|
ZIMAN Û ZIMAN
Yekemîn cudahiya di navbera mirov û ajelan de, kanîna bîrkirinê ye, cudahiya duwemîn jî ziman bi xwe ye. Zimanê kurdî ji zimanê kevin ê Avesta'yî ye. Dîroka zimanê kurdî pir a kevin e. Ji bo nimûnê; Di govara zaniyarî ya bi navê NATURE'ê de, berhemên lêkolîna grûbek zimannasan hatiye belavkirin. Van zimannasan, di encama xebatek bi nêzî 20 salan dirêj de, li dor 100 zimanî li komputerek civandine ser hev û pistî lêkolînên dûr û dirêj derketiye meydanê, ku koka zimanên Hind-Ewrûpî, xwe digehîne Kurdistana Kevin (Rojhilata Kapadokyayê) ! Neha li pey vê encamê, em fêm dikin, ku çima miþe gotinên me yên kurdî, hema di tevayiya zimanên Hind-Ewrûpî de hene. Weke; hesp, hêk, lêv, derî, por, nav, nimandin, dinan û hwd. Bêguman tevayiya zimanên cîhanî, ji hev peyv wergirtine. Ev tiþtek xwezayî ye. Tirk gava bi zimanê xwe bi tirkî dipeyivin, ji sedî 80 peyvên ji devê wan derdikevin, bi kurdî ne. Ji ber ku gava 800 sal berê hatine herêma Rojhilata Navînî, ji wê gavê de di nav kurd, fars û ereban de heliyae û zimanê xwe ji bîr ve kirine. Lê ta neha ne xwastine ku vê rastiyê bipejirînin. Lê belê wek di gotinên pêþiyan de dibêjin, ''aqil taca zêrîn e, lê li serê her kesê nîn e''. Loma me xwast ku em li vir ji bo xatirê zaniyariyê lêkolînek biçûk a pirsnasiyê (termînologiyê) bikin. Di vê xebatê de em ê hewlê bidine xwe da ku piþkek ji wan peyvên kurdî ku bingeha ziman û wêjeya tirkî li ser rûniþtiye, biweþînin. Her kurdên milletperwer û xwedî zanebûna zimên, dikarin bi þandina peyvên ku me ne zaniye, beþdarê vê xebatê bibin:
KÎJAN PEYV JI KÎJAN ZIMANÎ YE:
Çarþamba:(KURDÎ/çarþemb) Çaydanlýk: (KURDÎ/çaydan) Diyar: (KURDÎ/diyar) Dost: (KURDÎ/dost) Pazar:(KURDÎ/bazar) Perþembe:(KURDÎ/pêncþemb) Þamdan: (KURDÎ/þimadan) Yar: (KURDÎ/yar)
NAVÊN MIROVAN Berîn (KURDÎ/Berîn) Bülent (KURDÎ/Bilind) Kezban (KURDÎ/Kezîban) Nermin (KURDÎ/Nermîn) Nesrin (KURDÎ/Nesrîn) Serdar (KURDÎ/Serdar) Zerin (KURDÎ/Zerîn)
Derhal (FARSÎ/der hal ) Düþman (FARSÎ/doþmen) Diðer (FARSÎ/dîger) Henüz (FARSÎ/henûz) Kýrmýzý (FARSÎ/qermez) Kaþýk (FARSÎ/qaþox) Raðmen (FARSÎ/rexmen) Sýyah (FARSÎ/siyah)
Cuma (EREBÎ/cum'a) Merhaba (EREBÎ/mer'haba) Hal (EREBÎ/h'al) Selam (EREBÎ/selam) Bavê Barzan
|