Îbn Xelikan
Sultan Selahedînê Eyyûbî
Resmên cihê yên Selaheddîn
Avesta, çend kitêbên cihê li ser Selaheddînê Eyyûbî, navdartirîn kurdê tarîxê, diwesîne. Wesanxane diyar dike ku, armanca sereke ya çapkirina van kitêban ku hin jê bi zimanê tirkî ne, lê giraniya wan bi kurdî ye, ew e ku nîqasên li ser Selaheddîn di çarçoveyeke ilmî de bibin, ev kitêb rê li ber sîrove û xwendinên nû vekin. Kitêba yekem a Îbn Xelikan e ku yek ji kitêbê herî kevn û girîng a li ser Selaheddîn. Kitêbên Minorsky û Boris James û romana nivîskarê norwecî Thorvald Steen, a li ser Selaheddîn “Babelîsk” di dorê de ne. Çapa nû a “Selaheddin’in Mirasi” tê amadekirin.
Kitêbeke herî kevn a li ser Selaheddîn
Selaheddîn yek ji girîngtirîn mirovê tarîxa dinyayê ye. Ev fikra musterek a gelek zana û pisporên rojhilat û rojavayî ye. Mohra xwe li mîlenyumê daye. Tevî ku di ser dema wî re 800 sal derbas bûye jî, li dinyayê û Kurdistanê hê jî pir aktuel e. Li dinya modern, bi taybetî di lîteratura ewrûpî de gelek nîqas li ser tên kirin, bi sedan kitêb û nivîs tên nivîsandin, pêsengeh û albûm çêdibin. Dinya, wî bi sêweyên nû û cihê dixwîne, tarîf dike.
Li Kurdistanê, di nav milletê xwe de jî tim û tim aktuel bûye. Vêga jî ne tenê li unîversîte, derûdorên xwenda, li civateke gundekî çiyan jî meriv dikare rastî nîqasên pir balkês bê.
Selaheddîn, di nav milletekî ku ‘li derveyî
tarîxê’, tarîx bi xwe ye. Di ber sûrê
wî yê ‘îslamê’ re, di bin xeftanê
wî de xencereke kurdî ya zîvîn hebûye. ‘Misilmanan’
ew xencer dît, guh nedan sûr, em wî sûrî dibînin,
li xencera zîvîn napirsin. Ew xencera ku sûr ko kir, li
Qudsê rê li ber toleransê vekir.
…
Kitêba Îbn Xelikan yek ji kitêbên herî
kevn û biyografiyek girîng a Selaheddînê Eyyûbî
ye.
…
Bi wesandina kitêb û materyalên li ser Selaheddîn
bi kurdî û tirkî, em dixwazin li ser bingeheke ilmî
ev nîqas bên kirin. Kitêba yekem a Îbn Xelikan ku
yek ji kitêbê herî kevn û girîng a li ser Selaheddîn
e em dest pê dikin. Kitêbên Minorsky û Boris James
û romana nivîskarê norwecî Thorvald Steen, a li ser
Selaheddîn “Babelîsk” di dorê de ne. Çapa
nû a “Selaheddin’in Mirasi” tê amadekirin.
Di gelek nîqasên li ser Selaheddîn û dema wî de, behs dibe ku, herçiqas ne di ma‘neya îro de jî be, dîsa tu statuya kurdan nebû. Kurd tenê esker bûn. Herweha ciyekî ziman û kultura kurdî jî nebûye. Tista balkês ew e ku pistî Selaheddîn bi sedan salan jî dîsa ew rews nehatiye guhertin. Hê jî bi kurdî, mebesta min kurdiya Bakur e, ne lîteraturek, kitêbek berbiçav li ser Selaheddîn tune. Ne tenê di vê mijarê de bi gistî jimara lêkolînên muteber, werger an telîf, di kurdî de ji tiliyên destekî ne zêdetir in. Heta kurdî di hemû qadê jiyanê de, bi her sêweyî neyê bikaranîn, wê di bin talûke û tehdîdê be. Yek ji armancên herî girîng a van lêkolînan ew e ku kurdî bibe zimanê fikrî, platformek nîqasê çêbibe, bi “zimanê malê.” Ji bo ku kurdî bibe xwedî statuyek, divê pêsî kurdîaxêv wê qîmet û girîngiyê pê bidin.
Lêkolînên ku ji zimanê eslî tên wergerandin, eger karibin piçekî jî rê li ber merhaleyeke nû vekin, armanca wesana wan wê pêk were. Xwediyê van kitêban tenê xwendevan in. Hêza xwendevanekî têgihistî ji hêza rêxistin û partiyan mezintir û zêdetir e, ji a hikûmet û dewletan jî ne kêmtir e. Ew hêz û bawerî ye ku ev kultur û ziman gihandiye îro. Em bi hêvî ne ku xwendevanê kurdî, perdeyeke tenêtî û jibîrkirinê nakisîne ser van xebatan.
(Ji pêsgotina kitêbê)
ÎBN XELIKAN (1211-1282)
Semseddîn ebû’l-Ebbas Ehmed îbn Muhemmed îbn
Îbrahîm îbn Ebû Bekir Îbn Xelikan li Erbîlê
(Hewlêrê) çêbûye lê pêsiyên
wî ji Belxê ku devereke Xorasanê ye hatine. Wî li
wê derê hê ji piçûkî ve li cem bavê
xwe ku zanayekî binavûdeng bûye û hinek zanayên
din yên der û dorên wî xwendiye. Pistî xwendina
xwe ew çûye Misrê û demekê li wê derê
qazîtî kiriye û hingê jî dest bi berhema xwe
ya Wefetyat el-E‘yan we Enba’u Ebnaî’l-Zeman ku ev
jînenîgarî jê hatiye wergerandin, kiriye lê
ew temam nekiriye. Ew ji wê derê vegeriyaye Samê lê
li wê derê nêzî deh salan jiyaneke bi rebenî
jiyaye ta ku bûye serekqaziyê Samê û pê re li
amadekirina berhema xwe jî domandiye. Îbn Xelikan bi xwe xwe digihîjîne
malbata Bermekiyan ku di serdema xelîfe Harûn Resîd de çend
kesan ji wan (Yehya, Xalid û Cafer Bermekî) wezîrtî
kiriye. Gelek dîroknasên mîna el-Sedefî, Îbn
Sakir el-Kutubî, Îbn el-Mustewfî, Îbn el-‘Edîm,
el-Zerkelî, Îbn Kesîr û hinekê din wî
digihînin bermekiyan lê el-Xuwansarî wî bi bernavkê
el-Hekarî bi nav dike û wî digihîne kurdên Hekariyayê.
Xelikan navê gundekî Erbîlê [Hewlêrê ku
nêzîkî Herîrê] ye û navê xwe jî
bi awayê nisbetdana kurdî ji navê kalê malbatê
girtiye. Berhema Îbn Xelikan di babeta xwe ya jînenîgariyê
de digel kêmasiyên xwe jî dîsa yek ji hêjatirîn
û pêbawertirîn berhemên dema xwe ye.
Sultan Selaheddînê Eyyûbî
Îbn Xelikan
Wergera ji erebî: M.Emîn Narozî
Jiyan / Biyografi
ISBN: 9789944382427
19.5x13, 112 rûpel