SUPASÎ ji
KOMKARê re!

 



 

Me î roj pir bi sahî û dilxwesiyek mazin hezar (1000) pirtûk û govarên kurdî yên cihêreng, wek diyarî ji bo projeya avakirina "Pirtûkxane & Mûzexaneya Kurdî li Amed ê", ji Navenda KOMKAR SWÊDê, wergirt. Em pir supasiya KOMKARê dikin ku ev çend salên dûr û dirêj bi hesta parastin û pêsvebirina çand û wêjeya kurdî dilive!

Loma erkê ser sanê me her kurdperwerekî ye, ku em bi hemû hêz û siyana xwe, xwedîtiya çand û wêjeya kurdî bikin. Wek dihêt zanîn, salên dûr û dirêj, wêje û çanda xelkê me li jêr talanê, li ber xetera man û nemanê maye. Wan desthilatdarên ku li ser xaka welatê me, xwedî hêza mîretiyê (dewlet) ne, bi çi awayekî biçûk jî, xwedîtî li çanda kurdan ne kirine. Bervacê vê, bûne alîkar ku ev kelepûr û nirxên me yên wêjeyî, çandî sist û lawaz bibin û li dirêjahiya demê jî, ji holê rabin, winda bibin.

KOMKAR li her navendên xwe yên cihê, bi karê komkirin û parastina wêjeya kurdî, xwedî liv û tevgerek bi nirx e. Supas ji bo pistgiriya KOMKARê!

Stockholm, 29-6-2007

Goran Candan

Damezrenêrê Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî li Stockholmê