|   ''Di 
              nav me de ker nîn in! ''  Xortek 
              ji kalemêrek xwedî pêzanîn û tecrube 
              dipirse: - Mamo? Ev dunya alem tev bûn xwedî dewlet, lê 
              çima em kurd ji vê man bêpar?
 Kalemêr bersivê dide û dibêje:
 - Di nav me de ker nîn in!
 Xort ji bersiva kalemêrî fêm na ke û dipirse:
 - Çawa?
 Kalemêr bersivê dide:
 - Em kurd tev þêr in. Du sêr na yên ber 
              hev. Gava þêr têne ber hev, dikin qajînî 
              û dev diavêjin hevdu. Kurdê me ji cinsê 
              van þêran ýn.
   "Ma di her çiniyo !" Yo 
              kurdî ciwon wehar tecrubê yew pîr ra pers keno:- Apo, qey her kes wehar dewlet beno û tena ma kirdon în 
              nîmet ra hema zî mehrûm iyo?
 Apo vano:
 - Ma di her çiniyo ay ra.
 Ciwon cewab yi fam nî keyn honc pers keno:
 - Senî?
 Apo vano:
 - Ma kirdon wehar tebîetê þîr iyo. . Du 
              þîr ni yên pî ser. Wextêk yin biyêrî 
              hêt yewbîn, miheqqaq yin ra yo, erziyên serî 
              êy bîn û xebitiyênî yewbîn gaz 
              bikirî. Ma kirdon neseb ino þîron ra wo.
 "Bizde 
              eþþek yok!"
 Bir 
              Kürd delikanlisi, tecrübe sahibi yasli bir Kürdden 
              sorar:- Amca, neden her kes devlet sahibi oluyor da biz Kürdler bu 
              nimetten hala yoksun durumdayiz?
 Yasli Kürd:
 - Çünkü bizde essek yok ta ondan!
 Cevabi anlamayan genç yine sorar:
 - Nasil?
 Yasli Kürd:
 - Tüm biz Kürdler aslan huyuna sahibiz. Iki aslan öyle 
              kolay kolay yanyana durmaz. Yanyana geldiklerinde, biri mutlaka 
              digerinin üzerine atilir ve biribirini dislemeye çalisirlar. 
              Iste biz Kürdler bu aslan soyundaniz.
   ::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::     Dînejîr 
               (Dînê Jîr) 
 Rojek 
              li Farqînê konvoya fermî (resmî) 
              ya waliyê tirkan, tê ser riya navendî ya li ser 
              bajarê Farqînê, ku here nav bajêr. Ji niskê 
              ve dînê nav Farqînê, Wedoyê Dîn 
              derdikeve ber konvoyê û riya konvoyê dibire. - Hop-hop!
 Esker û polîsên tirk dikin yekser li Wedoyê 
              Dîn bixin, waliyê tirk na hêle û dibêje 
              'bipirsin ku çi dixwaze!' Gava ji Wedoyê Dîn 
              dipirsin:
 - 
              Tu çi dixwazî?
 Wedo:
 - Pasaporta we dixwazim.
 - Pasaport? Çima?
 Wedo:
 - Ev der Kurdistan e. Welatek din e. Loma. Heger hûn pasaporta 
              xwe nîsanî min ne din, ez na hêlim, ku hûn 
              ji vir derbasê nav Farqînê bibin!
    "Min 
              bibin ber garaja Yildiz'ê" 
 Rojek 
              li Diyarbekrê, çar diz diçin ber Mizgefta Mazin 
              û ji yekê aware û belengaz re, ku ji Farqînê 
              hatiye, dibêjin: - Ca were em hinek pere bidine te. Lê belê 
              divê, ku tu ta ber êvarê xwe di nav tabûtek 
              de razînî! Belengazê 
              ji Farqînê dibêje 'baþ e' û ev her 
              çar dizên ji Diyarbekrê wî diêxin 
              di nav tabûtekî de û ji ser papûrê 
              ve, ber bi goristanê dibin. Mirovên xêrxwaz jî, 
              yek bi yek dikevin binê tabûtê û dixwazin 
              ji xwe re xêr qezenc bikin. Lê ev her çar diz 
              jî dikevin bêrîka van hemû xêrxwazan 
              û seet, cuzdan û pereyên wan didizin.  Piþtî 
              ku diz têrî xwe pere ji xelkê didizin, yek bi 
              yek ji binê tabûtê derdikevin û diçin. 
              Piþtî demek dirêj, xelkê li bin tabûtê 
              dibêjin: - Yabo xwediyê vî miriyê kî 
              ye gelo? Ev çar saet in, ku tabût li ser van papûran 
              diçe û tê! Gelo em vê tabûtê 
              bibin ku derê?  Hingê yê farqînî serê 
              xwe ji tabûtê derdixe der û dibêje: - Ji kerema xwe re min bibin ber garaja Yildizê! 
              Ez ê herim Farqînê. Xêrxwaz ji tirsan tabûtê diavêjin 
              erdê û her yek bi hêlek ve direvin.
 ____________Papûr: 
              asfaltlý otoyol, cadde, karayol,
   Îbo 
              Pizzik  
 Zemanek 
              li Amedê kurdek bejinkin dijiya. Navê wî Îbram 
              bû. Bejna Îbram ji dayikbûnê de pir kurt 
              bû. Gava Îbram bû xort û ji xwe re jinek 
              hanî, hîna jî bejna wî, ew bejna kêm 
              û kurt bû. Îbram li civatê, ji ber vê 
              kêmasiyê pir dihat êþandin. Hema her kesê 
              ku dihat pêþiya wî, qerf û henekan pê 
              dikirin û dilê wî dêþandin.  Îbram 
              di fabrîkê de dixebitî. Cir û rawiþtek 
              wisan li ser Îbram peyda bûbû, ku êdî 
              Îbram ne slav didan kesî û ne jî ji kesî 
              slavan werdigirt. Yên pir dixwastin ku slavek lê bikin, 
              nêzîkî wî dibûn, jê re slav 
              digotin, lê dîsan jî wî bersiva slavên 
              kesî ne divegerand.  Îbram 
              pir peyayek bi hêrs bû. Di nav civatê de kêm 
              dipeyivî, yan jî hîç ne dipeyivî. 
              Pir gran bû. Civata wî ew guherîbû û 
              kiribû mirovek wisan bêdeng û bêpergal. Lê 
              belê Îbram dizanibû, ku çawa tola xwe vede. 
              Gava dest bi karê fabrîkê kiribû, rêvebiriya 
              kemalîst a fabrîkê, postêra (wêneya) 
              Kemal Paþa'yî li her karkerek belav kiribû. Piraniya 
              karkerên li fabrîkê ji Kemal Paþa'yî 
              hez ne dikirin û wêneya Paþê ne biribûn 
              malê. Lê Îbram wêne hanîbû malê 
              û hem jî wêne bi çarçive kiribû. 
              Wêneya Kemal Paþê li herî jor a odeya xwe 
              bi darve kiribû.  Her 
              serê sibehî gava Îbram diçû kar, 
              dihat li pêþ wêneya Kemal Paþê radiwestiya 
              û bi sermestî slavek leþkerî dida wêneya 
              Paþê û bi awayek fermî (resmî) û 
              bi tirkî digot 'Paþayê min! Va ye ez diçim 
              ser kar! Bi xatirê te!' Êvarê dema ku 
              ji kar jî dihat malê, dîsan diçû 
              ber wêneya Kemal Paþê û bi wî sermestiya 
              xwe ya fermî, dîsan digote wî 'Paþayê 
              min, va ye ez ji kar vegeriyam û hatim malê! Ez amadeyê 
              ber fermana te me!' Vêca, 
              pir ji wan kesên ku ji ber laþbiçûkiya 
              Îbram zexta psîkolojîkî yan fîzîkî 
              li ser wî dikirin, ji ber xezeba Îbram êdî 
              weke her car ne difilitîn. Kî peyvek neþêrîn 
              û kirêt ji Îbram re gotiba, Îbram dihat 
              malê, radihiþt wêneya Kemal Paþayî 
              li erdê dixist çarçiva wêneyê diþikand. 
              Paþê jî zû berê xwe dida qereqolê 
              û giliya wî kesê ku jê re gotinek neþêrîn 
              û xerab kiribû, dikir. Ji qereqolê re digot filan 
              kes 'êriþsî ser mala min kiriye û 
              wêneya Atatirk'î ya li mala min li erdê xistiye 
              û þikandiye.' Polîsên tirk dihatin 
              mala wî mirovî û ew dibirin qereqolê têra 
              dilê Îbram jî lêdixistin, tola çarçiva 
              þikandî ya Atatirk û tola Îbram tev de jê 
              digirtin. Piþtî 
              ku Îbram hay jê dibû, ku va ye ew kesê ku 
              tahda wî kiriye, li qereqolê kutanek baþ xwariye, 
              hingê derdiket ser xênî û wisan bang dikir 
              'Ez Îbo Pizzik im! Min mehelleya Elî Pashayê 
              buhust buhust pîvaye. Kî mêr e bila were bela 
              xwe bi min bide! Yên bela xwe bi min bidin, dawiya wan qereqol 
              e!' Ma 
              ne baþtir bû, ew kesên ku li Îbram didan, 
              ji serî de tiþtek wisan ne kiribana?     Tiredîn 
 Civata 
              kurd 
              xwedî pir hêjayî û payeberziyan e. Di civata 
              me de mirovên welê dilsoz hene, ku em bi serbilindî 
              dikarin bibêjin, ne bûye para gel û milletên 
              dinê.  Her wisan jî 
              wek di her civatek de peyda dibe, li civata me kurdan jî yên 
              nezan, xwenezan, dîn û tiredîn hene.  Xwezî 
              civata me tev ji jîr û zaneyan pêk hatiba. Lê 
              mixabin ku ev hîç na be. Ji ber sedemên mêjûyî, 
              civakî û çandî, rê ji vê re 
              nîn e.  Carek 
              ji xwe re bifikirin, ku PIRANIYA KURDAN BI ZIMANÊ 
              DAYKÊ PERWERDE NE BÛNE. Ji ber belaya dagîrkeriyê 
              û bêmafiyên din, kurdên ku hîç 
              bi zimanek din jî perwerde ne dîne, zahf in. Wek dostek 
              min ê hêja carek got: nîvê sêniyê 
              Kurdistanê (her çar perçe jî) ji hêla 
              dagîrkeran ve hatiye bisaftin. Nîvê nêvî 
              jî, ji ber bar û doxê rojane helak bûne. 
              Ma çi? Ew nîvê nêviyê din maye. Ew 
              ê ku ji Kurdistanê re dibin ev besê han ê 
              biçûk tenê ye.  Di 
              gelek waran de, gotina dostê min pir li cih e. Civata me ji 
              gelek hêlan ve hatiye ruxandin. Rûmeta mazin 
              serbestiya ax û sêniyê welêt e, 
              lê belê li nik piraniya endamên civata me, mixabin 
              ku rûmet tistek din e. Hemû xerabî jî, ji 
              ber vê nezaniya mazin têt serê me.  Dilovaniya 
              Xwedê li ser be, gorbihust Bedîuzzeman Seîdê 
              Nûrsî li ser me kurdan welê gotiye; 'serbestiya 
              we NÎV SERBESTÎ YE. Wek serbestiya ajel û sewalên 
              li serê çiyê.. Sewal jî wek we xwedî 
              serbestiya bihndan û bihnstandinê ne. Ev ne serbestiya 
              rast û têkuz e. '  Em werin ser 
              babeta çîrokê neha. Di nav gelî de tiredîn 
              ji wan kesan re dibêjin, ku tistek dike yan jî tistek 
              dibêje, ku ev ne yê kirin û ne jî yê 
              gotinê ye.  Li 
              Amedê kurdek bi navê Hûto hebû, 
              ku nav û dengê wî pir belav bûbû. 
              Lê bi xerabî.. Hûto ji bêçaretiyê 
              bûbû diz, diket malan û dikanan, pere û 
              hûr mûrên xelkê didizîn. Hûto 
              wisan dizek xurt bû, ku gava biketa malek, dikanek, wî 
              misoger tistek ji xwe re hildida û dibir û kes jî 
              ni karibû pêsî lê bigire, ji lew re Hûto 
              xwedî lasek gran û dest û lepên wî 
              mazin bûn.  Rojek sahiya 
              dawetekê amade dibe û xwediyê sahiyê ji 
              ber mêraniya Hûto, ew dike berpirsê ewletiya vê 
              sahiyê. Li ser vê yekê, kî dihat dawetê 
              ji ber qedexebûna teqandina debançeyan, (ji ber ku 
              serdema 12'yê îlonê sala 1980'iyê bû), 
              mêvan gerek yan debançe bi xwe re ne hanîbûna 
              nav sahiyê, yan jî heger debançe bi wan re hebûya, 
              gerek ew ji bo çend saetek wek emanet li nik Hûto'yî 
              histibana!  Sahî 
              hê tam ne çûbû serî, xelk teq û 
              reqek bihîst. Di navbera Hûto û mêvanek 
              xwedî debançe de, pevçûnek mazin dest 
              pê kir. Sedem jî gava Hûto debançeyên 
              her mêvanekî li wan divegerîne, ji debançeyek 
              belçîkî yê qevzspî pir hez dike û 
              na xwaze, ku wî debançê li xwedî vegerîne! 
              Ji ber pevçûna Hûto û xwedî debançê, 
              sahiya dawetê xirab bû. Polîs hatin nav sahiyê. 
              Hûto ku her roj û du roj di nav destê polîsan 
              de ye, qet ji van polîsan na tirse. Bi carekê li serê 
              banî diyar dibe. Debançeyê belcîkî 
              yê qevzspî radike hewa, li ber polîsan sarjorek 
              14 derb li ser hev, li hewa vala dike û nîv tirkî 
              û nîv kurdî weha diqîre: 'Ez 
              hûto! Hutê binê behra! Deryalarin deryasî, 
              ruyalarin gerçegî Hutê binê behra ulan! 
              Warmî yan baxan?' / Ez Hutê binê 
              behra me. Hutê deryayê mazin û rastiya xewna me. 
              Kî ye ew ê ku li hevberî min dikare rabe?  Her 
              çend ku serdema dîktatoriya leskeriya 12'yê îlonê 
              bû, dîsan polîsên tirk di xwe de wî 
              nebeziyê na bînin, ku li hevberî Hûto derkevin. 
              Gava Hûto bi çavsorî wisan li ser banî 
              gulle berdide bi hewa de, polîs destê xwe didin ser 
              kumên xwe û ji hewsa malê direvin û derdikevin 
              bi derve de û dibêjin: 'Ulan bu Huto be! 
              Delidir, sakasi-makasi yoktur, adami kalbinden deler vallahî. 
              Çabuk disariya!' / Ev Hûto ye 
              kuro! Dîn e û henek-menekan na ke, gulle li ser dilê 
              mirovî diteqîne welleh. Zû birevin ji xwe re! 
               Jinên 
              malê, dost û hevalên xwedî sahiyê 
              derketin ser xênî û Hûto hanîn xwarê 
              ku wî as bikin. Xwedî debançê jî 
              dest ji debançeya xwe diso û ji ber tirsa Hûto 
              û polîsan ji wir diçe. Lê Hûto çav 
              bi merivekî xwedî wî debançê qevzspî 
              dikeve û her du destê xwe dike qirika mêrikî 
              û hindik dimîne ku mêrikê reben bifetisîne 
              û bikuje. Tevayê mermalan, nêzîkê 
              20 peya û 20 jin bi her du destên Hûto digrin, 
              na hêlin, ku Hûto mêrik tam bifetisîne û 
              bikuje. Lê bêkêr e. Pistî 10-15 derbên 
              bi misîna kurmancî ya ji miz (bakir) û ya pir 
              gran, hîna nû serê Hûto diskê, xwîn 
              jê tê. Lê dîsan jî mêrikê 
              reben ji nav destê wî ne hatibû rizgarkirin. Xortekî 
              bi hêz û pir xurt ji destê jinikê misîna 
              miz digre û bi pahniya misînê û ji jor ve 
              çend derbên gran li nav serê Hûto'yî 
              dixe, hingê Hûto jî piçek sist û 
              sewsî dibe û serê wî piçek li dora 
              wî digere û nû hîna dest ji qirika mêrikê 
              reben berdide û xwe ji nav xelkê derbas dike, ji nav 
              destê wan disimite, derdikeve diçe.  Sahî 
              tev belav bû xwediyê sahiyê dilsikestî û 
              xemgîn li hev rûnistin. Apê zavê jî, 
              ku bavê bûkê ye, hat li nav civatê rûnist. 
              Ji ber kurtbûna bejna wî û ji ber cira wî 
              ya pir bi hêrs, jê re digotin Îbo Pizzik. 
              Ew jî bi pesindayinê pir navdar bû. Gava ji yekî 
              biêsiya, bi dengek bilind digot 'Ez Îbrahîm. 
              Min Taxa Elî Pasa'yê buhust buhust pîva ye. Bila 
              kes ne yê pêsiya min!' Lê xwediyê 
              van gotinên mazin, ne wek Hûto xwedî lasek mazin 
              û bi dest û lepên gran bû. Gava mirov lihêf 
              li ser wî ew razayî didît, mirov digot qey zarokek 
              10-12 salî ye, ku di binê lihêfê de raketî 
              ye, ne Îbrahîm e. Lê camêr pir ji kirina 
              peyv û gotinên mazin hez dikir.  Hat li civata 
              dilsikestî û xembar rûnist. Wek adetî (usûl) 
              ye, her peya, jinên sere û xort û qîz ên 
              li civatê, bi rêz û slav û bi dorê 
              xêrhatina wî kirin.  Îbo 
              Pizzik gotina xwe ya herî pêsî li ser Hûto 
              kir û wisan got: 'Mixabin ku merivê me ye. Heger 
              ne merivê me bûya, min ê dest û lingê 
              wî girê bida û bi çoyan têr lêxista, 
              ta ku bi xwe de dimîst!!'  Li 
              ser vê gotinê, pêsî yên xort ni karibûn 
              xwe bigrin û pixxînî bi wan ket û kirin 
              ken, ta ku zikê wan biqete keniyan. Pasê jî mêr 
              keniyan û jin jî di pey re.  Vêca 
              di civatê de jinek kurd a xwedî pêzanîna 
              axaftina li nav civata mêran, berê xwe da Îbo 
              Pizzik'î û gote wî, 'Îbram, Xwedê 
              jê raziyo! Va ye ev 20 peya û 20 jin, ev çend 
              kes ni karin Hûto bigrin, î car tu wê bi vî 
              lasê xwe yê biçûk çawa wî 
              berbend bikî? Welleh ji yên wekî te re dibêjin: 
              tiredîn!'
 C A H S   Tu çi bikî ji cehsê kera ra?ji zêr afir,
 di nîvê kesra da,
 mualim be bo wî Felatûn,
 saqî be bo wî Îbn-î Sîna,
 sûna êm de bidî wî,
 lewz û xurme,
 tu av bidî wî,
 ji zembuyê heyatê,
 bawer ne ke ku sahibê huner be
 EW ê dîsa wekî bavê xwe ker be
 dema tu wî berdî ji axûrê:
 tu huner jê na yê ji xeynê zirrînê
 SÊX 
              SERÎF (Generalê Sêx Seîd)       
 MIRÎ 
              RABÛN     
 Xalo 
              - Xalo! Ma  pir maye ji Diyarbekr'ê re? Li ser riya 
              Slîva kamyonek ber bi Amedê ve dihere. Rêwîyekî 
              li kenarê rê destê xwe dirake û kamyon wî 
              digre û dîsan bi rê dikeve. Li ser kamyonê 
              tabûtek heye û qepaxa wê jî vekirî 
              ye. Ji ber ku dem zivistan e û hewa sar û bahoz e, rêwî 
              xwe dike di nava tabûtê de û qapaxê jî 
              li ser xwe digre. Pishtî 
              chend kîlometreyan, rêwîyek din dest bilind dike 
              û li kamyonê suwar dibe. Kamyon bi rê dikeve. 
              Pishtî chend kêliyek, rêwiyë di nav tabûtê 
              de veazelandî, qapaxa tabûtê diveke û ji 
              rêwîyê nûhatî dipirse: -  Xalo - Xalo 
              ma ji Diyarbekr'ê re pir maye? Li ser gotina rêwîyê di nav tabûtê 
              de, rêwîyê nûsûwarbûyî 
              dibêje "mirî rabûn" û ji tirsan 
              xwe ji kamyonê diavêje xwarê û dimire.  Pashê rêwî û shofêr vî rebenî 
              dikin di nav tabûta vala de û wî dibin Amedê.     ******************************************   Mele Pak-î Le Hewlêr 
               Meleyek le Hewlêr hebûwa, ke naw-î Mele Pak bûwe. 
              Em meleye ciwane, be xwandin-î waaz û sîret-î 
              xwo-y le ser pakî û xawênî nasraw bûwe.
 Mele Pak, hîç ne razî bûwe, ke le pintî 
              û negbetî-y ke xelk le edebxane-y mizgewteke dekirdin.             Mele temase dekird, ku her roj, le ber ku hîç kesêk 
              [hasha le huzûr] le abdestxane-y mizgewteke gû-y xwo 
              tam le ser kun-î abdestxane ne dikird û gû be 
              ser abdestxane dikewt. Ew kat îs bonek pîs le ser tewaw-î 
              mizgewteke bilaw debû.  Roj-î hîn-î dahatû, mijar-î xutbe-y 
              ew roje, her le ser heman babet bû dîsan: Mele be dengekî bilind wût:
 - "Ey musulmanekaaan! Kaaafirekan, le Bahr-î Ehmerewe 
              sarox le Bexa dedin, hedef debênê, balam êwe ke 
              le ser ban-î edebxane qûn tan dadinên, hedef na 
              bênê...! Ewe çon debê?"  ***********************************  Kurmanciya vê çîrokê:  Mele Pakê Li Hewlêr'ê             Meleyek li Hewlêrê hebûye, ku navê wî 
              Mele Pak bûye. Ev meleyê ciwan, bi xwandina xwe ya waaz û sîretên 
              li ser pakî û xawêniyê dihate naskirinê.
 Mele Pak, hîç ne razî bû, ku ji pintîtî 
              û negbetiya, ku xelk li edebxaneya mizgeftê dikir.  Mele temase dikir, ku her roj, ji ber ku hîç kesek 
              [hasa ji huzûr] li abdestxaneya mizgeftê gûyê 
              xwe tam li ser kuna avdestxanê ne dikir û gû bi 
              ser kevirê avdestxanê ve diket. Hingê, bihnek 
              pîs bi ser temamê mizgeftê diket.  Roja îna li pêsiyê, mijara xutbeyê, her 
              li ser heman babetê bû:  Mele bi dengekî bilind got:  - "Gelî musulmanan! Kaaafir, ji Bahra Sor fuze li Bexdadê 
              dixin, ev fuze hedefa xwe dibîne, lêbelê hûn 
              ku li ser kuna edebxanê qûna xwe datînin, dîsan 
              hedef na bînin...! Ev çawan dibe?"  ***********************************  Zazakî/Dimilî-y îno hikyat:  Mele Pakê Hewlêrij  Hewlêr di yow mele estbî, nimê yi zî Mele 
              Pak bî.  Mele Pak semed pakbiyayis waaz û nesîhet dên. Mele Pak, hawar û îsyan kerdên, ke xelk abdestxone 
              di hîç pak-î û usûl nê zanênibî.             Tay merdimon zî sinî abdesxonê û herindê 
              qulê abdestxonê, serî kerron pîs kerdên. 
              În sebeb ra hemi comî ra bûy-ê pîs 
              ûmênî.  Mele Pak vengê xwu kerd berz û vat:  - "Ey bisilmonoon, Kafiiir Behrê Sûr ra fuze erzêno 
              ser Bexdad û fuzeyê yin hedefê xû vînêno, 
              feqet sima qinê xwu nun ser qulê abdestxonê ra 
              û sima nê sken îsabet bikêrû. Îno 
              senî beno?"  ***********************************  Hikayenin türkçesi:  Hewlêr'li Mele Pak  Güney Kürdistan'in baskenti Hewlêr'de Mele Pak 
              adinda bir hoca varmis. Mele Pak bakim ve temizlik üzerine verdigi vaaz ve nasihatlerden 
              dolayi taninirmis.
 Mele Pak, bazilarinin cami tuvaletini bakimsiz ve hoyratca kullanmalarindan 
              isyan edermis.  Cogu kimse tuvalet ihtiyaclarini karsilarken, tuvalet deligi yerine, 
              tuvalet taslarinin üzerine diskilarini birakir, bundan dolayi 
              da tüm cami avlusu ve cevresinden pislik kokarmis.  Gelecek cuma namazi hutbesi yine bu temislik bahsi üzerineymis:             Mele Pak yüksek bir sesle cemaate seslenerek:  - "Ey müslümanlaaar, kafirleeer Kizil Denizden Bagdadi 
              füzeyle vuruyor ve bu füze oradan gelip hic sasmadan hedefini 
              buluyor. Siz ki, kicinizi tuvalet deliginin üzerine koydugunuz 
              halde hedefi bulamiyorsunuz. Bu nasil olur?"  ***********************************  Ker e  Rojekê bav ji lawê xwe yê eraqxwur re neçakî û xirabiya eraqiyê dibêje û lê þîretan dike. Di ser de jî lê dixeyide û jê dipirse:  .- Kurê min! Gava mirov du sîtilan bide ber kerekî, yek ji wan tijî av û ya din jî tijî eraqî bike, ker wê devê xwe di kîjan sîtilê ke û jê vexwe? Lawik bê dudilî gote bavê xwe: - Wê avê vexwe! Bav dîsan jê dipirse: - Çima avê divexwe? Lawik bikurtî dibêje: - Ji ber ku ker e.      ***********************************      ÎMAM SALÎHA 
 
       Meleyê gundekî diviya ku bi çendî mehekê 
              biçûya riyeke dûr. Rûspiyên gund li 
              dora melê dicivin û jê dipirsîn: 'Meleyê me yë hêja! Bi kêmanî dirêjahiya mehekê 
              Tu ji seferê na vegerî. Gelo Tu dibêjî kî 
              dikare li þûna Te ji me re meletiyê bike, li pêþiya 
              me nivêj bike? Wek Tu dizanî ji mizgeftê 
              re meleyekî divêt. Mizgeft nikare bê mele bimîne.' Mele piþtî hinekî kire hizir gote rûspiyan:
 Ew kesê ku li pêþiya we dikare nivêj bike, divê 
              kesekî kamil, arif û salih be. Paþê mele çû 
              riya xwe.
 Piþtî mele çû, rûspiyên gund hemû 
              peyayên gund dan pêþiya xwe û ketin nav gund û, 
              mal bi mal geriyan daku yekî Kamil, Arif û Salih'î bibînin. 
              Li nav hemû malên gund digerin, kesekî bi van 
              navan na peyda nakin. Paþê dikevin nav bîr û 
              hizreke kûr, ku çawa vê gelþê ji xwe re 
              çareser bikin.
 Xortekî gundî pêþniyarekê dike û dibêje 
              rûspiyan:
 - Me li gund kesekî bi navê Kamil yan Arif yan jî 
              Salih peyda nekir. lê belê li gundê me jineke 
              bi navê Salîha heye. Ma em çima wê ji xwe 
              re na kin mele? Wê gavê em ji peyva meleyî 
              xwe yê hêja dernakevin der. Ma ne welê ye?
 Ev Salîha jî jineke bêderpê ya gund bûye. 
              Yeka bê ser û ber.. Ji ber vê yekê rûspî 
              li hevberî pêþniyarê radibin û dengê xwe bilind 
              dikin, lê belê çareyeka din li pêþ wan xuya 
              nake. Li þ ûna bê mele bimînin û bikevin 
              bin barê gunehên mazin, ji ber vê bêgaviyê, 
              meletiya Salîha'yî dipejirînin.
 Rûspî berê xwe didin mala Salîhe'yî. 
              Je re çêl û bahsa rewþê dikin û jê 
              dixwazin ku ew ji bo çenddemekê bibe meleyê gund. 
              Ji ber ku Salîha hemû peyayên gund li pey xwe bazdandiye, 
              ji ber zexta jinên gund, pirr kes li ser Salîha'yî 
              gilîkar û jê nexweþ bûne. Kes newêribûye wisan aþkere pirsa Salîha'yî bikin û 
              herin serdana wê. Salîhe jî yeka þ ît û 
              þiyar bûye. Ji lew re hizra ew qezenc û destkeftên 
              ji meletiyê jê re were, pêþniyara wan di cih de 
              dipejirîne. Ji rûspiyan re dibêje 'êdî 
              hûn herin, ez ê li nivêja nîvroyê 
              li mizgeftê bim.'
 Gava dibe nêzî nîvro, Salîha fîstanek 
              pirr teng li xwe dike ku gloveriyên laþê wê tê 
              de xuya bike û berê xwe dide mizgeftê. Þarekê 
              jî li ser serê xwe dipeêçe û bi xeml û 
              þoxiya xwe dide ser riya mizgeftê. Xwe ji her demê bêhtir 
              dihejîne di vê rêveçûna xwe ya li 
              ser riya mizgeftê. Gava dikeve nav mizgeftê, ku çi 
              bibîne, berî ku mele çûbe, ew mizgefta 
              ku tê de neh-deh kalemêr hebûn, îroj mizgeft dagirtî 
              ye ji hemû sêniyê eyayê gund. Ta ku ji ber nebûna cihî, kesên ji derve li 
              ser çakêtan xwe amadeyê nivêjkirinê 
              jî hebûn.
 Salîha bêyî ku wan bêhtir bide rawestan 
              dest bi nivêjê dike. Çavê her kesî 
              li þ ûna secdeyê, li ser qûna Salîhayê 
              bûye. Salîha yeka xweþbêj bûye. Loma zanibûye 
              bi dengê dilsoj niyazan jî bike. Ji ber vê cemaet 
              dest bi axîn û nalînan dike, hinekî ji wan bi dengê 
              bilind dest bi fîxanê dikin û dibêjin 'þefaat 
              ya resûlellah!', 'Xwedê ez þewitîm ji bo Te! û 
              hwd. Ev rewþ mehekê her wisa berdewam kiriye.
 Piþtî mehekê mele ji riya xwe divegere û têt 
              nav gund. Piþtî xêrhatina melê, jê re dibêjin 
              ku 'me Salîha ji xwe re kir mele.' Paþê jî ji 
              melê dipirsin 'gelo li gor olî (dîn) destûra 
              (îcazeta) Salîhayê hebûye ku meletiyê bike?', 
              'Gelo nivêja wan qebûl bûye yan na?!'
 Mele jî yekê doxînsist ê berê bûye. 
              Ew hem jî dostê dizî yê Salîhayê 
              bûye. Salîhe yeka wisan þellaq û heþerî 
              bûye, ku lingek Salîhê jî li nav qereqola 
              jendirman bûye. Heger mele bibêje 'na qebûl na 
              be!' ew baþ dizane ku ew ê rast li xezeba Salîhayê 
              were, giliya wî li nik jendirman bibe. Heger bibêje 
              'belê dibe', lê vê jî ni kare bibêje 
              ji lew re di îslamiyetê de aþkere xuya ye, ku jin nikarin meletiyê bikin.
 Peyvê di devê xwe de dibe tîne, lê çi 
              bersiveke diyar nikare bide.
 Ew roj serxoþê gund ku di temenê xwe de qet ne diçû 
              mizgeftê, ew jî li wir bûye. Berê xwe dide 
              civata melê û ji wan re vê dibêje:
 Mi zonenib în nimaj qebul nî ben! Ango 'min dizanî 
              ku ev nivêj na yêt qebûlkirin!'
 Kenan Fani Dogan
 
 |