Kamran Simo Hedilî

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

Kamran Simo Hedilî bi romana xwe ya Pêjna Barane berê xwîneran dide rabirduya Zîro yan jî Serdar. Her çi qas roman serpêhatiya mirovekî bixwiyê jî di heman demê de behsa aliyên balkêþ ên serdemeke gelek girîng dike. Ku hê jî ev serdem bi awayê xwe yê herî dijwar tê jiyan. Têkoþîn, evînî, dildarî, hevalbendî... Yanî jiyan bi xwe hatiye pênasekirin bi zimanekî helbestî...

"Tipetipa peþkên baranê yên li camê diketin mina dengê tiliyên Biharê yên dema zarokiyê ku gazî leyîstikê dikir, hat guhên wî. Bi kelecana zarokî serê xwe bi aliyên pêjna baranê jê hatî ve zîvirand. Li peþskên barana ku xwe li camê didan nêrî. Awirên wî li ser peþkên barana ku hûrik hûrik li cama pencera jûra wî diketin û bi aramî li ser camê diþemitîn bi ken sekinîn."

 

 

 

Kamran Simo Hedili

Kamran Simo Hedilî; di Sibata 1955an de li gundê Hedilê yê bi ser navça Hezexê ve hate dinyayê. Di zaroktiya Kamran Simo Hedilî de malbat, mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikeve nav tevgera azadiya Kurdistanê û ji ber wî awayî ji terefî dewlata tirk ve du caran tê girtin. Di cûnta eskerî ya 12yê îlona 1980yî de bi hevalên xwe re derbasî rojavayê Kurdistanê û Lubnanê dibe. Ew, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swedê ye û endamê Pena Kurd a Navnetewî ye. Vêga ve serokê Înstutiya Kurdî li Stockholmê ye. Ji 1982an ve dinivîse. Kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de hatine weþandin.


Berhemên wî :
Lorîna Pênûsê (helbest)
Civata Giyanan (kurteçîrok)
Ji Enfalê Þeveke Bê Sibeh (helbest)
Min Deng Kuþtin (helbest)
Helbest Çi Ye (lêolîn)
Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne (helbest)
Babilîsok [roman]
Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ (roman)
Dilê Xewnên Xwe Me (helbest)
Qêrîneke Bêdeng RINDÊXAN (roman)
Berbanga Êvarê (helbest)
Pêjna Baranê (roman)

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum