Selaheddin BULUT

 

Xadim

 




ÇÎROKEK DIRÊJ JI SELAHATTIN BULUT: XADIM

Kitêba Selahattin Bulut a nû ‘Xadim’ ku ji çîrokek dirêj pêk tê, di nav wesanên Avesta de derket. Ev kitêba Bulut a duyemîn e û kitêba wî ya yekem a çîrokan ‘Bihusta Lal’ di 2006an de li eynî wesanxanê çap bûbû. ‘Xadim’, li ser hepisxaneya derve ye. Jêhatê ku pistî 10 salan ji hepsê derdikeve, li derve rastî hepisxaneyek din tê. Sopên deh salên buhurî ên li ser bedena wî, wî ji hepsê bêhtir êsîr dikin. ‘Xadim’ çîrokeke ku di dawiya wê de sekin tune; dawî seva res û di nav wê tariyê de windabûn e.

Ji kitêbê:
Jêhat serê xwe bera ber xwe da. “Hela destê xwe berde…” Jêhat ricifî û destê xwe li ber xwe sidand. “Tu ne mêr î!” Jêhat dengê xwe nekir. “Tu tê were tu nayê ez radibim!” Pîrekê got û nigê xwe bi kêleka qaryole ve berda. Jêhat pista xwe da pîrekê, kincê xwe li xwe kir û derket. Hesê wî sekinîbû, wê çi bikira, bi kû de biçûya nizanîbû, ne ji bo mirinê ne jî ji bo jiyanê taqeta wî nemabû, ket kuçakê, ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû… Winda bû…

SELAHATTIN BULUT

Di sala 1954an de li Dêrikê hatiye dinyayê. Enstîtuya Perwerdeyiyê li Mêrdînê qedandiye. Li Dêrikê û li Qersê du salan mamostetî kiriye. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1981ê de hatiye girtin û di Hepisxaneya Diyarbekirê ya Eskerî de hest sala girtî maye. Di sala 1997an de li Stenbolê Kitêbxaneya Medyayê ava kiriye. Li ser jiyana Hafiz Akdemir û Edip Karahan sê kitêb amade kirine. Di hin rojname û kovaran de nivîs û çîrokên wî hatine wesandin. Kitêbek wî ya çîrokan bi navê ‘Bihusta Lal’ (Avesta, 2006) heye.

Xadim
Selahattin Bulut
Çîrok
ISBN: 9789944382526
19.5x13, 96 rûpel