KAWA NEMIR

Nivîskar, wergêr

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ulyssess bi kurdî
wergera Kawa Nemir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kawa Nemir (z. 29'ê gulana 1974 li Îdirê)[1] helbestvan û wergêrekî kurd e.

Kawa Nemir di sala 1974'an de, li Kurdistana Bakur, li bajarê Îdirê ji dayîk bû. Helbestvan, wergêr û edîtor e. Di 2004'an de, Weşanxaneya Bajar damezirand, piştî çapkirina çend pirtûkên werger û telîf, weşanxane feramoş kir. Nêzîkî heft salan edîtoriya kovarên mehane yên wêjeyî, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê kir.

Wî heya niha ji gelek helbestvan û çîroknivîsên îngilîz , îrlandî û amerîkî helbest û çîrok wergerandine kurmancî. Li gor daxwiyaniyên Kawa Nemir bi xwe, wî ji sê hezar û pêncsedî zêdetir helbest wergerandine bo kurdî. Kawa Nemir heya niha bi tenê ji îngilîzî 54 pirtûk wergerandine. Her wiha li gel van jî, wî şeş cild antolojiyên helbestan amade kiriye, ko her ji wergerên wî pêk tên. Antolojiya Helbesta Îrlandî, Antolojiya Helbesta Îngilîzî, Antolojiya Helbesta Amerîkan.

Niha hê jî, ligel weşangeriyê, karê wî yê esasî helbest û werger e. Kawa Nemir niha Weşanên Lîsê de editoriyê dike.

 

 

Berhem
Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, werger, 2000, Weşanên Jiyana Rewşenê, Stenbol
Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, helbest, werger, 2003, Weşanên Sî, Stenbol
Selpakfiroş, helbest, 2003, Weşanên Rewşen-Nameyê, Stenbol
Pêşengno! Lo Pêşengno! (101 helbest), Walt Whitman, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
Welatê Bejî û Deh Koroyên 'The Rock'ê, T. S. Eliot, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, helbest, werger, 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
Sisli Şehir, Jan Dost (wergera romana bi navê Mijabad ji kurmancî bo tirkî), roman, werger, 2005, Weşanên Beybûnê, Enqere
Bîşenga Deşta Dûr, helbest, 2006, Weşanên Lîs, Amed
Pûşpera Gêlazan/Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, werger, 2008 (Li gel Lal Laleş), Weşanên Lîs, Amed
Salname, helbest, 2009, Weşanên Lîs, Amed
The Complete Sonnets of William Shakespeare / Hemû Soneyên William Shakespeare, helbest, werger, 2010, Weşanên Lîs, Amed
Çavdêriyên Barbarekî, çîrok, 2011, Weşanên Lîs, Amed
Bêdengî û Tiştên din, Helbest, 2012 Weşanên Lîs, Amed

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum