Mihemed Berzencī

Home  |  Destpźk  |  Ana Sayfa

 

 

Mihemed Berzencī; welatparźz ū evīndarekī zimanź kurdī bū. Ew kurź Mela Sebriyź Berzencī bū, li Qamižlo hatibū dinyayź ū li Žamź, li ber destź Apo Osman Sebrī fźrī xwendin ū nivīsīna zimanź kurdī būbū. Hezkirina wī ji zimanź kurdī re hižtibū ku pirtūkekź bi navź 'Fźrkirina Zimanź Kurdī bź Mamoste' berhev bike. Ev pirtūka wī, yekemīn pirtūka fźrkirina zimanź kurdī ye bź mamoste di nav kurdźn Sūriyź de..
Wek em dizanin, gelek alfabe ji zimanź kurdī re hatine ēap ū belavkirin, wek: Alfabeya Mīr Celadet Bedirxan, Mīr Dr. Kamīran Bedirxan, Osman Sebrī, Ekrem Cemīl Paža ū ēend heval ū vź pažiyź jī gelek alfabeyźn din hatine ēapkirin. Lź ev pirtūka alfabe ū fźrkirinź ya rehmetī Mihemed Berzencī ji hemiyan cuda ye.
Wī ev pirtūka xwe 'Fźrkirina Zimanź Kurdī Bź Mamoste', di bin žźwirdariya Apo Osman Sebrī de berhev kiriye ū di dawiya sala 1978an de, li Beyrūtź, di Hevbena Kawa de, bi alīkariya ū mamoste Rebhan Remezan ū mamoste Salah Bedreddīn ēap kiriye.
(...)
Hingī wī danayek ji wź pirtūka Mihemed Berzencī ya bi navź 'Fźrkirina Zimanź Kurdī Bź Mamoste', diyarī min kir. Mixabin hina ji cem min bir ū venegerand.
Di sala 1981ź de dema ku Mihemed Berzencī li Žamź ēū ber dilovaniya Xwedź, Apo Osman Sebrī ev gotin ji bo kźla ber serź wī nivīsand:
Mihemed Berzencī

''Ev xortź ciwan
Ji dil xwe diwestand ji bona ziman
Gelek xort jź nasīn; gelnasī ēi ye?
Ziman e, ziman e, bź wī gel ni ye..
Mixabin zūka ēū, ji vź dinya han
Jź xwež bin heval ū hogir ū Xudan.

20/12/2593 K

Osman Sebrī 1981''

Konź Rež

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


KURDISH AUTHORS

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum