SARA DI MEDYA CÎHANÎ DE



HUVUDSTADSBLADET

18-3/1993 Yek ji mazintirîn Rojnameya Fînlandiyayê yê bi navê HUVUDSTADSBLADET li ser chapa berhema MEM û Zînê ya ku NAVENDA WESAHNÊN KURDÎ SARA'yê li sala 1992'yê bi zimanê swêdî derxist, bahs dike û li ser girîngî û kevinbûna vê berhemê agahdarîyê dide xwendevanan. Her wisan jî, ji ber ku wê demê sherê dewleta tirk li hevberî xelkê kurd tund û tûj bû, doza pishtgiriyê ji bo xelkê kurd dike û dibêje "Grûbek Chavdêr wê herin KURDISTANA TIRKIYÊ"
"Ev grûb wê pêwendî bikin bi dezgeh û avahiyên kurdî yên mafê mirovan."

 

FÖRFATTAREN

Organa Yekîtiya Nivîskarên Swêdê FÖRFATTAREN (nivîsevan) 4/1994: "Swêd navenda weshanên kurdî ye - NAVENDA WESAHNÊN KURDÎ SARA wargehek navendî ye ji bo wêjeya kurdî ya li charaliyên cîhanê

 


SVENSK BOKHANDEL

Govara SVENSK BOKHANDEL 27/1994 (Pirtûkxaneya Swêdî) dema li hevpeyvîna xwe kad û bahsa NAVENDA WESAHNÊN KURDÎ SARA'yê dike, dibêje: "Ji bo wêjeya kurdî parcheyek axa rizgarkirî ya swêdî" belav dibe."

 


KULTURRADET

Organa Dezgeha Chandî ya Dewleta Swêdê KULTURRADET (Encumenê Chandê) 3/1996, ku ev dezhega dewletî ta neha pir bi tundî pishtgiriya chanda berbendkirî ya kurdî li derveyî welêt kiriye: "Xwedî û birêvebirê NAVENDA WESAHNÊN KURDÎ SARA'yê Goran Candan amadekariya pîrozkirina 10-saliya damezrandina SARA'yê dike. Goran Candan daye ber xwe, ku klasîkên bi zimanê ewrûpî yên li ser kurd û Kurdistanê hatine chapkirinê, ji nû ve vejîne û biweshîne. Her berhemên ku sernavê (baslik) peyva 'Kurdistan'ê li ser heye, ev wê ji hêla SARA'yê ve bihên weshandinê."


Dagens Nyheter - DN

Yek ji du mazintirîn rojnameya rojane ya swêdî Dagens Nyheter - DN li rêkefta 18/10 1997'ê de, hevgirêdana peyva "Kurdsparet" anku mebest "di lêkolînên ser kushtina Palmey'î de shopa kurdî" ya kirêt a ji ber kushtina serokwezîrê swêdî Olof Palmey'î bervacî dizivirîne û dibêje: Li ser shopa kurdî ya wêjeyî" - gava ku dixwaze kad û bahsa NAVENDA WESAHNÊN KURDÎ SARA ji xwendevanên swêdî re bike: "I det litterara kurdiska sparet."

 


MITT I

Di rêkefta 27/9-2005'ê Rojnameya Navbajêrê yê Sharedariya Navendî ya bajarê Stockholmê "MITT I" hevpeyvînek bi xwedî û rêvebirê NAVENDA WESAHNÊN KURDÎ SARA'yê re kir û di vê hevpeyvînê de agahdarî li ser rewsha wêjeya kurdî da ji xwendevanên xwe re: Di vê hevpeyvînê de sernavê "Ew xwedî gencîneyek (xezîne) e." hat weshandinê: "Han ruvar pa en skatt"

Her wisan jî ji ber sedema xwe ya xwezayî (tebîî), sara wek navendek kurdî ya lêkolînê pêsh ve dikeve:

 

_____________________________o_____________________________

 

 

Navenda Belavkirina Ziman, Wêje & çanda Kurdî - SARA, di sala 1987ê de hat damezirandin.

Armanca yekemîn a Navenda Arsîvxane & Lêkolînê - S A R A'yê, armanca parastin û bi nasîndana ew wêje û ferhengê kûr a Milletê Kurd e. Li ser vê riya berfireh û mazin, SARA'ya "biçûk" ta neha karên watedar û mazin bi rêxistine.

Navenda Arsîvxane& Lêkolînê - S A R A'yê di nav van hîvdeh salên xwe yên çalakiyê de, ji bo parastin û li dunyayê belavkirina ferhengê vî milletê hêja û mazin, bi civandina ser hev ya ji deh hezaran bêhtir pirtûk, govar, rojname û materiyalên têvel ên kurdî, li nav wan çar navendên girîng ên wêjeyî ya cîhanî, bêguman karekî bêhempa cî bi cî kiriye.

Kurdistan - Welatê Pêshemînan (Ilklerin Yurdu)

Navenda Arsîvxane & Lêkolînê - S A R A'yê, di hewildanên hem bi hezkirin û hem jî bi nasîndana ferhengê kûr û watedar a milletê kurd di nav milletên cîhanê de, karên payeberz daye pês xwe. Ev erk û
delametek li ser sanê me her milletperwerek e.

Hewildanên Navenda Arsîvxane& Lêkolînê - S A R A'yê, yên ji karên lêkolînî ya li ser Kurdistana Mêjûyî - Nistimanê Genim û karên hem bi nasîn- û hem jî bi hezkirindana kevintirîn ferhengê aspêjî ya cîhanê - metbexa kurdî li nav rûpelên govara payeberz a zaniyariyê ya bi navê Idétidskriften C ya swêdî û govara popular zanistî Mjölkspegeln û mezintirîn û lukstirîn govara ferhengê xwarinê ya li Swêdê, ya bi navê ALLT OM MAT: bixwîne û rêz û girîngiya kevinbûn û mazinbûna ferhengê xwe ya kurdî, careke din di vir de bibîne!

Her wisan ev kar, parçeyek ji Projeya hem bi Naskirin- û hem jî bi Hezkirindana Ferhengê Kurdî ye. Ev kar, her ku dihere, weke asîtê mazin û berfireh dibe. Heman maqale li govara naskirî ya li Îngîltere'yê, li Govara Waitrose FOOD Illustrated de û li yek ji mezintirîn govara ferhengî ya hindî, li Hindistanê (!) jî, tête belavkirin. (Kurdiya vê nivîsê, hûn dikarin li govarên: Berbang 128/2003, Tîroj, Sêrta Azad, Pênûs 16/2003, û Gzing'ê 39/2003ê bixwînin. (Her weha li Înternet'ê jî, li vê malpera SARA'yê, li rûpela pêsî bixwînin).

Bi alîkariya lêkolînên ntropolojîkî, etîmolojîkî - morfolojîkî û mîtolojîkî; me hin kod di zimanê kurdî de kifs kirine. Li gor van kodan, dîroka heyvankirinê (mayekirinê) pir bi zelalî tête ber çavan. Me li ser çar peyvan ( sîr, mast, hevîrtirs û serab) lêkolînek biçûk kir. Her wisan jî me fêm kir, ku di zimanê sanskrîtî de ji mêst re dibêjin: kurd (!).

Dîsan me fêm kir, ku peyva yogurd peyvek ji zimanê ermenî ye û tê de vegotina (taswîra) kurd heye: yough = rûn + gurd / kurd. Anku: rûnê kurd (=xiltê lorikê). Li vir peyva kurd tête wateya xilta mêst, ku pasê dibe lor (penîrê teze).

Vê teza me, ku di govarek zanistî de belav bûye, hûnê di nêzîkî de li vir hem bi înglîzî û hem jî bi kurdî (kurmancî/soranî) bixwînin.

Van nivîsan bixwîne. da ku bizanî, saristanî bi destê jinên vî welatî za, jinên vî welatî erd ajotin û nan li vî welatî cara yekem hat lêdan (Shoresa Çandinê / Agrar Revolution), cara pêsîn ajel li ser vî xakî hatin kedîkirin (Kedîkirina Ajelan / Domestication of Animals), sîr li vî welatî cara yekem heyvan bû (Heyvankirina Þîrî / Pastoral Revolution) û hunera durustkirina mast û penêr pês ve çû. Yekemîn têger, dolab/çerx li mêjû - yek ji mazintirîn Þoresa Teknîkî ya Zanistî ya Pêsîn / The Scientific Technical Revolution - li ser vî xakî hat pevxistin.

Tevayiya van komponentên mêjûyî yên dîroka pêsdeçûniya mirovayetiyê, xwe li ser erdê Kurdistana Mêjûyî (Ancient Kurdistan) digehînin hev. Di govara zaniyarî ya bi navê NATURE'ê de, berhemên lêkolîna grûbek zimannasan hatiye belavkirin. Van zimannasan, di encama xebatek bi nêzî 20 salan dirêj de, li dor 100 zimanî li komputerek civandine ser hev û pistî lêkolînên dûr û dirêj derketiye meydanê, ku koka zimanên Hind-Ewrûpî, xwe digehîne Kurdistana Kevin! Neha li pey vê encamê, em fêm dikin, ku çima mise gotinên me yên kurdî, hema di tevayiya zimanên Hind-Ewrûpî de hene. Weke; hesp, hêk, lêv, derî, por, nav, nimandin, dinan û hwd.

Bi kurtî; KURDISTAN = "Hîvika Bi Xêr û Bêr/Zêrîn" - ew welat e, ku saristanî jê derketiyê û çûye li rojavê; li Israîl, Yûnan û Rom'ê (Italya), li rojhelê; li Hindistan û Çînê belav bûye. Lê belê îro ji ber van xerabiyên bi taybetî jî dagîrkeriya tirk, ji binî ve guheriye û hîç na yê naskirin.

Anku Kurdistan; bingeha avabûna çand û saristaniya Mezopotamiya'yê ye:

Bi kurtî: Kurdistan, Welatê Yekemînan, buhustê serzemîn bû.

 

Hin spartek û belgenameyên van gotinên li jorê:


1 - Darvin, Charles/ The Origin of Species, 1859. (çavkaniya derbareyê Kedîkirina Ajel û Sewalan - hesp. Kedîkirina Ajel û Sewalan / Domestication of Animals).

2 - Wigram, Edgar T. A./ The Cradle of Mankind - Life in Eastern Kurdistan, London 1914. (çavkaniya derbareyê Avabûna Mal, Gund û Bajarên Yekemîn li cîhanê)

3 - Child, Gordon/ What Happened in History, 1942. (çavkaniya derbareyê dîroka çandinê bi destê mirovên (jinên) Kurdistana dîrokî: Þoresa Çandinê - Agrar Revolution)

4 - Braidwood, Robert J. / American Anthropological Association, University of Chicago, The Jarmo Projekt 1948. (çavkaniya derbareyê çandina genêm û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals)

5 - Braidwood, Robert J. & Howe, Bruce/ Prehistoric Investigation in Iraqi Kurdistan, 1960, (çavkaniya derbareyê Þoresa çandina Genêm û Kedîkirina Ajel û Sewalan - Agrar Revolution and Domestication of Animals)

6 - Nickles, Harry G/ Middle Eastern Cooking / The Food That Launched Civilisation, 1969. (çavkaniya derbareyê çandina genêm û kedîkirina ajel û sewalan - Agrar Revolution / Domestication of Animals)

7 - SCIENCE, Site of Einkorn Wheat Domestication Identified by DNA Fingerprinting, 1312-1314, 14-11-1997. (çavkanî, spartek û belgenameya zanistî derbareyê reh û koka genimê cîhanê ji Çiyayê Qerac -Amîda- têt.)

8 - Prof Stuart Piggot/ The Beginnings of Wheeled Transport. Scientific American, July 1968, p. 82-90. (çavkaniya derbareyê pevxistina yekemîn têger, dolab/çerx li mêjûyê mirovayetiyê).

9 - The origins and spread of agriculture and pastoralism in Euroasia

10 - NATURE, Autumn 2003, (çavkaniya ku hemû zimanên Hind - Ewrûpî ji Rojhilata Kapadokiyayê têt).

11 - Încîl; Afirandin (2, 8 - 15), Her wekî din jî nimandinên Pirtûka Pîroz a Kevin derbareyê Horiyên Herranê.

12 - Hin teorî û belgeyên zanistî nîsanî me didin, ku Kurdistana dîrokî, sûn û warê heyvankirina sîrî bûye: Shoresa Heyvankirinê - Pastoral Revolution, anku çandina bakteria û her weha durustkirina mast û penêr. Bi vê soresê jî, saristanî li ser ruyê erdê belav bûye.


JI BO AGAHDARIYÊN BÊHTIR LI SER VÊ LÎNKÊ BITIKÎNIN:
http://www.saradistribution.com/daxuya.htm