ŞIKOYÊ HESEN

1928-1976
Helbestvan

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

Baweriya min heye gelek ji we vê helbestê xwendine, gelek ji vê kilamê li ser we helbestê sêwirandî guhdarîkirine, bes wê jî dizanim, gelek ji me nizanin dîroka wê helbestê, her car navê hine merivê din didan. Kilama han li ser lêvan e, li dilan da ne. Ahil û cahil vê hizkirine, kilam bûye ya gellêrî. Lê ya dilêşê ew e ku, gelek ji me navê xudanê wê helbestê nizanin. Gelê me her dem qedrê qelema xwe zanibîye, qedr û hurmeta nivîskar û şayîrê xwe girtiye û digire, dibê keda tu kesî winda nebe. Lema min pêwîstî pê dît cardin têkim li bîra we navê xudanê wan xetên zêrîn û şîrin:

"Bi nexş, awaz e
Letîf û naz e''


Zimanê kurdî"...Şayîre minî hizkirî yê Nemir Şikoyê Hesen ê ! Şikoyê Hesen (1928-1976) Helbestvanekî navdar û gevire di nava helbestvanên Sovêta berê ye, xweyê kirîyameta şayîrtî yê mezin, gelekî hizkirî û naskirî ye di nava netewa me da.Temenê wê efrandinê 50 salî zêdetire, lê dîsa pir û pir xweş û bi wateye. Vê kilamê Hozan Aramê Tigran, Delîl Dîlener û gelek dengbejên kurd strane...

ZIMANÊ KURDÎ

Bi sêr û sûr e
Çawahir dûr e
Zimanê kurdî

Bi xemil rewş e
Şîrin û xweş e
Zimanê kurdî

Bi nexş, awaz e
Letîf û naz e
Zimanê kurdî.

Gewgewê ciyan e
Kubra teyran e
Zimanê kurdî

Xezel, hilbest e
Şemdana dest e
Zimanê kurdî

Bеyťа Fеqî yе
Sеwtа Xаnî yе
Zimanê kurdî

Şûrê Barzan e
Nûra erşan e
Zimanê kurdî

Mert'ala me ye
Dest pêşmerge ye
Zimanê kurdî

Şikoye Hesen Mûsêsanî

 

 

 

by Rebwar K. Tahir

 

 

 

 

 

 

 

RADYIOYA ERÎVANÊ

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum