Kurtejiyana Hunermend:

Aramê (MELÎKYAN) TÎGRAN
15.1.1934 Qamîşlo  |  8.8.2009 Atîna

- Em Roja 8'ê Tebaxê 2009'ê Hemû Pirr Xemgîn bûn
Ji Ber ku Ev Roj Bulbulê Awaza Kurdî û Bargiranê Milletên Bindest Aramê Tîgran Ji Nav Me Bar Kir

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Aramê Tîgran  

 

 

 

 

 

 

 

 

Aramê Tîgran tev Xanima Xwe.. Destpêka salên 1950

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Aramê Tîgran li redaksiyona Radyoya Rewanê (Erîvan)

 

 

 

 

 

 

 

 



 



Nemir ARAMÊ TÎGRAN


 

 

Dengê zelal ê kurdî yê nîv sed (50) salî

 

 

Ji Bo Me:

Deng û Hunera Aramê Tîgran Ji Nav Tarîtiya Dagîrkeriyê Pencere û Riya Azadî û Serbestiyê Ye


Ev Nav Wê Her Dem Li Ser Lêvan Be
Ev Deng Wê Her Dem Di Guhê Me De Be
Ta Serteserî û Ebediyetê..

 

 

 



 

 



Peykera ARAM Tîgran Li Farqînê

 

 

 

 

 

 

 

Aram Dîkran hıristiyan bir Kürdtür

 

 

 

 

 

 



Aram li Farqînê - 2007

 

 

 

 

 

Gorbuhuşt ARAMÊ TÎGRAN Sala 1934'a li Qamîşloyê têt dunyayê, lê ji binyad ve ji Farqînê ye. Bapîrê wî Meloye Sako, li gor agehiyên birayê Aram Serkîsê Dîkranê Melîk (Bavê Dîko) ku nuha li Qamişlo'yê jiyana xwe didomîne, li herêma Farqînê muxtare gundê xwe bû. Lê piştî fermanê, ew reviyan nav kurdan û kurdan ew parastin. (Ev agehî ji Konê Reş giha vir). Aram bi sê zimanan distrê: kurdî, ermenî û erebî. Aram ji biçûkatiya xwe ve dest bi lêdana amûrên muzîgê kiri bû. Gava ew 15 salî bû, êdî tembûrvanekî jîr û jêhatî bû. Ew yek ji geştirîn stêrê awaz û muzîga kurdî ye. .

Aram roja 6.8.2009'ê ji ber nexweşiyekê, li mala xwe bêhiş ket û paşê li Atînayê li Nexweşxaneya bi navê Van Gelismos'ê piştî du rojan, li roja 8'ê Tebaxê 2009'ê, li demjimêr 10:40'î jiyana xwe ji dest da. Ew her bi vî rengî ji nav me bar kir û Wî em tev Aramhezan li vê zindana (dunya) xalî her bi tenê hiştin.


Şev Çû Ma Tu Êdî Hew Tê Lo?
Ez Ranazêm Kengê Bê Te Xew Tê Lo?
Xanî Bûye Zindan Tê Da Ranazêm!
Te Ev Seher Qîr û Nalîn Hew Tê Lo!


Şev Çû Ma Tu Êdî Hew Tê Lo?

 

 

Gora Te Buhuşt Be - Ew Navê Te Yê Giranbiha - Wê Qet Ji Bîra Me Ne Çe


Aramê Tîgran van salên dawiyê li paytextê Yûnanistanê, li Atînayê dijiya. Aramê Tîgran û xanima xwe xwedî du keç û kurekî ne. Aramê Tîgran di bihna xwe ya dawîn de got 'min li Amedê veşêrin.' Li gor amadekariyan heger astengek ne yêt derxistin ew ê li Goristana Surp Grasos li Amedê were veşartin.

8.8.2009

 

 

 

 

 



 

 

 

 

 

 

 

 

Hevpeyvînên Bi
Hozan û Hunermend
Aramê Tîgran re

 

 

Ev hevpeyvîn li Hezîrana 2008'an li Diyarbekrê ji aliyê Mustafa Gazî ve hatiye kirin.

 

'DIYA MIN BAVÊ MIN LI DIYARBEKRÊ MANE'


Tu niha li ku dijî?

Ez niha li Yûnanistanê li paytext Atînayê dijîm.

Tu çûyî Ermenistanê?

Ez çûm, 24 salan mam, di 1990’ê da derketim û ne çûme. Li Yûnanistanê bi cihûwar bûme. Ji hingê da ye hê ne çûme Ermenistanê.

Tu li Yûnanistanê hunera xwe îcra dikî?

Herê, ez hunera xwe îcra dikim lê bi kurmancî, ne bi yûnanî.

Bi zimanên din, bi zimanê Ermenî, Erebî, Tirkî?

Ew gava dawetek dibe gazî min dikin ez diçim dixwînim. Lê xas ji bona şevan, gava heval gazî me dikin, milletê Kurd gazî me dikin tenê em bi Kurdî dibêjin û çend heb jî Ermenî pê ra dibêjin.

Di hevpeyivînekê de tu dibêjî xeyala min a herî mezin ew e, ku ez li Diyarbekirê derkevim ser dikê li pêşberî gelê Kurd stiranan bêjim.

Belê, ew xeyala min pêk hat, ew mexseda min bi cîh hat. Ez ji ber vê yekê jî zehf kêfxweş im, çimkî ji min ra xewn bû ew, xewna min rast derket.

Tu niha li Amedê yî. Hestên te çawa ne?

Kêf kêfa min e. Ez gava we dibînim ez hê bêhtir heyecan dibim. Çima? Du nuqteyên girîng hene: nuqteya girîng a ewilî, ev bajar, ez serê xwe çawa vedigerînim pirsê Kurmancî dibihîzim, serê xwe çawa digerînim ez pirsê Kurmancî dibihîzim. Li başqe welatan, li ku be ez van tiştan na bînim, ew kêfa min tine yek û a diduwa, ev welat ciyê bav û kalê me ne, kokê neneyê me ne, merivê me ne, ehlê me ne, li vir jiyane, min bihîstiye û ez hatime. Heta diya min jî li vir maye, bavê min jî li vir maye, kêfa min tê û ez heyecan dibim pê, ji min ra şeref e, ji min ra şabûneka pir mezin e û bi te ra jî ez niha roportaj dikim ew jî şabûnek e, çimkî te pirsê xweş ji min kirin.

Li Bakur, bi taybetî li Diyarbekirê ji te bi awayekî ecêb hez dikin. Te li vir bingeha hezkirinê daniye.

Ez zanim, sipas dikim.

Baş e, beriya vê tu çima ne dihatî?

Ê kaxizê min tunebû. Wetendaşiya min a Yûnanistanê tunebû, hê ev çend meh e çêbû. Vîze ne didan min.

Tiştek heye, mesela tu Ermen î, lê em te wek xwe dibînin.

Wiya ji hezkirinê ye, rast e.

Di warê muzîka Kurdî de te kedeke pir mezin rijandiye, bingeheke bêhempa daniye.

Min însanetiya xwe kir. İnşellah ew ked hunda nabe. Min dîrokek hîşt dîrok... Û ez vê jî ji te ra bibêjim; hene malbat, aîle, însan, pere dihêlin, mal dihêlin, zengîntî dihêlin… min jî dîrokek hîşt ji gelekî ra. Ji min ra tiştekî mezin e ev. Kurê kurê min rabin, torinê min rabin, zaroyên min rabin ew ê zanibin Aram çi kiriye.

Te heta niha çend kaset çê kirin?

Min heta niha dozdeh kaset çê kirin.

Piştî vê jî tu yê kasetan çê bikî?

Ez hê bi umûd im ez ê çê bikim. Çimkî tu ji min çêtir zanî kaset her sal her sal li pey hev çênabe, zehmet e, gerek tu kasetên xweş derxî, piçekî dereng dimîne, du salan carekê, sê sala carekê.

Ji bo hunermendên me yên nû, ji bo muzîsyenên me yên nû, ji bo yên ku di warê muzîka Kurdî de hê nû digihîjin tu dixwazî çi bibêjî?

Ez ji wan re serkevtinê dixwazim, pêşkevtin hê maye wan ne dîtiye, ez dixwazim ku wan bibînim, ji wan ra nêrîna xwe bidim ka gihîştine kurê. Ez jî nesîhetekê ji ba xwe bidim wan, ev ji min ra şeref e.

Tiştekî ku tu ji bo me, ji bo gelê Kurd bibêjî heye?

Pirsa nesîheteke biratiyê ez ê bidim heger tu qebûl bikî, heger gel qebûl bike. Ez dixwazim gel ewilî ewilî bi hev ra muhbet û hezkirin û yekitiya wan pir bilind be. Heke ev her sê tişt ne bin heya paşiyê em na gîjin cîyekî. Ji te ra rast ez ê temsîl bînim ser Yahûdiyan, binêr Yahûdî çiqas hindik in, muhbeta wan pir e, hev digrin û gihîştin kurê. Lê em pêncî milyon in, Kurd pêncî milyon in ne gihîştin cîyekî.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez jî sipas dikim û ji bo we hemiyan serkevtinê dixwazim.

 

 

* * *

 



Aramê Tîgran bi dilxweşiya li Amedê, 2008

 

 

Hevpeyvîna AkNews

'BAVÊ MIN XWAST KURDÎ BISTRÊM'

Hunermendê bi nav û deng ê ermen ku bi kurdî distirê Aramê Tîgran, çîroka hunera xwe ya bi dehan salan ji AKnews’ê re vegot. Çîroka jiyana wî jî weke her ermeniyek ji Tirkiyê, ji sala 1915an dest pê dike. Bavê wî piştî “qaçaxçîtiya” bi salan, di 1920’an de li Sûriyê bi cih dibe. Aramê Tîgran di 1934’an de li Sûriyê ji dayik dibe. Dema tê 23 saliya xwe, bi keçikeka ji malbateke ermen re dizewice. Di vê zewacê de 2 keçik û kurekî wî çêdibe. Navên keçên wê Sêvan û Aycenîk e.

Aram Tîgran dema dibe 19 salî, li ser daxwaza bavê xwe ku ew jî hosteyê bilûrê ye, li ûdê dide. Salek li ûdê xistiye lê bi gotina wî “Ji ber ku pir bilind bû, destê wî êşiyaye” û dev jê berdaye. Tîgran ku pişt re dest bi cumbûşê dike, wiha dibêje:

“Me hosteyekî cumbuşê dît, wî ez hîn kirim. Şeş mehan min li ber destê wî perwerdehiya cumbuşê girt. Ji ber ku aboriya bavê min ne baş bû, ne çûm dibistana muzîkê. Ez di pratîkê de hînê notayan bûm. Dema bûm 20 salî li bajarê Qamişloyê, min di şev û dawetan de dest bi stranan kir. Min bi erebî, kurdî, ermenkî stran digotin.”

Strana yekemîn ku hunermendê navdar beste dike jî “Şev Çû” ye. Di sala 1965’an de vê strana xwe di konsereke li Qamişlo de dibêje. Ji ber ku vê stranê helbestvanê kurd Cegerxwîn daye wî, ji vê stranê pir hez dike. Di sala 1966’an de, ji bo malbata Tîgran koçberiyeke nû dest pê dike. Ew îcar berê xwe didin Ermenistanê. Li ser daxwaza hikûmeta Êrîvanê, Tîgran bi malbata xwe re diçe Ermenistanê û li vir di Radyoya Êrîvanê de dest bi xebatê dike.

-Bavê min xwest kurdî bistirêm

Hunermendê ermen Tîgran, bi bîr xist ku ew ji ber sedemeke taybet bi kurdî distirê û vê sedemê wiha got:

“Bavê min ji komkujiya 1915’an, bi saya begekî kurd xilas bûye. Wê çaxê bavê min zarok bûye. Ev begê kurd bavê min digre ba xwe û heta bibe 20 salî wî xwedî dike. Pişt re hemû mesrefên wî digre ser xwe û ew dişîne Sûriyeyê. Li gorî gotina bavê min, ger ji wî begê kurd nebûya, bavê min dê hatiba kuştin. Wê çaxê tim leşker dihatin ba wî begê kurd û jê re digotin ‘dibêjin tu ermeniyan xwedî dikî. Ka ermeniyên li ba xwe bide’. Lê begê kurd tim bertîl dide leşkeran û wan paş vedigerîne. Tu caran bavê min teslîm nake. Bavê min wiha digot; ‘ez bi saya serê kurdan ji mirinê xilas bûm. Hûn hatin dinyayê. Em bi kurdan re mezin bûn. Me ji hev pir hez kir. Hûn tim bi kurdan re dostanî bikin. Li hemberî wan hurmetdar bin. Ger tu bibî hunermend, divê tu bi kurdî bistirê.’ Min jî wesiyeta bavê xwe bi cih anî.”

Tîgran, da zanîn ku ji ber êş û azara ku xekê ermen kişandiye “ew ji kurdan ne xeyidiye” û wiha berdewam kir: “Çimkî ne sûcê wan bû. Kesên ku dixwestin ermen bikujin, kurd xapandin. Kurd hatin xapandin.”

 



-Raza Ermenistanê

Aramê Tîgran ku bi kurdî, erebî û ermenkî distirê, di şûna welatên van neteweyan de diçe li Yewnanistanê dijî. Tîgran sedema vê yekê weke “raz” bi nav kir û ev tişt gotin:

“Em xirîstiyan in. Ji ber vê yekê ez li Yewnanistanê dijîm. Ger tu sedema nejîna min a li Ermenistanê bipirsî, ez ni karim bêjim. Ew razeke di dilê min de û ez ê tu caran ji kesî re ne bêjim. Ji bo min hatina Amedê xewnek bû. Min tim digot; xwedê gelo beriya ku ez bimrim, ez axa bav û kalên xwe bibînim? Piştî ku bûm welatiyê Yewnanistanê (2 sal berê), tiştê ewil hatina min a Amedê bû. Amedê tesîreke mezin li min kir. Min ji bo Amedê stranek çêkir. Çarikeke vê stranê wiha ye; Di xewnên şevan de min bawer ne dikir / Bi çavan bibînim bajarê Diyarbekir / Rojbaş Diyarbekir me pir bêriya te kir / Te derî li me vekir / Te me şa kir.”

Tîgran ji bo ku cih û warê dê û bavê xwe bibîne, par çû gundê Bêemd –bi ermenkî Kexrîban- û Kaskê. Ev herdu gund ên dê û bavê wî ne. Tîgran, wê kêliya li gund wiha vegot: “Dema min li wan çiyan, dar, ber, xanî û çeman nihert, pir êşiyam. Kelegirî bûm, giriyam. Dilê min pir êşiya. Serpêhatiyên dê û bavê min hate hişê min. Pir xemgîn bûm. Min bi xwe bere got ‘çima em li ser vê axê mezin ne bûne’. Min pir dixwest ez li vir mezin bibim.”

Tîgran, da zanîn ji bo ku tim li ba zarok û neviyê xwe yê Aram be, ew naxwaze daîmî li Amedê bijî. Tîgran, got ku ew tenê dikare salê çend mehan li Amedê bijî. Hunermendê ermen, bi bîr xist ku 3 xeyalên wî hebûne û van xeyalên xwe bi AKnews’ê re wiha parve kir: “Xeyaleke min ew bû ku neviyek min çêbibe, xeyaleke min ew bû ku xaniyekî min hebe, xeyala min a dawî jî ew bû ku kurê min bibe welatiyê Yewnanistanê. Ji van du heb pêk hatin, tenê ma welatîbûna kurê min. Bawer im dê ew jî pêk bê.”

Aramê Tîgran ji bo gelê Herêma Federal a Kurdistanê jî mizgîniyek da û wiha axivî: “Dixwazim biçim başûrê Kurdistanê. Çûm Sûriyeyê, hatim Tirkiyeyê, tenê ew der ma. Ji Wezareta Kulturê ya Kurdistanê ji min re telefon vekirin. Ez difikirim biçim Başûr.”

Hunermend Tîgran ku 5 meh berê ji dilê xwe emeliyet bû, dê di rojên pêş de bi jina xwe re biçe Yewnanistanê. Tenduristiya Aram Tîgran, niha pir baş e.

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

 

 

 

 

 

Jinenîgariya Aramê Dîkran

 




15.1.15 Qamişlo - 8.8.2009 Atîna





Buhiştî Aramê Dîkran di 15-01-1934 an de li Qamişlo'yê çê bûye. Ew bi xwe kurê Dîkranê Sakoyê Mêlo ye (Navê wî di nasnameya wî ya Sûriye de wiha ye; Aram Serkîs (Melîk), bi eslê xwe ji ermenên herêma Farqînê ye. Bapîrê wî  Sakoyê Mêlo, berî fermanê muxtarê gundê xwe bû. Ew gundê bi navê Biebda, li navça Pasûrê, li herêma Farqînê ye. Di fermanê de bapîrê Aram, Sakoyê Mêlo tê kuştin, bavê wî Dîkranê Sakoyê Mêlo, xwe di nav kurdan de vedişêre, kurd wî diparêzin û her wiha jiyana xwe li Farqînê û li Diyarbekirê derbas dike, ta ku di destpêka salên sîhî de li Qamişlo cîwar dibe. Di sala 1966'an de ji Qamişlo'yê diçe Ermenistanê, li gundê Abovyan cîwar dibin. Li Ermenistanê, Aram çend salan di radyoya beşê Kurdî de wek karmend kar dike.

Dîkranê Sakoyê Mêlo, li Diyarbekirê dizewice û keça wî ya mezin Baytzar li wir çêdibe(Temenê wê di ser 80 salî re ye, hêj sax e, mala wê li Brukselê ye û kurê wê Ewadîs hunermendeke zîrek e). Zarokên wî yên din tev li Qamişlo çê dibin; Aram di sala 1934an de, Kîvork di sala 1937'an de (Berî çend salan li Belcîka'yê koça dawî kiriye), Serkîs di sala 1940'î de (Hêj sax e, li bajarê Qamişlo dimîne, dema ku malbata Dîkranê Sakoyê Mêlo di sala 1966'an de çû Ermenistanê, bi tenê kurê wî Serkîs li Qamişlo'yê ma. Hingî bavê wî bêriya wî dikir, ev gotin ji Aram re nivîsîn û Aram kir stran: Çima nayê ez wî bibînim? Rêka min dûr e, çavê min wî nabîne), Hayîk di sala 1943'an de (Niha li Hollenda dimîne), Zavînar keça wî ya herî biçûk e, ew jî li Qamişlo'ê çê bûye û niha li Belcîka'yê ye.

Dîkranê Sakoyê Mêlo (Bavê Aram) û seydayê Cegerxwîn dostên hev yên nêzik bûn. Gelek caran Cegerxwîn xwe di mala wan de vedişart. Aram ji biçûkaniya xwe ve hez lêdana amûrên muzîkê wek tembûr û cumbişê dikir. Ango di 15 saliya xwe de wek tembûrvanekî ermen, ku bi kurdî, ermenî û suryanî distrê û di nav xelkên Qamişlo'yê de dihat naskirin. Di rêka bavê wî re, dostaniya wî bi seydayê Cegerxwîn re çê bû û helbestên wî kirin stran. Hêjayî gotinê ye, ku gelek gotinên stranên Aram yên bavê wî bi xwe ne. Wî di hunermendiya xwe ya dor 50 salî de, bi kurdî, ermenî, erebî, suryanî, yûnanî û tirkî stran gotine. Belê zêdetir bi kurdî straye û wek hunermendekî kurd hatiye naskirin. Aramê Dîkran; di salên xwe yên dawîn de, jiyana xwe li Atînayê, paytextê Yûnanistanê derbas dikir. Ta ku di roja 06/08/2009 'n de, ji ber xwîndawerîbûna ser mejiyê wî, ket nexweşiyekê ji nexweşxaneyên Atînayê de û di sibeha 08/08/2009'de, jiyana xwe ji dest da. Belê sed mixabin rayedarên Tirkiyê destûr ne dan, ku li Amedê bê veşartin wek wî dixwest. Li ser vê yekê malbata wî biryar da, ku termê wî li Brukselê veşêrin. Her wiha wê di roja duşemê de 17/08/2009 an, piştî merasimeke layiq pê, wê wî di goristana  Jette  de ya li taxa “Boulevard de Smet de Naeyer” veşêrin. Hêjayê gotinê ye, ku  Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê: Osman Baydemîr ji bo beşdarbûna li dema vesartina termê Aramê Dîkran û xwesteka wî, çûye Brukselê û hin axa Amedê bi xwe re biriye, ku  li ser gora wî bireşîne.

Sê zarokên wî hene, du keç bi navê; Eyçîmîk û Sîvan û kurek bi navê Agob. Ta roja îro birayê wî Serkîsê Dîkran (Bi navê Bavê Dîko tê nas kirin) û zarokên xwe li Qamişlo dimînin. Bav û diya wî di salên heftêyan de li Ermenistanê koça dawî kirine. Yezdanê gewre tevan bi dilovaniya xwe şad bike. Bela serê gelê Ermen û Kurd sax be.

• Min ev nivîs bi alîkariya Serkîsê Dîkran, birayê Aramê Dîkran yê ku li Qamişlo'yê dimîne, berhev kiriye.


16/08/2009

Qamişlo

Konê Reş

 

 

* * *

 

KONÊ REŞ:

Malbata Aramê Dîkran û Konê Reş ji Qamişlo
Wê Beşdariya Di Guhestina Termê Wî De Bikin







Ji mala Serkîsê Dîkranê Melîk (Bavê Dîko), birayê hunermend Aramê Dîkran yê ku tekane ji birayên Aram sax maye û li Qamişlo'yê jiyana xwe derbas dike. Destê wî ji Qamişlo ne bû, wek bav û birayên wî yên ku di sala 1966an de çûn Ermenistanê. Ew di sala 1940î de li Qamişlo çêbûye.

Wiha got:

- Em sibeha sêşemê diçin Diyarbekrê, di gel me nivîskarê kurd Konê Reş e.. Em ê herin govenda Aramê bira li Diyarbekrê.. Amedê bigerînin..

- Aram hez Diyarbekrê dikir... Ne zû de ye li Diyarbekirê bû.. Wî xwest li wir bêt veşartin..

- Bavê min li herêma Farqînê çê bû, li Ermenistanê hat veşartin.. Aram li Qamişlo çê bûye va em ê wî li Diyarbekrê veşêrin.. Ez nesax im, ni zanim ez ê li kû bême veşartin..

- Erê wê Konê Reş jî bê, divê ew jî di govenda Aram de biraqise.. Aram di govenda we de raqisî, hûn jî di govenda wî de biraqisin…

- Bavê min hez kurdan dikir, hez ji Cegerxwîn dikir, hez zimanê Kurdî dikir.. Nexwendî bû û şiîr digotin, gelek ji stranên Aram ji gotinên bavê min in...

- Spasiya Kurdan dikim, spasiya TVyên kurdan dikim.. Aram sax e ne mirî ye, kî dibêje mirî ye? Va ye distirê..


Qamişlo, 10/08/2009

 

 

 

Kürtlerin Aram’ı

8 Ağustos, Ermeni sanatçı Aram Tigran’ın 14. vefat yıldönümü. O, Kürtlere minnettarlık besleyerek yaşadı, Kürtler de Kürtçeye ölümsüz eserler bırakan Ermeni kardeşine sevgi ve minnettarlık besliyor.

Hamza AKAN

20. yüzyılda Kürtçe müzikte iz bırakmış, yüzlerce sanatçıyı etkilemiş, eserleri Kürtlerin yaşadığı hemen her yerde on yıllardır çalan ve önümüzdeki on yıllarda da çalmaya devam edecek sanatçı sayısı azdır. Aram Tigran hiç kuşkusuz bu az sayıdaki sanatçıdan biridir. 1960’lı yıllarda başlayıp vefat ettiği 2009 yılına kadar devam ettiği profesyonel müzik hayatında Kürtçe müziğe büyük bir miras bıraktı. 14 albüm ve 250’nin üzerindeki şarkısıyla Kürtçe müziğin unutulmazları arasında baş sıralarda duruyor.

Aram Tigran’ın müziği kadar hayatının da dinleyicilerini etkilediğine şüphe yok. Zira bu biyografinin içinde soykırımı yaşamış bir ailenin hayatta kalması, yoksul bir aileden büyük bir sanatçı çıkmasının hikayesi var. Sanatçının babası Sasonlu Dikran Melikyan, annesi Diyarbakır Kulp’tan Hilda hanım, 1915’teki soykırımdan sağ kurtulabilmiş Ermenilerdendir. Baba Dikran Melikyan, Diyarbakır’da bir Kürt ağa tarafından kurtarılır ve bu ağa kendisini yıllarca askerlerden saklar. “Bir gün babamla Kamışlo’da oturuyorduk. Babam bana ‘oğlum bak şu anda yaşamanız tamamen Kürtlerin sayesinde’ dedi. Ben önce anlamadım, nasıl yani dedim, senin sayende değil mi dedim. O da bana ‘eğer ben öldürülseydim siz nasıl dünyaya gelecektiniz’ dedi. ‘Bana bir Kürt ağası destek oldu, yıllarca beni Türk askerlerinden sakladı. Askerler ağaya senin yanında bir Ermeni var, çıkar diyorlardı, sırf beni bulmasınlar ve öldürmesinler diye defalarca askerlere rüşvet de vermişti. Ben o ağanın yanında büyüdüm, ta ki ağa beni Kamışlo’ya gönderene kadar. O yüzden şu anda yaşıyorsanız Kürtlerin sayesindedir, bu nedenle de Kürtleri unutmayın’ derdi. ‘Onlarla dost olun, onlara yakınlık kurun, kültürlerine yakınlık kurun, biz Ermeniyiz, Ermenice de söyle ama ağırlığı Kürtçe’ye ver’ diyordu. Babam o sıcaklığı içime işledi.” (1)

BABASININ İZİNDE

Sanatçının anne-babası 1928 yılında Sason’dan Rojava’nın Kamışlo kentine göç ederler. Babası orada yıllarca işçi olarak çalışır. 1934’te de Aram ismini verdikleri çocukları dünyaya gelir. Sanatçı bu kentte 16 yaşına kadar okula gider. Okul yıllarında ilgisi hep müziktedir. Müzikle ilgili ne etkinlik varsa dahil olmaya çalışır. Öğretmenleri de sesini beğenir, “mutlaka büyük bir sanatçı olacaksın” diye teşvik ederler. Ancak müziğe olan ilgisinin arkasındaki en önemli kişi babasıdır. Kendisi de kaval çalan ve şiirler yazan babası oğlundaki yeteneği daha küçük yaşlarda fark eder ve en büyük destekçisi olur. 16 yaşında okulu bitirdiğinde kendisine ilk çalgısı olan udu alan da yine babasıdır. Ardından da ud ve müzik dersleri alması için altı ay bir müzisyenin yanına gönderir. İlk müzik eğitimini burada alır. Bir yıl boyunca ud çalar ancak udun sesinin yüksek çıkmamasından şikayetçidir. O dönemde mikrofon ve hoparlör gibi cihazları olmadığından gittiği düğün ve gecelerde hem udun hem de kendisinin sesi yüksek çıkmadığı için keyfi bozulur. Sesi duyulsun diye bağırarak şarkı söylemek zorunda kalır, bu nedenle çoğu kez verdiği konserlerden sonra hastalanır. 17 yaşındayken daha önce hiç görmediği cümbüşe denk gelir. Çalar ve bakar ki sesi diğer çalgılardan çok daha yüksek çıkıyor, hemen babasıyla konuşur ve hayatının bundan sonrasında elinden hiç düşürmeyeceği, kendisiyle özdeşleşecek cümbüşü alır.

O dönemde ağırlıkla Hesen Cizrevi, Muhammed Arif, Meryem Xan gibi sanatçıları dinler, bu sanatçılar Kamışlo’ya geldiklerinde de onlardan müziğe dair bir şeyler öğrenmeye çalışır. İlk gençlik yıllarından, “Kendisi de küçük bir sanatçıydı” dediği babasının yazdığı şiirleri besteler. Sanatçının en sevilen eserlerinden biri olan “Bilbilo”’nun sözleri babasına aittir. Babası vefatından kısa bir süre önce oğlunu yanına çağırır ve “Bu benim son şiirim, bunu bestelemeni istiyorum” diyerek Bilbilo’nun sözlerini verir. Oğlu şarkı sözlerinin anlamını sorduğunda da “Bu gurbetlikle, yerinden edilmiş insanlarla ilgili bir şiir. Nasıl ki bülbülün bir yeri yurdu yoksa bizim halkımızın da şimdiye kadar bir yeri yurdu yok, onlar da yaralı, çok zahmet ve zorluk gördü” diye yanıt verir. (2)

Sanatçının “Rihê”, “Hatim Hatim Hayastan”, “Çil Çil Kezî”, “Tûzik”, “Yar Li Tebeqa Duduya”, “Gulguli”, “Ay Dil Birîndarim”, “Bisk Bitêl”, “Ay Dil Ay Dil Dilo Lo”, “Dilo Henûno”, “Merd im”, “Kula Dilê Min Welat”, “Diçim Diçim” gibi çok sayıda şarkısının sözleri de yine babasına aittir.

SURİYE’DE KÜRTÇE MÜZİK YAPAN BİR ERMENİ

Dördü erkek (Sarkis, Hayik, Aram, Kevork), ikisi kız (Bayzar, Zovinar) 6 kardeş olan Tigranlarda üç erkek kardeş müzikle ilgilenir. Aram cümbüş çalar, en küçük kardeşleri darbuka, ortanca kardeşi de keman çalar. Kamışlo’da gittikleri eğlence ve düğünlerde kısa zamanda bilinir ve sevilirler. Tabii en büyük ilgi hem çalıp hem de söyleyen ve orijinal besteler üreten Aram’dadır. Ancak 1950’li yılların ortalarına denk gelen bu dönemde Suriye’de ulus devlet inşasının temelleri atılmaya çalışılıyor, asimilasyon ve Araplaştırma politikası yavaş yavaş hayata geçiriliyordu. Bu nedenle sanatçı ne istediği gibi anadili Ermenicede, ne de en çok çalmayı sevdiği ve alıştığı Kürtçede istediği kadar söyleyemez. Dönemin hükümet yetkililerinin baskısıyla ağırlıkla Arapça şarkılar söylemek zorunda bırakılır. “Çünkü hükümet Arap'tı. Hükümet yetkilileri düğünlere gelir ve bizden Arapçayı daha fazla söylememizi isterlerdi. Kürtçe söylerdik, ‘kesin’ diyorlardı. Kürtçeyi az çalın diyorlardı. Ermenice söylüyorduk, yine müdahale ediyorlardı. Sadece Arapça çalınmasını istiyorlardı. Biz de rahatsız oluyorduk. Bizi özgürlüğümüzden yoksun bıraktılar.” (3)

Sanatçının Kürtçe söylediği ilk şarkısı sözleri babasının dostu Cegerxwin’e ait olan “Şev Çu”dur. 1965’te Rojava’nın Amudê kentinde yaşayan Cegerxwin, şarkı sözlerini bizzat kendisi Aram Tigran’a verir. “Cegerxwîn bana ‘Bu şarkı iki anlama geliyor, vatan için de aşk için de söylenebilir’ dedi. Ben de şiiri aldım ve şarkı yaptığım gün sabahtan akşama kadar hiç yemek yemedim. Annem bana ‘Şarkı yaptığını anladık da yemek yemeyecek misin’ diyordu. Bense yaptığım şarkıyı o kadar sevdim ki yemek yiyemedim heyecanımdan. Çünkü bir sanatçı bir şarkı yaptığı zaman ilk önce onun beğenmesi gerekir. O beğenirse halk da beğenir.” (4)

Tigran Ailesi'nin Cegerxwin ile olan dostluğu Aram’a birçok şarkı kazandırmıştır. Sanatçının her biri hala Kürtlerin dilinden düşmeyen “Lo Lo Pismamo”, “Keko Ez Bilurvanim”, “Lêvşêrîna Min”, “Çavbeleka Min Tuyî”, “Newroze”, “Sebra Dila”, “Min Gulfiroşek Dît”, “Diya Darê”, “Nexweşim”, “Gundê Me Pir Piçûke”, “Di Baxan De”,
“Gula Zer”, “Ez Ji Xew Rabûm”, “Derdê Dila” isimli şarkılarının ardında büyük Kürt şairinin imzası vardır.

ERİVAN RADYOSU’NDA

Sanatçı 31 yaşındayken hayatını değiştirecek bir gelişme olur. Ermenistan hükümeti 1915 soykırımından sonra farklı ülkelere dağılmış mülteci Ermenileri 1965 yılında ülkelerine gelmeye davet eder. Ermenistan hükümeti yetkilileri bu daveti Suriye’nin Kürt bölgesindeki Ermenilere de yapar ve Tigran Ailesi büyük memnuniyetle kabul eder. Aram Tigran, iki kardeşi ile anne ve babası hükümetin çağrısından bir yıl sonra 1966’da Kamışlo’dan ayrılır ve Suriye’nin Lazkiye kentinden kalkan bir gemiyle yola çıkar. Sanatçının bir kardeşi ise gitmek istemez ve Kamışlo’da kalır. Ailenin gemi yolculuğu beş gün sürer. Aram ve kardeşleri gemide de yolculara kısa konserler vermeyi ihmal etmez. Ermenistan’a vardıklarında ise hükümet tarafından Erivan’a 40 kilometre uzaklıktaki bir kasabaya yerleştirilirler.

Aram Tigran ve babasının Ermenistan’a vardıklarında akıllarındaki ilk şey Erivan Radyosu'na gidip müziğe orada devam etmektir. Baba oğul kısa süre sonra Erivan’a gider ve radyonun kapısında soluğu alır. Aram Tigran yıllardır çalmayı hayal ettiği radyodadır ve büyük bir heyecanla işe alınmayı bekler. Baba oğul Ermenice, Kürtçe, Azerice, Rusça servislerinin yanında dolaşır, önce Ermenice servisinin kapısını çalmaya karar verir. Buradaki radyo çalışanlarına Suriye’den hükümetin talebi üzerine geldiklerini ve radyoda çalışmak istediklerini söylerler. Aram’a Ermenice servisinde sorulan ilk soru diplomasının olup olmadığı olur. Ardından “Biraz çal dinleyelim” derler, Aram Ermenice, Kürtçe ve Arapça şarkılar çalıp söyler. Radyodakiler sanatçıyı beğenir ama “Diploman olmadan seni alamayız” derler. Sanatçı bu cevap üzerine büyük bir hayal kırıklığı yaşar ve üzülür. Yanındaki babası kendisini teskin eder, “Sakin ol, dünya sabırla inşa olmuştur, bir de Kürtlere gidelim bakalım” der.

Bunun üzerine Kürtçe servisinin kapısını çalarlar. Sanatçıya burada ilk olarak diploma değil, o dönemde Ermenistan’da kullanılmadığı için cümbüş sorulur, ardından da çalmasını ve söylemesini isterler. Dinleyiciler radyodaki 7 kişidir. Sanatçı ilk şarkısı “Şev Çu”yu söyler. Daha şarkıyı tamamlamadan dinleyiciler “Tamam, sen ustasın” derler, “biraz bekle, biz diplomaya bakmıyoruz, senin yeteneğin var, sen bize lazımsın” diye de eklerler. Sanatçının Erivan Radyosu yılları böylece başlar. Aram Tigran burada 18 yıl boyunca çalışır ve o tarihlerden itibaren de Kürtler arasındaki ünü gitgide artar.

POLİTİK ŞARKILAR

Hayatını Kürtçe müziğe adayan sanatçı Kürt sorununa da her zaman büyük bir ilgi gösterdi, şarkılarında sorunu duyulur, görünür kılmaya çalıştı. Sanatçı 2004’te seslendirdiği “Dest Bidin Destê Hev” isimli şarkısının girişinde Kürt halkına seslenir ve “Kürtler ele ele verin, ben Aramê Tigran tüm Kürtlere sesleniyorum, yeter artık bir olun” diye çağrı yapar. “Ax Axa Welat”, “Îro Li Welat Şere”, “Kurdistan Şêrine”, “Binefşa Berivanê”, “Çiyayê Gabaro”, “Newroz”, “Kurdistan Tu Delali”, “Zilan”, “Jana Birînê”, “Pêşmergeyên Welat”, “Ala Rengin”, “Şehid Fırat”, “Ev Çi Dinyaye”, “Em Xortê Kurdin”, “Here Welatê Bav u Kalan”, “Rabin”, “Kurdi Xweşe”, “Dayê Ez Herime Şer” sanatçının diğer politik içerikli şarkılarıdır. (5)

İKİ HALKIN ORTAK DEĞERİ

Aram Tigran 24 yıl yaşadığı Ermenistan’dan 1990 yılında ayrılır, önce Brüksel’e, ardından Atina’ya yerleşir. Burada vefat ettiği 2009’a kadar yaşar. Kürt müziğinin hemen her noktasında etkisi olan az sayıdaki isimden biri olan sanatçı müzik hayatına 14 albüm, 250 şarkı sığdırdı. Ağırlıkla Kürtçe söyleyen sanatçının Ermenice, Arapça, Türkçe, Yunanca ve Süryanice söylediği şarkıları da bulunuyor.

Aram Tigran’ı Kürtçe müziğin en kıymetli isimlerinden biri yapan hususların başında üretkenliği ve istikrarlı müzik üretimi geliyor. 1960’lı yıllarda henüz Kürtçe müzik beklenen ölçüde dolaşıma girmemiş, yaygınlaşmamışken yaptığı şarkılar Kürtçeyi canlı kılan birer dayanağa dönüştü. Özgün besteleri yüzlerce Kürt müzisyeni etkiledi, etkilemeye devam ediyor. Bu bakımdan da diğer müzisyenlerce yorumlanmamış şarkısı yok gibidir. Ne tam politik ne de tamamen apolitik, nerede ve nasıl yaşadığının gayet ayırdında bir sanatçı olarak Ermeni-Kürt kimliklerinin tarih içindeki ortak mağduriyetinin de sembollerinden biri oldu. Kürtçe müziğe sesi, enstrümanları veya derlemeleriyle katkı sunmuş diğer Ermeni sanatçılar Komitas Vardapet (1869-1935), Aram Xaçatoryan (1903-1978), Karapetê Xaço (1900-2005), Dawidê Xilo (-), Hovannes Badalyan (1924-2001) gibi o da bu iki halk arasındaki duygudaşlıktan da gelen ortaklığın temsilcilerinden oldu. Aram Tigran, babasını kurtardıkları için Kürtlere minnettarlık besleyerek yaşadı, Kürtler de Kürtçeye ölümsüz eserler bırakan Ermeni kardeşine belki de herhangi bir Kürt sanatçıya duymayacakları derecede sevgi ve minnettarlık besliyor.


1) Aram Tigran, hayat hikayesinin önemli bazı kısımlarını vefatından kısa süre önce Kurd Tv ile yaptığı bir röportajda anlatıyor. Bu bölümdeki alıntıların bir kısmı o röportajdan alınmıştır.
2) Kakşar Oremar, “Navdarên Kurd – Aram Tigran 1934-2009” Stêrk Tv belgeseli.
3) Kurd Tv ile röportajdan.
4) Kurd Tv ile röportajdan.
5) Kakşar Oremar, Dengê Azadiyê, Sembola Biratîyê Aram Tîgran, Şaredarîya Bajarê Mezin A Amedê

Hamza AKAN

(Gzete DUVAR)
08 Ağustos Salı 2023 

 

 

 

 

 

 

 

ARAM TÎGRAN On You Tube:

Stranên Aram Ên Diltezînî Li Ser YouTube'ê



ARAM TÎGRAN Google Search:

ARAM TÎGRAN GOOGLE SEARCH - TEXTS  |  NIVÎSÊN LI SER ARAM


ARAM TÎGRAN GOOGLE SEARCH - PICTURES  |  WÊNEYÊN ARAM

 

Aramê Tîgran

 

RADYOYA REWANÊ

 

 

KURDISH ARTISTS & TROUBADOURS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum