Amed Tigrîs

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bi Kurdî: ”Perwerdeya bi zimanê dayîkê û pirzimaniya fermî”
Bi Tirkî: ”Anadili eðitimi ve birden fazla resmi dil”

Amed Tîgrîs ji demeke dûr û dirêj ve ye ku li ser pirtûka xwe ya ”Perwerdeya bi zimanê dayîkê û pirzimaniya fermî” dixebitî. Niha bi nîþkagavîyeke (surprîzeke) bi cih de, di heman rojê de kurdî û tirkiya pirtûkê bi hev re, li Stockholmê di nav weþanên APECê de derketin pêþ xwendevanan. Navê wergera bi tirkî ”Anadilî eðitimi ve birden fazla resmi dil” e. Wî bi xwe, pirtûka xwe ji kurdî wergerandiye tirkî.


Pirtûk ji du beþan pêk tê. Di beþê yekem de ev sernivîs hene: Bi kurtî dîroka nivîs û alfabeyê, li cihanê sê cure sîstemên nivisînê, ji aliyê avakirinê ve zimanên cîhanê, komên zimanan, þêniya cîhanê û deh zimanên mezin, li kîjan welatî bi kîjan zimanî tê axaftin, zimanên ku li Tirkiyê tên axaftin, cudayetiyên di navbera zimanê devkî û nivîskî de, Zimanê nivîskî serdestê zimanê devkî ye, ziman çi ye û fonksîyonên wî çi ne, dîrok û armanca yeknetewe, yek dewlet, yekziman û yekala, zimanên mirî, zimanek çawa dimire,UNESCO û nirxandina asta nemana ziman, zimanên li ber metirsiya mirinê, lîsteya hin zimanên li ber mirinê, zimanekî mirî dikare carek din were vejandin, cudayetî û taybetiyên ziman û zaravayan, rewþa zimanê gelên bineci, zimanê baþ û xerab hene, zimanê fermi çi ye, pêwestiya perwerdeya zimanê zikmakî, nîvzimanî û duzimanî, perwerdeya zimanê zikmakî û kar û sûda duzimanî, ziman û nasname…


Di beþê duyem de jî, ji bo perwerdeya pirzimanî û zimanê dayikê 35 welat wek nimûne hatine dayîn. Di van welatan de þiklê birêvebiriya sîyasî wek sîstemên komar, federe, konfedere, otonom û yekpare(uniter) hatine destniþan kirin. Li 35 welatan çend gel û netewe hene, meznahiya qada axa û þeniyên wan çend in, hatine nivisîn.Rewþ û azadiya çapemeniya zimanên kêmneteweyan yek bi yek hatine destnîþan kirin. Li welatek çend zimanên fermî hene ku bi wan perwerde tê kirin. Di ve beþê de welatên ku wek nemûne di pirtûkê de cih girtine ev in. Afrîkaya Baþûr, Awusturya, Belçîka, Bolîvya, Bosna, Çîn, Efganistan, Fînlandya, Fransa, Groland, Hintistan, Îngilistan, Îraq, îsraîl, Îtalya, Kanada, Kazakistan, Kirgizistan, Kosova, Luksengburg, Montenegro, Norvej, Oland, Pakistan, Paraguay, Qibris, Rûsyaya Federe, Rûsya Spî, Slovenya, Spanya, Srî Lanka, Swêd, Swîsre û Tanzanya.
Wek tê zanîn di mijara perwerdeya zimanê dayîkê û zimanê fermî de, di nav me kurdan de kêmasî û valahiyeke mezin heye. Di vî warî de, di nav sîyasetmedar û rewþenbîrên kurdan de neserwextî û netêgiþtandineke mezin heye. Ji ber vê yekê jî, mijara zimanê dayîkê û perwerdeya bi zimanê dayîkê zêde cidî nagirin û nabînin. Hîn bi awayekî vekirî û zelal di bernameyên kurdan de mirov dikare bêje mijara perwerdeya zimanê dayikê tune. Di van çend mehên dawî bi tenê TZP vê mijarê rojane kir û ji bo perwerdeya zimanê dayîkê bi hezaran mirov kir nav çalakiyan.


Herweha di vê pirtûkê de mijarek din jî ev e ku li welatek an jî ji bo gelek bi du an jî bi çend zaravayan perwerde û hîndekarî heye? Ku hebe, gelo ev zerarê nade yekîtiya netewî? Di vî war û mijarê de nimûneyên berbiçav hene? Niha di mijara duzaravayî de, li Baþur problema soranî û kurmancî (Badînî) heye. Çend siyasetmedar û rewþenbîrên soran li ser navê welatparêziyê dixwazin perwerdeya bi kurmanci qedexe bikin. Dibêjin ku ”ji bo yek netewe yek zarava divê. Pirtûka ”Perwerdeya bi zimanê dayîkê û pirzimaniya fermî” bi pratîkên li welatên wek, Nornej, Afrîka Baþur, Hîndistan û Çînê bersiva vê mijarê dide.


Pirûk bi statîstik, nexþe, ala, tablo û bi wêneyên rengîn in. Pirtûka Perwerdeya bi zimanê dayîkê û pirzimaniya fermî” ji 120 pûpelan Pêk tên û herdu jî rengîn in.


Pirtûka bi tirkî niha li Tirkiyê li ber çape ye û di demeke nêzîk de derdikeve. Di serî de li Amed û piþtre li gor rewþê dê li bajar û bajarokên din civînên nasandinê werin amade kirin.


Ji bo Ewropa mirov dikare Pirtûka ”Perwerdeya bi zimanê dayîkê û pirzimaniya fermî” û ya ”Anadilî eðitimi ve birden fazla resmi dil”


Zarathustra News – e-weje.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum