DESTÛRNAMEYA DANÎNA KESÊ MIRÎ LI GORÊ

Bi Wergerandin û Nivîsîna Xwedê Jê Razî: Muhemmed Muderrisî Kurdistanî

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa



Yasîn û Telqîn û Niwêjî Mirdû

 

Mamoste Mela Mihemmed Baqer Muderrisî Kurdistanî (Erdelanî) -Xwedê jê Razî be- sala 1887 (1310 Hicrî) li gundê Nizazê, nêzîkê bajarê Sine, li Rohilata Kurdistanê hatiye dunyayê. Ew ji malbata Erdelan e. Navê bavê wî Huseyn Xan e, naskirî ye wek Axa Gewre, ku sala 1921'ê fermandarê Hêzên Leþkerî yên Kurdistanê bûye. Bapîrê wî Menûçer Xan hakimê Wilayetê Fars (Þîraz) bûye. Ew jî alim bûye. Her wisan jî destnivîskarekî (xettat) jêhatî bûye. Berhema bi navê Tefsîr-î Huseynî bi xetek ciwan, wek yadgariyekî kurd nivîsiye.

Mihemmed Baqir Muderrisî Kurdistanî (Erdelanî) -Xwedê jê Razî be- ji heft bavan digehîje Xan Ehmedxanê Erdelan. Xwandina 12-ilmî, ku bi dirêjiya 6 salan kuta dibe, ew di nav du salan de biriye serî. Ew 35 sal jiber (ezber) ders daye. Ji ser 300'î berhemên wî yên nivîskî hene. Bi sedan melle, ji destê wî destûra (îcazeya) xwe wergirtine. Wek Þêx Celalê Huseynî, Þêx Huseynî, Dr Husên Xelîqî, Mela Celalî Þafiî. Bêhtirên berhemên wî li ser tesewwuf û felsefê ye.

Ew berî mirina xwe bi 6 saetan, ders ji Mela Mihemedê Bûdaqî, Þeyx Mesûd-î Temtemî re gotiye. Sala 1962 (1391) koçê dawiyê kir. Li Rohilata Kurdistanê, li bajarê Merîwan'ê, li gundê Balikê, li goristana Pîr Mihemmed veþartî ye.

Xwedê ew bi dilovaniya (rehma) xwe þa bike.

 

Abdusselam Muderrisî
Neviyê Mihemmed Baqir Muderrisî Kurdistanî

 


 


T E L Q Î N *

 

~ BI NAVÊ XWUDAYÊ DILOVAN Û MIHRÎBAN ~

Spas û pesin ji bo Xwedê ye, ne bo kesekî din. Her tenê Xweda bi xwe layiqê berdewambûnê ye û ji mal û milkê Wî pê ve, mal û milkê ti kesî li dunyayê nikare berdewam bimîne û heger ne Xwuda be, her tiþt vedimire. Serwerî her ji bo cenabê Wî ye û em hemû vedigerine ber qada Wî. Mirin tiþteke wisa ye ku Xwuda û pêyxember destûr pê daye. Xwuda û pêyxember rast û durust ferman dane. Me li jiyana dunyayê baweriya xwe bi Xwedê hanî û serî li ber Xwedayê mazin çemand û danî.

- Slavê Xwedayê mazin û ferîþtehên Xwedê di gel mirovan hemû li ser Te be ey mirî!

- Em bi Te re dipeyivin. Tu ji vî dunyayê derketî û çûyî gehîþtî qada roja dawîn. Tu ji vê jiyana dijwar derketiyî û Tu gehîþtî mala dilovaniyê ya nuha. Tu ji mala þînê derketiyî çûyî mala þadimaniyê. Ev gor yek ji ciyê Te yê yekem ê roja dawîn e û ciyê Te yê dawiyê yê li vî dunyayê ye. Nîþana wê baweriya xwe ya, ku gava Tu li dunyayê çêbûyî bihêne bîra xwe, ku her Xwudayek bi tenê heye û Muhemmed bende û þandeyê Wî ye. Hemû afirandiyên Xwuda rast û durust in û hîç guman jî tê de nîn e. Rojek dê bê, ku Xwudayê pak hemî miriyên li goran vejîne û rake ser pê.

Tu bizane, ku du ferîþtehên bexiþdar û dilovan yên bi navê Munker û Nekîr dihene ser Te. Ew ê ji Te navê Xwedayê Te, pêyxemberê Te, dînê Te, mezhebê Te, qibleya Te, baweriya Te, ewliyayên Te û xelîfeyên Te bipirsin. Ne tirse, xem ne xwe, bi dengekî zelal û vekirî bersiva wan bide. Xwuda zindî ye, zane ye, bi hêz e, guhdar e, dibîne, dibihîze û dipeyive.

Xweda, bi ew peyva nemir afirenderê min e û Xweda bêhevpiþk û her yekta ye. Bexiþkarê gunehan e û kêmasiyên meriv diveþêre. Xweda, ew e ku afirendêrê min e û ez îbadetê ji Xwedê re dikim. Muhemmed kurê Ebdulla, kurê Ebdulmutellîb, kurê Amîne û þande ye û Muhemmed xelkê Mekkê ye û li wir hatiye dunyayê. Paþê bûye xelkê Medînê û li wir veþartî ye. Muhemmed þande û xoþewîstê min e. Ew Muhemmedê qureyþî, haþimî pêyxemberê min e. Îslam ola min e. Quran rêberê min e. Qa'be qibleya min e. Mêr û jinên bawermend xwuþk û birayên min in.

Gor li me rewa ye û rastiyek e. Ev lêpirsîna li gorê jî, tiþteke rewa ye. Pirsiyarên Munker û Nekîr jî rast û rewa ne. Xelatkirin yan êþandina laþê meriv jî, tiþteke rast û rewa ye. Vejîn, ji nû ve rabûn jî rastiyek e. Roja qiyametê jî rast û rewa ye. Hesab û pîvan jî rast û rewa ye. Hebûna Pira Siratê jî rast e. Bihuþt rastiyek e û agir jî rastiyeke din.. Gehîþtina nik Xwedê ji bo mêr û jinên bawermend rastî ye û durust e. Ev tiþtên ku me bahs kir, hemû rast in û wê pêk bihên. Mazinê me Muhemmed ji me re rohnî kiriye, ku afirandina laþê meriv ji roja destpêkê ta dawiyê rast û rewa ye.

- Me bi vî awayî baweriya dilê Te careke din cî bi cî kir û telqîna Te xwand û me bawerî heye, ku Xwuda ew ê dilê Te ji me baþtir bi cî bike. Vêya, sê caran dubare bike û dawiyê jî vê bibêje:

- Xwuda dibêje: Min hûn ji vî axê afirandiye û Ez ê we careke dinê vejînim ji bo roja qiyametê, daku hûn li pêþ dîwana Min ji bo hesabdayinê amade bin.


________________________

Ji hêla Mamoste Mele Mihemmed Baqer Muderrisî Kurdistanî ve hatiye berhevkirin

 

* TELQÎN: Cîbicîkirina dilî

Wergerandina ji kurdiya jêrîn: Goran Candan


 

 

 

 

 

ÞEYTANQÛNÎ YAN VEJÎNA BI RASTÎ

Li civaka kevnare ya li Kurdistana mêjûyî, jiyana komelayetî, ji gelek hêlan ve, ji jiyana îroyîn sed caran çaktir û mirovîtir bû.

Nimûneyeke ji bo vê yekê; awayê rêzgirtina li jiyanê û xwedîlêderketina li cenazê miriyan bûye. Gava kesekî ji ber rawestana dilî dimir, wek îroj li civaka me têt kirin, hema miriyan di nav du sê saetan de wisa zû bi zû binax ne dikirin û ne diveþartin. Kêmanî bîstûçar saet ji ser kêlîka mirinê derbas dikirin, paþê mirî diveþartin. Ji ber ku, kesê ji ber rawestana dilî miribe, rê heye ku piþtî heyameke kurt, dîsan dilê wî lêde û hiþê wî were serê wî û rabe ser piyên xwe.

Xelkên li Kurdistana mêjûyî, gava bedena bêliv ê kesê mirî, li bin axê diveþartin, benekî bi tiliya kesê mirî ve girêdidan û li ser tirbê jî zengilekî bi vî benê ve girêdidan. Ev ji bo vê yekê bû, ku heger gava dilê cenazê dîsan lêde û bi liva tiliya kesê vejiyayî, zengila bi ben ve girêdayî wê lêkeve û notirvanê goristanê yekser ew ji bin axê derxe.

Belê, li civakên Kurdistana mêjûyî, wek li her welatekî ewrûpî îroj heye, þev û roj notirvanek tê de hebûye.

Lê belê, goristanên me yên îroyîn, bûne wargehên çop û zibil û zûlê. Ji gemarbûnê, mirov naxwaze kêliyekê jî ku tê de bimîne. Gunehê mirov pir bi miriyên mermalên mirov têt.

Mamoste Mehdî Zana, ku li Swêdê dijî, carekê got; 'ez îroj ji riya kurt meþiyam mala xwe ya li Ragsvedê û ji nav Goristana Skogkyrkagarden'ê çûm malê. Lê çi ciyekî xweþ bû. Hema mirov digot xwezî ciyekî mirov jî li vir hebûya. Çi pak û çi delal in goristanên li Swêdê.'

Li welatên ewrûpî, bo nimûne li Swêdê, her wek li civakên kevin ên li Kurdistana mêjûyî, laþên ji ber rawestana dil bêliv mayî, piþtî çend rojekê, hîna dikin di sarincê de. Ji xwe ta doktorekî jî neyêt ser laþê bêlivmayî û lênêrîna xwe ya pêwîst neke, kes nikare ji laþî re bêje ev laþê mirî ye - lê her kes dikare beyana mirina kesekî bide heger gava ku serî ji laþ hatibe veqetandin, yan na, bi çi awayî destûra welatiyekî sivîl nîn e, ku beyana mirîbûnê li ser laþekî bêliv û bêtevgermayî bide. Ev kar, karê doktorekî ye.

Gelo hûn dizanin ku çîrokeke mamoste Osman Sebrî (Apo) ya bi navê Þeytanqûnî heye, ku li pirtûka wî ya bi navê Hevalê Çak, wek kurteçîrokekê weþiyaye. Mamoste Osman Sebrî, li vê çîrokê, behsa miriyekî dike, ku li êvareke dereng, gava mele li ser xetma Quranê dixwîne, ji niþkê ve deng ji mirî dertê. Li ser vê, xwediyê mirî ku bawer in þeytan ew rakiriye ser piyan, pir dibizdin. Mamoste Osman Sebrî, li vê çîrokê bahs dike dibêje ku li Kurdistanê gava ev bûyer diqewimin, xwediyên kesê mirî, dest pê dikin bi daran li vî kesê ji nû ve li jiyanê vegeriyaye dixin û dîsan dikujin. Rebeno çend biqîre û hawar bike û bibêje jî: 'ez ne mirî me, ez sax im, bes li min xin', lê bêkêr e. Bi derbê daran lêdixin û ew dikujin û dîsan dikin mirî.

Li civaka kurdan a vê dema nû, ji bo miriyên ku þiyar dibin, dibêjin, 'þeytanqûnî bûye', anku þeytan ew ji mirinê þiyar kirine. Ji ber vê jî, pirî caran, dikarin bi dar û çoyan bikevin ser van miriyên xwe ku ji nû ve li jiyanê vegeriyane û ew vê carê bi rastî jî bikujin. Li gelek gundên Kurdistanê ev qewimîne. Ew mirovên feqîr ku ji pencên mirinê derketine rizgar bûne û vegeriyane jiyanê û dîsan rabûne ser piyên xwe, a bi vî awayê bêbext, bi destên mermalên xwe yên herî nêzîk, wisa giran dihatin birîndarkirin û kuþtin. Ta pêncî þêst salên berê jî, ev wisa bû.

Ez ê çîrokeke rastîn a li ser vegerîna miriyan ji we re bahs bikim, ku gava ez deh diwanzdehsalî bûm, ev li mala min bi xwe qewimiye. Ta roja îroyîn jî, çi car ji bîra min naçe û ta ku ez hebim, çi car nikarim ji bîr bikim.

Li destpêka salên heftêyî, du birayên min ên cêwî çêbûn. Bavê min navê wan Hesen û Husên danî. Gava ew yeksalî bûn, ji wan Husên, nexweþ ket. Havîn bû. Lê laþê wî germ bûbû, bi tayê ketibû. Me ew bir doktor, jê re derziyên penîcîlîn dan. Hemþîreyekî, li wê taya giran, van derziyên penîcîlîn yek bi yek li wî pitikê reben xist. Em hatin malê, lawik nîvþiyar, nîvxewirî bû. Diya min giriya. Hingê gotin: mir. Hema li nav çend saetan lawikê reben þûþtin û birin li Goristana Baba Þêyx Seyda binax kirin.

Piþtî binaxkirinê, gava koma xelkê ji ser gorê vekiþiya, ez bi xemgîniya xwe ya kûr, li ber gorê mabûm. Gava bavê min li paþ xwe nerî ku ez hîna li ber gora Husên rawestayî me, bang li min kir got 'were em harin malê' û ber bi min ve hat, ku min bi xwe re bibe. Tam li wê navberê, min dengekî ji gorê bihîst. Dengê girîna zarokek bû.

Min yekser ji bavê xwe re got, 'Husên digirî! Ne miriye!!' Lê bavê min bi destê min girt û ez bi xwe re kaþ kirim û birim.

Tekê Husên, Hesen hîna li jiyanê ye. Husên pir guneh bû. Pitikekî bozik û çavþînî bû.

Piþtî hingê, ez têdigehim çima gava xelkê li nêzîkî goristanan dijîn, dibêjin; 'carinan ji nav mezelan deng têt - dengê miriyan!'

Êdî hûn bi xwe bihizirin, ku civaka me çend paþ ve maye. Her çend ku zeman pêþ ve çûbe jî civata me li ciyê xwe maye.. Zeman, zemanê herî pêþketî ye, lê welatê me hîna li zemanekî pir paþketî maye. Heger em xwe ji bin dewr û domana vê çanda tirk û erebên ne derxin, heger em wek ereb û tirkan bêçand bin, rewþa me çi car wek berê baþ nabe. Ev misoger e.

Þayanê gotinê ye, ku di vî þerê jiyan û mirinê de, jiyan îroj va ye tam bi ser ketiye. Dermanê ku þanan (hucreyan), þanên mirî ji nû ve divejinînin va ye bi dest hatiye. Îroj doktor dikarin kesê ji ber sekna dilî miriye, heger 24 saet jî ji ser mirinê derbas bûbe, bi alîkariya vî dermanî dîsan bivejinînin vegerînin jiyanê.

Yên vê ne bihîstine, bila ji vê agehdar bin. Belê her wisa ye. Dermanê mirinê jî hat dîtin. Mirin êdî ne tiþtekî wisa bêçare ye. Ji mirinê re jî çare dibe êdî. Çareyek hat dîtin.

Paþê vî dermanê wê bidin kê û nedin kê, ev jî pirseke din e. Ji ber bilindbûna hejimara niþteciyên (nifûsa) dunyayê, bêguman vî dermanê wê nedin her kesekî. Bêguman ev jî her wek ji nû ve kuþtina kesên ji mirinê vegeriyayî, wisa bêmafiyeke din a li hevber jiyanê be.

**

Paþê gelek nukte jî li ser vê mijarê hene. Fermo bibihîsin van du miriyên ku ji nû ve vegeriyana jiyanê, ji xelkê li dora xwe re çi gotine:

 

TU INS Î YAN CINS?

Yek ji ber goristanekê derbas dibe û dibihîse ku dengek ji gore tê. Diçe ser gorê û axê divede dide alî. Kefenê ji ser ruyê mirî dide alî û pê re jî xencera xwe dikiþîne û li ser singê mirî dirûne û jê dipirse:

- Tu ins î yan cins î?

Yê ji mirinê þiyarbûyî dibêje; 'bavo ez ins im, ne cin im'. Dibêje ez filankes im û ji mala filankes im û xwe dide naskirin.

Paþê bi hevdu re dirabin û diçin mala mêrik. Ji ber vê qenciyê mêrik ew xelat dike.

 

MIN BIBIN GARAJA YILDIZ'Ê!

Rojekê li Diyarbekrê, çar diz diçin ber Mizgefta Mazin û ji yekê aware û belengaz re, ku ji Farqînê hatiye, dibêjin:

- Ca were em hinekî pere bidine te. Lê belê divê, tu ta ber êvarê xwe di nav tabûtekê de vezelînî, razînî!

Belengazê ji Farqînê dibêje 'baþ e' û ev her çar dizên ji Diyarbekrê wî diêxin di nav tabûtekê de û ji ser papûrê ve, ber bi goristanê dibin. Mirovên xêrxwaz jî, yek bi yek dikevin bin tabûtê û dixwazin ji xwe re xêr qezenc bikin. Lê ev her çar diz jî dikevin bêrîka van hemû xêrxwazan û seet, cuzdan û pereyên wan ji wan didizin.

Piþtî ku diz têrî xwe pere ji xelkê didizin, yek bi yek ji binê tabûtê diderkevin û diçin. Piþtî demeke dirêj, xelkê li bin tabûtê dibêjin:

- Yabo xwediyê vî miriyê kî ye gelo? Ev çar saet in, ku tabût li ser van papûran diçe û tê! Gelo em vê tabûtê bibin ku derê?

Hingê yê farqînî serê xwe ji tabûtê derdixe der û dibêje:

- Ji kerema xwe re min bibin ber garaja Yildizê! Ez ê herim Farqînê.

Xêrxwaz ji tirsan tabûtê diavêjin erdê û her yek bi hêlekê ve direvin.

 

XALO MA PIR MAYE JI DIYARBEKRÊ RE?

Li ser riya Farqînê kamyonekê ber bi Diyarbekrê ve diçe. Rêwîyekî li kenarê rê destê xwe dirake û kamyon wî digre û dîsan bi rê dikeve. Li ser kamyonê tabûtek heye û qepaxa wê jî vekirî ye. Ji ber ku dem zivistan e û hewa sar û bahoz e, rêwî xwe dike di nava tabûtê de û qapaxê jî li ser xwe digre.

Piþtî çend kîlometreyan, rêwîyekî din dest bilind dike û li kamyonê suwar dibe. Kamyon bi rê dikeve. Piþtî çend kêliyekê, rêwiyê di nav tabûtê de vezelandî, qapaxa tabûtê diveke û ji rêwîyê nûhatî dipirse:

- Xalo! Xalo ma ji Diyarbekrê re pir maye?

Li ser gotina rêwîyê di nav tabûtê de, rêwîyê nûsuwarbûyî dibêje "mirî rabûn" û ji tirsan xwe ji kamyonê diavêje xwarê û dimire.

Paþê rêwî û þofêr vî rebenî dikin di nav tabûta vala de û wî dibin Diyarbekrê.

____________
Papûr: asfaltlý otoyol, cadde, karayol,

 

Goran Candan

 

 



KURDISH DIGITAL REGISTER

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum