HINARA TAJDÎN

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 


30 sal berê bû wekî em bi kûltûr û çanda xwe,hûner û wêja xwe roj bi rojê mînanî kulîlkeke hefa çîyay Sîpana Xelatê bin tîrinja roya nîvroye germ em dibişkivîn, gul vedida, dikenîyan bo pêjda çûyîna miletîyê.
Şêwra sovîyêtê derfet li ber miletên meye Ermenîstanê berfireh rê vekribûn , çawa hemî milet wusajî miletên me bighîjin nêt û armancên xwe, xwe naskin, xatî derkevin çand û kûltûra xwe,ziman,erf,edetê kal,bavên xwe bi herdu desta bilind xweyîkin ji undabûnê xilaskin.

Lê roja îro ew bedhal nexweşe, bi teherekî destê xwe dîwarava dipelikîne wekî nekeve, em nefikirin wekî îdî boş û betale, destê xwe lê bişon, ne xêr,ne xêr. Raste, ber çevane her tûşt, çawa nexaşîya penceşêre hêdî-hêdî hest û bestên însên dimaşîne dike têl, derzî, dibe berbi wefatbûnê. Werin em mil bidin milên hevdû bi yektî û tifaq, hev hizkirn û qedirgirtin qîmetê bidin hevdû, şerkarîya birq bikin berkî ewê nexweşîyê altkin, ser bi xwe kevin, wekî karibin ji ber wefatbûnê destê alê mirinêda derxin, bizvirînin berbi emirjîyaneke aramî.
Wekî netewa mejî royê hindava xweda geş û ruhnayî bibîne pêşeroja xwe.

Em li nava wan 30-î salîda gele-gele ji ziman û zargotina, çend û kûltûra, dîn û ola xwe dûr ketin.
Sebeb çî ye gelo ?

-Sebeb kêmasîya ruhanîya meyejî, wekî ciwanên me û wusajî em xwe-xwe haj bingah dînê xwe tûnene, em kîne, ku hatine, rehîşkê me kûraya kîjan qurney dest pê dibe, her kes ne rast şirovên xwe dibêje. Hene hine kesê me ji ruhanîyê zanene lê naxwezin ew nmûnêd ko zanin derbasî niwşên nûkin.
Bilê, dibeke hineka wê bêşîne ev nivîsandina min, lê belê ez xwera nakim xem-xeyal. Çawa gotinên me dibêje :-Gilîyê rast diçe mala xwedê. Rastî pir tehle , werin em ewê rastîyê temkin û helkin.

Belê, bal gelen netewa me geleka wê pirs pêjda bê, xwera dişurmîş bin !

-Heyran, dinê alem pêjda diçe, bo çine ev şirovên wuhay jeng girtî ?

Timê ez ser ewê fikrême, wekî helweşandina şêwra sovîyêtê derbeke pir girane zîyandare tûj mîna derba rim û soranîyê me ket, em birîndar kirin, dû tîretî pêjda anîn, perçe kirin kurdên misilman û kurdên êzdî, navbera herdu birada cudayê kirin, bêtifaqî kirne orta gelên me, wakî hukmekî girîng hîşt ser pêjdaçûyîna me, pişta me sist kir û şikînand, dikarim bêjim mal me xiravkir.

Dibeke hilweşandin bal gele miletê mayîne biyanî karbû, lê bo netewa meye Ermenîstanê kul, derd û betrengbû, me gelek kar û xebatên giranbahaye dewlemende zengîn undakirin, him alîyê xwendinêda himjî pêşketina çand û kûltûra xweda, tifaq û yekbûna xweda.

Dîsajî bi gorî fikrên min hela ne derenge em dikarin bicedînin pajda vegerînin berbi rojên rengîne bihurî, pajda bizvirînin ser dîn kîjan ji me pirbûne çûne ser dînekî dinê. Wekî şirovên rast bidin wan,zanebûna wan berbi netewa me bikaribin em bilindkin, dibeke karibin karê bidin wan.

Herin berbi 30 salî pajda.

Em mesele bînin hema li ser rêdaksîya kovara ,,RÎYA TEZE”, wirda kar û xebatên xwe dimeşandin kedroy meye zane û bîlan her beşek wirda karên xwe pisporî berdewam dikirin bi serekvanîya rêdaktorê kovarê Mîroyê Esed.

Em çend parên ,,Rîya Teze” bîr bînin, peşa edebîyetê serwêrî lê dikir nvîskarê rehmetî Egîtê Xwedo, malhebûna gundîtîyê rehmetî Grîşay Memêy, para partîya komûnîstîyê nvîskar, helbestvanê mezin rehmetîyê nemir Elîyê Evdilrehman Mamêdov û gelek parên dinêy cuda -cuda, her parekîda rojnemevan û miqaledarên bi xwendina bilindva îşên ko disparitin wan bi zanîyarî diqetandin tanîne ber dawîyê.Elemetîyên her roje dighîyandin xwendevanên rojnema xwe
.
Rohlatzanîyêda gelek kadroy mey nav û deng hatne hazirkirin.Wekî herçar parçê dinîyayda nav û dengên wan belabû ji wan çend navan bîr bînim bavê folklora kurdî profêsorê nemirî Hecîyê Cindî, Nado Maxmûdov, Xalid Çatoyv, Ordîxan û Celîlê Celîlan,Maksîmê Xemo,Karlênê Çaçan.
..
Dengê radîya Erêvanêye peşa kurdî bêla dibû herçar perçê Kurdistanê.Her kes mohtacê dengêapê Keremê Seyadbûn.

Ermenîstan binga çand û kûltûra,ziman û zargotin,edebîyeta kurdîbû.

30 sal, em pajda meşîyan, nek pêjda. Ew rojên meye tifaqeye bextewar mînanî xewnerojên hikîyatîye xweş hatin û derbasbûn telabextêra.

Ez, gumana xwe nabrim,pêjeroja me xweş û geş dibînim, ciwanên me zîrekin, xwendîne wê bighîjine armanca xwe, yekbûn û tifaqa xwe wê mehkem sazkin, dest bidin destên hevdu berbi azadîya wetanê meye Kurdistanê bimeşin.

Dîsajî bi gorî fikrên min hela ne derenge em dikarin bicedînin pajda bizvirînin rojên rengîne bihurî, çi ko me dest berdaye bajda bînin.

Ji me her kes gere bide xwe, cîyê xweda rabe bi qewat û hêzbe, jinbe yan mêrbe, malzengînbe yanê kesîv û feqîrbe, xedî derkevin hebûka xwe,zimanê xwe,em bîrnekin wekî ziman nasnema meye.

Hinara Tajdîn.

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum