TEHARÊ EMER ABASYAN

Home  |  Destpêk  |  Anasayfa



Cangîr Axa - Tharê Emer ABASYAN - Van Aryan. Yêrêvan 2005

 

 

CANGÎR AXA


Tharê Emer ABASYAN li sala 1924ê, li gundê Sicnalîyê (niha: Avton e), li Komara Ermenistanê, ji diya xwe bûye.

Xwendina destpêkê li gundê xwe û li Kakavazorê standiye. Sala 1941ê wî li Têknîkoma Esmiyazînê, li ser navê Sota Rûstêvêl'ê bi dîploma sor kuta kiriye.

Li navbera salên 1941-2004'ê, wek serkarê (rektor) dibistanê û mamosteyê ziman û wêjeyê (edebiyatê), li dibistanên gundên Avtûne'yê, Tilik, Heko, Zovûnî'yê û li Erîvan'ê xebitiye.

Piþtî hewkirina aspîrantûra Înstîtuya Pedagogiyê ya Erîvan'ê, ew bi biryara VAK'ê /Moskva/, navê Endamê (kandîdad) Zanista Mêjûyî distîne.

Li navbera salên 1980-1988ê, ew li Înstîtuya Erîvanê ya Polîtêknîkî'yê li ser navê Karl Marks wek rektor xebitiye.

Ji bo xebata li ser pêdagogiyê, Tharê Emer bi dehan bêhtir medal û ordên pesinnameyê hatiye rewakirinê.

Ji 20î bêhtir xebatên wî yên kurdzaniyê ên zanistî, li govar û rojnameyan hatiye belavkirinê.

Tharê Emer xudanê du pirtûkan e: Mala Îtbar û Ûsiv û Cewahîr. Du xebatên wî ji belavkirinê re amade ne.

Li sala 2001ê, bi biryara hevcivîna Þêwra Komîteya Netewî ya Êzdiyên Ermenistanê, ji bo 77-saliya wî û 57 saliya xebata wî ya li jêr navê mamosteyê mêjûyê Êzidiya, dane Tharê Emer.

Pirtûka Tharê Emer ya sisya: Cangîr Axa, li ser mêjûyê berxwedana civata azadkariyê li dij dewleta tirkan e. Ev dewleta ku koka civateke am û tam hanîye.

Ev berhema Tharê Emer, pêþkêþek e ji pêþeroja me û ji bo rênîþ û rêberê milletheziyê û hevfêmkirinê ye.

Ev berhem bawermandî û hevgirêdana mala Hesen Axayê Temir û pismamtî û brayetiya tevî ermenan û Andranîk Paþa ye.

Frîda Cewarî

__________________________________
Ji bo nasandina pirtûkên kurdî yên Nuhderketî, nusxeyek ji pirtûkên xwe verêkin ser Vê navnîþana me ya li jêrê:

Navnîþan:

Kurdish Book Bank - SARA
Dalag. 48
SE-113 24 Stockholm
SWEDEN

www.saradistribution.com

 


 

 

 

YEZIDI KURDS

 

KURDISH AUTHORS

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum