Sêx Mihemed CAN

Leyl û Mecnûn

 


AGEHÎ

PIRTÛK: Leyl û Mecnûn, ji 21 sernav û 1882 malikan ava bûye. Melikên wê xwesxwîn, rewan, bi kês, nikl û qafiye ne. Her du rêzên malikekê bi yek qafiyeyê çêbûye. Serpêhatiya Leyl û Mecnûn bi awayekî dirêj ?irove dike. Çend destanên din jî bi navê Leyl û Mecnûn bi zimanê kurdî hene. Lê piraniya kurdologan gotine ku destana herî fireh û zelal, ya Sêx Mihemed Can e.

NIVÎSEVANÊ PIRTÛKÊ: Sêx Mihemed Can di Sibata 1858an de li Axtepê hatiye dinyayê û di 21ê Adara 1909an de jî çûye ber dilovaniya Xwedê. Ew kurê Sêx Hesenê Nûranî ye û birayê piçûk ê Sêx Evdirehmanê Axtepî ye. Lê tê gotin ku destûrnameya medresê li Samê li Medreseya Mewlana Xalidê Kurdî, ji xelîfeyekî wî wergitiye û vegeriyaye li Axtepê di Mederseya Kekê xwe Sêx Evdirehman de dersdarî kiriye. Medhiyeyeka wî bi kurdî li ser Rewdneîma kekê wî ?êx Evdirehman heye û serpêhatiya Leyl û Mecnûn nivîsandiye.

Sêx Mihemed Can/ Leyl û Mecnûn, Kurdî/kurmancî, Pencînar We?anxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1992, 352 rûpel,

ISBN 91-630-1486-6 Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.