Nameya Destxetî ya Mele Mustafa Barzani

Ji Dr Rehîm-î Qazî re

25.2.1955

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

NAMEYEK MELE MISTEFA BARZANÎ YA BI DESTNIVÎSA WÎ JI REHÎM-Î QAZÎ RE

 

 

 

 

 

 


Bo cenabê Zor Muhterem Rehîm Qazî

Be em tarîxe: 19/II 55

Le paş slamkirdin
û ehwalpirsîn, kaxez-î cenab tan be desti M gehîşt. We her çî fermo tan e hemû M zanî be tewawî û zor memnûn bûm be ehwalpirsîn-î min û zor teşekkur tan dekem. We hal-î min le sayey-î hikûmet-î azîm-î şorewî zor zor baş e û hîç qusûr-î le min ni ye. Le hîç layekewe û le teref sihhet û selametiyewe di kemal û selametî da M. We her weha temennay-î sihhet û selametî-y êwe dekem le hemû weqtek da. Emma bo ewey-î ke fermo tan, feqet di gel cêgayek kaxez-î cenab tan ra nîm ke, nûsîwtane, xwo M şexsen liyaqet-î nesîhet û terbiyet M niye...>> Ew e heqîqet e û hîç ma'na-y tir na det. Ma'lûm e ke, xwo M dezanim ke millet-î kurd û Kurdistan be însaniyet-î xwo yan ewe be hurmet-î min degirin. Ewe ş le rûy-î şerîf-î xwo yan e, ne wek be liyaqet-î min bêt. Emma du bare tekrarî dekem, ke liyaqet-î nesîhet û terbiyem niye çunke heqîqet e û be heqîqet hîç kesek mixalif na bê. Û qissekan-î cenab tan, be lêwekî baş-î ta'bîr dekem ne be xirap. Û bo mesele-y Marksîzm û Lenînîzm tercume bikey min be ziman-î kurdî ew e zor baş e le ewe baştir na bê. Balam ezanim ke le hawale kurdan detwanî ewe-y be ûmde-y xwo-y bigre eger cenab tan bizanî ew şexse xo-y kî ye etûwanî naw-î ew piyawe bo M biniwîse û xwo man mulaqat-î ew piyawe dekeyn eger le îmkan-î ew kese dabê û bitwanê terceme biket be qeder îmkan-î xwo man sex'î dekeyn bo ewe-y ke qibûl bikirêt we fermo tan e jimare-y telefon (D-1-27-73) eme teqdîm dekem bo cenab tan. Û le hemû hewal û birayan-î kurd silam dekem û çaw yan maçî dekem û her hemû hewalan-î Azerbaycan selamî yan teqtîm dekem.

Be îhtiramewe

1955.2.25

Bira Tan

Barzanî Mustefa

[imza]




Tîpguhestin (transkription) ji tîpên erebî ser bi tîpên latînî:
Goran Candan


TÊBÎNÎ/SERINC/JÊRENOT: Belge ya arshiva Dr.Rehiimé Qazii ye u cara yekem di wénnùsa ruwange di salaa 2008 de hatiiye weshandin. Destxetii shexsii Mela Mistefa ye. Hasan Ghazî





MUSTAFA BARZANδNIN KENDI EL YAZISIYLA YAZILMIS BIR MEKTUBU - 25-2-1955

 


Foundation For Kurdish Library & Museum