ROMANA KURDÎ YA YEKEM “SIVANÊ KURMANCA” DERKET

SIVANÊ KURMANCA

EREBÊ SEMO


Roman, Kurdî
384 rûpel


Romana kurdî ya yekem a Erebê Semoyî “Sivanê Kurmanca” ji aliyê Wesanxaneya Lîsê ve pistî 74 salan bi alfabeya Celadet Elî Bedirxanî li gel orîjînala xwe tê çapkirin. Ev pirtûk bi alfabeya latînî -ya ku di 1929an de ji alîyê Îsahak Marogûlovî û Erebê Semoyî ve hatibû amadekirin- di sala 1935an de ji alîyê Nesra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin. Pirtûk dê di 9em Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê de bigihêje ber destê xwendevanan. Ev berhema Erebê Semoyî ji aliyê nivîskar, wergêr û zimanzanê kurd Mustafa Aydoganî ve hatiye amadekirin. Pirtûka ku berga wê ji alîyê Sener Ozmenî ve hatiye çêkirin, di dawiya gulanê digihêje ber destê xwendevanan.

Di pêsgotina Mustafa Aydoganî de, li gel gelek pirsên li ser pirtûkê, gelek hêlên Erebê Semoyî jî rohnî dibin. Aydogan di pêsgotina xwe ya dûrûdirêj de, behsa serpêhatiya berhemê dike.

“Romana kurdî ya yekem di sala 1935an de bi alfabeya 1929an ve hatiye çapkirin. Pistre ji bo zimanê rûsî hatiye wergerandin. Bazîl Nîkîtîn di sala 1946an de ev pirtûk ji rûsî wergerandiye fransî û Nuredîn Zazayî jî di 1947an de, ew ji fransî wergerandiye kurmancî. Yanî “Sivanê Kurd” weke wergera wergera wergerê hatiye çapkirin û li nava kurdan belav bûye. Di encama wergera wergera wergerê de, navê pirtûkê jî dibe “Sivanê Kurd”. Bi vê çapa Wesanxaneya Lîsê re pirtûk bi zimanê xwe yê destpêkê jî tê veçapkirin û navê wê yê orîjînal “Sivanê Kurmanca” derdikeve pêsberî xwendevanan.”

“Sivanê Kurmanca” wek pirtûka wesanxaneya Lîsê ya 75em û wek pirtûka a rêza “Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî” ya 21em tê çapkirin.

Maksîm Gorkî ji bo nivîskarê kurd Erebê Semoyî weha dibêje: “Gelê kurd bi zimanê nivîskarê xwe Ereb Samîlovî qise dike…”

 

WESANXANEYA LÎS

 

AKKOYUNLU SOKAK
FEZA APT. NO:1/1 YENISEHIR-DIYARBAKIR
TEL-FAX: 0412 228 97 76