MEHMED BAYRAK
Vekoler

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 



Nivîskarê kurd Mehmed Bayrak li dadgehên tirk ên sexte/qelp
Kürd yazar Mehmed Bayrak sahte türk mahkemelerinde

 

 

 

 

 

MEHMET BAYRAK

Mehmet Bayrak di navbera 1973-2020 de 32 pirtûk nivîsandin. Gotara wî ya yekem di 23 saliya xwe de (1971), pirtûka wî ya yekem di 25 saliya xwe de (1973) hate weşandin. Şeş pirtûkên wî yên destpêkê li ser helbestvanek pêşverû, bûyerên civakî û serîhildanên Elewî ne. Pirtûkên din jî li ser Kurdistanê, Elewîtiyê û Ermeniyan in. Berhemên Bayrak ev in:

 

1- Tevfik Fikret û Şoreş: Weşanên Tel, 1973/Stenbol

2- Hozan û Nivîskarên Enstîtuyên Gund: Weşanên TÖB-DER, 1978/Enqere

3- Tevgerên Gelêrî û Destanên Hemdem: Weşanên Yorum, 1984/Enqere

4- Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî: Weşanên Yorum, 1985/Enqere

5- Pir Sultan Abdal: Weşanên Yorumê, 1986/Enqere
6- Pêkenokên Gelerî: 1987/Enqere

7- Kilam û Stranên Kurdî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1991

8- Ji Redkirin û Şemartinê Ber Bi Qebûlkirinê – Têkoşîna Nasnameya Kurd (Axaftinên Parastinê û Biryarên Dadgehan: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1992

9- Kurd û Tekoşînên Neteweyî yên Demokrat/Belgeyên Veşartî, Lêkolîn, Nîşe: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1993

10- Belgeyên Kurdolojiyê I: Yên Vekirî-Veşartî/Fermî-Nefermî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1994

11- Bi Çîrokan Vebêjeyên Stranên Gelerî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1996. Ev pirtûk çêtirkirina pirtûka bi navê “Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî” ye ku di sala 1985an de hatiye weşandin.

12- Alawîtî û Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1997

13- Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Demokratîk: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1999

14- Enstîtuyên Gund û Wêjeya Gundî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2000

15- Muzîk, Reqs û Stranên Kurdî I-II-III: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002

16- Di Dema Borî Hetanî Îro – Jinê Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002

17- Bi Gravûran Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002

18- Ji Serdema Navîn heya Serdema Nûjen Elewîtî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2004

19- Belgeyên Kurdolojiyê II: Yên Vekirî-Veşartî/Fermî-Nefermî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2004

20- Di Wêjeya Elewî-Beştaşî de Aşiqên Ermenî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2005

21- Li Torosên Navîn Eşîrên Kurd-ElewîWeşanên Öz-Ge, Enqere/2006

22- Jinê Kurd di Serdema Osmanî de: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2007

23- Plana Islahat a Şarqê: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2009

24- Nivîsên Alawîtî Kurdolojî Turkolojî 1973-2009: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2009

25- Dêrsim-Koçgîrî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2010

26- Rêbazek Siyasî – Komkujiyên Alawiyan: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2011

27- Di Dîroka Kurd û Alawiyan de Xorasan: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2013

28- Dema ku Tabû Hildiweşin: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2014

29- Zarokên Xemgîn ên Erdnîgariya Biêş – Êzidî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2015

30- Li Torosên Navînê Çanda Odeyê û Wêjeya Kurdî: Wêşanên Öz-Ge, Enqere/2015

31– Di Batiniya Kurd de Nivîsên Pîroz: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2016

32- Bi Wêneyan Dîroka Kurd û Kurdistanê: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2019

33– Li Torosên Navîn Elewîtiyê Heqîqetî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2020

BERHEMÊN KU ÖZ-GE WEŞANDIN

Mehmet Bayrak di 1991an de li Enqereyê Weşanxaneya Öz-Ge damezrand. Weşanxaneyê Öz-Geyê ji bilî xebatên Bayrak, di warê Kurdolojiyê de 15 berhem jî weşandiye. Ev berhem jî ev in:

1- Kadrî Cemîlpaşa (Zinar Silopî): Doza Kurdistan

2- Vet. Dr. M. Nurî Dêrsimî: Bîranîna Min Li Ser Têkoşîna Neteweyî ya Kurd

3- Mirzali Çimen: Pirsgirêka Paşvemayînê Bi Rabirdû û Heyanî

4- Dr. Arşak Poladyan: Di Sedsalên VII-X an de Kurd

5- Nivîskarên Cûrbecûr: Li Ser Kurdan Nivîsên Dîrok û Folklorê

6- Dr. Celîlê Celîl: Di Sedsala XIX. de Kurd Di Împaratoriya Osmanî de

7- Martin van Bruniessen: Axa, Şêx û Dewlet / Rêxistina Civakî û Siyasî ya Kurdistanê

8- Prof. Qanadê Kurdo: Dîroka Wêjeya Kurdî

9- Prof. Robert Olson: Çavkaniyên Neteweperestiya Kurd û Serhildana Şêx Seîd (1880-1925)

10- J. Kurdo: Çavkaniyên Çanda Kurd û Dergûşa Şaristaniyê: Kurdistan

11- Malmîsanîj-Mehmûd Lewendî: Rojnamegeriya Kurdî

12- Cemşîd Mar: Destanên Kurdî yên Hemdem (Destanên Koçgirî, Agirî, Dêrsim û Newrozê

13- Prof. M. S. Lazarev: Emperyalîzm û Pirsgirêka Kurd (1917-1923)

14- Prof. Farizov: Ferhenga Tirkî-Kurdî

15- M. Emin Zeki Bey: Meşahirê Kurd û Kurdistan

Mehmet Bayrak pirtûka ku ji bîranînên Kadrî Cemîlpaşa pêk tê, beşek 40 rûpelî bi navê “Nîşe” lê zêde kir.

Bayrak, 40 rûpel not û 60 rûpel wêne jî li pirtûka Nûrî Dêrsimî zêde kir.

Dîsa, wî 135 rûpel agahî û wêne bi îmzeya “Weşanxaneya Öz-Ge” li pirtûka J. Kurdo zêde kir. Sernavên beşên ku lê zêde kirî ev in: Ferhenga Têgînên Şaristaniyên Kurd û Aryayan” û Kilavûza Cîhên Dîrokî Li Kurdistana Tirkiyeyê.

% 90 wêneyên di pirtûkê de ji hêla Bayrak ve hatine zêdekirin. Di bergê paşîn ê pirtûkê de wiha tê gotin: “Ji ber kêmasiya weşanên li ser çand û şaristaniyên Kurd û Kurdistanê, diyar e ku ev xebat dê di warê xwe de valahiyek girîng dagire.”

Nivîskar Mehmet Bayrak beşek piçûk lê girîng li pirtûka “Rojnamegeriya Kurdî ya Malmîsanîj û Mehmûd Lewendî zêde kir. Di vê beşa 9 rûpelî de, katalogek heye. Di vê katalogê de li kitêbxaneyên Tirkiyeyê de bi tîpên Arabî weşanan Kurdan li kuderê ne hate diyar kirin. Ev katalog ji bo lêkolînerên ku dixwazin xwe bigihînin van weşanan bûye alîkariyek girîng.

Bayrak ji bo destana Hozan Emekçî (Feryad û Îsyan) jî wek beşek a ferhengê amade kir. Di vê beşê de li ser 130 navên taybet û têrîmê de sekinî û wan bi kurtasî da diyar kirin.

PÊŞGOTINÊN BAYRAK

Mehmet Bayrak, ji bo dehan pirtûkan pêşgotin jî nivîsand. Hin ji van pirtûkan ev in:

Doza Kurdistan (Kadri Cemîlpaşa), Bîranîna Min Li Ser Têkoşîna Neteweyî ya Kurd

(Nurî Dêrsimî), Ferhenga Tirkî-Kurdî (Prof. Farizov), Meşahirê Kurd û Kurdistan (M. Emin Zeki Bey), Ez Sînoran Naxwazim Birayê Min (Aşiq Temelî) û hwd.

Dîsa, Bayrak ji helbestvanan re cesaret da ku destanan binivîsin û ji bo vê xebatê jî çavkanî peyda kir. Wî di nivîsandina destanên Baba Îshak, Şah Kulu, Kalenderoglu û Pîrî Mehmet de piştgirî da Hozan Tellî. Hozan Telli di berhema xwe ya bi navê “Destanên Kurdî yên Hemdem” de, (ku bi îmzeya “Cemşid Mar” de hatî weşandin) qala Koçgîrî, Dêrsim û Agiriyê kir. Hozan diyar dike ku Mehmet Bayrak ji hêla çavkaniyên dîrokî de destek da ye wî.

Hozan Tellî vê hewldana Mehmet Bayrak wiha tîne ziman:

“Bayrakê hêja, qet ne wek rewşenbîrê bûrjûwa ye. Bi gotinên Cahît Irgat: ”Wî dilê xwe da destê hevalên xwe.”

Karê wî parvekirine. Çavkaniyên ku ji bo nivîsandina destanên Ararat, Agirî û Dêrsimê hewce bûn, Mehmet Bayrak peyda kir.

Wî, ji bo nivîsandina Serhildana Ararat (Adnan Yücel) û Serhildana Şêx Seîd (Yılmaz Odabaşı) çavkaniyên dîrokî peyda kirin. Erdê wî zêde be, birayê min Adnan şûna Serhildana Araratê helbestekê dûr û dirêj nivîsand û qala mijarên giştî a Kurdan kir. Dema ku wisa bû, nivîsandina Destana Araratê ket ser milên min.”

KLAMÊN MEHMET BAYRAK

Mehmet Bayrak li ser muzîka Kurdî gelek kitêb nivîsandin. Wek mînak, li Tirkiye kitêba li ser muzîka Kurdî yekem car wî weşand (1991). Bayrak gelek kilam û stran jî berhev kirin.

Stranên ku ji hêla Mehmet Bayrak ve hatine berhev kirin ji hêla gelek hunermendan ve hatine xwendin û di albumên wan de cih girtine. Hin ji van ev in:

* Kanî Kanî: Şivan Perwer ev strana navdar di albuma xwe ya “Nazê” de got.

* Nurettin Rençber bi navê Stranên Eşqiyatiyê” albumek derxist. Hemû stranên albumê ji pirtûka “Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî” hatine girtin.

Xazanoglu û Kilama Çondo jî ku Musa Eroglu xwendibû, ji pirtûka “Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî” hatiye girtin.

* Bayrak Şîna Koçgîrîyê jî berhev kiriye, ku di albûmê Nilüfer Akbalê de cih girtibû.

 

Firaz Baran, Köln

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum