Abdusamet YÎGÎT

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Berhema nuh a Abdusamet YÎGÎT:

DESTANA KAWAYÊ HESINGER

Derket!

 

 

Berhemeke nuh ji romannivîser Abdusamet Yigit’î:
DESTANA KAWAYÊ HESINGER


Berhemeke nuh a balkêþ li nav Weþanên SARA’yê derket: Destana Kawayê Hesinger. Ev berhema duwemîn a nivîsevan Abdusamet Yîgît’î ye. Wek têt zanîn, Abdusamet Yîgît ji vê heyamek berê, li ser jiyana klasîkvanê me yê navdar, li ser jiyana Feqiyê Teyran
romanekê nivîsî bû. Vê carê jî bi wê pênûsa xwe nasik û hestiyar çîroka efsaneya Kawayê Hesinger ji me re vedibêje.

Piþtî lêkolînên li ser vê çîroka destanî ya millî, Abdusamet biryar dide, ku vê destana firehnasraw bi hest û hizreke taze, ji nû ve vebêje. Destana ku bi hezaran sal e li nav xelkê kurd têt gotin, ji pênûsa Abdusamet Yîgît’î çêj û heyecaneke nuh wergirtiye. Li vegotina Abdusamet Yîgît’î, ne tenê Kawa ji nêzîkî ve têt naskirin, her wisan jî em bi awayekî berfireh tev xizm û kes û mermalê Kawayê Hesinger jî dinasin. Abdusamet Yîgît bi van lêkolînên xwe yên li ser jiyana efsanewî ya Kawayê Hesinger, ne tenê me dilxweþ dike, her wisan jî ew bi wê fantazî û xeyalperestiya xwe ya kûr a li ser vê destanê, me hijmekar û heyirmayî jî dihêle.

Destana Kawayê Hesinger bêguman çîroka bergirî û berxwedana li hevberî bêmafî û zordestiyê ye. Her wisan jî ev destan, çîroka þan û þerefa serfiraziya qezenckirî ye. Hoz û êlên mêjûyî yên li rojgariya kevin ên mêjûyî ku li ser niþtimanê me yê kevnemirovwar jiyane, welê bergirî li hevber zordaran kirine û welê azadî û serbestiya xwe qezenc kirine. Em ji pênûsa pirreng û armancþînas a nivîsevanî, çend rêz li ser vê bergirî û qezenca serfiraziya êl û hozên me yên mêjûyî yên li ser erdê me yê kevnare bixwînin:

Akbetaniyan þerekî gelekî mazin kiri bûn. Þervaniyeke mazin dabûn nîþandan. Gelek akbetanî miri bûn, lê belê dawiyê jî bi ser keti bûn. Gelek ji wan birîndar bû bûn. Dilþan jî birîndar bû, lê wê baþ bibûya. Leþkerên ku bi Key Xesro (Kiyaksar) re hati bûn, bi wan ve mijûl dibûn, sexbêriya wan dikirin. Mirovên ku sax ma bûn, bi kesên birîndar re diçûn û dihatin. Akbetaniyan dikirin ku birînên xwe bipêçin. Lê birîndarên wan ên xwedî birînên xedar gelek bûn.  Ji bo akbetaniyan, domaneke nuh dest pê dikir. Ji her awayî ve domaneke serketinê bû. Ev serketina ku akbetaniyan bi dest xisti bûn, wê wan û navê wan mazin kiri ba. Her weha bi vê serketina akbetaniyan re welatê Mediya, êdî xwediyê dîrokeke mazin ba. Wê xwedî navekî mazin ba, ku ev nav wê her dem li ser zimanan ma ba.

Destan ji 14 beþan û 111 rûpelan pêk hatiye. Bi berg û naverokeke spehî li çapê ketiye.

 



Roman- û Destannivîs Abdusamet YÎGÎT

 


ABDUSAMET YÎGÎT KÎ YE

Sala 1978’ê li gundê Xirabesosinê ku di navbera Cizira Bota û Nisêbinê de ye, ji dayik dibe. Biçûkatiya xwe li wir dibuhurîne. Ta dibe 10 salî, li gund dimîne. Pist re, ji ber hatina dewletê bi ser þ êniyê de, malbat bar dike bajêr. Dema ew ji gund bar dikin, pêþî diçin gundekî, ku jê re dibêjin Selekunê. Li wir jî derfet na din malbatê, ku li wir bimînin.

Abdusamet li Serhedê tê girtin. Dewlet dizani bû, ku têkiliya wî bi têkoþînê re heye. Ji ber vê yekê jî, gava ku ew girtin, 17 rojan di bin çavan de dihêlin û pist re jî, ew diþînin girtîgeha Îdirê. Li girtîgaha Îdirê bi 40 hevalên xwe re 47 rojan dimîne. Paþê ew bi hev re diþînin girtîgeha Erzeromê. Di wê demê de li girtîgeha Erzeromê dema wehþetê bû. Piþtî ku Samet derket, piþtî sê mehan, careke din hat girtin. Vê carê jî li Êlihê ye. Li wir, piþtî ku ser 10 rojan di bin çavan de hat hiþtin û pê de, ew þandin girtîgehê. Bi çendî salakê li hundir ma. Di wê demê de li DGM’ê li Amedê hat darizandin. Li dadgaha dagîrkeran 12 sal û nîv ceza dan wî. Piþt re ew þandin girtîgeha Gîresûnê. Li vê girtîgehê 8 salan ma. Sala 2004’ê, 27 salî, ji girtîgehê derket. Ew têkoþîna xwe ya ji bo azadiya kurdan hîna jî berdewam dike.

Abdusamet Yigit li ser jiyana xwe li pêþgotina berhema xwe ya nuh, welê dinivisîne:
‘’Dema ku ez þeþ yan jî heft salî bûm, min destana Mem û Zîn’ê jî guhdar kir. Her þevên me li malê wilo diçûn. Di gundan de wek têt zanîn berê televizyon tune bûn. Min hingê xwe nas kiribû. Ta ku ez giham 12-13 saliya xwe jî, bawer bikin ku min çi pirtûk derbarê dîroka kurdan ne xwandibûn.

Lê dê û bavên me, ez û xwuþkên min, em tev bi hev re, ji me re weke em pirtûkekî bixwînin welê dihanîne ser zimên. Ji ber ku bavê min di medresa li Cizîra Bota gelek sal xwandibû û ji me re, dîrok û çanda me kurda, bi vî awayî dihanî ser zimên.

Li bal wî gelek pirtûkên kurdî hebûn, lê nuha, yek jî ji wan li holê nîn e. Li rojgariya dîroka nêzîk, li ber xezeb û tofanên dagîrkeriyê tev jî ji nav çûn û win bûn.

Ji ber çi ez vê dibêjim? Ji ber ku ez rastiya xwe li welatê xwe, li mala xwe fêr bûm. Piþt re ez tevlî têkoþînê bûm. Hê jî ez di nava têkoþînê de me.

Yê ku ez dibêjim, î roj dem ne dema li berhevbûnê ye, dem dema ji bo parastina nirxên me kurda, li hevber dewletê rawestan e. Tu jî û ez jî em tev dizanin ku kurd wê bigîjine armanca xwe. Fêra ku em ji çîroka têkoþîna li nav Destana Kawayê Hesinger ji xwe re derxînin, fêrekî têra xwe mazin e.

Bi vê têkoþîna azadiyê, em ê li ber xwe bidin û em ê tev bi hev re bi serfirazî herin û bigîjin armanca xwe, azadiya xwe.’’

Ji bo agehiya berfireh fermo li ser vê hevgirêdanê bitikîne:
http://www.saradistribution.com/abdusametyigit.htm


Goran Candan

EuroKurd News – eurokurd.net

 

_______o_______

 

 

Berhemên Abdusamet YÎGÎT yên derketî:

ISBN 978 91 87662-55-8

Wêneya bergê: Kincên Peyayên Kurd 1885
(Antique Ethnographic Print: Kurdish Men and
Costumes of Kurdistan - 1885) Orjînal:
li Navenda Arsîvxaneya SARA'yê.

ISBN 978 91 87662-59-0

Wêneya bergê: Kincên Êlekî Kurd 1885 ji robarekî derbas dibin.
(Antique Ethnographic Print: Kurdish Tribe men accrossing a river) Orjînal:
li Navenda Arsîvxaneya SARA'yê

 

 

 

 

__________________________

Ji pêþgotina Weþanxaneyê:


”Abdusamet, bi vê meþqkirin û vegotina hizrî, ya li ser klasîkvanekî me yê fireh navdar, li ser jiyana Feqiyê Teyran;
vegotineke serguzarî (roman), wêjeyî, derûnî, ya ku têra xwe zindî û rengîn dihone.”
Weþanên SARA'yê


__________________________

 

 

Çend beþ ji Romana Feqiyê Teyran:

Berî ku here, Dîlberê hat nig wî û hemawiyek ji ber xwe derxist û da Mihemed, da ku bi xwe re bibe. Mihemed, gava ku Dîlberê hemawî dayê de, rahiþt û kire di ber xwe de û kir ku here. Lê gava kir ku here, hat li hevberê Dîlberê û weke heyamekê li çavên wê yên bi êþ meyizand. Mihemed di wê kêlîkê de weke ku tijî bû dihate xuyakirin. Çavên xwe gava ku dibirine ser Dîlberê, xwe ne digirt ku li wê bimeyizêne. Çavên wê di wê kêlîkê de gava ku li wan dihate meyizandin, gelekî bi bal bûn. Çavên wê weke çirayekî vêxistî bû dihatine xuyakirin her çend ku xemgîn jî bûn. Gava ku li çavên wê dihate meyizandin, mirov digot qey çîk ji çavên wê diçin. Gava ku mirov ji ber royê dihate ber sîhwanê, weke ku ro tîrêjên xwe di çavên wê de bide nîþandan, dihate xuyakirin. Bi vî awayî çavên wê gelekî bi bal bûn. Çavên wê gelekî xweþik bûn. Çavên wê bejna wê gelekî xweþik didane ber çavan. Her weha li wê dihate meyizandin, bala mirov diçû ser çavên wê û piþt re jî bi wê yekê re diçû ser bejna wê ya ku li ber çavan bû. Mihemed gava ku li wan çavên wê dimeyizand, gelekî di bin bandûrê de dima. Mihemed êþeke mazin gava ku li çavan wê dimeyizand dixwand. Gava ku êþ ji çavên wê dixwand jî, êseke gelekî mazin dixiste di dilê wî de. Mihemed ku her li wê û li çavên wê dimeyizand, gelekî di bin bandûrê de dima. Bi vê yekê re karê xwe dike û ji wir dûrkeve here. Lê destê wî ji wê ne dibû, ku wê li wir bihêle û here. Vê yekê jî li wî bandûrek gran dikir. Di dilê wî de raperînek ji dîtinên wî hebû. Di dilê xwe de weke ku difûrî dihate xuyakirin. Weke mirovê ku di xewê de gelek xûlobatan bibîne, dihate xuyakirin. Ew jî her weha di rewþekê de bû, ku xûlobatan didît. Lê xûlobatên ku didîtin ne di xewê de didîtin. Di jiyanê de û þiyar bû, her weha didîtin. Mirov gava ku xûlobatan dibîne, zû bi zû ji bîr nake. Her weha Mihemed jî tistê ku dîti bûn, ne mimkun bû ku ji bîr bike. Ji tiþtên ku dîtibûn gelekî bi bandûr bû bû. Mihemed bi vê yekê re karê xwe kir û bikeve ser rê de, da ku here nig bav û birayên Dîlberê û rewsa wê ji wan re bibêjê. Her weha bi gavên lezê dabû ser rê û ji wir bi dilêþ û dilbikul dûr diket.”


* * *

Mirov çawa ji zimanê teyrikan têdigehê? Ew ku li ciwaniya xwe, her weha gelek nêzîkatiyên xwezayî bi xwe re bi wate dike û bi nêzîkatiyên xwe re û bi hizra xwe re dihêne ser zimên..

Li ser xwezayê dipirsî, xwe di nav hizra xwezayê de kûr dikir. Avakirina hizira di serî de, ji bo nêzîkatiyên wî, dibû xwedî wateyeke mazin. Gava ku li nig seydayê xwe dixwand û ku li nav xwezayê digeriya û dirûniþt, her weha nêzîkatiyên hûnerî bi xwe re dida çêkirin. Bi hevalên xwe re gerandina li nav xwezayê, li ser teyrik û xwezayê hizra xwe ji wan re digot. Bi wan re her weha li ser xwezayê dipêyivî. Digote hevalên xwe ’zimanê teyrikan jî heye’. Hevalên wî, ji wî dipirsin ’nexwe mirov dikare bi wan re bipeyive?’ Têgehîþtin jî zor dihat ji hevalên wî re..

Ew ji teyrik û sewalan (heywanatan) hîs dikir. Di dil û serê wî de li ser teyrik û sewalan nêzîkatiyên ku bi hizir û hest hati bûn hûnandin, hebûn. Gotinan ji nimûneyên bi teyrik û sewalan dihanîne ser zimên. Her weha nimûneyên li ser teyrik û sewalan dayin, wî dike ’feqiyê ku bi tayrûkan re diaxive.”

 

 

Ji bo xwandina tevaya Romanê bitikîne ser:



Feqiyê Teyran

Ji bo xwandina tevaya Destanê bitikîne ser:



Destana Kawayê Hesinger

 

 

 

 

 

Berhemên Abdusamet YÎGÎT yên ku derdikevin:

Çîrokên Keçelokê (4 Berg)
Romana Feqiyê Teyran (Berg II, III û VI)


 


KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library Museum