L. O. FOSSUM

A Practical Kurdish Grammar - 1919

 

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 


 



 

 

Rêzimaneke kurdî ya 100-salî

- Huseyn Mihemed

Kitêba A Practical Kurdish Grammar ji aliyê misyonerekî amerîkî yê bi navê L. O. Fossum ve hatiye nivîsîn û sala 1919 li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye çapkirin.

Kitêb ji nêzîkî 300 rûpelan pêk hatiye û naveroka wê wiha hatiye parvekirin: alfabeya kurdî (Kurdish), navdêr (nouns), rengdêr (adjectives), cînav (pronouns), lêker (verbs), hoker (adverbs), daçek (prepositions), girêdek (conjunctions), baneþan (interjections), peyvsazî (formation of Kurdish words), peyvên pêkhatî (Kurdish compound words), rastnivîsîn (Kurdish ortography), tevlihev (miscellaneous – ku bi piranî li ser navên deman û navên beþên laþî ye), hevoknasî (syntax) û ferhengok (vocabulary).

Berevajî gelek rêzimnivîsên biyanî yên ku berî Fossumî li ser rêzimana kurdî nivîsiye, ji pêþgotina Fossumî diyar e ku wî baþ hay ji rêzimannameyên kurdî yên berî xwe yên bi zimanên ewropî hebûye. Ew jî wek gelek rêzimannivîsên berî xwe, di pêþgotina xwe de dest diavêje meseleya wê ka kîjan lehceya kurdî ji yên din ”paktir” yan ”resentir” e. Ew yên berî xwe rexne dike ku her yek ji wan lehceya berhema xwe ji yên dij ”paqijtir” û ”orijînaltir” dibîne lê taliyê ew bi xwe jî bi heman awayî pesnê ya xwe dide.

Fossum devoka Mihabadê wek bingehê kitêba xwe wergirtiye û bi wê dinivîse. Peyv û hevokên kurdî hem bi alfabeya kurdî-erebî ya wê demê (wek nivîsîna farisî ya niha) û hem jî bi alfabeya latînî (li gor rastnivîsîna inglîzî) nivîsîne. Di alfabeya kurdî-erebî de hereke (xaseten anku ”e”) bo diyarkirina hin vokalan hatine nivîsîn.

Berevajî gelek ewropiyên ku berî wî li ser rêzimana kurdî nivîsiye, wisa dixuye ku Fossum têra xwe baþ kurdî (devoka kitêba xwe anku ya Mihabadê û derdorên wê) hîn bûye yan jî baþ ji agahîderên xwe neqil kiriye.

Kurdî êdî bi alfabeya kurdî-erebî ya wê demê nayê nivîsîn lê bi alfabeyeke bi piranî vokalîzekirî. Herwiha Fossum peyvên esil-erebî li gor orijînala wan ya erebî dinivîse lê di nivîsîna kurdî y abi alfabeya kurdî-erebî de ew li gor dengnasiya kurdî tên nivîsîn. Di A Practical Kurdish Grammar jî de helbet kêmasî ûþaþiyên rêzimanî jî hene. Lê dîsa jî ew ji piraniya rêzimanên kurdî yên wê demê yên bi zimanê ewropî nivîsandî biserketîtir e û heta niha jî yek ji baþtirîn rêzimanên kurdî yên berdest yên bi zimanê inglîzî (yan her zimanekî ewroî) ye.

Kovara Kanîzar û bloga Zimannas tevahiya vê kitêbê bi þanazî dixin xizmeta xwandevanên xwe:

https://zimannas.files.wordpress.com/2016/11/practical-kurdish-grammar.pdf

 

 

 

KURDISH DIGITAL REGISTER

 


Foundation For Kurdish Library & Museum