Belavoka Hilat

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

«HILAT» belavokeke nû


Hijmara 2an ya belavoka çandî civakî û hunerî HILAT gihiste me, ev belavok wesanek nûye, ket nav rêzên wesanên kû bi kurdî li Sûriyê tê wesandin.
li xwar pêdaçûnek bilez e, li ser babetên kû vê hijmar HILAT bi xwe girtin e:


- TOREVANÊ NEMIR….. BIRADOSTÊ MÎTANÎ

- ÇÎROKA QÊRÎN …… RESAD SEREF
- HELBESTA HEDARÊ PIÇÛKIM...... HEDAR GERGERÎ (Girkê Mixêt)
- ROLA ZANÎNÊ DI AVAKIRINA CIVAKAN DE ….. BEXT RESÊ KOÇER
- PÎROZBAHÎ .
- « BASTÎQ » Xwarinek Kurdî Ya Kevnare….. BAVÊ ZOZANÊ
- BIKENE …. ABBAS ISMAÎL
- PIRSA HEJMARÊ . u BERSIVA PIRSA HEJMARA BERÎ.
- TU DIZANE .
- KURD DIBÊJIN .

Pêsgotin

Xwendevanên delal : ji ber pêsketina herî giring di warê dezgehên rojnamegeriya cîhanî de peyda bûyî , ji setelayt, radyo,çapxane û entirnêt , her weha rojnamegeriya cîhanî jî her wisa pêsketiye , û zûbûnek û hêsaniyek ketiye di awayên gihistina wê ji xelkê re , û pirbûnek û corbecorbûnek ketiye di babetên wê de Siyasî,Çandî,Civakî,Aborî û Werzesî .


Lê mixabin rewsa îro ya rijnamegeriya Kurdî gelekê li pase li gor rojnamegeriya cîhanî û rojnamegeriya herêmê , bi taybetî di nav Kurdên Sûryê de , ji ber em Kurdên Sûryê , hê em pênûs û kaxezê tenê bi kartînin ji bo gihandina ramanên xwe , ji cîhanê re .


Ev rewsa ku rojnamegeriya Kurdî di tê re derbas dibe bi rengek gistî , ne ji sûcê kêmasiya di his û bîrê mirovê Kurd deye , ev rewse nîsane li ser wê zordariya herî dijwar ya li ser ziman û rojnamegeriya Kurdî hatî rêve_ birin ji aliyên desthilatên dewletên herêmê ve .


Em van gotinan dibêjin, ne ku em dibêjin em her zêdetirî mehekê hejmarek ji vê belavoka ji çar rûpelan pêk tê belav dikin, em karek herî giring dikin , lê em dibêjin em bikin çêtire em nekin û rojnameyên Kurdî çendî hebin û honeriya wan di çi astê debe qectire nebin , wek dibêjin gihistina dawiya riya herî dirêj bi gavek destpê dike .


Lê em di wê baweriyêde ne ev belavoke rojek ji rojan bi alîkariya wan pînosên zêrîn ew pînosên yên kes li wan nabin xwedî wê bibî rojnameyek rojane û wê bibî zêdetirî duzdeh rûpelan û wê di hundirê xwe de gelek babetên renge reng hembêzbikî û wê bi rengek berfirehtir bête belavkirin .
HILAT


Jibo xwendina babetên hijmara (2)an ya HILAT li vir bitkîne:
http://www.welateme.net/erebi/7/hilat_2.doc

 



Foundation For Kurdish Library & Museum