Hesen Huseyin Denîz

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 


 

 

 

 

Naveroka Romanê li serbingehê di þert û mercên mirinî de jî be, hêviya jiyînê neqedîne û her zindî bike, bi vî awahî jiyanê bi dest bixe hatiye sazkirin. Bi giþtî ji bo têkoþîna gelê kurd, bi taybetî ji bo lehengê romanê grîngiya hêviyê tîne ser ziman.


Komek gerîlan ji sedemên zor û zahmetiya têkoþînê, di cihekî ne rewa û ne di demê de bi hêzên artêþa tirk re dikevin þer. Di vî þerî de hêza gerîla windahiyên giran dide. Cihê lê ketine þer qûntara Kêla Memê ye. Asê û bilind e. çend gerîlan jî birîndar dibin. Lehengê romanê jî ji lingê xwe birîndar dibe. Ji bo ku hestiyê lingê wî diþikê, hevalên wî yên sax mane nikarin wî bi xwe re bibin. Ji xwe hêzên dijmin dor li wana pêçane û ji bo îmhakirina wan tevdigerin. Bi êvarî re gerîlayên mane dixwazin çeperê qut bikin, lê ji ber ku nikarin kesekî hilgirin pêwîst dimînin lehengê romanê di nava çepera dijmin de bi qedera wî ve tenê bihêlin. Esas di rewþeke mirinî de dihêlin û bi vê sedemê dixwazin ku ji bo bi saxî nekeve destê dijmin, bombeyekê bigre ser xwe û dawî li jiyana xwe bîne.


Lê lehengê romanê di hiþ û ramana xwe de ji hevalên xwe cudatir difikire û xwediyê hest û ramanên cudatir e; ew dibêje; `Ger mirineke min hebe, bila bi destê dijmin be, ez bi destê xwe dawî li jiyana xwe naynim, xwe bi erzanî naxim destê dijmin jî; ezê li ber xwe bidim; hêvî hîn bi dawî nebûye!`
Roman ji vir û þûn de bi berxwedana lehengê romanê yê ku tevî nikare bimeþe û dor lê hatiye pêçan, bê çawa mejiyê xwe bi kar tîne û xwe ji çepera dijmin derdixîne, piþt re çawa hivdeh rojan bê xwarin û bê derman bi tena serê xwe di bin keviya berfekê de, li hêviya hatina hevalên xwe dimîne didome.


Di van hivdeh rojan de lehengê romanê him di kesayeta xwe de, him di warê rêxistinî, têkoþîn, jiyan,hest û di gelek waran de lêpirsîn û mûhasebekirinan dike. Jiyana xwe bi baþî û nebaþî tîne ber çavên xwe, hêvî, daxwaz, armanc û xebatên xwe bi xwe re gengeþe dike…
Ji her alî ve, him di romangeriya kurdî de û him jî di romannivîsiya wêjeya gerîlan de bi vegotineke nû ya herak, dewlemend û xweþbûna zimanê kurdî derdixe ber çav hatiye nivîsandin. Romana `Hêvî Her Dem Heye` bi berga xwe ya yekem bi îdîayeke ku tama vegotina wêjeya kurdî bixe bin zimanê xwendekaran tê ber destê we. Nivîskar li hêviya xwendin û rexnekirinên we ye ku bikaribe dest bi berga duwem bike…

 

 

* * *

 

Hesen Huseyîn Denîz


Di sala 1960î de li gundê Sitilîlê yê girêdayî Nisêbînê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navendî li Serêkaniyê ya Ruhayê xwend. Zaroktiya wî li vir derbas bû. Dibistana ziraetê li Sitenbolê xwend.(1976-79) Di van salan de hevnasîna wî bi tevgera azadiyê re çêbû. Piþtî dibistan qedand bi erka teknisyentiya Ziraetê hat Gercewsê. Di sala 1981ê de piþtî hatina cûntaya 12ê Îlonê Li Gercewsa Mêrdînê hat girtin. Qasî 8 salan di zîndana Amedê de ma. Bi îþkenceyên tên zanîn re rû bi rû ma. Di sala 1988an de ji zîndanê derket û derbasî Libnanê bû.


Dema li zindanê jî ceribandin û helbest û rojane dinivîsand û li zindanê di derxistina kovara bi navê `Hawar` û `Çirûska Jiyan` de cih digirt ku ev her du jî ji aliyê dîlên azadiyê ve bi dest dihatin nivîsandin û zêdekirin.


Hesen Huseyîn Denîz ji malbatek welatparêz û rewþenbîr tê. Ji zarokî ve mereqa wî li ser xwendin û nivîsandina kurdî hebû. Birîna Reþ û Qimil her du pirtûkên Musa Anter û Alfabeya M. Emîn Bozaslan hîn di zaroktî de xwendibû.


Bi salên 1990î re, ji rojnameya Azadiya Welat re gotar dinivîsand, ji Kovara Rewþen a li Ewropa derdiket re jî dinivîsand û demekê, ji Rojnameya `Berxwedan` ê ya weþana Eniya Rizgariya Netewî re berpirsyarî û edîtorî kir. Dîsa demek dirêj redeksiyona pirtûkên rêbertiya gelê kurd kiriye .
Piþtî þehîdkirina birayê wî Huseyîn Denîz û xalê wî Mûsa Anter di sala 1992an de wekî erka domandina pênûsa wan li ser milê xwe dît û dest bi berhemdayînan kir. Li Herêma Parastina Rewa Mamostehiya zimanê kurdî û nivîskarî bi hev re meþand.


Bi salan e ji malperên kurdî û rojameya Azadiya Welat re dinivîsîne. Herî dawî du pirtûkên wî bi alîkariya Enstituya kurdî ya Brukselê li weþanxaneya Do hatin çapkirin; `Rênîþanêra Vegotina Kurdî`Rêziman û kompozîsyon` , `Hêvî Her Dem Heye` Roman`


Qasî deh pirtûkên din ên li hêviya çapê yên nivîskar Denîz hene. Zêdetirê van çîrokên ji bo zarokan û  yên klasîkî yên wêjeya kurdî ne.



Foundation For Kurdish Library & Museum