Ŝoreŝ Reŝî

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa


 


 

Sores Resî ku bi xwe ji kurdên anatoliya navîn e, pirtûkek
lêkolînî ku ji du cîldan pêktê li ser dîroka kurdên koçber amade kiriye û niha
di nava wesanên Înstîtuya Kurdî li Stockholmê de bi zimanê kurdî derket!

 

 

 

 

 

 

Suwariyên Sersor

 

 

 

 

Wek ku raya giŝtî dizane Reŝî heta niha bi pirtûk û nivîsên
xwe yên lêkolînî tê naskirin. Lê bi van herdu berhemên xwe mêjûyî ronahiyek da
ser dîroka koçberiyê. Ev berhem di encama lêkolîn, xebat, xwewestandineke bi
salan(10 sal) de derketiye.

Resî dîroka koçberiyê ji serdema Hûrîyan heta salên 1800 an
bi awayekî lêkolînerî nivîsiye. Pirtûk pista xwe dide gelek faktayên dîrokî.
Her wisa berhem bi nexse, dîmen, ferman, tablet û tabloyên ku faktayan dide
berhevdu hatiye xemilandin. Gelek dîmenên rengîn jî ji herêmên cuda yên ku kurd
lê dijîn û yên ji derdora wan di pirtûkê de hene.

Di vê pirtûka dîrokî de gelek tez û îdeayên nû li ser dîrokê
hene. Wek mînak ew teza turkan a ku dibêje Kara Koyin û Ak Koyin turk in, di vê
berhema lêkolînî de tê pûç kirin. Bi vî awayî gelek tez û îspatên din jî bi
belgeyên dîrokî têne ronî kirin.

Wekî din jî pirtûk têkiliyên kurdan ên bi gelên cîran û yên
li herêmên dûr jî derdixe holê.

Her wisa pirtûk ji aliyê têkiliyên olî yên kurd û cîranên
wan de jî çavkaniyeke balkês e û gelek xalên tarî ku nayên zanîn ronî dike. Ji
nivîsa li ser berga dawî ya pirtûkê ” … çawa dibe ku parçeyek ji êlê xwediyê
ola zerdestî be, yek elewiyê sersor be, yek sîa be û yê din jî sunî be?”

Xaleke din a esasî jî di pirtûkê de ev e ku Resî çand û
edeta kurdan bi dîmen û nexseyan pêskês dike. Di vê berhemê de mirov dikare
kincên kurdan ji seranserî dîrokê heta roja îro bibîne. Ji vê awura candî de jî
pirtûk têra xwe dewlemend e.

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum