Serbûriyek

 

-Filît Totanî-

Te Vî Zimanî Ji Ku Derê Hanî?

 

Mêvanekî min hebû. Diviya pê re bichim Diyarbekrê. Her chend pê re chûna min, wê di alî karê wî de chi kêrî wî ne hata jî, dîsan ji bo cîbicî kirina dilê wî, diviya ku pê re bichim.

Me xatir ji hev xwast û em ji mal derketin. Zaruyan li pey me av rêtin, dilê me ket cih. Pishtî vê avrêtinê ne ma êdî bela û teshqele bihên bi ser me de. Êdî oxira me divebû. Ez bishirîm. Mêvanê min Mîrxoyê Xano li min zivirî:

- Herê herê.. bavê min ma tu wê chima ne kenî? Tu dizanî ku pishtî vê avrêjê, tevaya bela û teshqeleyên li pêsh me pûch bûn.

Bi axiftina Mîrxo re, dengê slavdanekê ji pisht me ve hat. Li hindava dengî zivirîm, Mele, Mihemed Elî:

- Roj bash Mela! Chawan î? Qenc î gelo?

- Hemdê bê hed ji bo rebbilalemîn exî. Di întîzara roja xwe de ne. Hema Xwedê ji îmanê û qur'ana ezîmusshan mehrûm ne ke. Ev exiyê me kî ye?

Mîrxo xwe ne ragirt. Gotê:

- Na bavo ez ne xî me, ez cibrî me.

Min gotinê ji ber Mîrxo hilanî:

- Mêvanê min e.

- Ya ser chavan. Gelo siheta te chawan e exiyê min?

- Supas. Tu gazinek min nî ne ji alî xweshiya min ve.

- Elhemdulîllah, summe elhemdulîllah. Rebilalemîn kesî ne ke bin darê sihhetê. Rebî muînê te be. Ma tu dizanî exî? Bê teqdîra qehhar, tu zirûh ni kare hereketê bike. Enkebût daxî, bi teqdîra qadirê mutleq dikare bilive. Saniêkî, hakimekî wisa ye, ku bê mîsal e, la yezal e (bi zaniyarî bishirî). Mashaallah eqlê meriv na gihîje hîkmeta zulcelal.

Min gotina Melê birî:

- Belê mele!

Mele dev ji axiftina xwe ne berda.

- Mashaallah li hikmetên zulcelal binihêre kuro, chi qas hubba te di dilê min de heye. Fesuphanellah ji te qadirî re. Ji xwe tu qadirê kullî eshya yî. Lê wellahilezîm bi qasî ku hubba te di dilê min de heye, ew qas yê tu kesî di dilê kesî de tu nîn e. Xaricê îmkan e. Rehm û xufrana xeffar, cenahê xwe ji ser serê te sayeî hifza xwe mehrûm ne ke.

- Ji te jî Mela

Mele Mihemmed Elî qet dengê min ne bir xwe. Yan jî ne dixwast "tekelluma" xwe bibire. Bê zordana xwe, bêjeyên (kelîme) erebî, farisî yên ku belbî hê ruyê tavê ne dîtibûn ji tûrikê hishê xwe derdixist, mîna chavikên rêstina tentenê bi hev ve dikir, dirêst. Hiz, rûmet, siyanet wê bi tenê di nav van bêjeyên biyanî (xerîb) de bihatina ser zimên û dazanînê.

- Lo malava de ka ev îslamiyetî ye? De ka ji kitêba sherîetê re tê gotin "pirtûka sherîetê"?! Kitêb kitêb e, pirtûk pirtûk e. Xwedê muînê te be chawa ye, Xwedê alîkarê te be chawa? Di muînê, înayetê, muawenetê de hêzekî xwedayî veshartî heye. Lê alîkar?

Em hatin ser serê sêriya di nav charshiyê. Min xatir ji Mele Mihemed Elî xwast, ez û Mîrxo ber bi wêstgeha (durak) mînîbusê verê bûn.

Charsjiya mazin ji boshahiya (îzdîham) mirovan seremisht bû. Ji chûnehatê mîna qula mûristanê dikeliya.

Îsmet efendî di nav derê dikanê de ji piya rawestayî li chûnehatê dimeyizand. Me slav li hev kir, Îsmet efendî destê xwe dirêjî min kir, me destê hev girt, hejand. Îsmet efendî:

- Bûyrin, chayekî me xwexwin.

- Gelek supas. Em rêwî ne, dichin Diyarbekrê. Di me bibuhure.

Îsmet Efendî:

- Allah ashqina, bûyrin efendî abêcixim, chayekî me vexwe, dîsan tê herî.

- Ne li me lez e. Divê em pêkî zûtir bichin.

- Temam, temam efendim. Ihhx navê wî chi ye ez ê telefûn kim, ku teqsî rabûse, bila bê we hilîne.

- Î car bû. Supas.

Em derbasî hundirê dikanê bûn. Îsmet efendî derbasî masa xwe bû, sandalye nîshanî min da, ez derbasî sandalyê bûm, li ser sandalyê rûnishtim. Mîrxo jî li ser kursî bi cih bû. Îsmet efendî li cama cemekana dikanê xist, lawikê chaygêr lê nihêrt, Îsmet efendî bi tiliyan jê re destnîshan kir, sê chay xwast. Dirêjî telefonê bû, bi destek pakêta cigarê dirêjî me kir. Min û Mîrxo jî, me cigareyek ji pakêtê hilanî. Mîrxo bi hesteyê xwe xwast cigara Îsmet efendî vêxe, Îsmet efendî ne hisht, gotê.

- Efendim ew duyê chaqmaxê te ji sihheta însan ra zerarlî ye. Û pê re hesteyê xwe yî gazê jend, cigara xwe vêxist. Telefon derket, Îsmet efendî axift:

- Alo! Bay Nûrî, ez Îsmet efendî, Du yolciyê min hene, teqsiyê Diyarbekrê hene, tune ne? Heta yarim seetê himmm. Bash e efendim bash e. Tu du qoltix ayirmîsh ke, bishîne ber Filips (Philips) bayî. Bû canim. Haydê canim iyi günler.

Chayên me hatin. Chaygêr, chaya her yekî ji me da berê.

Min ji efendî pirsî:

- Chawa, danûstandina we chawa ye? Firotina we dibe, na be?

Îsmet efendî lêvên xwe chilmisand, bi nîv mirûzqusandî got:

- Sayin abêcixim, ê me emegekî lizûmsiz e, em pê re dibînin. Hich yoksa char-pênc milyon eshya di hundir de heye, lê satish na be. Efendim însanê vî memleketî alishmîshê sefaletê, pîsîtiyê biye. Îmkansiz efendim îmkansiz e. Ji me re medeniyet lazim e. Mêrik ber pîreka xwe na keve, yaxut bi pîreka xwe înanmîsh na be, ku chamashir makînesîkî bikire, chamashirê malê pê yiqamîsh ke. Min sê muzîk dolabî anî, shesh meh wisa li dikanê ma efendim. Yekî jê jandarma qomitanî kirî, me yekî da doqtor, yek mabû, ew jî rojek xanima qeymeqam hat chav pê ket, me da wê. Bay Selîm, ekmek aslanin axzindadir, ekmek qazanckirin gûch bûye. Qezanca min î rojê yirtmish bike rojê ji bîstî berjor na che, lê eloxlî di rojê de charsed, pêncsed hezarî qazanc dikin. Min ji bayîyekî tanish ra dûrima xwe shikayet kir li Îstenbolê, chi bêje begenmîsh dikî? Got "qardashim churumush dibî." Gêrchekten jî em churumush dibin li vê derê. Sayin bay Selîm, tîcaret îshekî qolay nîn e birê min. Ellah wekîlin olsin niha sed hezar alacaxê min heye di nav xelkê de. Bavo kes chabûq chabûq borcê xwe na hêne na de. Gerek tu îstek bikî ku hê bîne. Du roj berê sed û pêncî û char hezar bonoyê min hebû, min chû li yabanciya, ji esnafa borc stend û udemîsh klir. Banqa mudurî rojek ertelemish kir, li min beklemîsh kir. Babam bû însaf degil.

Taksiyeka gewr li ber dikanê rawesta, li klaksonê xist, shofêr bi destnîshaniyê bangî me kir. Ez û Mîrxo em rabûn. Min ji bo chay û her tishtî supasî Îsmet efendî kir û xatir jê xwast. Mîrxo jî bi destê wî girt, malavayî lê da.

Em ji dikanê derketin, rêza pêshîn ji me re hishtibûn. Min derê pêshîn vekir, ez û Mîrxo em derbasî cihê xwe bûn, bi cih bûn. Taksî bi rê ket. Me dîsan bi desthejandinî xatir ji Îsmet efendî xwast.

Taksiya me berbajarkê qesebê li pey xwe hisht. Bi bezahiya xwe re babelîska xubarê ji axê hiltanî. Erebên ku ji hevber me dihatin, mîna berikên tifingê, bi vizîn di me de dibihirîn. Ji hafê ve me didît, di li hev derbasbûnê de bi chendî chav niqandinekê sivik li hev dibihirîn.

Rêwîyek li pash rûsnishtî, bi dengek fetisokî û bi borîn ji ajoyê taksiyê pirsî:

- Min tishtekî bihîst Felemez, êra rast e?

Ajoyê me, di neynika pashvedîtinê de lê nihêrt:

- Chawa xalê Hacî?

Hacî:

- Kifaretê guna be, dibêjin te shevê dî, qeza derbas kiriye.

Ajo:

- Xwedê ewladê te bihêle, Xwedê te xwey ke. Welle te dît qeder e.

Rêwîyê kêleka Hacî ket nav axiftinê:

- Êra kufaret be Felemezo, xêr be chi bûye?

Felemez:

- Lo heyra tishtê awa tim li pêshiya me shofêran e. Gotinek me shofêran heye; "shofêrin ecelî yol, qarisî dûldir. We diye ku shofêrek di nav cih û yataxê xwe de miriye? Na.. Min bi xwe ne bihîstiye, ne dîtiye jî. Ji xalê xwe yî Hacî re bêjim: chûbûm Sêwregê, min îshê xwe bîtirmîsh kir, gorishmê xwe qedand, êdî donmîshî Diyarbekrê dibûm. Hatim ber termînalê, Ellahû alem simsar gote min, "himin dichî, yolciyê min hene, bidim te, bibe." Min ji xwe ra got, himin dichim, hîch olmasa vala ne chim. Welle min yolciyê xwe bîndirmîsh kir û bi rê ketim. Em hatin di qereqola Qerecdaxê de gêchmîsh bûn, li wê derê chend vîraj hene, em li bîrîncî vîrajê gêchmîsh bûn, li îkîncî vîrajê, donmîsh dibûn, ku ji ûzaxê sîleh seslerî me dûymîsh kir. Sîleh seslerî chawa dihatin... Min basmîshê xazê kir û son surat yola dewam. Ne olir ne olmaz te dî kîm bilir belkî mehkûm bûn weya yolkesen bûn. Welle min da xazê. Eerebe di binê me de ûschmîsh dibe. Em yoqushê tirmanmîsh bûn, derketin tepê, chi bibînim; charsed - pêncsed metre li pêshiya me qamyonekî megersem charpmîshê pezê kochera biye, pez sahîplerî jî bi tifinga saldirmîshê shofêrê qamyonê kirine. Min basmîshê frênê kir, eyb e, eyb a ku frên tûtmîsh bike tu ne. Min xazê kesmîsh kir, bereket vêrsin li saxê rê chaqil hebûn. Wextê ku asfalt dokmîsh kirine, li ser asfaltê ev chaqil bash siqishmîsh ne biye, erebe îtmîshê kenarê cadê kirine. Welleh min dîreksiyonê qirmîshê saxê, doxrîdan doxriya chaqilin uzerî kir. Neysem Ellah bîn bereket vêrsin yawas yawash xiza min kesilmîsh bû, min vitêsê kuchultmîsh kir, hatim nêzîkî wan dûrmîsh bibim yolcîkî min go, "basmîshê xazê ke! van kocheran dijminê me ne, bilezîne gidî zû!" Min erebe taqmîshê îkîncî vitêsê kir û sur'et dayê, û dewamlî li qornê xist, dîsa ketim orta cadê. Di orta rê de termê qoyinekî hebû, welle min li ortê xist derbas bûm. Em ji wan gêchmîsh bûn, min yekcar sur'eta xwe zêde kir, bîrden chi bibînim, qurshûnê tifinga di ser serê me de chawa ûchmîsh dibin! Dayê dêranê negersem wan kocheran dijminê xwe î di erebê de tanimîsh kirine, welle ji ecel qorqûsî min xiz dayê."

Felemez ajoyê me, serpêhatiya xwe ji nuqte ta bihnokê bi rê û zê dikir digote me. Li fetlanekê chawa ji rê derketine, chawa dîsan bi heft belayî navgîna xwe derxistine ser rê û bi rê xistine, yek bi yek mîna bengeke (îmaj) sînemayê ji me venepem di ber chavê wî de derbas bibe digote me. Serpêhatiya wî ya duhî gelek dirêj, rengîn bû. Digot, digot, digot pashî le ne tanî. Pashî lêhanînê ne dixwast jî.

Em li Diyarbekrê, li Derê Chiyê peya bûn. Min ji mêvanê xwe yî Mîrxo pirsî:

- Chawa rêwîtiya te chawa derbas bû? Jê kêfxwesh î?

Mîrxo li min nihêrt:

- Rêwîtiya min xwesh derbas bû. Lê Siloyê Sarê hat bîra min.

- Chawa?

- Tu dizanî, Siloyê Sarê gundiyê me ye. Ji leshkeriyê zivirî, mîna her kesî em chûn xêrhatina wî jî. Me pirsa wî kir. Silo bi tirkiyek nêr bersiva me dida. Me digot "Silo lawo bi xêr hatî!" Silo xwe pik dikir, digot "Saxol!", "ellerinden upmîsh dikim." Himmm, me nihêrt, ku Silo xwe li tirkî datîne. Mîrzoyê Misto jê pirsî, "Silo lawo, chawa gelo tu hînî tirkî bûy?" Silo gotê: "Lê chawa ugrenmîsh kirime." Mîrzo jê pirsî "Xwedê kî bi tirkî ji kêcha re chi dibêjin?" Silo da hishê xwe, bi bîr ne hanî, lê ne bû, ku rastiya xwe bêje me. Mîrzo pirsa xwe ducarî kir. Silo lê zivirî, gotê: "Oooo! Xwedê jê razî tu chûyî pey tishtê hûrik ketî." Mîrzo bishirî: "Bi Xwedê kî ji hêshtira (deve) re bi tirkî chi digotin?" Silo awirê xwe bi leshkerî da "Oooo! Xwedê jê razî, tu jî tishtê ew qas uskek sormîsh dikî." Flîtê Ferho ket nav axaftinê jê pirsî: "Êra bi tirkî ji kera re chi dibêjin?!" Silo bi zanyarî bishirî: "Bera hûn cahil mane oxil, li wî welatî ji kera re êshek dibêjin." Flît: "Lê ji dashê wan re?" Silo da bîra xwe bi bîr ne hanî. Bi kovan serê xwe hejand: "Welle bi pichûkî toqinmîshê wan ne dibûn heta buyumîsh dibûn ji wan re jî digotin êshek." Pixîn bi civatê ket, gisht kenîn.

Dotira rojê me bihîst ku Silo ji Sêva jina xwe re gotiye: "Sêvê Sêvê! Êshek qizî êshek, îndir hewanî getir o nanî!" Êêêê.. Sêvê yeka mêrane ye, di bin gotina wî de na mîne. Wê jî gotiye: "Hey lo tereso! Min rî ser wî zimanî, te ji ku derê hanî?"

- O... ê! Mîrxo...?

- Ê û ê. Mele Mihemed Elî, Îsmet efendî û ajo Felemezê we sewsa Siloyê Sarê girtine.

- Lê tu, Mîrxo?

- Hema ez jî Sêvê, de tu ne razî yî ji wan re bibêje.

 

/Pêdachûn û nûjenkirina pexshanî: /Bavê Barzan/