H A T I C E 0Z U M R U T

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 


Kurtejiyan

Di sala 1952yê de li Dïyarbekirê hatime dunyayê. Xwandina min a seretayî û navîn li Dîyarbekrê bû. Xwandina min a bilind a li beşa Fakulteta Mimarîyê ku girêdayî Zanistgeha Teknîkê ya Yildizê bû, nîvçe ma û min ji pola sisiyan ş ûnda xwandina xwe rawestand. Pişt re min dîsan dest bi xwandina li zanistgehê kir û min dîploma xwe ji Fakulteta Îktîsadî ya zanistgehê Anadolûyê ya li Eskîşehîr'ê wergirt.

HÎna ji dema dibistana seretayî da min bala xwe dabû ser wêne û ev hezkirin û baldarî di unîversîteyê de jî berdewam kir. Dema min li Fakulteta Mîmarîyê dixwand, piştî demekê pê hesîyam ku ez ji şiklên geometrîkî û req hez nakim û ez ê ni karibim ruhê xwe, hestên xwe bi projeyên mejîyê xwe va bikelînim. Lewra di mîmariyê de teknîk, di destê yekem de dertê peş û huner dikeve rêza duyem. Lê di wêne de huner li pêş e û zordayîneke teknîkî nîn e. Di dawîyê de ez giham wê baweriyê ku ez ê bi wêne karibim wergêriya hestên xwe û ruhê hunerî bikim.

Dema ku ez li Stanbolê bûm, di her derfetê de diçûm peşangehên wêneyan û min serê xwe li ser pêşeroja xwe ya wênesazîyê û riya wê diwestand. Di 1992yê de ji ber karê kulfetê xwe derbasî Anqerê bûm û li wê derê bi cîh bûm. Her weha serboriya min a wênesaziyê li vê derê dest pê kir.

Min li Anqerê ji Yalkin Uzan'î dersên honandin, boyaxa neftî, boyaxa avî, pastel, peykersaziyê stand; Ji Alî Îhsan Gursoy, çar salan dersên honandinê girt; ji Sezaî Kara yê wênesaz dersên honandin, peykersaziyê stand; ji Yunus Ozerdem'ê peykersazî û li Navenda Çandî ya Ataturk jî perwerdeyiya seramîkê stand. Li Fakulteya Hunerên Bedew (Universiteya Gazîyê), li ber destê Doçent Nur Gokbulut'î, li ser pêşnûmeya bingehîn (dîzayn) û dîsan her li vê Fakultetê li ber destê Prof. Gonca Yayan'î li ser ebrû (nexşa ser kaxizan) perwerde bûm. Pişt re beşdarî qursên boyaxa darînî bûm.


Ji bo werçerxîn û pêşxistina çanda wêne, min li Muzeya Lowre ya Parîsê; li Muzeyên Modern û Klasîk yên Stockholm'ê; li Muzeyên Klasîk û Arkeolojî yên Stavanger'ê (Norveç) lekolîn û raçaviyan jî kir. Piştî ev serpehatiyên li jor nimandî, min dest bi çêkirina wêneyan kir.


Di sala 2003yê de careke din li Dîyarbekrê bi cîh bûm. Xebatên xwe yên wênesaziyê li Dîyarbekrê, li Atolyeya Jiyana Nû (Yenî Yaşam Atolyesî) ya Şaredarîya Sûrê didomînim.

HATICE ZUMRUT

Telefona Atolyeyê: 0090 412 224 50 91
Dîyarbekir

 

Ebru - 6

 

 

 

Ebru - 3

 

 

Danya - Hewlêr

 

 

Edûl Xan

 

 

 

Melîhe El Muderrisî - Hewlêr

 


 

KURDISH PAINTERS

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum