Rezoyê Osê
1950 - 2010

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 



Dîk-Dîko

Libhinarê

Sengê û Pengê

Bavê Hepûn

Finda Semal

 

 

 

 

 

 

 

Kurtenasnameya Rezoyê Osê

Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye . Roja 10.10.1950 li gundê Deksûrî /Cizîrê -parêzgeha Hisiça,herêma Qamislo / hatiye jiyanê. Xwendina xwe ya seretayî, li gundê Tenûrî / gundê sînordasê Deksûrî / kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamislo bi dest xistine. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye / wilo jî di malperan de /, ji wan: Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.


Ji havîna sala 1970 de dest bi nivîsandinê kiriye . Gelek gotar û lêkolîn belav kirine . Wilo jî ,helbest / kevesop û nûjen / nivîsiye,sano di kovaran de belav kirine,folklor daye hev û belav kiriye,kurteçîrok nivîsîne,çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko ; Libhinarê ;Bavê Hepûn;Sengê û Pengê ; Finda Semal çap kirine /Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr.M.Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêskêskirina herdu navan
hatine çapkirin/.Bi kurtî:


1. 1972 - 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara "Soresgêr", ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.


2.Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn,ko sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin / Dîwana S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike , bi zimanê Elemanî /.


3. 1977 kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd / yên zanîngehê / re vekiriye.


4. 1977 Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurdî" / dameznerên vê hevbendê : Bavê Nazê ; Dr.M.E.Najarî ; Dr.S.Mulla û Rezo bûn / ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk / bi zimanê Erebî ,çi wergerandin,çi jî afirandin/ dane wesandin.


5. 1978 – 1980 Bûye endamê " komîta amadekar " bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanênKurd li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.


6. 1980 – 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr ", li
Sûriya, kiriye.

7. 1982 – 1984 Bi Bilûrvan re serkêsiya fêrbûna "Kursên zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.


8. 1983 – 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr",bi Bilûrvan
re / weku damezrêner / , pasê bi Dilovan û hin rewsenbîrên din re kiriye.


9. 1993 - … Endamê komîta berpirsiyar e di kovara "Pirs" de.


10. 2002 - … Endam û yek ji damezrênerên " Komîta xelata Cegerxwîn" e.


11. 2003 - … Bûye endamê komîta sêwirdarên kovara "Pêl" ko li Elmaniya der tê.Vê salê jî bûye endamê "PENa" Kurd.


12. 2003 – Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê,bûye.Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêskês kiriye.


13. 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û besdarî kiriye.


14. 2005 – Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû,ko di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.


15. 2005 – Vexwendiyê festîvala rewsenbîrî ya yekemîn li Duhokê bû , da lîkolînekê li ser " hevoksaziya Kurdî " . pêskês bike . Lê ji ber sedemên rewsa navwelatî / di navbera Sûriya û Îraqê de/ nikarîbû amade bibe,tenha lêkolîna xwe rê kir.


16. 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewsenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.


17.2008 – Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.


18.2008 – wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.

 

 

 

 

Rezoyê Osê, Arjen Arî, Konê Reþ

 

Nav û Naveroka Pirtûkan

 

Di destpêka miha êlûna sala 2005 an de, pênc pirtûkên çîrokên zarokan,li Sûriyê,bi rêdaneke fermî / çapkirin û belavkirin / di bin sernavê " Çîrokên Kurdî gelêrî yên zarokan " bi zimanê Kurdî û Erebî,hatine çapkirin.

 

1. Dîk-Dîko / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike / Çapa yekê sala 1991/:
a. Rovî – beranê kovî .
b. Kerê pistkurmî .
c. Kêça kezîkur .
d. Dîk-Dîko .

2. Libhinarê / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike/Çapa yekê sala 1991/:
a. Destbiratiya Rovî û Melê .
b. Libhinarê .
c. Gurê tirsonek .
d. Pîrê û Rovî .

3.Bavê Hepûn / Çapa yekê / :
a. Bavê Hepûn .
b. Hirçê û Mihemedoko .
c. Kero hevsarzero .
d. Kêza Kêzxatûn .

4. Sengê û Pengê /Çapa yekê / :
a. Sengê û Pengê .
b. Gurê har .
c. Keçên Pîrê .
d. Beq û Tûpisk .

5. Finda Semal / Çapa yekê / :
a. Finda Semal .
b. Gavan û Gur .
c. Mih û Gur .
d. Fatika Gavan .

Ev çîrokên zarokan yên gelêrî danehev û wergerandin im.Li ser qapê hundir jî, ev informasiyon hatine nivîsîn :

Qap û wêne : Hunermend endizyar , Necah Osman .
Deqên Kurdî : A.Ossi / Rezo / .
Deqên Erebî : M. Najarî .
Lêvegera deqên Erebî : Sêx Tawfîq El-Huseynî .

" Dar All-Hassad "
Sam , Sûrîya 2005
Hêjayî gotinê ye,ko rêdana çapê ,bo pirtûkên 1;2 û 3 sala 1991 hatibû wergirtin, lê bo hin sedeman , di dema xwe de,nehatin çapkirin,da nû îsal roniyê bibînin.Bo vê yekê hin cudahî di navbera deqên Erebî / wergerandina sala 1991 ê / û yên Kurdî / sererastkirin , pistî bidestxistiona hin formên nû ji çîrokan / de têne pelandin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rezoyê Osê
(Ebdulrezaqê  Osê: 1950 - 2010)

 


 Nivîskar û rewþenbîrekî Kurd î resen bû. Navê  wî  Ebdulrezaqê  Eliyê  Îsayê  Osê  ye. Roja 10.10.1950  li gundê Dekþûrî, herêma Qamiþlo, hatiye  jiyanê. Xwendina xwe, ya seretayî li gundê Tenûrî/ gundê sînordaþê Dekþûrî/ kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamiþlo bi dest xistiye. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û  Rezoyê Osê di gelek kovar û  rojnaman de nivîsiye, wilo jî di malperan de,  ji  wan: Stêr;  Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.. Ji havîna sala  1970  de dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek gotar û lêkolîn  belav  kirine. Wilo jî, helbest, keveþop  û nûjen, nivîsiye, þano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê; Bavê Hepûn; Þengê û Pengê; Finda Þemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêþkêþkirina herdu navan hatine çapkirin.

Ji keda Mamoste Rezoyê Osê:
 1 - 1972 - 1974  Endamê  komîta  berpirsiyariya  kovara "Þoreþgêr", ku li bajarê Berlîna Rojava derdiçû, maye.
2 - Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn, ku sê pirtûk  li  Berlîna  Rojava  çap  kirin: Dîwana  S. Hêzanî, bi Kurdî. Helperkên  Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber  hebûna  xwe de dike, bi zimanê Elemanî.
3 - 1977, kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd, yên zanîngehê re vekiriye.
4 - 1977, Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa  bo wêjeya Kurdî"  dameznerên vê hevbendê: Bavê Nazê; Dr. M. E. Najarî; Dr. S. Mulla û Rezo bûn, ku li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk, bi zimanê Erebî, çi wergerandin, çi jî afirandin/ dane weþandin.
5 - 1978, 1980 Bûye endamê "komîta amadekar" bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanên Kurd li Ewropa, ku di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
6 - 1980, 1981 Berpirsiyariya belavoka "Ronakbîr",li Sûriya, kiriye.
7 - 1982, 1984  Bi Bilûrvan re serkêþiya fêrbûna "Kursênzimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.
8 - 1983, 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr", bi Bilûrvan re, weku damezrêner, paþê  bi  Dilovan û hin rewþenbîrên din re kiriye.
9 -  1993   Endamê  komîta  berpirsiyar  e  di kovara "Pirs" de.
10 - 2002, Endam û yek ji damezrênerên Komîta xelata Cegerxwîn e.
11 - 2003, Bûye endamê komîta þêwirdarên kovara"Pêl" ko li Elmaniya der tê. Vê salê jî bûye endamê PEN a Kurd.
12 - 2003, Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê, bûye. Li wir "Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêþkêþ kiriye.
13 - 2004, Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û beþdarî kiriye.
14 - 2005, Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû, ku di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
15 - 2005, Vexwendiyê festîvala rewþenbîrî ya yekemîn li  Duhokê  bû, da lîkolînekê  li ser "hevoksaziya Kurdî". pêþkêþ bike. Lê ji ber sedemên rewþa navwelatî, di navbera Sûriya û Îraqê de, nikarîbû amade bibe, tenha lêkolîna xwe rê kir.
16 - 2006, Endam û çalakdarê festîvala rewþenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.
17 -  2008, Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.
18 -  2008, wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.
Ji bil ku gelek distnivîsên wî yên cur bi cur hene, amade ne ji çapê re.
Not: Di êvara înê roja 04/03/2010, saet 9ê þevê de, Yezdanê mezin, piþtî nexweþiyek dirêj emanetê xwe ji  nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezoyê Osê stand. Roja Înê, 05/03/2010, piþtî limêja nîvro, bi beþdarbûna cemawerekî mezin darbesta wî, ji Qamiþlo, ber bi gundê wî Dekþûrîyê ve û ew lê hat veþartin.

Silavek Wefadarî Ji Giyanê Rezoyê Osê Re
Konê Reþ
Li azmanê bilind îro, þevên tarî hejar im ez
Stêra min xuya nake, nema ron û zelal im ez



Rezoyê Osê
Wek ku diyar e berî salekê, di rojek mîna îro de(04.03.2011), mamostayê ziman û peyva Kurdî a resen Rezoyê Osê ji nav me barkir. Bi koçkirina wî re valahiyek berz di qada rewþenbîriya Kurdî de hat dîtin.. Rehmetî ji kesên pêþî bû di gel Zagrosê Haco ku korsên zimanê Kurdî di destpêka salên 1980 î de ji xortên Cizîrê re vekirin û bi dehan xort û keç fêrî zimanê dê kirin.. Hem jî bi nivîsandinên xwe yên bi zimanê Kurdî, bi karê xwe yê rojnamevanî û her wiha bi çalakiyên xwe yên rewþenbîrî û têvel xwedî cih û naskirî bû.. Ji bil pirtûkên wî yên bi zimanê Kurdî çapkirî û yên ku amade ne ji çapê re.
.
Di vê bîranîna diltezîn de mirov nikare wî bibîr neyne, serdana gora wî neke û gurzek kulîlk li ber serê wî daneyne.. Sebaretî min, wek dostekî wî yê nêzîk nizanim bi çi gotinan wî bibîr bînim; hema ez ê berê xwe bidim gundê wî Dekþûrî..  Ser gora wî a ku niha çûk û çivîk li ser kêla ber serê wî datînin û ew jî wek min sirûdên þîniyê dibêjin; ji xakê vegeriya xakê.. Ji Dekþûrî vegeriya Dekþûrî.. Ji jiyanê bi tenê bîranîn dimînin.. Erê bi tenê bîranîn dimînin.. Belê xweþ e ku kar û barê mirov di vê jiyana kurt de çandina bîranînên çak û rind be.. Pîþ û sazê mirov di xizmeta welat û welatiyên wî de be.. Mane Kurdan ji mêj ve gotiye: Tu çi tovê di xakê de bireþînî tê berê wî tovî hilînî.. Hem jî gotine: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.. Erê em ê tev li axê vegerin..

Belê, gelkî rind e ku mirov bîranînên çak û bedew li pey xwe bihêle.. Bêguman mamoste Rezoyê Osê jî yek ji wan kesan bû yên ku bîranînên rind li cem me hiþtine.. Çiko wî beþekî mezin ji jiyana xwe diyarî welat û welatiyên xwe kiribû.. Bi gotineke din xwe kiribû weqif ji ziman û rewþenbîriya Kurdî re..

Erê di serê vê biharê de ez gurzek Nêrgiz diyarî canê wî dikim û jêre dibêjim: Na mamoste! Stêra te di asmanê welat de hêjî berz, geþ û bilind xuya dike û gelek li ber ronahiya wê ber xwe dibînin..

Ji Yezdanê mezin bihêvî me ku cihê wî bihiþta rengîn be.

Konê Reþ Qamiþlo, 04.03.2011

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHOR

 

 

 



Foundation For Kurdish Library & Museum