Govara W


 

Kovara W Hejmara 20an


Ji pêpelûka 20’an, ji rêçûna kurdewar a wêjeyî, berxwedana li hember têkçûna kovargeriya kurdî merheba,


Xwendevanên hêja;

Em bi hejmara 20’emîn dîsa derketin pêsberî we. Kovara W(e) fetleke din da xwe û berê xwe ber bi deryaya wêjeyê ya kurdî û ya dinyayê ve kiriye û her dimese... Her çiqas li vî welatî zagonên daristanî rewac bin jî, her çiqas ji çend hejmaran pê ve kovarên kurdî û kurdewar di temenê nîvco de bimînin jî; her çiqas ji aliyê nelihevkirinên navxeyî ve kovarên kurdî temendirêj nebin jî;

her çiqas ji aliyê xwediyê zagonên daristanî ve kovarên kurdî bên qurmiçandin jî; û her çiqas heman astengî û hewldanên ku pêsiyê li Kovara W(e) girtin hebin jî bi hejmara 20’an êdî ev fetlok hatiye derbaskirin. Em ê bi hêvî û aramiyê li benda gelek bîst-hejmarên din bin...
Xwendevanên me yên hêja,


Di wesangeriyê de hinek kêmasî û çewtî çêdibin, rexne û pêsniyar têne kirin. Ji bo me ev rexne û pêsniyar her girîng in û riya me zelal dikin û her vedikin. Di hejmara 19’an de me ji ber sedema sasiyên teknîkî hinek kêmasî kirin. Wêneyên rêzdar Lokman DAYAN bi çewtî li ser navekî din hatine wesandin. Wêneyên ku di rûpelên 3, 20, 44’an de hatine wesandin wêneyên Lokman DAYAN in, em vê kêmasiya xwe rast dikin û ji rêzdar Lokman Dayan û xwendevanan lêborîna xwe dixwazin.
Her wiha ji bo çend nivîsên din jî rexne ji kovarê re hatine. Li ser naverok û kesayetiyên ku bûne mijarên nivîsên Aram Gernas û ya Hîlmî Akyol ji xwendevanên me rexne hatin. Em ji xwendevanên xwe re vê yekê dibêjin ku wekî ku me di hemû hejmaran de di rûpela yekemîn, besa kunyeyê de diyar kiriye “Her nivîskar ji nivîsa xwe berpirsiyar e.” Lê em viya jî bibêjin bi taybetî di çîroka bi navê “Kurmê sîrî heta pîrî” de “bosatî” bi tevahî wek kesên nebas hatine xuyakirin. Ev yek hem ji derveyî niyeta me û hem jî ji derveyî niyeta nivîskar e û ne mumkun e ku em herêm an jî gundekî xwe bi tevayî bi neyînî nîsan bidin. Ya din ji gelek herêman nivîs û berhemên wêjeya devkî têne sandin. Bêguman ne gengaz e ku em di der heqê her herêm û her dengbêjî de xwedî agahî bin. Ji ber vê yekê di nivîsên wisa de berpirsiyarî bi piranî dikeve ser milê yê/a berhevkar.


Xwendevanên hêja û delal,


Bi naverokeke xurtir û bi dosyeyeke taybet dîsa em dibin mêvanê dilê we yê kurdîhez, his û ramana we ya kurdewar...
Me di vê hejmarê de ji bo dosyeyê mijareke taybet hilbijart. “Di Wênekêsiya Dokumanter de JIYANA KOÇERIYÊ”. Wênekês Selmet Guler bi hunera xwe ya fotografkêsiyê çend sal di nava koçeran de xebata dokumenterî mesandiye. Li ser “Jiyana Koçeran”, “Jinên Koçer”, “Têkçûna Xeyalan” ên koçeran ji bo temamkirina vê dokumenterê nivîs nivîsiye.


Ji derveyî dosyeyê Dilxwaz HERDEM bi lêkolîna xwe ya bi navê “Di wêjeya osmanî de kurdekî serhisk: Nef’î” Fewzî BÎLGE bi pexsana xwe ya bi çêj ya bi navê “Mêrdîn bi sev stêrk in” Arjen ARÎ bi çîroka xwe ya “Qelî… û serê çivîkan, Receb DILDAR bi “Refa sîn” Feratê DENGIZÎ bi “Çemê Stewrê û Zelxo”Behlûl ZELAL “Mohra mirinê” Ronî War bi “Xem” Reyhan SARHAN bi “Xapînok” dibin mêvanê we. Wênekês û hunermendê warên azadiyê Halîl UYSAL “Periyên çiyayan” Amed Çeko JIYAN bi “Mirin” Ferzan SÊR jî bi hêçana li ser “V For Vendetta Guy Fawkes û anasîzm” rûpelên hejmara 20’an xemilandiye. Ji aliyê wergerê ve jî me ev hejmar xurtir kir. “Gul û bilbil”a Oscar WILDE “Mîrze û stî”ya Ernest HEMINGWAY û “Ji Isaac Babel re rêzdarî”ya Doris LESSING bi cihêrengiya xwe ciyê xwe vekirine. Ji bo Kovara Wyê Azad ZAL û Enîse SÎRÎN bi hunermenda navdar û dengzelal Aslîka QADIR re hevpeyvîna bi navê “Muzîka kurdî behreke bêbinî ye” pêk anîne. Bi helbestên xwe Selahattîn ÇAM, Tewfîk YASLI, Kamran S. HEDILÎ, Rizoyê XERZÎ, Îlhamî OZER, Nesrîn NAVDAR, Sîpan XIZAN, Abdulkadir BÎNGOL rûpelên kovarê xemilandine.Di besa zargotinê de jî Evdirehman UMER li ser dengbêj Bavê Selah nivîsek amade kiriye.
Her wiha me cih da berhemên ku di “Pêsbaziya Feqî Huseyn Sagniç” a ku ji aliyê TZP-Kurdî ve hatibû lidarxistin de ketine dereceyê.
Heta hejmara 21’an her bimînin di xwesiya wêjeya kurdî de...