.
-Zaravê zimanê kurdîyî silêmanî.
- Lêkolîna zaravê kurdiyî goranî bi heykelên edebîye sedsalên XVIII-XIX. Lêkolînê da li ser hîmê nivîsarên edebyetêya nivîsar ya wan sedala bi her alyava zaravekî kurdayî kêm lênhêrandî goranî hatîye lêkolînkirin.
-Lêkolîna zimanê kurdî bi seretacên edebiyeta nivîsar (ya sedsalên XVIII-XIX).
-Zaravê kurdîyî hewremanî li ser hîmê heykelekî edebyeta nivîsar: Dîwana Saîdî.
-Têkstên zargotina kurdîya baþûr.
-Lîrîka þayîrê kurdayî sedsala XIX Mewlavî (zaravê goranî).
-Mem û zîna Ehmedê Xanî heykela çanda cihanêye

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


KURDOLOGS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum