Berhemek balkêş

 

ji:
-Rohat Alakom-

Ronahiya Dîrokê

 

 

 

RONAHIYA DÎROKÊ

Di nav weşanên ARAN de pirtûkeke Rohat Alakom bi navê Ronahîya Dîrokê li Stockhomlê hat  weşandin. Ev xebata ku 345 rûpel e, ji gelek lêkolînên Rohat Alakom ên cihêreng pêk tê. Hemû ev xebat di salên berê di kovar, rojname û malperên kurdî derketine. Li bergê paşiyê yê pirtûkê ev xebata wiha tê nasandin:

“Ev xebata bi navê Ronahiya Dîrokê di vî warî de hewldan û gavek e. Hêvî dikim ku di pêşerojê de hin gavên din bên avîtin û dinya me ya dîrokî hin jî ronahîtir bibe. Ez her wisa jî hêvî dikim ku ev pirtûka min bibe kûreke agir ji bo ronahiya ku hêdî hêdî be jî tîrej û pencên xwe davêje nav dîroka kurdan a ku bi sedsalan bi zanetî di nav tarîyê de hîştine! Ronahiya ku xwe davêje şêmîka derîyê vê dîroka balkêş, rengîn û jibîrkirî roj bi roj xurttir û mezintir dibe”.

Lêkolînên ku di nav rûpelên vê pirtûka dîrokê de cîh girtine angorî rêza pirtûkê ev mijarên jêrîn in:

* Pêwendiyên kurd û vîkîngan
* Enînivîsa mîrekî Wanê
* Silîva. Bajarê ku heft car xerab  bûye, heft car ava bûye
* 300 Saliya koçkirina Ehmedê Xanî
* Hevkeşfkirina kurdan û amerîkayîyan
* Hemalên kurd li Îstenbolê
* Zaro Axa (1774-1934)
* General Şerîf Paşa li Stockholmê (1898-1908)
* Serpêhatiya tabloyeke “xweveşartî”
* Kurdên Ewrûpayê
* Pêncî saliya KSSEyê (1956)
* Kurdên Anadoliya Navîn
* Begum Nusret Butto. Xanimeke xanimên kurd
* Amazoneke kurd: Hulya Avşar
* Fîlmê pêşîn li ser kurdan: Zerê (1926)
* Dapîra Bob Dylan ji cihuyên Kurdistanê ye
* Kambaxa vê sirgûnê! D i folklora kurdî de stranên xeribiyê
* Berfekurdên Orhan Pamuk
* Stranên Dîrokî

Têbinî: Xwendevanên ku dixwazin vê pirtûkê bistînin, dikarin jê vê adrêsa jêrîn bi dest bixin:

Weşanxaneya Aran
Horisontvägen 97
128 34 Skarpnäck
Stockholm / Sweden