Agehî (1) Ji:
SAZENDEYA (Weqfa) PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ
LI STOCKHOLMÊ

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

BERHEMÊN KEVNARE (ANTÎK) YÊN KURDÎ
YÊN LI BER TALANÊ

 

 

 

 

Ji vê heyamek berê me bi riya dezgeha medyayî ya kurdî; bi riya Zarathustra News'ê li ser hilberîna (produksiyon, întac) hunera destî ya kurdî, ya ku li ber windabûnê ye, agehiyek kurt li nav medyayê belav kiribû.

Vê carê jî em dixwazin li ser xetera bi yekcarî windabûna berhemên kevnare yên kurdî yên li ber talanê, panoramayek medyayî ya danasînê amade bikin, da ku bal û serinca sazî û dezgehên kurdî bikişînin ser vî gelş û pirsa millî jî.

Van 11 berhemên kurdî ku wêneyên wan li jêrê ne, li Tirkiyê ji hêla fîrmayên antîkfiroş hatibûn kirîn û firotin. Herî dawî dîsan hatibûn welatê xwe û li Amedê, roja 5.12.2008'ê ku yek ji roja firotina berhemên kevnare ya bi riya muzayedê bû. Gava çavê me nûnerên SAZENDEYA PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ ya li STOCKHOLMÊ bi van berheman ket, me yekser li çavkaniya wan temaşe kir. Me dît ku di nav perçeyên ku ew roj ji bo firotinê hatibûn raxistin û berpêşkirin, bi kêmanî 11 berhemên ku cihderka wan, welatê Kurdistanê bû, derket holê. Bihayê van her yek ne li biniya hezar dolaran bû.

Em belavkirina van wêneyan tevlî van agehiyan, ji xwe re wek erkek kurdewarî ya ji erkên SAZENDEYA PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ dibînin û temamî kurdan ji bo şopandin û xwedîderketina van berhemên millî dixwazin hişyar bikin.

 

 

 

BERHEMÊN KU LI ROJA 5.12.2008'ê LI AMEDÊ HATIN FIROTIN

 

FINDAN - Karê Silêmaniyê, bi mohr

 

 

 

FINDAN - Karê Silêmaniyê, bi mohr

 

 

SÊNÎKA MIZ - Karê Amedê, bi mohr

 

 

 

TASA HEMAMÊ YA BI MASÎ - Karê Amedê, bi mohr

 

 

 



DÎZIK - Karê Amedê, bi mohr

 

 

 

MANQELA BI SÊNÎ - Karê Silêmaniyê, bi mohr

 

 

 

 

MANQELA BI SÊNÎ - Karê Amedê, bi mohr

 

 

 

 

ŞEKIRDAN - Karê Amedê, bi mohr

 

 

 

 

ŞEKIRDAN - Karê Amedê, bi mohr

 

 

 

BERBISKA ZÎVÎN

 

 

 

TOMARA PIRTÛKÊN LI SER AMEDÊ tev lîste (35 lib)

 

 

 

 

 

/Goran Candan

FOUNDATION FOR KURDISH LIBRARY & MUSEUM
www.kurdishlibrarymuseum.org | www.kurdishbookbank.org
+46 70 791 36 06
+46 8 33 12 29


 

 

 

 

 

 

 

KURDISH HAND MADE PIECES







Foundation For Kurdish Library & Museum