HESENÊ ALÊ

HASAN AKBAL

 

Nivîsevan û Lêkolînerê Kurd Hesenê Alê

 

Hesnenê Alê (Hasan Akbal) kurdê Anatolya Navîn e. Sala 1952'ê li gundekî Qonyê (Îkonia) Omera hatiye dunyayê. Ji sala 1980'yan vir ve ye, ku li Swêdê (Stockholm'ê) dijî. Þeþ zaroyên wî hene.

Hesenê Alê bi xebatek antolojiya xwe ya berfireh a li ser muzîka kurdî, li ser hunermend û hunermendiya kurdan têt naskirinê. Berhema wî ya li ser mijara navbirî, ji ser hezar rûpelî ye. Navê Berhemê: Stranên Gelêrî (1998) ye. Romanek wî ya bi navê Sêviyên Rohelatê, sala 2009'ê derket.

 

 

 

* * *

 

 

 

HESENÊ ALÊ GORA EYÞE ÞAN'Ê AVA KIR

 

Nivîsevanê kurd Hasenê Alê/Hasan Akbal'î ku li Swêdê dijî, biryar dide, ku here gora Ayþe Þanê ji Îzmîr'ê neqîl bike û bibe li Diyarbekr'ê veþêre û jê re monumentekê çê bike.

Lê mixabin ji ber ku malbata wê (Ayþe Þan'ê) ne xwast gora Ayþe Þanê bibin Diyarbekr'ê, wî jî gora wê ya ku li ber wendabûnê bû, restore kir ji nû ve ava kir.

Li ser vê buyerê der heqê Hasenê Alê de mehkeme hatin vekirin û ew 18 meha ni kari bû ji gundê xwe yê Qonyayê ji Omaran derkeve were Swêdê ku lê dijî. Piþt re jî ew bi 18 meha jî ceza kirin. 6 cara li Edenê derket pêþberî dadgeha tirkan.

Dozgerê tirk jî wî welê dipirsê:

- Çi bû armanca te ya, ku Tu gora Ayþê Þan'ê bibî Amedê û li wir ji wê re monumentekê çêkî?

- Walleh min ji wê hez dikir. Ew bêxwedî di navbera çar dîwaran da miri bû. Ew jî li xwîna min ket. Min wê rojê biryar da bû, ku ez ê gora wê çêkim. Lê mixabin keça wê destûr ne da, ku ez gora wê bibim bajarê wê yî, ku ew lê hati bû dunyayê. Bajarê ku wê jê hez dikir.

- Na na. Em armanca wê dizanin. Hûn amedekariya dewleteka Kurda a serbixwe dikin. Ev ji bo vê ye. Li gora qanûnên me te pesna terorê kiriye û gel teþwîqê terorê kiriye!

 

Hesenê Alê li ser gora nemir Eyþe Þan li bajarê Îzmîr'ê

 

 

 

Folklorvan û dengbêja granbuha ya serdemê Ayshe Shan (1938 Amed - 18-12-1996 Îzmir)

 

 

 



Hesenê Alê bi keça Eyþe Þanê re li Ýzmîr'ê sal 2002

 

 

 

Keça Ayþê Þan û Hesenê Alê


- Xatûn, tu dikarî ji me re behsa Ayþê Þan, diya xwe bikî?

- Belê belê. Ez î roj wek sala 1996an xemgîn bûm. 12 sal in ku diya min çûye ber dilovaniya Xwedê. Me wek malbat pir êþ kiþand. Hem ji aliyê dewletê ve û hem jî ji aliyê nijadperestan ve.. Dewletê diya min bi deqîqe deqîqe diþopand. Mala me di bin kontrola wan de bû. Kî dihat û kî diçû ew tespît dikirin. Ji ber wê pir kes ne dihat cem diya min. Lê diya min dixwast ku ew bihên. Mixabin riya mala me ji wan re bû bû asteng û ciyê tirs û xofê..

Diya min gelek tengasiyên mezin dîtin. Hem ji aliyê aborî ve û hem jî manewî ve. Roj hebûn ku perê dermanê xwe bikire di berîka wê da tune bûn.  Hinek dostên me li Îzmîr'ê hebûn, wan alîkariya me dikir. Diya min gelek cara ji Îbrahîm Tatlises re xeber þand, ku ew alîkariya wê bike. Lê wî bi derdorê xwe re alîkarî dikir. Ji diya min re alîkarî ne dikir. Ji ber wê diya min pir li ber xwe diket.

Diya min her tim wiha digot; "Keça min, “Ez ji we re dibêjim, belkî nirxa min niha nîn e, lê sibê ew ê li min bigerîn. Ez kevirek ji dîroka Kurda me. Rojekê bihêt Kurd ê navê min li ser Keleha Amedê bikolin Ew çû bû Iraqê gava vegerya, gelek tedayî û zulm lê kiri bûn. Ew wekî fahîþekê dîti bûn.

Kekê Hesen Ez spasiya Te dikim, ku Tu ji Swêdê rabûyî û hatî gora wê restore kir.

- Ev erka li ser þanê me ye.

2007-06-30.



Piþtî restorekirina gorê, dewletê ez girtim 18 meh ceza dan min. Ji ber ku min gora wê çê kiriye
.

 

 

 


AYÞE ÞAN

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum