Dr Jawad Mella

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

El-Mîadûn Lîl Îstîqlal Kurdistan
(Demên Ji Serxwebûna Kurdistanê)

Dr Jawad Mella

Îqra bi el PDF

(Muzekerat bi erebî LI VIR bixwîne)

 

 

 

Dr Cewad Mella - Jiyan & berhem

Ez li Þamê di sal 1946 de ji dayik bûme, ji malbateke kurdperwer û têkoþer im, ku piþtî þerê Cîhanê yê Yekem ew ji Bakurê Kurdistanê "Kurdistana Tirkiyê" koçberî Sûriyê bûne. Bapîrê min î mezin Mella Mihemed misilmanekî dîndar û welatparêz bû, û heta roja îro ew mizgefta ku wî avakirî li gundê Beydewanê li navçeya Diyarbekirê (Amedê) ji aliyê perestdaran ve tê serdankirin. Bavê min hevalê nêzîk û xweþewîst ê Mîr Celadet Bedirxan û endamê tevgera Xoybûn (Serxwebûn) bû. Piþtî têkçûna þoreþa Partiya Xoybûn ya kurd di Çiyayên Araratê de 1927-1930, wan du caran bihevre hewl dan ku dewleta kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihînin, cara yekem di dema desthilata Fransî li Sûriyê, jixwe hingê biryareke firansî peyda bibû ji bo dabeþkirina sûriyê û damezrandina dewletên nûh di nav de jî dewleteke Kurdî, û cara duyem bi rêya înqilaba (serhildana) General Hosnî el-Zeîm sala 1949 de. Ji alîkî din ve tevkariya wî di xebata çandî ya kurdî de, ew beþdarî damezrandina klûb û derxistina rojnameyên kurdî bibû li bajarê Þamê, û herwiha Bavê min gotar, helbest û çîrokên kurdî bi þêweyekî wêjeyî û hêja dinivîsî di rojnameya Hawarê de di 1933 de û di pirtûka profesor Stack Weekender profesorê zimanê kurdî li zanîngeha Uppsala li Swêdê yê bi navê "nivîsên kurmancî" di 1959ê de. Di vê atmosfera welatparêzî û þoreþê de, ez mezin bûm û min pirtûkên kurdî û nivîsên bavê xwe li dora xwe dîtin, ev ji bo min motîvasyona herî mezin bû ku ez zû tevlî karê neteweyî bibim û ji bo xatirê tekoþîna min îstîxbarata Sûrîyê ez cara yekem binçav kirim û îþkenceyên giran li serê min bi kar anîn. Ev heqîqeta yek ji pir sedeman bû ku ez her bi edaleta pirsa Kurdîtîyê bawer bikim û parastina wê berdewam bikim. Min li Þamê di lîseyan de dixwend, lê îstîxbarata Sûriyê navê min xist lîsteya reþ ji ber vê yekê min nekarî xwendina xwe li Þamê bidomînim, lewma min li zanîngehên Beyrût û Londonê biserîkir û doktoraya zanistên siyasî qedand.  Xizmeta nihênî ya sûrî her wiha ferman da hemû daîreyan ku karekî nedin min, û tê bîra min ku min karek wek ajan ji bo mamosteyê seretayî li dibistana seretayî ya Ruþdî Berekat li taxa kurdî ya Þamê di sala 1977 de stend ji ber ku ev kar karekî demekî bû ew ne hewceyî erêkirina alîyên ewlekarî ye, lê piþtî çend hefteyan desteya perwerde ya Þamê peyamek birêkir bo birêz Xelîl Agliqîn rêveberê dibistanê ku biryara berdana min bidê.

Min bi dehan xwepêþandan ji bo parastina azadiya gelê kurd û serxwebûna Kurdistanê organîze kirin, û ez ji dema ku gihêþtime Ewropayê di sala 1984 an de yekane bûm ku ala Kurdistanê û dirûþma serxwebûna Kurdistanê di hemû xwepêþandanan de daliqandiye, û ji bo wê ez ji neyarên Kurdistanê bêtir ji rêxistinên Kurd êþiyam, û li dora min hergav agahiyên derew û xapîner diweþandin, ji ber ku ew di wê demê de dijî bilindkirina ala kurdî bûn, û heya roja îro jî ew bi xwe dijî dirûþma serxwebûna Kurdistanê ne. Herwiha min bi sedan gotar, lêkolîn, bîranîn û bi dehan pirtûk bi Kurdî, Erebî û Inglîzî nivîsand. Ev çend ji çalakiyên min in ji bo azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê:

Di sala 1958 an de min Komela Serxwebûna Kurdistanê li taxa kurdan li Þamê damezrand, û ez ji bo serokatiya wê hatim hilbijartin, min belavok çap kirin û mal bi mal li miletê taxê belav kirin û belavok avêtin binê deriyan. Min ev kara beraber bi þehîd Ismet Berazî û Qusay Alreþî yê rihmetî pêk anî.
Di sala 1961 de apê Osman Sebrî gazî min û hevalên min kir, û waneyek welatparêziyê da me û ji me xwest ku em hêdî bi pêþ ve biçin û ne bilezînin,
û ji wê rojê de Apê Osman dest bi dersên fêrbûna nivîsandin û xwendina bi zimanê Kurdî ji min û hevalên min re kir.

Di sala 1962-an de, em hevdîtin bi komeleyeka Kurdî din re yê Kurdên ji taxa El-Ekrad a Þamê çêkirin, di nav wan de Mihemed Xêr Wanlî (bavê Cengîz), Ebdulkerîm El-Eyûbî (bavê înad) û hin din hebûn, û me biryar da ku em van herdu komeleyan bikin yek.

Min tekoþîna xwe di komela yekgirtî de berdewam kir ta ku ez bi serokatiya Apê Osman Sebrî tevlî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bûm.
Di sala 1964 an de ez tevlî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bûm, lê koma Mihemed Xêr Wanlî (Bavê Cengîz) û Ebdulkerîm El-Eyûbî (Bavê Înad) qayîl nebûn ku tevlî partiyê bibin. Lê ez û hevalên komela Serxwebûna Kurdistanê beþdarî partiyê bûn û piþtre bûm berpirsê rêxistina Þamê ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Di sala 1967 de saloxgerîya Sûriyê bi taybetî alîyê siyasî yê li Cisir El-Ebyad ez girtim û li girtîgeha wan a li qereqola Þêx Hesen li taxa El-Mîdan îþkenceyên herî xirab li min kirin.

Di sala 1968 an de ez beþdarî konferansa heftemîn a Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bûm, a ku li bajarê Amûdê ji bo berxwedana li hemberî projeya Kembera Erebî hate lidarxistin, lê Ji min û Apê Osman Sebrî re eþkere û xuya bû ku partî rêya berxwedanê napejirîne û hevyaz dike ku bi rejîma Sûriyê re têbikoþe, dema ku berpirsiyarekî partî di daxuyaniya xwe de partiya rejîmê elbaas wek partiyeke pêþverû nirxand. Dûvre min û apê Osman îstîfaya xwe ji partî da û me dev jê berda, û Apê Osman ti carî nexwest ku ew bi partiyê re bidomîne an jî partiyek din ava bike., û ji min re tekez kir û got: "Ez têkoþîna xwe bi partî re radiwestînim ne ji ber fiþara rejîma Sûriyê, lê ji ber ku Kurd þer û berxwedanê naxwazin", lê apê Osman Sebrî têkoþîna xwe yî neteweyî bê partî heta roja dawîn ji temenê xwe domand.

Di sala 1969 an de ez ji Sûriyê çûm Ewropayê, li wê derê min bexþeke xwendinê wergirt ji bo xwendina wêjeya kurdî li gel profesor Qanatî Kurdo li Zanîngeha Lenîngradê, û herwiha jî bûrsa xwendina almanî li Berlînê.

Û min bi Serokê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê Cemal Alamdar re hevdîtin kir û ez tevlî konferansa wan ya li Swêdê bûm., û di komîteya karger de ya ku tê de hemî partiyên kurdî li Ewropa û ji hemî perçeyên Kurdistanê hevkar bûn min Mihemed Bekir, Husên Barzanî û Ebdulrehman Ewnî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê nas kirin, û wisa jî min Hemreþê Reþo nas kir û li mala wî cara yekem ez bi ramangêrê kurd Cemal Nebez re civîyam, û di wê hevdîtinê de ew li ser pêwîstiya pejirandina ramana netewperesta kurdî û ragihandina dewleta kurdî axivî., ez bi helwesta wî gelekî hikar bûm, jixwe ez li vê yekê digeriyam.

û himahima ez li Ewrûpayê mabûm, belê piþtî ku Dr. Cemal Nebez ez di nav Partîya KAJYK de birêxistin kirim a ku nihênî û di sala 1959 de li Silêmanîyê hatibû damezrandin, û ji bo belavkirina hizra neteweyî û serxwebûna kurdistanê, min xwendin û jîyan li Ewropa berda û vegeriyam welat.

Di sala 1970 de, ez li Beyrûtê bi cih bûm da ku berxwedarî azadiyê bibim, û ji min re bû navendeke ji bo belavkirina rêbaza KAJYK (komela azadî û vejîn û yekîtiya kurdan) li bakur û rojavayê Kurdistanê.

û li Zanîngeha Beyrûtê min xwendina xwe berdewam kir. Û weko ez damezrîner û serokê Yekîtiya Niþtimanî ya Xwendekarên Kurd li Sûriyê û partiya KAJYK li bakur û rojavayê Kurdistanê ez bi gelek çalakiyên cûrbecûr rabûm wek weþandina agahiyan û birêkirina nameyan bo welatên hêzdar û min ew ragehandin ku pirsgirêka Kurd pirsa serxwebûna Kurdistanê û damezrandina dewleta Kurdî ye.

Û Min bi derxist kovara Hawarê, berdevkê Yekîtiya Niþtimanî ya Xwendekarên Kurd li Sûriyê, ku yek ji rêxistinên KAJYK bû.
û hîn jî dibistanek ji bo hînkirina zimanê kurdî li yaneya werzîþê ya El-Erz li Beyrûtê ji bo ciwanên kurd li Beyrûtê min vekir, û li ser daxwaza profesor Elî Seydo Goranî li Emmanê-Urdin dibistaneke duyemîn ji bo hînkirina zimanê kurdî li Komilgeha Selah El-Dîn El-Eyûbî hate vekirin.

Di salên 1970-1973-an de ez li Beyrûtê dijîyam, lê min bê pasaport sînorên welatên Rojhilata Navîn derbas dikir, dûrî xalên kontrolê(venêrînê) ji ber ku saloxgerîya Sûriyê li dû min digeriya û dixwest min bigire.

Di 1972 de, Adêl Mûrad serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistana Iraqê, li Beyrûtê serdana min kir û ez vexwendim ji bo beþdarbûna konferansa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistana Iraqê, ku ewê di meha Nîsanê 1972 de li bajarê Silêmaniyê bê pêk anîn., û wî her weha jî serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Libnanê Xalid Mellî vexwend, lê Xalid Mellî lêborîn xwest, lê li þûna xwe birayê wî Gazî Ferho, ku yek ji endamên yekîtiya wan, raspard ku beþdarî konfêransê bibe, û Tariq Ekrawî, serokê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê û hin rêxistinên din beþdarî konferansê bûn.

Piþtî ku konferans bi dawî bû, General Mistefa Barzanî pêþwazî li min û nûnerên rêxistinên xwendekarên Kurd ên ku ji derveyî Kurdistana Iraqê hatine kir, ev hevdîtina dîrokî pêk hat li baregeha wî ya li gundê Dîlmanê li kuntara bakurî yê çiyayên Qendîlê, û em heta derengê þevê ligelhev peyivîn.

Piþtî vegera min ji hevdîtina bi General Mistefa Barzanî re,saloxgerîya (îstîxbarata) Sûriyê ji ewlekariya Libnanê daxwaz kir ku min binçav û radestî Sûriyê bikin, û ez dihatim girtin jî, lê di her carê de berî ku bihatame darizandin diya min pismamê xwe Ehmed Bekir Axa Alusî diþand daku pereyên kefaletê bi rêya parêzger re bidê ta heta roja dadgerînê serbest bim, bêguman ez ji zîndana Zehle derketim û navnîþana xwe guherand û li dadgehê peyda nebûm... Lê piþtî çend heyvan hêzek Libnanî karîbû min bigire û radestî Sûriyê bike, û gava ez radestî istixbarata Sûriyê kirim, ez têgihiþtim ku ew hêza ez girtime ne libnanî bûn, ema ji saloxgerîya Sûriyê bûn lê bi cilên libnanîyan bûn.

Di sala 1973 de ez radestî artêþa Sûriyê kirim ji bo leþkerîya mecbûrî, û bi vî hawî piþtrast bûn ku ez li Sûriyê û di bin çavdêriya wan de bimînim. Sedema girtina min ne ji ber tiþtên ku di bala min de bûn, biqasî dema ku ez di artêþa Sûriyê de bûm  ewqasî min ew nas kirin ku min bi dizî bikujin, herwiha gelek caran hewl dan min bikujin lê spas ji Xwedê re ku ez sax mam.

Di salên 1976-1984-an de, piþtî têkçûna þoreþa Îlonê di 1975 de, partiyên kurdî zêde dibûn, ji ber vê yekê çend endamên partiya KAJYK Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK) damezrandin û ji ber ku ez di serokatiya KAJYK de bûm, PASOK biryar da ku ez ê bi wan re di rêveberiya wê de jî bim.
1982-1984 ez beþdarî Þoreþa Gulanê li Baþûrê Kurdistanê bûm wek fermandarekî meydanî yê pêþmergan, serkirdeyê siyasî û endamê polîtburoya Partiya PASOK û min nûnertiya wê di pêþengiya Eniya jodê de kir û ez beþdarî civînên wê yên li çiyayê Qendîlê dibûm... Herwiha ez beþdarî çend cengan bûm, ku ya herî navdar þerê piþtaþan, Aþqolke û Qernaqeyê bû di 1-5-1983 an de li çîyayên Qendîlê ku me di wê cengê de nêzîkî 100 þehîd dan.

1982-1984 ez rastî gelek hewldanên kuþtinê hatim û bi alîkariya Xwedê ez sax mam, ku yek ji wan li bajarê kerec ê nêzîkî paytexta Îranê Tehranê bû û di wê hewldanê de tawankaran karîn min birîn bikin, ji pê re Dr. Þewket Bamernî ez derman kirim,di wê êrîþê de min jî li ber xwe da û bi qurþînê çerpand duduya û birîndar xistin û yên din jî reviyan, ji pê re Dr. Þewket Bamernî ez derman kirim, piþtre tawankaran bi hevkarîya îstixbarata Îranê wêneyên min li hemû balafirgeh û postên sînor yên Îranê di lîsteya daxwazkiriyan de belav kirin.

Di dawiya sala 1984 an de min xwe gihand Londonê û bi Cemal Alimdar, Dr. Þefîq Qezzaz û Dr. Feryad Hiweyzî re Komîteya azadîxwazên Kurdistanê (KAK) ava kir.

Di sala 1985 an de min Komîsyona Mafên Mirovan a Kurd damezrand, ku ji bo eþkerekirina çarenûsa kurdên windayî û yên girtî werine berdan bi hezaran name ji rêxistin û dadgehên navneteweyî re þandin, û di derbarê sûîqestên ku sûrîyê, îraq, tirk û îranî dijî gelê kurd pêk tînin de gilîname bo dadgehan hinartin.
Di sala 1985 an de min bi Dr. Cemal Nebez, General Ezîz Eqrawî, Dr. Mihemed Salih Kabûrî, Profesor Selah Cemûr, Þêx Letîf Merîwanî, Dr. Mûzefer Bartoma, Endezyar Brûska Îbrahîm, þêxê êzîdîya Derwêþ Heso û bi hinde kesên din ji seranserê Kurdistanê re Kongreya Niþtimanî ya Kurdistanê damezirand.
Di sala 1986 an de min rojnameya Kurdnameyê biderxist û paþê min navê wê guherand bo rojnameya kongreyê berdevkê Kongreya Niþtimanî ya Kurdistanê.
Di sala 1987 an de ez li gel kesayetiyên akademîk û zanistî yên hemû parçeyên Kurdistanê wek Dr. Kamal Fûad, Dr. Fûad Husên, Hemreþ Reþo û yên din beþdarî konferansa damezrandina Akademiya Kurdî li Ewropayê bûm.

Di sala 1988 an de, ji serok eþîrê Barzanîyan þêx Mihemed Xalid Barzanî de min nameyek wergirt û tê de ez raspartim ji bo ku zordarîya îraqê bi revandina 8000 Barzanîyên kurd ji sala 1982 ve û setemkêþîya wan bigihînim Neteweyên Yekbûyî, piþtî çend pêwendiyan, navenda neteweyên yekbûyî li New Yorkê vexwendnameyeke fermî arasteyî min kir, û bi Dr Ehmed Osman, Dr. Vîre Seîd bor û Dr. Esfandiyar re ez amade civînên wê bûm.

Di sala 1989 an de, min konferansa yekemîn a Kongreya Niþtimanî ya Kurdistanê li bajarê Londonê lidarxist û General Ezîz Eqrawî wek serokê Kongreyê hat hilbijartin.

Di sala 1989 an de, jiboyî qurbaniyên bajarê Helebceyê, operasyonên Enfalê û binçavkirina 5000 Kurdên Fîlî li Iraqê, min gelek semînar û komcivîn pêk anîn.
Di sala 1990 î de, ji bo çareseriyeke dadmend ji pirsgirêka Kurdî re, ez beþdarî gelek konferansên navneteweyî yên li ser wê mijarê bûm.
Di sala 1991 an de, di dema koçberîya komî ya mîlyonî a kurdên li Baþûrê welêt de, min roleke mezin lîst, da ku hêzên navneteweyî bileyîzin bi rizgarkirna gelê kurd.
Di sala 1991 an de, li Londonê, konferansa duyemîn a Kongreya Niþtimanî ya Kurdistanê hate lidarxistin.
Di sala 1991 an de, ez beþdarî kiryarên Kongreya taybet a qurbaniyên Marzabotto û Helebçeyê bûm, ya ku li Îtalyayê pêk dihat.
Di salên 1992-1994-an de, min gelek peyam arasteyî serkirdeyên Kurd yên Baþûrê Kurdistanê kir, ku ji rewþa nû ya li Baþûrê welêt sûdê werbigirin.
Di salên 1995-1997 an de, ez bûm endamê Parlementoya Kurdistanê a li sirgûnê, ya ku ji aliyê hevalên Leyla Zana li Beljîka hatibû ava kirin, û li civînên wê li Hollanda, Beljîka, Îtalya, Rûsya, Danîmark û Norwêcê amade bûm.
Di sala 1996 an de, li Parîsê, konferansa sêyemîn a Kongreya Niþtimanî ya Kurdistanê hate lidarxistin.
Di 1997 an de, li Tirablûsê ez bi serokê Lîbyayê Mûemer Qezafî re civîyam û min ala Kurdistanê diyarî wî kir.
Di sala 1997 an de, li Londonê, bi komek welatparêzan re min komîna rojavayê Kurdistanê damezrandin.
Di 1998 an de, min ji kesayetiyên civakî û rûsipî li cîhanê 2000 îmze berev kirin, ji bo ku di navenda BBC ya navdewletî de radyoyeke bi zimanê kurdî ligel 29 zimanên din di radyoyê Birîtanî de bê weþandin.
Di 1998 an de, kiryarên konferansa çaremîn a Kongreya Niþtimanî ya Kurdistanê li Londonê hate sazkirin, û min rojnameya kongirê bi zaravayên soranî, kurmancî û bi zimanên îngilîzî û Erebî weþand.
Di 1999 an de, min ji aliyê Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistan û Partiya Demokrat a Kurdistanê vexwendnameyên fermî wergirtin, ku serdana baþûrî Kurdistanê bikim û rewþa wê ji nêz ve biþopînim.
Di 21/7/1999 an de, min konferansek bo bijîþkên Kurd yên li Brîtanyayê lidarxist, ji bo damezrandina Komeleya bijîþkî ya Kurd li Brîtanyayê, û Dr. Aza Celal Ebdullah weke serokê komeleyê hat hilbijartin.
Di 2001 an de, ji bo peydakirina lobiyeke kurdî li þûna lobiyên partîzanî, min rêxistina dostên Serxwebûna Kurdistanê ya navneteweyî damezrand, ku tê de gelek kesayetiyên ewropî û emerîkî hebûn.
Di sala 2002 an de, bi hezaran îmze ji kesayetiyên qedirbilind û rûspîyên cîhanê min top kirin, da ku kurd weke çavdêr li Neteweyên Yekbûyî bên nûnertîkirin, ji ber ku dema endamên NY dixwazin li ser Kurdan ti agahîyan bizanibin, ew wan ji devê dujminên kurdan werdigirin.
Di salên 2003-2004 de, ji bo amadekirina referandûmekê li Baþûrê Kurdistanê daku serbixwe bibin min çend konferans bi rê ve birin, û deh hezar îmze ji Kurdên li Brîtanya bo piþtgiriya serxwebûna Kurdistanê min berhev kirin û radestî Neteweyên Yekbûyî kir.
Di 09/14/2004 de, di hefteya çanda sûrî de ku ji aliyê Boseyne þaban seroka ofîsa medyayî ya serokkomarê Sûrîyê Beþar el-esed ve li Zanîngeha Londonê hatibû vekirin, min di rûyê wê got:  axaftina te li ser çanda Sûriyê bêyî ku tu muzîk û zimanê kurdî yê ku bêtirî 3 mîlyon kurd li Sûriyê pê diaxivin wîne ziman kêmasiyeke mezin e, ji min re got: Em giþt Sûrî ne, min bersiv da:lê ema hemî ne Ereb in!.
Di 7-11-2004 an de, min konferansek ji bo ciwanên Kurd lidarxist, û komîteyek ji ciwanên hemû parçeyên Kurdistanê hate hilbijartin.
Di salên 2001-2004 an de, bi dehan konferans min lidarxistin, ku hemû partiyên rojavayê Kurdistanê hatibûn vexwendin, ji bo amadekirina konferanseke giþtî ya hêzên kurdî bo ragihandina hikûmeta rojavayê Kurdistanê li sirgûnê, konferansa herî dawî di 25. 04.2004 li Almanyayê bajarê (herne) bû, û tê de hikûmeta rojavayê Kurdistanê li sirgûnê bi serokatiya min hate ragihandin.
Di sala 2005 an de, min çend caran bi serkirdeyên Brîtanî re hevdîtin çêkirin, ya herî girîng bi birêz Tûnî Bilêr re di 4-25-2005-an de bû, ku min ala Kurdistanê û peyamek tê de pirsgirêka Kurd bi giþtî û ya rojavayê Kurdistanê bi taybetî û Serencamên serhildana 12ê Adarê 2004an þirove kiribû, pêþkêþî wî kir.
Di 30-7-2005 an de, min konferansa pêncemîn a Kongreya Niþtimanî ya Kurdistanê lidarxist.
Di sala 2005 an de, min televîzyon û Radyoya Satelîtî ya rojavayê Kurdistanê vekir, û piþtre min ew veguheztin înternetê.
Di sala 2006 an de, ez beþdarî Konferansa Waþîngtonê bûm, û min serxwebûna rojavayê Kurdistanê di nava Kongreya Emerîkayê de daxwaz kir.
Di sala 2006 de, ez beþdarî Konferansa Bruksêlê bûm, û ji hundirê Parlementa Ewropî de min doza serxwebûna rojavayê Kurdistanê kir.
Di 2008 de, li Londonê, min Mûze, Pirtûkxane û Arþîva Kurdistanê bo kevneþopiya Kurdî vekir.
Di sala 2009 de, min konferansa þeþemîn a Kongreya Niþtimanî ya Kurdistanê pêk anîn.
Di sala 2009 an de, li Londonê, min akademiya Apê Osman Sebrî bo fêrkirina zarokên kurd bi zimanê kurdî vekir.
Di sala 2010 an de, piþtî demeke dirêj, nêzî çaryekeke sedsalê, min serdana Baþûrê Kurdistanê kir.
Di sala 2011 an de, ji destpêka þoreþa Sûriyê û heya îro, min gelek hevdîtin bi welatên mezin re kirin  li Londonê û Parlementoya Ewropî li Brukselê û hin li welatên din ...Û bi sedan peyam ji serokên cîhanê û kesayetiyên desthilatdar re min þandin ji bo piþtgiriya þoreþa Sûriyê û gelên Sûriyê ... Û di hemû bûneyan û bûyerên þoreþê de min bi hezaran gotar li ser înternetê, fêsbokê û yên din nivîsandin ... Û min tekez kir ku televîzyon û radyoya Rojava zêdetir li ser mijara þoreþa sûriyê û rojavayê Kurdistanê ji pirsgirêkên din ên kurdan berheman pêþkêþ bikin.
Di sala 2012 an de, ez beþdarî konferansa Hewlêrê ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûm., lê belê min beþdariya konferansên opozîsyona Sûriyê red kir, ji ber ku ew li ser ajandayên dijminatiya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê bûn, û bi taybetî jî ajandayên Tirkiyê û Sûriyê.
Di sala 2013 de, min serdana baþûr û rojavayê Kurdistanê kir, û ji bo rojavayê Kurdistanê min bernameyek bo serkirdeyên kurd pêþkêþ kir., û min bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serkirdeyên Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar, Sadî Pîre û Ednan Muftî re hevdîtin kir. ... Û li çiyayên Qendîlê ez bi têkoþerê Zekî Þengalî endamê serkirdayetiya PKK û yên din re civîyam., herwekî min serdana kampên penaberên Kurd li Dihokê kir…û pey de ez çûm Sûriyê, û bi taybetî rojavayê Kurdistanê, ku min lê serdanek panavî kir, dema ku þer di navbera hêzên kurdî û îslamiyên tundrew de li Serê kaniyê diqewimî., ji pê re min serdan li qehremanên Kurd ên birîndar li nexweþxaneyên Qamiþlo û li goristana þehîdan li Berkevirê kir, û demek dirêj li ber gora Apê Osman Sebrî rawestiyam… û min li Qamiþlo bi serokên partiyên kurd û rêxistinên ciwanên kurd re hevdîtin kir.
Di 9-12-2013 de, ez nexweþ ketim, ku heta îro jî ez dikþînim, lewma ez neçar mam ku li malê bimînim.
Di 15-6-2015 de, careke din tendirustîya min têkço û min niþtergeriya dil derbas kir, spas ji Xwedê re, ku noþdarî serketî bû.
Ji sala 2013-2021, ji ber ku tendirustî û salên min nema dibin alîkar, bandorek mezin li rawestandina çalakiya min kiriye piþtî têkoþîneke dirêj.

_____
Têbînî: KAJYK, PASOK, Kongreya Niþtimanî ya Kurdistanê û Hikûmeta rojavayê Kurdistanê ya li sirgûnê, Hemû doza serxwebûna Kurdistanê dikin, anku ez tenê li ser rêyekê û rêbazekê me zêdetirî 60 salî, ew jî rêya serxwebûna Kurdistanê ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Dr Jawad Mella & Muammer Kaddafi & Ala Kurd

Dr Jawad Melle: 'Kaddafi'den Trablus Üniversitesinde bir Kürd Enstitüsü bölümünün açýlmasýný istedik.
Sonra bu üniversiteye kürd ulusal davasýnýn kadrolarýnýn oluþmasý için yýlda 200 öðrenci almasýný talep ettik.
Bizim bu talebimizi kabul etti. Yanýmýzda duran þahýsta Kaddafi'nin baþdanýþmanýdýr. Ama bu görüþmemizden kýsa bir süre sonra
PKK Y.K'yý Libya'ya yollayarak bu talebimizin iptal edilmesini saðladý'.

NOT: Y. K. Sözde sürgünde olduðu Avrupa'dan türklük devleti cumhurbaþkaný Süleyman Demirtel'e mektup yazarak:
'Ben herzaman Türkiye'Nin birliðinin ateþli savunucularýndaným' demiþti.

 

 

Dr Jawad Mella

 

Nêrîna Kolonêl Qeddafî di pirsa dewletbûna neteweya Kurd de

jawadmella

"Kurd ji mewlûdê bê nok derketin"

 

Rêberê lîbî yê navdar Kolonêl Mue’mmer El-Qeddafî, ku pir ji zû ve desthelatdarê welatê xwe yê li bakurê Afrîqiya ye, hîn ji Çiriya paþîn a sala 1979ê de, bi þêweyekî baþ û zelal li ser kêþeya neteweya kurd di axiftinên xwe de rawestiyaye. Baþ tê bîra min, ku di dawiya sala 1980ê de nivîskar û rojnamevanê ereb Muhemmed Ebdil Mewla, di heftenameya Londonî „El-Hewades“ a erebî de (hejmar 1258, Çileyê pêþîn ê 1980) pir bi nebaþî dev avêtibû Kolonêl Qezzafî, min jî di hejmara pey wê de yan paþ wê yekê bi du hejmaran di wê kovarê de, li wî vegerand, û min diyar kir, ku Kolonêl Qeddafî „rast gotiye“, û rasterast mafê gelê kurd di avakirina dewleteke serbixwe de heye.

Bo nasîna nêrînên Kolonêl Qeddafî di wê demê de, li ser kêþeya kurdî ya neteweyî, ew ê ku bi zimanê erebî dizane, dikare vegere pirtûka rêberê demokrat, hêja Samî Ebdurehman, Serkarê PDK yê berê, yê ku bi destên têrorîstan hatiye þehîdkirin. Ew pirtûk bi navê (Elbedîl Ethewrî „Alternatîvê þoriþîn“ e di tevgera rizgarî ya kurdî de), rûpel 104-108.

Hema ev helwêsta camêr a Kolonêl Qeddafî paþ 30 salan jî ji wan gotinên wî yên zelal û dirist nehatiye guhartin, wî baweriya wî her bi mafê neteweya kurd di dewleteke serbixwe de heye, û mafê paristina kurd ji xwe re di nav neteweyên ereb, fars û tirk de haniye zimên, û peþindariya neteweya kurd kiriye û xwe mîna dostekî jê re daye nasîn.

Bêguman gotina mezinê dewleteke erebî, ku xwe þoreþvan û netewparêz dibîne, bo gelê me piþtvaniyeke ne biçûk e, û ser derewên wan nijadperestên, ku neyartiya gelê kurd dikin, vedide û wan di nêv cîhanê de riswa dike.

Di axiftina xwe de, ku rojên 1-3ê Çileyê pêþîn sala 1979ê, li bajêrê Bengazî danûstandinên dirêj li ser mijara pirs û girêkên hindikiyan „eqeliyat“ çêbûn, Kolonêl Qeddafî got: “kurdan serêþî di hinek parçeyên niþtê erebî de pêda kirin… Ez ereb im û ji min re yekbûna axa erebî û parastina parçeyên wî û çareserkirina astengiyên ku li hevber wan in giring e, hema ev nahêle ku ez piþta xwe bidim rastiyê yan ez bi fêlbazî biçim ser rastiyê û bi þêweyekî nijadperest û kolonyalî rabim û rûnim…. Kurd xudan zevî (erd) ne, û zevînê wan Kurdistan e. Bo Kurdan neteweyek heye, Neteweya Kurd neteweyeke xang e û divê mafê xwe bistîne… Nabe em hovîtiyê bi wan bikin û wan di cîhanê de perengperengî belav bikin. Ez piþtvaniya têkoþîna kurdan dikim, ne di neyartiya neteweya erebî yan îranî yan tirkî yan hîç neteweyeke dî de, ez bi wan re me bo bi serhevanîna parçeyên wan û avakirina neteweyeka kurdistanî, ya ku ciyê xwe di Rojhilata Navîn de, li teniþta neteweyên erebî, îranî û tirkî bistîne, û hîç egerek bo zorbaziya dij bi kurdan nîn e ….Bihêlin bila kurd dewleta xwe di zevînê xwe de avabikin û bên ser hev… Dibe ku kurd binzor bibin bo þerkirinê bi dewletên li rex wan re, û ew ên ku mafê wan di jînê de neydikin û yên hebûna wan neydikin. Bêgumam yê kurd kurdî ye ne erebî ye, nabe em yê kurd binzor bikin, ku bibe ereb, lê gava ew bi xwe bixwaze bibe ereb, ser seran û çavan. Hema eger got ’ez Kurd im’, bila bo wan niþtê wan ê kurdistanî hebe û neteweya wan a kurdistanî hebe, û ew azad bin..

Bo çi em þerê wan bikin? Van ceng û van pevçûn astengiya têkoþîna kurdî çareser nakin, heta neteweya kurdî serbixwe dibe û parçeyên wê yên ji hev jêkirî tên ser hev. Ez çareserkirina astengiyê di avakirina neteweya kurdistanî ya serbixwe de, li ser zevînê kurdistanî di Rojhilata Navîn de dibînim, wê bibe piþtvan bo neteweya erebî, û wê bibe xang bo neteweya erebî, îranî û tirkî…Tersî wan (kesan), bi baweriya min, ez bi van ramanan çareseriyê ji astengiyan re pêþkêþ dikim, ne astengiyan pêda dikim.“

Ev helwêsta hêja ya rêberê lîbî, di hevpeyvînekê de, bi radioyê „Deutsche Welle“ re, di 17.12.1981 de jî hatiye zelalkirin. Ew hevpeyvîn hîngê di rojnameya „Elfecr El-cedîd“ a lîbî de jî hatiye belavkirin. Di 11.04.1981 de dîsa Kolonêl Qeddafî, ku bi rêberê þoriþa yekê Septemberê têye nasîn, li ber gelek sazî, hevbendî, yekîtî û rêkxirawên erebî û cîhanî jî di þahiya pêncemîna þoriþa xwendekaran de haniye zimên. Hîngê gotibû:“ Hindikî (eqeliyat) du beþ in, yek bê niþt e û ew ne neteweyek e, wekî qereçiyan, ku li hinek dewletên europî belav in, niþt û neteweya wan nîn e, lê ev e hîç ne eger e bo pelixandina wan, ji ber ku ewana hindikiyek in û ji ber ku niþt û neteweya wan nîn e, û çareserkirina astengiyên siyasî û aborî bo van hindikiyan di avakirina civaka gelêrî de ye: (zevîn bo giþan) (mal bo daniþtê wê) (hevpar ne kirêdar) (Xudanê berhemê divê qezencê jê bibîne), û li vir ne giring e  ew endamê hindikiyekê yan piraniyekê be…û ez xuya dikim, ku terzê dî yê hindikiyan, ew ê ku xudan niþt û netewe ye, û ew rewþ di hinek neteweyan de heye, wekî kurdan…û wekî ermenan e…“

Piþt re jî, her car Kolonêl Qeddafî di jiyana xwe ya siyasî de, li kî derê bûye, û li ber kê bûye, helwêsta wî li ser mafê neteweya kurd di serxwebûn û azadiyê de, û di cenga rizgarkirina niþtimanê Kurdistan de, nehatiye guhertin. Hema wî rexne jî li serokatiya kurdî ya jêriya Kurdistanê kiriye, û gotiye ku wan xwe bi herzanî dane teniþta hêriþkarên Amerîka, tevî ku wî her dem rexne li sazmana xûnî ya Seddam Husên jî dikir.

Kolonêl Qezzafî, paþ rizgarkirina Îraqê ji zorbaziya Seddam Husên û tevlêbûna wan di deselatiya navendî ya îraqî de got: „Wilo li Misirê tê gotin, gava yek di bazarekê de ziyanê bike û kurdan jî di vê girêbendê de ziyan dîtin: Ewana ji mewlûdê bê nok derketin.“ Bi wateya tiþtek bi destê wan neket. Ew dibêje: „ji hembezkirina leþkerên hêzên dagîrker û maçkirina rûyên deselatdarên nû pê ve….û ji tawanbarkirina wan bi xiyaneta gewre û peyketina dagîrkirinê pê ve, kurdan çi ji girêbenda Îraqê standin? Rewþa kurdan tew nehate guhartin… Hîn ji berê nebaþtir bû, bi kêmtirîn ji aliyê siniçî û dîdarî ve. Me çaverê dikir, ku ewana di katekê de, ji katên dûrokî yên diramatîkî, wekî vê yekê [mebest paþ roxandina sazûmana navendî ya Îraqê], ew bibe delîveyeke dûrokî ji kurdan re –bi dest xînin – wekî cihûyan gava rûxandina Berlîn, revîna dewletên xolge „mîhwer“ û serkeftina hevbendiyan di cenga cîhanî ya duwê de bi dest xistîne… Mebest, wan dewleta kurdî îlan bikira, ya ku hîviya dûrokî ye ji neteweya kurdî ya binzorkirî û parçekirî re…Ne tiþt…Kurd hîn daniþtvanên wan dewletan in, ku ewana tê de dijîn…!

Çiye yê nû? Destkeftin çi ne? Ne tist. Yê Kurd hîn ew Kurdê ji pileya duwemîn û sêyemîn e, di heme welatên Rojhilata Navîn de.

Kolonêl Qezzafî li ser tevlêbûna Kurdan di deselatiya navendî de jî vê yekê dibêje: „Bila we bi dagirtina birayê Hosyar Zîbarî wezareta derve di rewþa îraqê ya niho de nexapînin.

Basgeneral Nûreddîn Mehmûd jî berê serekwezîr bû, û Ehmed Baban jî, herdu kurd in. Wekî ku wezîrên kar û bar, rêvanî, hundirî, dadî, diravî û paristinî jî kurd bûn, û basgeneral Emîn Zekî jî…“

Piþt re ew hinek navên berpirsên din ên mezin ji kurdan di dûroka Îraqê de tîne zimên û bi taybet yên di leþkeriyê de…Dibêje ku eger bo zimanê kurdî ye, ji berê de zimanê kurdî di dibistanan de tê xwendin, hîn ji salên þêstiyan de…

Paþê ew dibêje: „Me çavrê dikir, ku di saya va bûyera buve de [Mebest wî roxandina sazmana Seddam Husên e, sala 2003], di herêmê de, ku ji bin vê dûmanê gewre dewleta kurdî derketa, ku bibe rizgarvan û sîwana parêzvan ji Kurdan re ji binzorî, hovbazî û kustiniya, ku di teviya dûroka xwe ya serpêhatî de pêrgî wan hatine. Vaye dîsa em vedigerin wan pevekên dilês, ku para Kurdan hesret in, û jidestçûyîna delîveyên dûrokî yên winda ne, tevî soris û qurbanî û hilgavtinan.

Çi ye yê nû? Kurd hîn daniþtvanin îraqî ne, û ev e rewþa wan a berê…Ma kurdan çi mifa ji tevlêbûna þahiyê dîtin, ku Îraq bi tevayî hate hilweþandin, Ma qey kurd tenê li Îraqê hene? Piraniya wan li derveyî Îraqê dijîn, kêmtirê wan li Îraqê ne. Bo çi çarenivîsa piraniya kurdî li derveyî Îraqê tê bincilkirin? Û tenê li ser hindikiya kurdî ya di Îraqê de tê rawestin? Firoþkar û xerîder çi diþtînin? Kî ye yê bi kêþeya kurdî ya pîroz bazarê dike? Kî xûna bi hezaran hezar þehîdên kurd vedixwe?

Ev e encam? Paþ evqas xûna kurdî ya paqij, ku di þoriþ û serhildanên Ubeydullah Nehrî, Bedirxan, Botan, Neqiþbendî, Ehmed Barzanî, Seyid Riza, Sihabuddîn, Þêx Seîd, Þikak, Elhefîd, Îhsan Nûrî û Mistefa Barzanî de hatine rijîn.

Heger em li ber çavlêdankeke guhartina dûrokî ne, û em bangeþkirina (îdîa’)a rizgarkirina gelan ji bin destên zorbaz û binzorkirên wan dikin, ji gelê Kurd gelekî bêtir binzorkirî li her derekê nîn e… û neteweyeke bêtir zorjêbirî ji neteweya kurd nîn e, de bo çi di kêþeyên çarenivîsî de bi du pîvanan ev pîvan tê kirin? Bo çi li teniþta neteweya kurd naye rawestan û serxwebûn û yekbûna wê nayê îlankirin?  Û bo çi þûrên di ser wê re girtîne nayin dakendin (damalîn), da ew jî ciyê xwe wekî rexvanekê û xangekê di teniþta neteweyên ereb, fars û tirk de bistîne? Kê kurd xapandin?... Kê bazar li ser kêþeya wan a pîroz kir? Kê ewana firotin?“
Li dawiyê ez dipirsim: Gelo, ma serok û mezin ên neteweya kurd jî diwêrin helwêsteke wilo wêrek, wekî ya Kolonêl Qeddafî li hember kêþeya xwe ya pîroz bistînin?
Ez bi hîvî me, ku em ji vî dostî mifayeke mezin bibînin, berî her tiþtekî di wêrekiyê de û di piþtvaniya rast û dirist de bo kêþeya xwe ya pîroz…

Lew re ez tika dikim ji serekê Kurdistanê, ji Kak Masûd Barzanî dikim, ku ew Kolonêl Qeddafî vexwendiyê Kurdistana azad bike, ku navê xwe di deftera zêrîn a gelê kurd de wekî dostekî mezin bi xwe binivîse.

 

1 September 2010

 

ÞIROVEYA BB LI KOVARA ELEKTRONÎKÎ SERBESTÎ:

Dibêjin ku Kaddafî ji birêz Mesûd Barzanî re gotiye "diya min KURD e."

Dibe ji ber vê yekê be ku Muammer Kaddafî di kûrahiya dilê xwe de sempatiyeke berdewamî ya ji bo tevaya kurdan xweyî dike. Ev tiþtekî pirr normal e.

Þayanê gotinê ye ku li cîhana SEROKDEWLETAN du serokên dewletan: Muammer Kaddafî û Olof Palme'yê rehmetî helwêstên xwe yên durust û merivane li ber geþa dewletbûna kurdan diyar kirine.

Rast e ku Muammer Kaddafî ku di gelek derfetan de pirsa kurdan a dewletbûnê destnîþan kiriye. Û gelek caran guftûgo di gel rayedarên bilind ên tirkan kiriye. Wek nimûne li Lîbyayê li nav konê xwe, ji mêvanê xwe ji serokê tirkan, ji Erbakan re gotibû ku 'li Tirkiyê kurd hene û mafê wan binpê nekin!'

Li vir dîsan þayanê destnîþankirinê ye ku serokê Misrê rehmetî Cemal Evdilnasir jî di vê babetê de helwêsteke durust nîþan dabû. Gava þandeyê (qasidê dîplomat ê) Tirkiyê yê Qahîrê ji bo notaya dîplomatîkî nerazîbûna xwe ya li ser vekirina radyoyeke kurdî li Misrê, ji birêz Cemal Evdilnasir re ragihandibû, hingê birêz Cemal Evdilnasir ji vî qasidê Tirkiyê, vê pirsê kiri bû.

- Ma li Tirkiyê kurd hene?

Qasidê Tirkiyê bersivandibû û gotibû:

- Na nîn in.

Cemal Evdilnasir hingê bi tundî û bi hêrs vê pirsê jî ji þandeyê Tirkiyê kiribû:

- Ê madem li Tirkiyê kurd nîn in, wê gavê hûn çima ji ber li Misrê vekirina radyoyeke kurdî xwe wisa pirr aciz dikin?

Olof Palme yê rehmetî jî gotibû: 'Heger meriv li pey aþtiya Rohilata Navînî be, hingê divêt meriv ev rewþa nemafdar a xelkê kurd li ber çavan bigire. Wek her xelqekî mafê xelkê kurd jî yên NETEWEYî û demokratîkî hene!'

 

 

 

Links of Jawad Mella's Works:

 

https://www.dropbox.com/s/c8o29v1nwqe6l1y/Mella-J-My%20Memories1.pdf?dl=0

 

https://www.dropbox.com/s/kccg22hzesjaart/Mella-J-My%20Autobiography%202%20Arabic.pdf?dl=0

 

https://www.dropbox.com/scl/fi/1rknagm89k6udlhi6eem4/Mella-J-My-Autobiography-3-Arabic.pdf?rlkey=bfxyq91r8pg9cxvbmi72igniu&dl=0

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum