XELÎLÊ ÇAÇAN MÛRADOV

1924-1981


Nivîskar, rojnamevan

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

100 saliya kesê ku bi mîlyonan kurd şîyar kirin

Berhemeke Xelîlê Çaçan hem di şanoya nivîskarekî Emerîkî da, hem jî pirtûkeke niviskarekî Portekîzî da heye.
Nura Şane
Ez ji fîlmên tirkên ku jê ra dibêjin yeşîlçam pir hezdikim. Jixwe ji sedî nod û neh fîlmên absûrd û evînî ne, lê kêm caran jî meseleyên cûda diketin nav naveroka wan. Fîlmek hebû ji sala 1960ê navê wê ”Kırık Çanaklar” bû.
Dîyalogek li wir da derbas dibû, di her temaşekirinê da ez diketim bin bandora wê, hê jî di bîra min da ye. Dû ra li mektebê di nav wan pasajên xwendinê da jî çend caran rastî wê dîyalogê hatim.
Niha dema min bi kêfxweşî pirtûka Xelîlê Çaçanê Muradovê bi navê ”Cewahîrên Kurdî” dixwend, nîşkêva di çîroka ”Kur ji kirina xwe şerm dike” da ew diyalog dîsa hat ber çavê min; hem metel mam, hem jî kêfxweş bûm.
Dûra min meraq kir ka bi rastî ew mesele aîdê kê ye, ji ku wisa belav bûye.
Bi kurtî mesele ev e: Keça biçûk ji kalê xwe pir hez dike, weke du heval in. Lê ji ber kalbûnê di demên xwarinê da destên kalê wê tim dilerizin û tebax ji destên wî dikevin û dişken. Bûka malê û bavê keçikê ji ber vê sedemê xwarina wî cûda dikin û êdî di tebaxên darîn da didine ber wî, keçika biçûk rojek ji xwe ra texteyan dide ber xwe û wan dikole. Dê û bavê wê jê pirs dikin: “Tu çi dikî bi wana?”
Keça biçûk dibê bo we tebaxên darîn çêdikim, dema hûn kal û pîr bibin ezê jî xwarina we bi vana bidime ber we.
Helbet, keçika biçûk ne bo wan ceza bike digotin, wê digot qey gere meriv xwarina kesên kal û pîr di tebaxên darîn da bide wan.
Li gorî înternêtê ev ji şanoya Edmund Morris e ku navê wê The Wooden Dish e (1961). Heman bûyer di dawîya romana (As Intermitências da Morte) romannivîsê navdarê xwedîyê xelata Nobelê José Saramago da jî heye ku roman di sala 2005an da hatîye çapkirin.
Bifîkrin, meseleyeke ha him di nav ”Cewahîrên Kurdî” da bi cîh bûye, hem di şanoya nivîskareke Emerîkî da, hem jî pirtûkeke niviskarekî Portekîzî da.
Nizanim pêşî kê nivîsîye, lê Xelîlê Çaçan Muradov di sala 1924an da ji dayîk bûye, Edmund Morrîs 1940… êdî hûn hesab bikin.

(Nivîskar û lêkolîner Mehmet Gultekîn derheqa berhemeke din a Xelîlê Çaçan da di malpera “riataza.com” çap kir û li wir tê gotinê, ku ew berhema bi sernavê Nimm Dich in Acht vor den Ränken der Frauen di pirtûka dersan a şagirtên dibistanên Almanîyayê da jî heye.)
Li vir em fikira redaktorê malpera riataza.com Têmûrê Xelîl tînin, ku kurê Xelîlê Çaçan e:
-Piştî xwendina vê nivîsa delal a Nura Şane mirov difikire, ku bo çi hinek kurd bahaneyan digerin bona kurdînezanîna xwe bidine efûkirinê. Ku xudêgiravî, eger li malê kurdî biaxivin, dû ra dijwar e di dibistanên tirkan da bixwînin, karekî baş bibînin. Nura delal bi jîyana xwe va vê helwestê pûç derdixe. Hela di ser da jî, zimanê hemû endamên malbeta wê jî kurdî ye, ango zimanê dayîkê ye, wê dayîkê ku zarokên welatparêz, kurdîaxêv û xwendî mezin kirine. Kurdîaxivîna wan ji wan ra nebûye asteng, ku di civata Tirkîyê da xwedî karekî bi rûmet bibin, haya wan ji berhemên nivîskarên cihanê, hunermendîya ser dereceya bilind hebe, ji fîlmên di cihanê da navdar lezetê bibînin, ango xwe bextewar û dewlemend hîs dikin. Bo çi hûn ji vê bextewarîyê û dewlemendtîyê bêpar dimînin? Ne her kes dikare ha be! Hinek kes dikarin bêjin, emê nikaribin wek Nurayê ciwan bin. Bersîva vê jî heye: ciwanî ne ji we ye, ji Xwedê ye. Lê bi kurdî axivîn, xwendin, pêşketin, bi kurdî û kurdewarî jîyîn di dest we da ne. Dema hûn van her tiştî bikin, ji xwe hûn bedew dibin.
Em wisa texmîn dikin, ku nivîsên Nura Şane yên di malpera Riataza da gelek xort û keçan kirine hezkirîyê kurdîyê, ew jî çav didine wê û hewil didin jîyana wan jî wisa kurdewarî û bi kurdî be, ku ew jî wek Nurayê ji jîyanê lezeteke kurdî bibînin.

Ji çekên herî xurt ji bo avakirina welatekî zimanê dayîkê ye. Yên ne bi zimanê dayka xwe, lê bi zimanê dijminên xwe dipeyîvin, xîyanetê ji dayka xwe ra dikin. Dijmin jî bi çavekî wisa lê dinihêre, weke ku dibêje: -Te ji dayka xwe ra çi kir, ku ji min ra çi bikî? Çekeke din jî xwendin, pêşketin, haydarbûna ji edebîyeta cihanê, ji hunermendîya bilind e, ku bi wê rê mirov xwe û gelê xwe nas dike û ferqa di navbera gelê xwe û dijmin da dibîne, dijmin jî dibîne, ku filankes ne kêmî wî ye, hela di ser wî ra ne jî. Wê demê dikarî ji wî dijminî dewa mafê xwe, zimanê xwe, welatê xwe bikî, ku ji nezanîya gelê me ew hemû maf ji destê gelê me girtîye. Û eger tu bidî pey dijmin, lava bikî mafê te bide, an jî biratîya te qebûl bike, wê demê ewê ji te ra bêje: -Tu kê yî? Te hîç tiştek heq nekirîye!
Ji gelê me ra yên weke Nura Şane lazim in, ku bi zimanê xwe, bi zanebûnên xwe dikarin dijmin bînine rayê û mafê gelê xwe bistînin. Ez ji nivîsa wê hatime ser vê bawerîyê. De ka hûn jî bixwînin, bê hûn çawa difikirin.

Îro rojbûna Xelîlê Çaçan Muradov e, ku bi mîlyonan kurd şîyar kirin
Her şev berî razanê di tora întêrnetê da nûçeyên li ser rewşa Kurdistanê dinêrim, têra xwe psîkolojîya xwe xira dikim, dû ra xwedê giravî pê xwe aram bikim destê xwe davêjim pirtûkên ber destê xwe, lê pir caran di hişê min da tiştên din rupelên wan li hev dixim, di xwe da ew teqetê nabînim ku baldarîya xwe bidimê û bi hûrgilî wan bixwinim.
Ev hefteyek e çend pirtûk di bin destê min da ne, lê ez bi zanebûn wan xilas nakim… yek a Mem û Zîna ku M.Emîn Bozarslan amade kirîye yên din jî berhemên Xelîlê Çaçan Mûradov in.
Îşev min dîsa bi dil xemgînî rûpelan li hev diqeliband û min ferq kir ku rojbûyîna Xelîlê Çaçan bûye ku berî 43 salan di temenek gelek ciwan da koç kirîye niha bijîyana ê 100 salîya xwe da bûya.
Gelek nivîskarên bi nav û deng derbarê vê mirina zû da gelek tiştên dilsoz nivîsandibûn.
Balkeş bû ku M. Emîn Bozarslan jî derbarê vê mirinê da nivisîbû.
Lê tiştê herî balkêş van gotinên birêz Temûrê Xelîl bûn.
Herkes piştî mirina bavê xwe digotin emê bêy te li vir çawa bikin? Lê wî digot;
Tuyê bêy me li wir çawa bikî?
Pîroz be rojbûyîna wî.
Rehma xwedê li ser ruhê wî û li ser ruhê hemû xêrxwaz û xebatkarên Kurdîstanê be. Visa mindre

21.01.2024

Muradov Hamlet

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

by Rebwar K. Tahir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Eznîva Reşîd & Xelîlê Çaçan

 

 

 

 

Eznîfa Reşîd

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xelîlê Çaçan Muradov/ Cewahîrên Kurdî

 

 

 

Koberhemên Xelîlê Çaçan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



 

 

 

 

EZNÎFA REŞÎD


TEMÛRÊ XELÎL

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum