Bedirxan Mukriyan

 

 

Stranên Folklorîk Ên Botan-2


Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, ku navenda wê li Silêmaniyê ye, bergê duyem ya pirtûka Stranên Folklorîk Ên Botanê derxist. Pirtûk bi hevkariya Wesanxaneya Vateyê li Stenbolê hate çapkirin. Stran ji aliyê Seyda Goyan hatine berhevkirin û Kawa Feqêzade jî bi karê notasyonê rabûye.

Ev berhema hanê ku 127 rûpel e, ji 68 stranan pêk tê û CDyek jî pê ra ye ku ji her stranê besek tê da hatiye gotin. Her çend stran li tevahiya herêma Botanê têne gotin, lê bi piranî ji devera Goyanê hatine berhevkirin ku ser bi bajarkê Qilabanê ye. Her weha stran wekî stranên dilan û sêr û mêrxasiyê hatine vavartin û kurtejiyana dengbêj û stranbêjan jî di pirtûkê da cih girtiye. Li aliyê din pêdeçûna muzîkî ya pirtûkê ji aliyê Amanc Xazî û pêdeçûna zimanî jî ji aliyê Mazlûm Doxan ve hatiye kirin.

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku dezgeheke sivîl e, di sala 2003an de li bajarê Silêmaniyê hate avakirin. Wê li bajarê Dihok û Kerkûk û çend bajarkan sax hene û aniha tê dixebite li Hewlêrê jî saxa xwe deyne. Enstîtuyê, heta niha bi kurmanciya jêrîn û jorîn nêzîkî 65 pirtûk belav kirine ku ji wan nêzîkî 10 bi tîpên latînî û kurmanciya jorîn in. Her weha besa wê ya reng û dengan heta niha 13 berhem belavkirine ku ji elbûmên hunermendên kurd, belgefîlman hwd din pêk tên. Hêjayî gotinê ye enstîtu li ser kêmîneyên dînî û regezî yên Kurdistanê jî dixebite û berheman çap dike, wekî êzîdî, kakeyî, suryanî û turkman û ereb.

Bo têkilî danînê:

Tel-Fax: 0044704-3137233
khi_2003@hotmail.com

Ev navnîsana e-peyamê li hember spam bot'an tê parastin, ji bo dîtinê, divêt Javascript vekirî be

Malper: www.khi03.co