Serkan BRÛSK

Mextel

 

 

Pirtûkek nû:
MEXTELA RONDIKKENÎ

 

Mehsûm Nisêbînî


Zimanê dayika min sêrîn e, bi nûpelan vekirina sorgulên biharîn e, bixunavresandinî bi ser wêjeya cîhanî de dibare. Min di ber van hestan re helbest-pexsana nivîskarê hêja Serkan Birûsk bi balkêsiyeke watedar xwend. Pirtûka Mextel (devera ku kesek lê têkistin, birîndar dibe û an jî, bûyerek ku nayê ji bîrakirin) a ku ji aliyê wesanxaneya APECê ve hatiye çap kirin û wesandin, bi hecîma xwe bicûk e, li bi naveroka xwe ya kûr, bi zimanê xwe yê hunandî û dewlemend, bi hêzdayina ramanî; dîraoka qûsxaneya dernexûnbûyî ya dayika hevbes a mirovahiyê bi herdu destên xwe digire û bi hêza xwe ya ji zanistê wê radike û li ser binê wê datinê. Çêbûna mirovahiyê xwe mîna fîlmekî li ser perdeyê bi mirov dide temase kirin.

Dema min cara pêsî rahist pirtûka Mextelê û ez di nava rêzikên wê yên li ser rûpelan de çûm; mîna qalikê gozê(gwîzê) xwe li dora navora xwe hisk kir lê dema ku min xwe berda hundirê kûrahiya hevokan, tama navikê (kakil) ya ji dara helbest-romanî xwe li nava giyan û ramanê min belav kir.

Dibe ku di hinek cîhan de serposka zimanê xwendinê di çimkê hevokên dirêj de bialiqe, lê mirov nakeve û ji rêmijarê dernakeve. Xêlka spî ya ku bi destên bêjeyan li bejn û bala hevokan hatiye kirin, dihêle; mejî di xwendineke hêzgirtî de, bi ronahiya wateyan çavên hevokan ramûse.

Nivîskarê hêja rastî û serboriya jiyanê ya ku bi nivîscildan nayê bi dawîkirin, di nava sedrûpelekî de; hûnandina zulfên dayika zerîzêrîn bi-cîkiriye. Mirov difikirîne û pirsên kul i bersivên balkês ên vê mijarê digerin xwe didine ser zimanê pirtûkê.

Mextel bê ku zimanê xwe dirêj û pan bike, bi devekî lêvnarîn û uslubekî helbestrêsayî bersiva pirsên ku têne hisê mirov, di siyarkirina mixên (aqilên) di himbêza dayikek biyanî de xew dikin dide.

Wêneyên lîstikên ku di riya dayika biyanî re hatine lîstandin yeko yeko di kamera mijokdariya xwînrêj de dide nîsandan. Di van dîmenên pirtûka nivîskarê hêja de, mirov, tirajediya xakxwîniya lasê xwe dibîne. Pênûsa Mextelê bi pêlherikînî xwe li nava hisê ziwa-qelisê dide. Kêm carinan ji ber lezgîniya gavên xwe bêhemdîbe jî, çav li hinek pêjnên dubarebûnê dide girtin. Lê Mextel li kêm kurtiyan nasekine. Bi neqs û sembolên hevokên renga renga zimanê kurdî di hundirê xwe de, bi nûbêjiyên afrandî xemilandiye. Bi vî rengê xwe yê rûliken sopa stîleke taybet jî, bi xwe re dide afirandin.

Muzîka ji têlên pirtûkê, di wêjeya gelê kurdistanê de nûjeniyeke jîncîhan a mirovan ji qetandina perdeya hizrên makkustî, awaza xwe bilind dike. Girîngiyeke din jî, di nava rûpelên pirtûkê de hûnandîbûye. Nivîskarê hêja bi qasî ku rastiya mextela dayikê aniye ziman, çîroka zilam ya ku jin bi kirasê lîstikzora xwe binpî kiriye jî, ronî dike.

Kurt û kurmancî, ew ê xwendevanên wêjeyê bi xwendina mextelê ji bo carekê ne têr bibin û ne jî wê tîna wan biske. Pêwist e ku bi xwendina cara duyemîn bi hêzgirtina ji pirtûkê, berhemê biqedîne…

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se