
Melayê Bateyî 
  
  (1689-1755)
Navê Melayê Bateyî yê rastînî ‘Husên’ e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê (cild 6 r. 1113") de hatiye nivîsandin ku navê wî ‘Ehmed" e. Her wisan nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Sêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.
Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê 
  wesanxaneya "Firat"ê ve, di sala 1992’yan de, li Stenbolê 
  hatiye çapandin. Li ser pista wê çapê "Mele Ehmedê 
  Batê" nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê 
  Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) 
  de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, "Hesenul Ertosî" 
  (Hesenê Ertosî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku 
  Bate navê gundê wî û Ertos jî navê esîra 
  wî ye. Ji xwe Bate gundê Ertosiyan e. Nivîskarê “Dîwana 
  Kurmancî” Evdireqîb Yûsiv jî dibêje ku navê 
  wî "Huseyn" e. Dibêje: "Carekê riya min bi 
  herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û 
  bersiv "Huseyn" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê 
  hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e' 
  Dibe ku navê wî "Hesen- Huseyn" be û "Ehmed" 
  jî leqeba wî be. 
  Di helbestên xwe de tenê mexlesa "Batî" bi kar aniye. 
  Lê belê di Mewlûda xwe de “Bate” xebitandiye û 
  bi vê mexlesê wiha dibêje:
Bo cemî'ê muslêmîn û salîhe
  Bo feqîrê "Bate" yê el fatîhe
Ji jînenigariya wî, tenê têzanîn ku ji esîra Ertosî ye. Li gundê Bateyê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Gora wî jî li wir e. Tê gotin ku li bajarê Miksê, di Medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Ji ber vê yekê, her sal du sê mehan li cem hev diman û ev yek ji helbesteke wî jî tê zanîn.
Dibêjin ku sala dawiya temenê xwe, wekî gelek caran, demeke dirêj li cem mîrê Miksê maye û di dawiya werza payizê de, ji bo biçe mala xwe xatir ji Mîr xwestiye û bi rê ketiye. Dema gihîstiye Zozanê Berçelan tê gotin ku berf û bagerê dest pê kiriye û li wir çûye ber rehma Xwedê. Termê wî heta biharê li wir dimîne. Biharê termê wî dibînin ku serê wî li ser kitêbên wî ye û ev helbesta jêrîn di berîka wî de derdikeve.Helbest hinek hesifiye, besa ku hatiye xwendin ev e:
Ji çirya pasiyê pê da
  Melayê Bateyê kanê
  Sefer kêsa bi Miksê da
  Li ser weqtê zivistanê
Zivistanê evî yolê
  Evî beryê evî çolê
  Mijê avête derdolê
  Xwinavê girtî kêstanê
Xwinavê girtî nesrîne
  Cemed çêbû li sewlîne
  Girya me tê ji bo asmîne
  Zerî nayêne seyranê
Zerî tên û diyar nabin
  Cosil tên û sitar nabin
  Çi cindî tên siyar nabin
  Bûye tarî li kolanê
Bûye tarî û zulmate
  Sir û serma ji nû hate
  Yeqîn kanûn eda hate
  Binêrin dax û kovanê
Binêr daxa me êxsîra
  Xezam zer bûn rezê mîra
  Reyhan barî di avê da
  Reyhan barî di eywanê
Perîsan in li hingorê
  Ji Comerza gola jorê
  Mecalêd Berçela borî
  Zerî nayêne seyranê
Melayê Bateyî, hem zanayekî pir mezin bûye û hem jî helbestvanekî sehraza. Bi qasî ku tê zanîn, ev berhemên wî hene:
1 - Mewlûda Pêxember Eleyhî Selat û Weselam
  2 - Bi helbestên hêja xemilandî dîwanek
  3 - Destana Zembîlfiros
Ev helbest ji dîwana wî ye:
Sibh û êvarê seva tarî semala kî yî tu
  Leyletil Qedr û Beratin nûrê mala kî yî tu
  Çîçeka Baxê Êrem soxî bala bejn û 
  bala kî yî tu
  Bo Xwedê key bêje min kanê sepala kî yî tu
  Dêm ketîbe zulf û hasê serhê xala kî yî 
  tu
Dilbera gerden sefîfî da newa dura eden
  Nazik û mewzon letîfî nexlî ya selwa çîmen
  Gul lêbasî gul qiyasî gultenî gul pîrehen
  Ahoya desta Tetarî rehzena aska xeten
  Horiya baxê bihistê çavxezala kî yî tu
Qiblegaha asiqan î sengela ebro zirav
  Hate birca sanisînê sed melaîk çûn silav
  Dax û kovana evînê sotî canê min tevav
  Extera subha seîdî resreyhana ta belav
  Filfila Hindistanî zulf û xala kî yî tu
Ew çi dêm e sahebax e gulsena daril qerar
  Sed hezaran nal û awazê bilbil çar kenar
  Helqe pêda besto hatin eqreb û îlan û mar
  Nêrgîza sehla sepalî asemîna merx û zar
  Leb xemosî mey firosî dêm piyala kî yî tu
Pêncî salî Sahlewendî kevtime çala resed
  Min nizanim çerxî dêm e tê heye birca esed
  Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
  Qelbekî hisk û sefalîn min divêt can tê ebed
  Sah li textî dilberî fikr û xiyala kî yî tu
Sefhe kêsa katibê xeybê ji nûra layezal
  Xaleke wa l gerdenê mislê Berê Res mah û sal
  Sed hezaran rekbe hacî tên tewafa zilf û xal
  Netrek û setriy û îlan dane ber bayê simal
  Layibali çarde xalî çarde sala kî yî tu
Sehkitêbek min divêt behsa muhubet bittemam
  Sed tilism û sêhrê tê da pêk ve Suryanî 
  meqam
  Ebceda isqê me xwend û eql û winda kiro mam
  Horiya baxê bihistê totiya tawus xeram
  Xeyrê Batî padisaha min delala kî yî tu
Melayê Bateyî, di berhemên xwe de, kurmanciyeke gelek têkûz û bêçewtî bi kar aniye. Wisa dixuye ku di dema xwendina medreseyê de, li gelek medreseyan geriyaye û ji gelek seydayên zana û dilovan ders girtine; his û bîra wi jî di cih de bûye. Di helbestên wî de dixuye ku ew li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û welatê xwe û cîhan bas nas kiriye.
Melayê Bateyî sala 1755’an, di temenê 66’an de, koçdawî kiriye û li gundê Bate hate vesartin. .
Çavkanî:
1) Borekeyî (Sefîzade), Sidîq; Mêjûyî Wêjeyî 
  Kurdî, cild 2, r. 418
  2) Kurdo, Prof. Qanat; Tarîxe Edebiyata Kurdî, r. 65, Özge 
  Yayincilik, Anqere 1992
  3) Islam Ansiklopedisi, cild 6, r. 1113, Stenbol
  4) Yûsiv, Evdireqîb; Dîwana Kurmancî, r. 45, 48, 50, 
  53,56, 137 
Not: Ev nivîs ji pirtûka mamosteyê min rehmetî Feqî 
  Huseyn Sagniç a bi navê Dîroka Wêjaya Kurdî hatiye 
  girtin û ji aliyê min ve hatiye analîzkirin